Tirkî  |  Erebî

Jiyan Şer      

Zîlan, efsûna nemir mirovên azad. Zîlan çîroka hilperîna jina Kurd. Awaza jinên rojê, zîlan bi pirtêkên atomê xwe ji nû ve afirandine. Zîlan xwedawenda azadiye.

 

Xakên rojhilata navîn de, dîroka jinê pir bingeh e. pirtûka ku bi henaseyên azad, di çalakiyên afirênerê jiyanê bi keda jinên dildar hatî nivîsandin. Dîrok di vir de bi rûpelên xwe yê rengînî hatîn afirandin û weke çemekî ku qet qut nabe, diherike bi rengîniya jiyanê. Her çiqas dîroka bi nivîs û desthilatdar vê cangoriyê nedîtibe, an jî ne nivîsandibe ji berxwedana jinê her dem xwe berdewam kiriye. Dibe ku carnan ev berxwedanî bêdneg, caran bi dengekî lewaz, carnan jî bi qêrîna volqanê hawirdorê hejandibe. Hê jîn û jiyana xwe her dem domandiye. Di nav deverên azad yên mirovahiyê de ev yek wekî efsaneyekî bêdem û bi dem û xwe digihijîne heta roja me ya îro.

Tovên jiyanê li van xakan de hatiye avêtin. Civakbûnê ve şorşa herî mezin di van xakên zêrîn de hilperî û belavî hemû cîhanê bû. Ev vejîna jinê ya mora azadiyê bû. li ser kokên azadiyê jîn bû mirovahî û wekek berbanga rojê xelata jina roj û agire, da hemû mirovatiyê. Şoreşa hilala zêrîn şoreşa jinê, ya civakê jiyanê xemiland. Weke bihuşta xeyalên mirovan ew dem bi hezaran sal jiyan kiribû. Wî ye ku xeyalên mirovên azad yên ku weke bihuşt tê gotin, dorpêç kirin. çîroka vê dîrokê tê zanîn. Ji bo wî ez pêwîst nabînim ku vê gotinê bikim. Lê şaxên wê dema zêrîn dinava xaka zêrîn de, dinava xwezaya bêdem de dinava çiyayên biheybet de  xwe domand û her tim bi henaseyên azad rojê silav dikin. Çîroka agir û rojê li vir destpê kir û heya dema me ya niha bi çalakiyên mirovên dildar yên ciwan bi berxwedana jinên Kurd ji nav hilpişkivî û niha dîroka jina azad bi jiyana azad û rengî ve tê nivîsandin. Ev dîrok her dewame. Wek çemê dîcle û firat her xwe berdewam dike, av dide, tovên vejînê efsaneya Zîlan û Sema bi van tovan şîn dibe.

Meha 30’ê Hezîrana 1996 teqînek mezin di dilê xwînxwar û neyaran de çêbû. Her kes matmayî ma. Çibû, ev çawa dibe? keçekî çawa dikare bê têlên porê xwe perçe bike. Dijmin kete tirsekî mezin. Weke xofek mezin ku tu car nikarin ji bîr bikin jiyan kirin.

Keça Kurd Zîlan li himberî qomploya navnetewî a 6’ê Gulanê li himberî lîstok û êrîşên mezin yên dijmin xwe kir bombe û bersiva herî mezin da. Êrîş pir mezin bû. Ji bo wî bersiva Zîlan jî ewqasî mezin û bedew bû. Gotin û nameya hevala Zîlan, çalakiya wê hê bihêztir tîne ziman. Zîlan dibêje; ‘‘ez dixwazim bibim xwedî çalakiyekî mezin û jiyanekî bi wate.’’ Ez bawerim ji vê hevokê zêdetir du peyv û gotin rastiya jina Kurd a xwendawenda nayne ser ziman. Zîlan Iştar, Tiyamat û Nînhursag xwedawendên çiya û jiyana azad rojane kir û berxwedana jinê gihande kokên vejîna civakî. Xeleka bombê ya serkeftinê diyarî rojê kir. Zîlan ji bo jina Kurd xeleka serkeftinê ye.

Sema keça Kurd dildarê azadiyê, hê digeriya tovên vejîna xwe. Di lêgerîn û lêhûrbûnekî kur de bû. li xwe û li derdor dimeyzand weke ku tiştekî winda kiriye, ew çend lez û bi biryar lêdigeriya. Peyama rêheval Zîlan, rêheval Sema gihande lûtkeyên tîrêjên rojê. Digeriya ji bo bibe şopvanê rêheval Zîlan. Bi daxuyaniya bîrdoziya rizgariya jinê ya Rêberê gelê kurd ve lêhûrbûnê wî zelal bû. Ev peyama kiryarî û çalakiyê bû. Rêheval Sema di hundirê xwe de dikeliya. Di vê bersivekî bide li herkesî lêgerîn û pirs berdewam kir.

Rêheval Sema bi germahiya Pûşperê ve bû agirekî azad. Di zindanê de li himberî êrîşên tesfiyekar a navxweyî û lîstokên dijmin re bi agirê bedena xwe ve bersiv da. Di xakên Mezopotamya de bi berhema xaka zêrîn ve agirê xwe ji nû ve afirandin bû. Agirê zîndana Amed’ê de yên Mazlum, dildarên azadiyê agirê çaran, li ser bircên Amed’ê Zekiye, li Îzmîr’ê Rahşan, li Ewrupayê Ronahî û Bêrîvan ev berdewam kir. Di sala 1998’an bi Sema ve agir bû çîroka afirêner a jina Kurd. Rêheval Sema bi rêheval Zîlan re dikete dîlana azadiyê. Ew rewşekî wisaye ku tu kes nikare li beramberî wê xwe bigire.

Ev tekoşîn bi mêhvan û beşdarvanên nû ve berdewam dike. ji bo azadiya Rêberê gelê kurd hêjmarekî zêde keç û xortên azad ketin dîlana azadiyê. Ew çalakî ji bo me peyama serkeftinê bi awayekî çalak berdewam kirine. Ew car tacedar kirina vê tekoşînê erk û berpirsyariya dikeve li ser milê me di vê her mirovek bibe Zîlan û Sema ku tekoşînê bi serkeftin em diyariyê gelê kurd bikin.

Ta ku bibînim şopên hebûna xwe

Ta ku rakim tariya şevê

Ta ku bigerim li denge jiyana xwe

Şev û roj ronahiya rêyan

Zîlan xwedawenda azadiyê

Efsûna nemiran

Bayê payîzê dîn û har dibe

Kulîlkên biharê hêrs û kîn dibe

Awirên çavan dilerizin

Êdî

Her deng dibêje Zîlan

Her qêrîn, her awaz, her gotin

Zîlan dibêje

Ji ber ku jiyan

Dihimêza tedeye mîna dergûşê

Dibînim siya darê diheje

Mîna gula biharê dibeze

Mîna stêrkên li asîmana diçilmise

Di jiyanê de mezintir dibe

Ax û jine

Bi Zîlan û Sema’yan re dibe evîn

Û dibe jiyan

Dibe dayîka xwedawendan

 

Kategori: Şehidên Me