Tirkî  |  Erebî

Gulan Avrêl

1272Pir cara ji bo ku mirov rastiya bîne ser ziman, pêwîst dike ku mirov bibe lêgerinvan. Ji ber ku, lêgerinvana mirov di be nasnameya jiyana mirov. Mane ew lêgerîn bû ku, mirov dibir ber bi heqîqetêve. Raste lêgerînên mirov azadiya rast bi xwere tîne. Li ser vê axa pîroz her tişt du alî pêş dikeve. Wek çawa ku xweşî û êş, kewfxweşî û dilêşî, ken û giri, şer û aşitî. Lê, li ser vê xaka pîroz her tişt jî hatiye jiyan kirin û ev xak şahîdiyê her tiştre jî kiriye. Mezopotamya hemêza xwe de mirovên pir pîroz hewandiye. Bi taybet jî jinên ku jiyan watedar dikin û mirovahiyê ber bi rastiya wan ve dibin. Ev xaka pîroz di hêmêza xwe de çi hewandiye û çi ne hewandiye. Çi afirandiye û çi ne afirandiye. Gelo, ma ev xak pîroz bahîya xwe çi digre? Vê xakê de lorîka dayîkan tucarî ji guhê mirovahî yê derneket. Lorînên wê demê kewfxweşî, şahî, çoş û ji heycanan pêş di ketîn û dîtinên nû tanîn ser ziman. Dengê baweriyê bûn. Dengê aramiyê bûn. Di vê xakê de çawa ku mirovahî, çandinî, ilm, wêje, nebat û hwd. pêşket. Di heman demê de, hûner û hûnermend jî vê xakê de derketin. Lê, ev xaka pîroz dizanî ku di encamê pêşketinên tên çêkirinde hûnertî heye. Xwediye vê hûnerê jî dîsa jina pîroze. Ev lorîn, her ku çû kete nava rih û bedenê mirovahiyê. Ew lorîn bû dengbêjî, helbest, wêjê û dengê çiyayî bi xwere anî.

Birastî jî, lêhûrbûnên mirov bi çi awayî be jiyana mirov û hevaltiya mirovan de xwe di de diyar kirin. Di nava PKK’ê de, hêstên pir pîroz tên jiyan kirin. Pir cara mirov bi van hestên xwe yên pîroz, di be mirovên xawên. Em mirovên pir bextiyarin ku, di nava PKK’ê de jiyan dikin û xwediyê hevalên hêja, mezin û binirxin. Di nava PKK’ê de, erkê herê zehmet li ser rêhevalên xwe yê Şehîd hestên xwe anîna ser ziman û wan hevalên xwe yê Şehîd jî pênasekirine. Çiqas zehmetiyên xwe hebin jî, lê ji bo me erkê herê serekeye. Pêwîste em berpirsiyartiya li hember hevalên xwe û dîrokê bi din çêkirin. Ger ku me ne kir we rojek were, lêpirsin ji me were kirin. Ew dem wê bersivê me çibe?

Mirov dikare bê je, ev xaka pîroz buye şahîdê bi dehan keçên leheng. Ew keç bûn dîrok. Dîrok wan li ser rûpelên spî dinivsîne. Gelo, ma ew rûpel û pênûs wê bikari be ev keçên leheng, çeleng ê pakrewan binav bike û pênase bike. Daristanên welatêmin xwe bi xwîna keç û xortan şîn dike û rehên xwe bi axêrê dikin yêk.   Dema mirov serpêhatiya hevalên xwe guhdar dike, an jî di xûne ew dem hevokên yek car di dilê me de derbas dibe, ev çi wêrektî, bawerî û vîne. Birastî jî mirovan efsun dike. Mezinahiya wan hevalan mirovan kur û dur dibe. Birastî jî PKK’e mirovên pak û xweşik di hundirê xwe de di hewîne.

Yêk ji wan mirovên xweşîk û pakrawan jî rêheval Mizgîne. Belê hûnermendî şanaz û mezin. Dengê rêheval Mizgîn dengê azadiya jin ê pêşerojê bû. Rêheval Mizgîn pir baş dizanî ku, şer bi xwe jî hûnertî dixwaze. Ji bo vê yekê dinava şerê herê germde hûner pêş xistiye û rastiya PKK’ê bi xwere çiqasî rastiyan tîne pir zelal daniye holê. Rêheval Mizgîn, wekê navê xwe bi dengê xwe jî mizgînî da jina Kurd. Bi dengê xwe yê çiyayîre ji nûde rih da, dil, hest û rihên hatina vemirandin. Rêheval Mizgîn da diyar kiriye ku, tu tiştek bê hûner nabe. Ji bo vê yekê jî, pêwîstî heye ku mirov di despêkê de hûner nas bike. ji bo ku mirov bibe hûnermend û hûner pêşbêxe pêwîstî heye ku hest û hîsên mirovan xurtbe. Di heman demê de mirov xwe, çanda xwe, xaka xwe, gelê xwe bi hemû ewayî nas bike. Heval Mizgîn dengvedana çand û hûnera dayîk salarî bû. Heval Mizgîn hûnermendê giyan û rihê hatine vemirandine.

Dema hûnermendî tê gotin, hêzdayîna hest û xurtkirina ferasetê dikeve bîra mirovande. Ango, hestê welatparêztî, heskirina xaka xwe, çanda xwe vê girêdan hwd. Dema mirov dengê rêheval Mizgîn guhdar dike, dil û hestên mirovan negişdike. Di heman demê de, rêheval Mizgîn Fermandarekê mezin bû dinvava PKK’ê de. Fermandarê jin bû. Rêheval Mizgîn pir baş fêm kiri bû ku, neheqtiyek pir kur û bê maftiyek mezin li ser jin û dîroka wê tê meşandin. Pergala bavik salarî rast şîrove dike û rêbazên ku jin li hember vê pergalê derbikeve, nasnameya xwe derxe holê jî dinava PKK’ê de derdxe zana bûyînê. Li ser esasê vê zana bûyîna xwe, di xwe de kurbûyîn çêdike. Rêheval Mizgîn di tekoşîna rizgariya jinde, di be navnîşan û pêşengtî ji bo xeta rizgariya jin û hûnera şoreşgertî dike. Rêheval Mizgîn di bêje “ bê te nabe şoreşger”. Em jî di bê jin rêheval Mizgîn bê te û dengete yê çiya yî nabe. Belê, rêheval Mizgîn di nûde dinava PKK’ê de rihê jina Kurd û hûnera ku jin daye avakirin şîn dike û rih dayê. Birastî jî mirov çiqasî vegotin bike, mirov nikare mafê rêhevalên xwe bidê. Rêheval Mizgîn, di rih û dilê me de jiyan dike. Em tucarî ji bir nekin ku, rêheval Mizgîn êş û kewfxweşiyê gel û rêhevalên xwe ji dil de hisdikir ku bi dengê xweyê xweş hûnertî dikir. Her wiha jiyana PKK’ê re ewqas bûye yêk ku hem hûnertî, hem jî şer bi hevre jiyan dike. Ji ber ku, rêheval Mizgîn dizani ku PKK’ê de şer bi mecburi tê kirin. Feraset, birdozî û hişmendiya PKK’ ê de wek heviya mirovan, demokrasî, azadiya jin, nirxên civaka exlaqî û polîtik xwedî derketin û rast dayîna jiyan kirin heye. Erê rêheval Mizgîn jî vê rastiyê re jiyan dikir û xiste nava dilê jinan jî. Ji bo ku, em rast van rêhevalên xwe bidin jiyan kirin pêwîste em jî wek wan, di kesayeta xwe de partî bûyînê bidin avakirin. Ez di kesayeta rêheval Mizgîn de hemû rêhevalên me ê pakrawan bibîrtinim. Bi taybet jî rêhevalên ku ev jiyana pîroz û nirx dane avakirin jî, bejna xwe li hember wan di tewînim.

Kategori: Şehidên Me