Tirkî  |  Erebî

Ş.Hebun Azad

Hêvî, di şînahiya tovekê de, di perpitîna çûkekê de, di kenê zarokekî de veşartiye... Ma ne hêvî bû yê ku mirov dixiste mirov?

 

Ma ne hêvî bû yê ku bawerî û hizirandin diafirîne? Ma ne hêviye yê ku oksijîn û hîdrojînê yek pare dike, yê ku pergalê vedugehrîne kaosê, yê serî bi mirovan dide hildan, yê ku wî bi qehremaniyek mezin davêje nav lêgerînan? Ma ne hêvî bû yê ku di cihê ku mejî û dil lê dibe yek, fedayiyên ku xwe şewitandine avakiriye?

 

Jinekê digot, tenê hêvî maye, kesekî dengê wê nedibihîst. Lê wê hertim hêviya xwe di germahiya porê jinekê de parast. Ruxmî tevahî êrîşan, hertim zanibû çawa mayîna ser piya bi ser bixe. Bi belavkirina xweşikbûna dilê xwe li tevahî cîhanê, hêvî bû çavkaniya jiyanê. ‘Gihişte jin, jiyana xwe.

Evîndara digotin tenê hêviya me maye…

Înanna qîr dikir û digot,  ME’yê min bidin min. Leyla Mecnûn dixwest, Aslı Kerem, Edûlê Derwêşê Evdî û rojhilata Navîn jî hêviya xwe dixwest. Lê kesekî ew jî nebihîstin. Bi bê dengî qîr dikirin. Şemateya di hundirê wan de wek sûlavê bû. Dilê wa çiya disitirand.

Dil nikaribû van hemiyan di hundirê xwe de bihewîne…

Dil veguheriya merzelan…

Mirov ewqas bê hest bûne ku êdî qêrîna jî nabihîsin. Ez ji te dipirsim hey mirov! Gelo tenê tu di vê cîhanê de dijî?

Zarokekî digot tenê hêviya min maye…

Leyîstokekî bi navê ka Xeyalên min ji nûve bidin min. Leyîstokên wa ji çek û keviran bû. Qehremanê leyîstokê jî Sargon bû. Ew hertim serokê bingehîn bû û tevahî leyîstok wî qezenç dikir. Lê Sargon hertim dimir û bi kenek biçûk ji dilê te diket nav cîhana kûr ya hêviyê.

Dilekî digot, tenê hêviya min maye…

Zarokê hêviyê di warê hêviyan de hatibû cîhanê. Di meskenê hêviyê yê ku lê hatibû dunyayê, diyar bû ku wê ji nûve bibe xuluqkarê hêviyê. Siberojê wî, wê biba pisûleya jiyanê. Wê derketa rêwîtiyên bê rawestgeh. Wê ji sûlavan re biba deng. Zarokê hêviyê rojekê dengek bihîst. Ji taldeya xwe ya bê serûber, ev dengekî tîj û tenik yê ku rastê gerînan hatibû. HÊVÎ!... guh dayê û dest bi lêgera ka ev deng ji ku derê tê kir. Bû rêwiyê rêwîtiyên bê rawastgeh. Dengek, dengek bihîst û rojekê dest bi bûyîna dengê bi hezaran mirov, bû hêvî ji mejiyan re. Hêvî, mirov ji cîhana kor şiyar kiribû. Hêvî, ruh dabû mirovan û êdî mirovan fêm kiribû ku hêvî ‘‘JÎN’’ e, hêvî ‘‘JIYAN’’e.

Rojhilata Navîn digot; tenê hêviya min maye…

Di bahoza xwe de radestî bayê bûbû. Hêvî gur bû, çiqil da, qît da û li tevahî cîhanê belav bû. Bû sewdayek, bû azweriyek. Hêvî bû navê jiyana nû. Dayîk û bavan navê Hêvî li zarokê xwe kirin. Hêvî êdî li her derê bû. Di mejiyan de, di dilan de, di hestan de û di ramanan de bû… Heskirin veguheriya hêviyê. Rêzdarî, girêdan, aşîtî, ziviriya hêviya azadiyê. Hêvî ji nûbûnan re zayîn avakir. Êdî çewher- toz- soz derket holê û rêwiyên rêwîtiyên bê rawestgeh zêdetir bûn…

Erê, her tişt wisa xweş nîn bû, yên xirab jî derketin ser şanogehê. Bê hêvîtî pozber kirin, gotin ku hêvî miriye û carek din nayê dinyayê. Me bi milyonan re şerê hêviyê meşand. Me bi hezaran re bedenên xwe di merzela dilê xwe de çand. Niha êdî dil nikarin ewqas merzelan rakin. Lê vê carê pusûlayên jiyanê bi hêz bûbûn. Vê carê serî ne tewandin. Derketin çiya, di kinteyên herî bilin de, bi pêxistina agir, bûn xwişk û birayê serîhildanê.

Zarokên aşitî û hêviyê digotin; tenê hêviyek maye. Ew jî tevlî zarokên agir û rojê bûye. Em bi kişandina bêhna simbilên zeviyên aşitiyê di hundirê xwe de, pêşde çûbûn berve rêwîtiyên bê rawestgeh. Bi zarokên hêviyê re me qêrîna aşitiyê bilind kir, êdî gelan bi gotina ‘‘aşitî, aşitî’’ qêrîna xwe bilind kiribû.

Mirovên Rojhilata Navîn, yên Efrîqayî, Filistînî, Kizilderelî, Aborjînî, Çeçenî, Apociyan digotin; ‘‘êdî hêviya min di destê min de ye’’.

Hêviya min di zozanan de, di jîndaran de ye. Ji bo bûyîna Zîlan, Bêrîtan, Tekoşîn û Silav, bi hêviya hevdîtina di rêwîtiyên bê rawestgeh de…

Em niha li lûtkeyek bilind in, lê ez hîs dikim ku hinek tişt kêm in. Azadî… Dibe ku ez li bilindahiyê bim. Lê gelê min, Serokê min dîl girtîne. Erê, Serokatî jî bi komployek reş re dîl girtin. Dibe ku bi êş be, lê ev rastiyeke. Ji ber van sedeman hatina min ya gerîla, rawestgeha min ya yekemîn bû û ji bo her tiştê ku ez jê bawer dikim, rawestgeha min ya yekemîn wê bibe rawestgeha min ya dawiyê. Nazim Hikmet di wesiyeta xwe de, tenê dareke çinarê li ser tirba xwe xwestibû. Ez jî di van çiyan de dixwazim bi çeka xwe re bimrim. Ger ku wê mirinek li serê van çiyan hebe, divê bi şerkirinê be, bi rûmet be. Tû yê bi şerkirina di oxira Apocîtiyê de bimrî. Wê mirina te bi pîrozbûna mirinê re watedar bibe. Min tirsa xwe ya mirinê di van çiyan de têkbir û min cara yekemîn hîs kir ku ez ayîdê van derame. Niha jî bi baweriya vê rastiyê re ez pêşde diçim.

Tu di nav van hemû ramanan de diçî têy. Di nav bahozan de tu di bahoza xwe de têk diçî. Ji ber sedemên ku ne di destê te de ne, tu dikevî ber bayê vî çiyayî û yê dinê û kenekî hevalekî te yê ku rast nêzî te dibe, te tîne ser xwe. Saeta vegerînê hatiye. Cihê ku tu hatiyê de, tu carekê din meyze dikî û tu dibêjî ‘waaaa…’ Di vî çiyayê hişk û xwedî latên zêde de, tu silavekê dişînî ji rojê û hevalên xwe re.

Bi aramiya yekbûna bi xwezayê re, ji nûve em ê karê xwe berdewam bikin.

Ger ku ez rojekê şehîd ketim, bila pora min vekin û min bi cil û bergê min yê gerîla bispêrin axê

 

 

Kategori: Şehidên Me