Tirkî  |  Erebî

sehid-zozan-selametcetinkaya
Rêhevalên wê yê tekoşînê

Gotinan anîna ser ziman pir zehmete. Zehmetiya wê jî rêhevalên xwe yê şehîd dayîna naskirine. Van rêhevalên xwe xistina malê giringe.

 

Ji xwe her rêhevalekê pakrawan em didin jiyan kirin û emê bidin jiyan kirin jî. Lê, ev jî rastiyeke mirov tucarî nikare cihê wan dagre. Her rêhevalekê me yê Şêhîd wateyên xwe pir cuda di jiyana me de heye. Yêk ji wan rêhevalên me ê pakrawan rêheval Sozan Koçere.

 

Rêheval Sozan, ji malbatek welatparêz dihat. Dema gerîlla nû xwe li Botanê cih dikir, malbata heval Sozan wê demê ji bo hevalan her alikariyê dikin û di bin milîsê rêheval Egîd.Salên 1983-84-85 pêncade rêheval Egîd jî dî ti bû. Di be ku ew dem temenêwê biçûk jî be lê, bandorê xwe li ser malbata wê jî û derdorên wê de jî pir da bûn çêkirin. Di heman demê de, hestên welatparêstî jî bandorê xwe da bû çêkirin. Rêheval Sozan, ew demên ku rêheval Egîd di çû mala wan û têkiliyê wê bi malbata wêre ti mî ji mere behsdikir. Bêguman, pir taybetmendiyên xweş li ser heval Sozan da bû çêkirin. Di heman de mê de, hirsên wê li hember neyar pir çê bûbû û li hem ber neyar nefretek asta jor de jiyan dikir. Rêheval Sozan temenekê pir biçûkte tevlê refê gerîlla bûbû. Demên şerê gerîlla herê germ û bi taybet jî herema Botanê de hêla bû ku di şerde bipije. Rêheval Sozan jî, di kesayeta xwe de vînek da bû avakirin. Ji ber ku pratîkê de bijya bû û rastiya şer jî jiyan kiri bû ji bo vê yekê ji xwe pir bawer bû, dîsîplînlî, karê xwe temîz dikir. Heval bi xwe jî pir bawerî didan heval Sozan. Heval sozan xwe diyê ezmûnên pir mezin jî bû. Ji bo vê yekê, her hevalek jî pir dixwastin rêheval Sozan re biçin gorevan. Heya heval xwe pêşniyar dikrin ku rêheval Sozan re biçin. Pir morel dida hevalên xwe. Birastî jî, hevalên derdorên xwe perwerde jî dikir. Ezmunên ku ji rêxistinê girtinê ji bo xwe nedigirtin. Her timî dida derdorê xwe jî. Ji xwe hertimî dinava hevalan de bû. Tucarî xwe ji hevalan cuda nedigirt dest. Di her xebatan de cihê xwe digirt û tucarî xwe jê dûr nedikirt. Birastî jî jiyanê re pir girêdayî bû. Ev girêdayîna wan her timî dinava hevalen de di bû mînak. Dema mirov rêheval Sozan re di çu cihekê mirov xwe pir rehet hisdikir û di mirovan de baweriyek pir mezin dida çêkirin.

Sala 2002 dû em çûn gorevê her tim em diçûn wan gundan. Ew dem rêheval Sozan jî bi mere bû. Tedbîrên me ê ewlehiyê her tim hebû. Lê ,neyar agahiyên zelal girtî bûn. Mejî ferq kir ku neyar naçe ji bo vê me xwast em bi riyekdinre biçin. Du heval derbas bûn, tu tiştek ne bû. Dema du heval hatin neyar wan ferq kirin ji bo wê tank bikaranîn. Her dû heval birîndar bûn. Dema her du heval birîndar bûn, heval Sozan û hevalek jî got emê cihek dinre werin. Dema dixwazin derbas bibin, neyar wan ferq dike û bere tank di de wan. Wê demê heval Sozan Şehîd ket.

Rêheval Sozan di be ku wê demê de Şehîd ket. Lê ew hertimî bi mere jiyan dike. heskirina wê ya jiyanê, feraseta wê ya rêhevaltî û ezmûnên wê yê jiyanê, her tim ji bo me bûye rêzana riya me. Me pir tişt ji heval Sozan girt û heval Sozan jî me fêrî pir tiştan jî kir. Em jî di bêjin rêheval Sozan, tu hertimî bi rihê me de jiyan diki û tu rêzanê jiyana me ya rastî.

Rêheval Sozan sala 2002 du di 19 dey Tebax’ê de di herema Sergelê di encamê kemîna tank te Şehîd ketiye.

Kategori: Şehidên Me