Tirkî  |  Erebî

Şehîd Zîlan Rûken

sehitzilan

Min çavê xwe di malbatek welat parêz de li jiyanê vekir. Ev ji bo min pir giring bû. Ji ber ku, wê pêşerojamin diyarkiriba. Di heman demê de mirov dikare bêje, di malbatamin de teybetmendiyên demokrat jî hêbûn. Min pir taybetmendiyên xwe ji malbatê girtine. Min di temenek biçuk de rêxistin naskir. Ji ber ku, em çanda koçertî de mezin bû bûn, ji bo vê yekê em ji jiyana hevalan dur nînbûn. Malbatamin bi xwe heval Egîd dîti bû, bavêmin bi xwe pêre jî jiyan kiri bû. Ji bo vê her timî bavêmin, malbatamin behsa heval Egîd dikirin. Ev bandora xwe li ser min pir dikir. Ez ji gotinên bavêmin ê ji bo heval Egîd dikirin jî pir bandor di bûm. Ez dikarim bêjim min PKK’ê di şexsê heval Egîd de naskir. Di malbatamin de tevlêbûyîn jî hebûn û şehîd jî hebûn ev jî bandorê xwe hên zêdetir dida avakirin.

Ez sala 2003’ê tevlî gerîlla bûm. Tevlî bûyînamin ji Sêrtê çêbû. Min di heremên Başur de perwerdeyê xwe ê şervantiya nû dît. Piştî perwerdeya xwe ê şervantiya nû ez derbazî herema Zaxrosê bûm. Xeyalêmin bû ku ez gerîllatî di herema Zaxrosê de bi her awayî û hemû xweşik bûyîna wê jiyan bikim. Hemû hewildanêmin ew bû ku, ez hem di aliyê birdozî de hem jî di aliyê şêwaz û taxtikê gerîlla de bibim xwedî ezmûn. Ez nêzî sê sala li herema Zaxrosê mam. Birastî jî, min li wê heremê pir hêz girt û ez pir bijyam. Piştî wê jî bi pêşniyarê xwe ez hatim Akademiya Mahsum Korkmaz. Bi rastî jî di hûndirê perwerdê de guhertinên di kesayetamin de hatin çêkirin min pir zelal dîtin. Taybet di aliyê birdoziya Serokatî naskirinde, di rastiya Serokatî de wek jinek kurbuyîn û hemû aliyê wê fêmkirin de pêşketin da çêkirin. Ji îro pê de, ezê bi çi awayî tevlêbûyîn bidim çêkirin min pir zêde fêmkir û di kesayeta xwe de zelal bûyîn da avakirin. Bêguman, ji bo xwe pêşxistinê hewildanên min çê bûn. Berê dimin de bi tinê qaba pratîk dihat çêkirin. Lê min perwerdê de dît ku tunê yêk alî mirovan de kêmahiyên bi çi awayî tîne. Wek jinek jî min bi riya paraznameyên Serokatî rastiya pergalê zêdetir fêm kir û pergala desthiladariyê çi misyon dide jin ez bêtir ketim ferq û zanistiya wê de. Di milê hişmendiyê de, birdozî de kêmahiyên me hene. Ez hewl didim ku bi riya perwedê hemuyan derbas bikim.

PKK’e ji bo min wateyê xwe pir mezine. Ji ber ku xeyalêmin ê zarokatiyê bû. Min tucarî du dilî jiyan nekir. Di nava PKK’ê de, bedelên pir mezin û bi nirx hatin dayîn. Ji bo min PKK’e bûyîn rûmetek pir mezine û ez xwe pir şenslî di binim ku ez keçikêk PKK’e lîme. Çoyîna min ya Bakur jî xeyaleke. Ez bawerdikim xeyalê her gerîllayeke. Ez bawerdikim ku hêz, bawerî û zanistiya ku me jî paraznameyên Serokatî girtine emê bikaribin bibin hêza bersivdayîna pêvajoyê. Berxwedana Serokatî û gelême dide raberkirin, di me de enirên pir mezin di de avakirin. Hedef û armanca min ewe ku di vê hemleya ku nû hatî despêkirinde bersivdayînên xurt dayîna çêkirine. Di jiyan û sekna xwe de em bikaribin neyarê xwe vale derxin. Bêguman, ez pir heycanlime jî. Wek jinekî jî tişta ku ez ji bo xwe esas digrim, bi hêza xwe seknandine. Hem di asta rêxistin, partîbûyîn û hem jî di asta birdozî û leşkerî de. Herema Dersîmê jî dîroka xwe ya pir giring heye. Ev jî bandora xwe li ser çoyîna min dike. Baweriya ku heval jî dane me emê hewl bidin ku xwedî baweriya wan jî der bikevin. Hemû xwasteka min ewe ku, em vê hemleyê de xwe dî li Serokatî ya xwe derbikevin. Bila her timi hêvî û baweriyê me yê ji bo serkeftinê hebin.

Kategori: Şehidên Me