Tirkî  |  Erebî

Çapemeniya YJA-STAR
denizler

Divê em meha gulanê li gorî wateya wê ya di dîroka gelan de bijîn û bidin jiyankirin. Pêwîste têkoşîn bi vî awayî bê domandin û qet neyê rawestandin. Lehengiyên şerên mezin hatin kirin. Lê belê di têgihiştin, kûrbûn û nirxandina van lehengiyan de lewaziya me heye.

 

Haqî, Kemal, Mazlûm û Xeyrî têkoşerên têkûz ên vê baweriya mezin bûn. Di şert û mercên herî giran de ne acizbûnekî herî biçûk, ne sarbûnek, ne jî dorhêla xwe tengavkirin. Ti hewlekî wan ê bi vî rengî çênebû. Ev heval, jiyana PKK’ê ya di nirxên pîroz de ye, destnîşan dikin. Ev jiyanekî rasteqîn e. Di ber xeyal, îdîa, hêvî û baweriyên xwe de jiyan di ser her tiştî re girtine. Ger bixwestana dikarîbûn bibin xwediyê her pîşeyî (meslek), lê bi zanebûn dest jê berdan. Di wê hişmendiyê de bûn ku di vê rêyê de şehîdbûn hema-hema misoger e, lê belê li ruxmê vê, bûn şoreşger û qet neketin nava tu fikar û diltirsiyê de. Her roj bi coşa cejnekê derbas bû.

Ger PKK’ê di roja me ya îroyîn de tevgerekî azadiyê ya herî bi îdîa ye û xewnereşka pergala serdeste, ev domandina girêdaniya PKK’ê ya bi utopyaya sosyalîzmê re destnîşan dike.

Heta hûn utopyayê dilkêş nekin û xwe neynin wê asta ku bêjin; Ez dikarim bê nan û bê av bijîm lê nikarim bê xeyalên azadiyê bijîm hûn nikarin bibin sosyalîst.

Ez van tiştan ji bo partîbûyinekî rast û di serî de jî, ji bo pêdiviya girêdana bi şehîdan re vegotin dikim. Tucarî van tiştan wekî bûyerên lasayî(taklid) negrin dest. Cengewerên PKK’ê yên rast, hevalên wek Mazlûm û Xeyrî ne. Di despêkê de em ji Kemalan bigrin ku kesayet û nasnameya PKK’ê ya rast vegotin dikirin. Xeyriyên ku gava çûn mirinê jî xwe deyndar dîtin, li gor şert û mercên wê demê ne pir serkeftinekî mezin be jî, tevlîbûna çewtî û kêmasiyan li milekî, tenê bi gotinekê be jî, hevrêyên xwe newestandin, aciznekirin û bi qasî hêza xwe derdora xwe ronî kirin û kesayetiya têkoşeriyê destnîşan dikirin.

Ger baweriyeke me bi doza kedkaran, rêzdariyekî me li hember utopyaya sosyalîzmê ku bi milyonan mirov di ber wê de şehîd ketin hebe û bi rastî jî em vê rojê weke roja têkoşîn, yekitî û piştgiriya kedkarên nav netewî dinirxînin wê çaxê divê em bersivekî xurt bidin. Di şert û mercên nav netewî yên rojane de, em di kesayetiya PKK’ê de bi têkoşeriyekî rûmetdar, meşa serkeftinê û bi bilindkirin û pêşxistina sosyalîzmê ve, dikarin bersiv bidin. Wê ev bersivekî têkûz be. Hinekî hatiye dayin, em dikarin ji niha û şûn de jî pênasa wê bidin.

Ez careke din vegotin dikim; wisa ne tenê bi salan di nav PKK’ê de mayîn, ji bo despêkirineke asayî û birêvebirina we jî ev bes e. Ma Haqî wan gelekî sosyalîzm nasdikirin? Na! Em dizanin ku bi hişmendiyekî kêm ket rê, lê belê xwedî baweriyekî xurt bû. Ma Xeyrî, Mazlûm û Kemalan gelekî ev ax nasdikirin, qey gelekî welatparêz bûn? Na! Lê belê bi rastî jî ew bê ku dejenere bibin hem bi sosyalîzmê bawer dikirin, hem jî ji dil û bi azwerî bi keda wê ve girêdayî bûn. Wan wisa dikir û ji xwe PKK’ yiyên rast ew bûn.”

ŞEVA ÇARAN

Di şeva 17'ê gulanê sala 1982'a de çar şoreşgerên Kurd, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmut Zengin li zîndana Amedê şehîd ketin. Ji sala 1980'an û pêve li gelek deveran çalakiyên şewitandina bedena xwe despêkirin. Ji van çalakiyan ya yekemîn di 21’ê adara sala 1982’an çêbû. Di vê dîrokê de yek ji kadroyên serokatiya PKK’ê Mazlûm Doxan, xwe li zîndana Amedê bi dardekir. Di 18’ Gulana sala 1982’an de jî ji girtiyên PKK’ê Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Necmî Oner û Mahmût Zengîn ên di heman zîndanê de jî xwe şewitandin. Ev şêwazê protestoyê di 21’ Adara 1990’î de careke din diyar bû. Di vê dîrokê de Zekiye Alkan li ser bedena Amedê ji bo şermezarkirina qedexekirina Newrozê canê xwe da ber agir.

FERHAT KURTAY

Di sala 1949'an de li gundê Xursê yê ser bi Qoserê li malbateke xîzan hate dinê. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Qoserê û Mêrdînê berdewam kir. Li Trabzonê beşa Mîmartiya faqûlteya Mûhendîsiyê qedand. Di vê navberê de zewicî û demekê wezîfeya mûhendisiyê kir. Di salên dibistanê de nêrînên şoreşgerî naskir. Ji tevgerên Şoreşger ên Tirkiye û Cîhanê bi bandor bû. Piştî sala 1978'an de bi riya têkîliyên fermî bi awayekî aktîf beşdarî partiyê bû. Di rêxistinkirina herêma Mêrdînê de, di avakirina komîteyên amadekar de rasterast wezîfe wergirt. Wekî din dezgeh(organ) weşanên fermî li vê herêmê belav dikir û bi cîh dikir. Roja 23'yê mijdara 1979'an de tevî M. Xeyrî Durmuş û hevalên xwe yên din li mala ku lê diman hatin girtin. Şeva ku 17'ê Gulanê bi 18'ê Gulanê ve girê dide, li qawîşa 33'an xwe şewitandin û gîhîştin şahadetê.

NECMÎ ONER (....-1982)

Li Çermîkê ji malbateke dewlemend hate dinê. Hîndekariya xwe ya seretayî, navîn û lîseyê li Çermîkê qedand. Hîn di dema dibistanê de bû xwedî xisletên vekirîbûna ji nêrînên nû re, nîqaş, lêpirsîn û têgîhîştinê. Despêkê bi şêweyekî sempatiyê girêdana wî ya bi DDKO'yê re hebû, paşê ji axaftin û xebata kadroyên PKK'ê Ahmet Kurt û Huseyin Durmuş bi bandor dibe û PKK'ê nasdike û di demeke kin de tevlî xebatên li Çermîkê dibe. Bi xebatên xwe yên serkeftî yê di nava ciwanan de. Di girseyîbûna têkoşînê de rolekî girîng lîst. Berî were girtin bi demeke kin, di Komîteya Amadekar de berpisyartiya Ciwanan wergirtibû. Ji ber bûyereke ku li dibistanê derdikeve, di sala 1979'an de tê girtin. Bi awayekî fîlî cîhê xwe yê di berxwedanan de her wext parast. Şeva ku 17'ê Gulanê bi 18'ê Gulanê ve girê dide, şeva çaran, li zîndana leşkerî ya Amedê, di qawîşa 33'an di çalakiya çaran de cîhê xwe girt.

MAHMUT ZENGÎN

Eslê xwe ji Sêweregê ye, lê belê ji ber ku kalkê wî barkirin Hîlwanê beşeke mezin ê jiyana wî li Hîlwanê derbas bû. Dibistana seretayî û navîn li vir qedand. Malbata wî feqîr bû. Li hemberî zextên feodal ku di wê demê de li ser herêmê dihate ferzkirin, hîn di temenê xwe yê biçûk de bibû xwedî nerazîbûnê. Li Hîlwanê di sala 1978'an de li hemberî çeteyên feodal yên bi navê " Sûlaymaniyan" hezkirina wî ji têkoşîna çekdarî ku di wê demê de di pêşengiya APOCİ’yan de pêşdiket, çêbû û di nava tevgerê de cîhê xwe girt. Di nava yekemîn xebatên ciwanan de cîh girt. Her weha di nava xebatên wekî xebata civakî, propagande û hwd. de cîh girt. Piştre li herêma bêjayî ya Hîlwan û Sêweregê li hemberî çeteyên Sûleymaniyan û Bucakan dibin fermandariya kadroyê PKK'ê Cuma TAK de di nava têkoşîna çekdarî de cîhê xwe girt. 7'ê tîrmeha sala 1979'an di şerekî ku di dawiyê de ketê, hewil dide hevalekî xwe yê di çeperê de rizgar bike, dîl kete destên hêzên artêşa Tirk û ew birin zîndana leşkerî ya Amedê. Di çalakiya ÇAR'an a xwe şewitandinê de rawestineke bi biryar nîşan da.

EŞREF ANYİK

Eşref Anyik (1960-1982) yek ji çar endamên PKK'ê bû ku di Çalakiya Çaran şehîd ketine.

Di sala 1960’an de weke zarokê malbateke xîzan li gundekî Wêranşarê ji dayikbû. Ji ber xîzaniyê ancax dibistana seratayî karî bixwîne. Hîn di temenê biçûkbûna xwe de ji bo debara malbatê ketibû bin berpirsyariyeke mezin. Bi malbata xwe re li Edenê karên karkerî û li metrepolan di gelek karan de xebitî. Eşref Aynik, bi bandora pêşkeftinên gelemperiya welêt û bi taybetî bi bandora têkoşîna Hîlwanê di nava refên PKK’ê de cîh girt. Di nava çalakiyên çekdarî yên dijî çeteyên feodal cîh girt û êdî hêzên dewletê lêdigeriyan. Di têkoşîna Hîlwanê de dema ku di nava şerekî li dijî hêzên leşkerî yên dewletê de bû, hate zeftkirin. Li hemberî hemû kirinên xiyanetê ku yek ji generalên Tirk Esat li ser wan ferz dikir, bi hevalên xwe re tevgeriya. Li zîndana Amedê şeva 18'ê Gulanê de cîhê xwe girt.

HAKİ KARER

Haki Karer (1950-1977) têkoşêrekî PKK’ê bû. Bi eslê xwe ne Kurd bû. Di 18'ê Gulana sala 1977’an de hat şehîdkirin. Şehîdbûna wî bû sedema damezrandina PKK’ê.

Hakî Karer, di sala 1950’an de li Ulubeya Orduyê hate dinê. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Orduyê xwend. Li fakûlteya zanînên pozîtîv a zanîngeha Enqereyê dest bi zanîngehê kir.

Haki Karer, ji tevgera şoreşgerî ya piştî 1970’an, bi bandor bû û di demeke kin de dest bi nêrînên şoreşgerî kir. Di heman demê de Kemal Pîr û Rêber Apo jî naskir. Di sala 1973’an de li ADYÖD ê di asta organizatorî de berpirsyarî girt ser xwe. Di sala 1976’an de biryara vegera welêt a li taxa Enqereyê Dikmenê hate wergirtin, pêşî Batman û paşê jî çû Dîlokê. Li Dîlokê pratîkeke serkeftî nîşan da.

Gorî gotinan rêxistina bi navê "Stêrka Sor" bi fermana MİT’ê ji bo kujtina wî peywirdarî werdigre. Li Dîlokê yek jê endamekî vê rêxistinê Alaattin Kapan Haki Karer vexwendê nîqaşekê kir. Civîn di 15'ê Gulanê de li qehwexaneyeke Dîlokê pêkhat. Di encama vê komploya kirêt de Heqî Karer di 18'ê Gulana sala 1977’an de tê şehîdkirin. Şehadeta Heqî Karer, di dîroka Têkoşîna Azadiya gelê Kurd de û di damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê de qonaxeke dîrokî ye.

MEHMET KARASUNGUR

Mehmet Karasungur (1947-1983) ku endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê bû, di sala 1983’yan de, bi tevî Îbrahîm Bîlgîn ji aliyê hêzên YNK’ê ve hatin şehîdkirin.

Mehmet Karasungur di sala 1947’an de li navçeya Çewlik Kiğiyê li gundê Darabiyê ji dayikbû. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn û lîseyê jî li Çewlikê qedand. Beşê matematîkê ya Înstîtuya perwerdeya Erziromê qedand. Di sala 1972’an de dema ku li Mereşê mamostetiyê dike, ji ber xebatên şoreşgerî sûrgûnî Culemêrgê tê kirin. Salên piştre dema ku li Şebinkarahisarê wezîfeya xwe ya mamostetiyê berdewam dike, di sala 1975’an de tayîna wî ji bo Lîseya Çewlikê derdikeve. Karasungur, di vekirine Komeleya TÖB-DER şaxê Çewlikê de pêşengiyê dike û di rêvebiriyê de cîh digre. Karasungur di dema wezîfeya xwe ya li Çewlikê Mehmet Xeyrî Durmuş nasdike. Li qereqola ku di sala 1976’an de lê tê girtin, ji ber ku li mûdûrê Emniyetê daye, heta ku dikeve komayê rastî êşkenceyê tê. Karasungur, ji ber xebatên polîtîk deşîfre dibe û di sala 1978’an de Çewlikê wezîfeya xwe ya mamostetiyê berdide û dest bi şoreşgeriya profesyonel dike. Karasungur, weke rêxistinvanê berxwedanên Hîlwan û Sêweregê di têkoşîna azadiya Kurd de dewsên kûr dihêle û di sala 1980’an de derbasî herêma Lûbnanê dibe. Di sala 1982’an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û ji bo sazkirina yekîtiya neteweyî û dawîdayîna nifaq û neyartiya di navbera rêxistinên Kurd de, her weha ji bo sazkirina xeta yekîtî û têkoşîna hevbeş gelekî dixebite. Dîsa ji bo wezîfeyeke weha diçe biryargeha PDK’ê. Lê belê di wê demê de hêzên Yekîtiyê davêjin ser biryargehê û di encama vê êrîşê de di 2’ê Gulana sala 1983’an de tevî hevalê xwe Îbrahîm Bîlgîn jiyana xwe ji dest dide.

XELÎL ÇAVGUN

Endamê Komîta Navendî ya PKK’ê Xelîl Çavgun di 19'ê Gulana 1978’an de li Hîlvanê hat şehîdkirin.

Xelîl Çavgun, dibistana seretayî li Hîlwanê xwend, dibistana navîn û lîseyê jî li Rihayê di dibistanên ku mirov bi şev û roj lê dimînin, qedand. Paşê hîndekariya xwe di înstûtiya perwerdeyê de berdewam kir û ji ber sedemên siyasî neçar ma dibistanê terk bike. Xelîl Çavgun di qonaxa 71’an de dest bi jiyana siyasî kir û piştî ku têkoşîna rizgariya neteweyî li Hîlwanê pêşket, di nava têkoşînê de cîh girt. Çavgun, yek ji nûnerê têkoşîna rizgariya neteweyî ya herêmê bû. Çavgun, roja ku hate qetilkirin, ango roja 19’ê Gulana sala 1978’an de, çi li Hîlwanê û çi jî li hemû Kurdistanê ev roj weke roja berxwedanê hate qebûlkirin. Xelîl Çavgun, di çalakiya daliqandina nivîsan, ya di yekemîn salvegera qetilkirina Haqî Karer de, di encama şerê ku bi polîs re destekir, jiyana xwe ji dest da.

DENİZ GEZMÎŞ (1947-1972)

Denîz Gezmîş yek ji serokên herî girîng ên tevgera ciwanan bû ku piştî sala 1965'an û pêve li Tirkiyayê pêşket. Di heman demê de ew yek ji rêveber û sazumankarên Artêşa Rizgariya gelê Tirkiye THKO ye.

Di 24'ê Reşemiya 1947'an li navçeya Ankara Ayaşê ji dayik bû. Ji ber ku ew zarokê malbatake mamoste bû, hîndekariya xwe ya seratayî û navîn li gelek bajaran, lîseyê jî li Stenbolê xwend. Denîz, di sala 1966'an de kete Faqûlteya Huquqê ya zanîngeha Stenbolê û hîn di salên dibistana Amadehiyê de çepgiriyê nasdike û di wan salan de xwe di nav çalakiyên demê de dibîne.

Di sala 1965'an de bû endamê bajarê Üsküdarê yê TİP (Türkiye İşçi Partisi Partiya Karkerên Tirkiyeyê)'ê. Cara pêşî di 31'ê Tebaxa 1966'an de di dema ku karkerên Şaredariya Çorumê ji Ankarayê dimeşin Stenbolê û çelengeke reş datînin ber abîdeya Taksimê piştgiriya karkeran dike. Di dema xwepêşandana [şermezarkirin]a rêveberên Tirk-İş'ê de hate binçavkirin. Paşê di bûyerên 19'ê Rêbendana 1967'an de tê girtin û tevî 2 hevalên xwe derdikevin dadgehê û serbest tên berdan. Pişre di gelek xebatên siyasî û damezirandina saziyan de cîh digre.

Di meha Rezbara 1968'an de tevî hevalên xwe Cihan Alptekin, Mustafa İlker Gürkan, Mustafa Lütfi Kiyici, Cevat Ercişli, M.Mehdi Beşpinar, Selahattin Okur, Saim Kurul û Ömer Erim Süerkan Yekîtiya Xwendekarên Şoreşger damezirand. Di 28'ê Kewçêra 1968'an de di dema hatina serfê di Amerîkayê de li balafirgeha Yeşilkoyê xwepêşandan hatin lidarxistin û Denîz Gezmiş ji ber vê xwepêşandanê hate girtin û piştî demekê serbest hate berdan.

Di zanîngeha Stenbolê de bi girseya xwendekaran li hemberî hêzên rastgir derketin. Ev çalakiya wî wekî hincet hate nîşandan û di 19'ê Adarê de dîsa hate girtin û heta 3'ê Avrêlê di zîndanê de ma. Piştre di 31'ê Gulana sala 1969'an de di çalakiyeke şermezariyê de ji xwendekarên fakûlteyê re serokatî kir. Di yek ji van çalakiyan de birîndar bû. Der heqê wî de biryara giyabî derket. Lê belê ew dîsa jî ji zîndanê reviya û di dawiya meha Pûşperê de çû Filîstînê.

Heta meha Rezberê li kampên gerîla yên Filîstînê de ma. Deniz Gezmiş, di gelek çalakiyên THKO'yê de cih girt. Di 4' Adara 1971'ê de di çalakiya revandina Emerîkiyan de, piştî serbestberdana leşkeran li navçeya Sivas a bi navê Şarkişlayê li nehiya Gemerekê hate girtin. Di doza THKO'ê de ku di 16' Tîrmeha sala 1971'ê de dest pê kir, ji ber binpêkirina xala 146'e mîn a zagona Tirkan a cezayê, di 9'ê Rezbera sala 1971'ê de bi mirinê hate cezakirin û di 6' Gulana sala 1972'an de hate dardekirin.

İBRAHİM KAYPAKKAYA

Îbrahîm Kaypakkaya şoreşger û sazûmankarê TKP/ML bû.

Kaypakkaya di sala 1949'an de li Alaca ya ser bi Çorûmê hate dinê. Sazûmankarê TKP/ML'ê ye. Li dibistana mamostetî ya Hasanoglan, dibistana çapa ya mamostetiya bilind û Zankoya Stenbolê, fakûlteya fen beşa matematîk fîzîkê xwend. Di sala 1968'an de bû endamê TÎP'ê yê Eminönüyê. Di desteya weşanê ya kovarên Ant û çepa Tirk de cih girt. Tevlî çalakiyên protestoya fîloya 6. a Amerîkayê bû. Di nîqaşên MDD-SD de despêkê tezên SD, paşê jî tezên MDD pejirand. Ji TÎP'ê hate derxistin. Paşê di nav rêxistina PDA-TİİKP ku bi pêşengiya Doğu Perinçek hatibû damezirandin de cih girt. Ji vê tevgerê cûda bû û tevlî hevalên xwe tevgera TKP/ML sazkir. Di 24'ê Çileya 1973'an de li çoltera Dersimê hate girtin. Sê meh û nîvan dibin çavan de ma. Di 18'ê Gulana 1973'an de li Amedê dema di binçav de bû bi êşkenceyê hate kuştin.

YUSUF ASLAN

Yusuf, di sala 1947'an de li gundekî Yozgatê hate dinê. Hindekariya xwe ya navîn li dorhêleke oldar û antî komînîst qedand. Di sala 1966'an de ket ODTU'yê. Hîna saleke wî neqediya bû tevlî kulûba ramanên Sosyalîst a ODTU'yê bû, di nava Dev-Genç'ê de dest bi xebatan kir. Piştî vê demê despêkê di dibistane amadekariyê de paşê jî li fakulteya Endezyartiyê de, di rêxistina çalakiyên boykotê û dagirkirina ODTU'yê de yek ji pêşengên zîrek bû. Çalakiya ku despêkê jê hate darizandin, şewitandina wesayeta sefîrê Amerîka û ajanê CİA Commer bû. Di sala 1969'an de tevî hevalên xwe çû Fîlîstînê. Li vê derê fêrî pîlotiya helîkopter û balafiran bû. Ji traktorê bigir heta helîkopterê hemû cûreyên wesayetan bi hostatiyeke mezin bikardianî. Di sala 1970'yî de tevî Deniz Gezmîş û Huseyîn Înan dema diçû tevlî koma gerîla ya li çiyayên Nûrhakê bibe li Şarkişlaya Sêwasê birîndar hate girtin. Li dadgehên rêvebiriya awerte hate darizandin. Di 6'ê Gulana 1972'yan de tevî Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan hate dardekirin.

 

 

Kategori: Şehidên Me