Tirkî  |  Erebî

Derşin Mirza

Ew jina evîndara evînê ye. Bi înada welateke winda, bi înada evîneke winda, tevlî şer bûn. Gelek ji wan jî vî şerî qezenç kirin.

Dilê wan bi rastiyê re li hev civî û gihiştin serkeftinê. Yek ji wan jinên mezin jî, ji bo xwe bigihîne evîna bê dawî wexta diçû çalakiya bêmiriniyê, van gotinan anî ziman. ‘‘Piştî ku min vê çalakiyê pêkanî û şunde, wê dijmin bibêje jineke ku hişê wê ne li serê wê bû, narincokê bi xwe de teqand.’’

 

Belê, ji xwe dijmin jî her timî heskirin, azwerî û girêdana me bi vî rengî pênase dike. Ji ber ku wate nadiyê û nadê jî. Wer difikirin ku tenê yê şer dike ew in. Lê belê, nizanin  ku heqîqet li himberî çi şer dike? Ji bo wan şer tenê bûyereke ku ji hêz, bê hêzî, ji kuştin û dana kuştinê pêktê ye. Lê, ji bo şervanên berbi evînê de dibezin, şer ne bi vî rengî ye. Ewane li himberî zîhniyeta paşverû a dîrokê berovajî dike, bê rûmet dike û rastiya mirovan binpê dike, şer dikin û tekoşînê didin meşandin. Di şer de jî amrazên ku bi kartînin ne tenê, tufek û top in. Carna dilê xwe, carna mejiyê xwe, carna bedena xwe û carna jî giyanê xwe datînin holê. Carna çeka wan qleş û narincok e. Carna bîrdozî, exlaq, felsefe û dîrok e. Carna jî stran û dengê awaza bilûrekê ye.

Ji bilûrê çek çêdibe. Bilûr carna ji çek û narincokê bêhtir bi bandortir dibe amrazekî şer. Ger tu bikaranîna wê bizanibî, tu yê pêşerojê, paşerojê û dîrokê qezenç bikî. Bi wê çekê, tu yê eşqa gelekê, dozekê ya ti carî nikaribî bigihijiyê tu yê vebikî. Tu yê bi hezaran bidî vekirin, hezaran qezenç bikî. Hezar û bi hezaran di dengê bilûra te deye. Ruh ji nû de di nepeniya melodiya wê bilûrê de zindî dibe. Bi awaza vê bilûrê nêrgiz hîn bêhtir zer dibe, binefş hîn bêhtir xemrî dibe, daristan hîn bêhtir kesk dibe, hêvî hîn bêhtir spî û azadî hîn bêhtir şîn dibe. Mem digihe Zîn, Dicle digihe Firat. Evîna Kurd digihije heqîqetê. Tu bi melodiyên bilûra xwe bang li pêşerojê bikî, Evîndar, Sarya, Delîla û Mizgîn’an wê bi stranên tere bibin yek û stranên ku azadiyê lêdide, wê qet bêdeng nabin.

Evîndar pişta xwe li tehteke kevz girtî, rûyê xwe li tîrêjên rojê. Dîsa dest û tiliyên wê li ser darê bilûrê û bi bedewiya tîrêjên rojê distirê. Awaza wê, êş, kefyxweşiyên gelekî îfade dike. Dîsa jî weke her carê, berê wê li bilûra wê bû. Lê, sedemê hatina wê ya li ser bilûrê vê carê cuda bû. Dengê vê bilûrê, wê xemginiya wê vebikira.

Kengê dixwaze tiştekî vebike, Evîndar bilûra xwe himêz dike. Herî pir bilûra wê rastiya wê, heskirina wê îfade dikir. Vaye di wê rojê de Delîlaya ku yek ji parçeyên bedewiya wê bû, ji bo bide vekirin bilûra xwe girtibû destê xwe.

Delîla ji bo me bedewiyek e. Hevrêyek, hûnermendek, jineke evînê di dilê xwe de radizîne. Ji lewra heya niha kesê mîna bilûra Evîndar, Delîla neda bû nas kirin. Ew jina bedew ji dengê çiyan, şîverêyan, rê û ji dengê asîmanên bilind guhdar dikir. Bilûra di destê wê de îfadeya her tiştî bû. Delîla di wê awaza bilûrê de, ji nû de jiyanê dît. Hem jî bêyî ku bedewiya xwe winda bike. Bedewiya wê, di kulîlkan de bi neqiş bû. Di avên zelal de ji xwe re rê dît û bi ketina nava ava Dîcle re, bi gelê Amedê re li hev civî.

Awaza di bilûrên wê de, di dilan de diherike. Awazeke ku mirovan berbi durahiyan de dibe. Weke rêwîtiyek. Kanî carna hinek pirsên bê wate tê hişê we, yan jî pirsên ku wate tu nikarî jêre bidî, bersivên wan bi nepenî û nakeve nava ti gotinan e. Ya hun nikarin binav bikin, lê her dixwazin bang lê bikin. Dema yek li cihê we bang kir û we got; ‘‘ev qîra min e’’, vaye wê rojê Evîndar jî vê qîr dikir. Bi êşa ku bedewî û heskiriyên xwe winda kirî, wisa ji hundir, wisa ji kûr qîr dikir ku bi wê qîrê, Delîla jinû de dijiya.

Evîndar bêdeng bû. Dengê xwe her demî bi bilûra xwe dida bihîstandin, bi kenê xwe wateyên nû li vî dengî zêde dikir. Dixwest herkes wê di vê awazê de nas bike. Carna bi lêdana daholê hêrsa gerîla, carna jî di lêdana derbûqê de coşa xwe parve dikir. Govenda bang li azadiyê dikir, her demî bi dengê wê re dibû yek. Ger derbûqe, bilûr û gîtara evîndar nîn ba, her demî aliyekî wê kêm dima. Her demî wer hîs dikir ku ji govenda azadiyê tiştekî kêm e, hinek tişt di nêvî de mane. Di hemû moralên dihatin çêkirin de, çav li Evîndar digeriyan. Evîndar û enstrûmana xwe, ji bo gerîla çavkaniya moral û keyfxweşiyê bû. Gerîla ji bo wê, çavkaniya xulîqkarî û jiyanê bû.

Ji ber vê çendê ti carî ji gerîlatiyê dûr ne sekinî. Bilûr û daholekî çi qasî bi hostahî lê were dayîn, di şer de jî dide nîşandan ku Qlêşê jî gelek baş bikartîne. Ya rastîn ew aliyê şerê gerîla yê hûnerî baş datîna holê. Ziraviya hûner di şer de, ziraviya şer di hûnerê de derdixist holê. Bi hûnera xwe heskirin, azwerî, gîrêdana xwe ya ji welat re, sadîkbûna xwe ya ji rêhevaltiya bi Serokatî re vedikir. Bi şer re, tekoşîna vê ya bêdawî dida.

  Hevala Evîndar bû yek ji hevalên ku herî pir van her du rêbazan di şer de bikarbîne. Weke rêhevalên xwe yên din, bi evîna xwe dijmin da tirsandin. Gotina jina şer dike xweşik dibe, hem di awazên xwe de vekir, hem jî li himberî şerê bê eman ya dihate meşandin berxwedanek pir mezin da nîşandan.

Bi me da zanîn ku yek ji rêbazên meşandina şer a herî zirav, hûner e. Ev bangawaziyek e. Di vê em guh ji vê bangawaziyê re bidin û li gorî vê tevbigerin. Tiştên ku şehîdên me bi me dane zanîn ji bo me ferman in. Ger ferman ji wana hatibe, wê demê ev erkê meye, divê em erkê xwe bi awayekî herî rast pêkbînin.

 

 

Kategori: Şehidên Me