Tirkî  |  Erebî

Koçer Sema

Ji dil Germa dilêmin Sema re; Belê, keça ku xwe bi xweşîk bûna xwazayê re vêgotin dike. Belê, xeml û xêla xeyalê min. Îro, dilê min pir xemgîne.

Min bi xweşik bûna dil û ramanête xwe naskir. Dema tu biçûk bûyî, te xwe xweşik bûna xwezayêre xwe afirandi bû. Ew dem tu biçûk bûyî lê, her timi tu ji bo min mamostayê jiyana min bûyî. Min tucarî heskirina te ya li hember xwezayê, mirovan û gerdunê ji bir nekiriye. Te, di kêliya jiyanê de her tiştê hisdikir. Di asta herê kur de te dengê dilê wan di bihist. Bi wanre di ketî dinava xewn û xeyalan de. Te, tucarî heskirina hevaltiyê de kêmahiyan jiyan nedikir. Ji bo vê yekê, te cihê xwe di dilê her hevalekte çêkiri bû. Herkes ber bi hevaltîya têve dihat.

 

Belê rêheval Sema, di meşa azadiyê de tu her dem taybetmendiyên xwe ê girê dayî civaka xwezayî dihatî naskirin û tê pêşengtiya vê jî dikir. Ji bo vê, her kes di derdorê te de kom di bûn. Her kesê te weke mamostayê jiyanê di dît.

Delala dilê min, min her dem te weke xwişk û rêhevalekê herê nêz dît û naskir. Di be ku, ya herê nêzî mirov xwişk be, lê bawer bike rêheval Sema ji xwişk bûyînê zêdetir heskirina rêhevaltiyê min û te nêzî hev dikir. Ev heskirin heskirina rêhevaltî û çiya bû. Ji ber ku li gelte, rêhevaltiyê giranbihatir tu tiştektî tu ne bû.

Nêrgiza min çav xezala Botan’ê. Tu hên biçûk bûyî te li hember bayê çiyayên Botan’ê ve per û baskê xwe vekir û ber bi Botan’a rengin, warê Egîdan ve firiyayî. Te, li Cilo û Çarçêlan xaka Hîlala zêrîn hemêz kiri bû. Dîtina Botan’ê xeyalên te yê salan bû. Dema te lingên xwe danî li ser xaka Botan’ê ew hest û ramanên xwe yê xweşik tu li dora çiyayê Botan’ê geriya. Wê demê, te bi rûkenî berê xwe da hevalên xwe û got; “hûn dizanin rêhevalno min çavên xwe li ser van xaka pîroz vekiriye, ji bo vê jî ezê çavên xwe li ser van xakên pîroz jî bigrim.”

Rêheval Sema, te kewfxweşiyekî mezin xwe bi nêrgizên azadiyê xemilan di bû. Te, berê xwe da bû rêka bê dawî kelha Amad’ê. Xwe li govenda rêwiyên rêka bê dawî hişt û bi strana “ez xelefim”re wenda dikir û serxweş di bûyî. Di wan şevên tarî de li hev kom di bûn stêrkên şevên tarî. Ew govenda bê dawî berdewam dikirin, bi mere dikeniyan ew şêvên tarî de. Di nava deryayên ezmanê bilind de, te geş dikir meşaleya Mazlum, Mustafa, Viyan û Evrim’an.

Keça delal Sema, çavên bi tijî hêvî li jiyanê meyzedikir û jiyanê wisa didît. Ew zarokên di hemêza dayîka xwe de êş û azaran dikşînin û bê ku çavên xwe ji jiyanêre vekin di hemêza dayîka xwe de jan didin, ji bo ku jiyanek rast û xweş bide wan zarokan tekoşîn dida.

Lê çi bikim dildara rojê, te bi hênaseya xwe ya dawî xatir jimin û rêhevalên xwe xwast.

Nêrgiza min nêrgiza lutkeya çiyayan de çê dibe. Te bedew bûna xwe, behna xwe ya xweşik me hemûya li derdorê ramanên xwe yê xweşik kom kir. Tu çawa bûyî evîn, ez jî bûm evîndar û dildarê te. Ji bo wê her dem û her kêlî dilê min bi tere lê dide û wê hertim ji bo te û rêhevalên te lê bixe.

Di nava okyanûsan de te germahiya dilê xwe ji tirêjên rojê digirt. Tirêjên rojê jî, dinava pelên dîrokê de li deriye dilê te dide. Ew dilê ku, xwe bi azadî pêçaye. Ew germahiya dilê te de dibe heskirin. Hêvî û baweriyên me li ser bircên Amad’ê, bi hevre destê xwe dirê jî tirêjên Roja pîroz dikir.

Te dizanî ku, gerdûna mirovahiyê bi kulîlkên biharê re geşdibe, bilav dibe û qandî çiyayan bilind dibe. Ew xweşik bûyîn bi germahiya tirêjên rojê geş dibe û reng dide keç û xortên welatê rojê. Bi her berbanga sibêre roj, tîrêjên xwe yên hinarîn li lutkeyên çiyayên xwedawanda pîroz dike. Her gerîllayek bi hilatina rojêre, bi eşqa evîna azadiyê rêwîtiyek bêdeng û kur dike. Li ser van xaka zêrîn meşa azadiyê berdewam dike. Di sterka çavên her gerîllayekî de evînekê germ û coşekê bêhempa diteyîse û şewq dide.

Dilgerma dilê min, bihara gerdûna min, xezala çiyayên asê, xûnava siberoja min, sulava gelî û newalên welatê min, gul û berfîna çiyayên Botan’ê. Îro behna biharê xwe li derdora çiyayên min digerîne. Îro roja qut bûna min û te ye. Dilê min teng dibe, tiliyên min ên cemîdî li ser pênûsa min qeşa girtine. Çavê min, ji bo dîtina te kur û dur temaşe dike, lê te nabînim. Peyv di qirika min de dibin girêk û dernakevin, zimanê min lal dibe û lerzok dikeve çokê min.

Belê rêheval Sema, îro carekê din li ser xaka welatê min kulîlkên biharê di bijkivin, kulîlkên ku bi xwînên zelal hatine avdan. Bi tere bedewtir dibe xemla welatê min û di vê kêliyê de bi te xweş dibe cihana min, bi te geş dibe gerdûna min. Di tariya şevê de ez li hestên xwe dibim mêvan û ew hestên min bi te xweş û geş dibin. Tu evîndarê rojê ez jî dildara evîna te

22 Gulana 2009’an bû, qêrînek bilind bû li Amed’ê. Çavên çiya bi xemgînî li te digeriya rêhevalê min ê hêja. Min çidikir nedikir ku ez pêşiya rondikên çavên xwe bibim asteng. Bi wan firmiskên çavên xwe di şêva tarî de lite digerim.

A ku, xwe bi germahiya rojê germ dike tu yî rêheval Sema

A ku, di şêvên tarî de, ji komên stêrkan re dibe rêheval tu yî rêheval Sema

A ku, li pişt perdên reş a şevê de, bi stêrkan re dikeniya tu yî rêheval Sema

A ku, li ber tîrêjên rojê porê xwe şehdike tu yî rêheval Sema

Belê keça dayîka xwezaya şêrin û delal, bi tere bejn û bala çiyayên me bi kulîlkên rengîn, bi lîlavên diherikin û keviyên berfa spî di xemile û zîndî dibe. Bi tere xweş dibe xeyalên min, bi tere radibe û rûdine, bi tere dikene û xemgîn dibe, bi te re dibe rêwiyê bê dem û bê dawî. 

 

 

 

 

Kategori: Şehidên Me