Tirkî  |  Erebî

Ş. Xelil Dağ

 Aferîndêrê xeyalen min, ev nivîsa min ji bo teye…Ji bo ew çavên te yê reş û mezin, ew porên te ye ku min tenê carêke jî dest nedayê re…

 

 Min îşev pêda xwe gevizand, sebr û tebata min nehat wek hemû rehevalên xwe ye çiyayî û ez her li ser rastiya jahrdayîne fikirîm…

Hemû gotinê min “ger ev rasti neyê rawestandin” destpêkir û min nikari bi dawî bikî.

Ez bawerim min cara yekê ev gotin di rûye reheval Amed’de xwend. İşev pêda her di rasthatina venerîna me de tenê me bi dest gotina kir, me nikarî gotinê xwe bi dawî bikî.

Dûvre ez li xwe zivirîm. Min ev hevoka ku pêwîste her kes xwe pê temambike li ser lênûsa xwe xîzkir; “ger ev jahr neye rawestandin ez pêwîste çi bikim?” Ev jahra ku qurt bi qurt bedena me û rihê me vedixwe rast be, ezê wê çawa red bikim? Ger gelek li ber çavê me hemûyan bi rengek sinsî tê jahrkirin û rûxmê ku lê di nerê û nabine wê demê pewîste ez wan çava derxînîm û bavêjim.

Ez xwe li zinarên demê didim, lê belê tucaran naxwazim bawer bikim ji vê çerxa dibê qey dînbûyî. Ez nikarim bawer bikim ku, xwedeyen vê serdemê hewqas bi nefretin û sinsîne. Ez dikarim hemû tiştan xeyal bikim, dîsa dikarim sedemê hemu neyartiyan fêmbikim, lê kînek bi vî rengî, hewildaneki kujer ya bi wî rengî mejiyên kijan mirovan pêşnumê dike? Ez nikarim vê xeyal bikim.

Û ez baş dizanim hemû sebebê vî tiştî tenê xeyalekê…    

Ez dizanim hemû tişt, bi xeyalên zarokekî li wêrek her tişt lê hişk hatî hiştin destpêdike. Ew zarokê xwediyê çavên reş û mezin, xwediye porek qetranî ya ku me nikari carek tenê dest bideyê…  Û ev zarokê bi kenê xwe hemû cihanê hemêz dike, em fêrî xeyal mezrandinê kirin. Û tenê ev, di nezera xwudayan de sucek herî mezin bû. Lê, ji bo me yen hatî perçikandin, ye ku di nivîna robarên hişkbûyi de mayin de diyariyek herî mezin bû.

Ji bo min jî her tişt bû. Dema min di nivîna robarek hişkbûyî de ronahiya wî dît, min êdî xeyalkir. Cara yekê we demê de li himber xeyalemin kirî de behna min cikiya. Dema min ev xeyal ji xwere çekir û min ji xwere bi dengek nizim, lê ji hemû civak û xudayanre kiriyam min got qey wê dilêmin bi sekine. Ez ji wî rêhevalen xwe yê ku di nivina robarek hişk bûyî de li xeyalên xwe xîyanet nekirî ferbûm ku ji vêra dibêjin JİYAN.

 

Ew jiyan li levêmin min da, wî li reşka çavêmin ya ku berçavkamin dorpeçkiri mêzekir û wî bedenamin ya sakol pêland…

ji bo min JİYAN li vir destpêkir. Di nivîna robarek hişkbûyide min xeyalên wek çiya ji xwere avakir.

Û gelek pir girseyî, di nivîna robarê hişkbûyîde arteşek mezin ya bê hêvî, ji destên zarokên li xeyalên xwe xiyanet nekirî ava jiyanê vexwar û dît ku, dikare xeyalan ji xwere avabike û li duv xeyalen xwe bibeze. Mejiyên xwe yê bi jahr hatî xistin, wîcdana xwe ya hatî tune kiri bi destên wî zarokî şûşt û carek din bû xwedi venêrîn.  

Û niha jî ez, li jiyana xwe ya berê ku min jêra digot jiyane meyze dikim û difikirim. Kî bû wê rojê min ber bi xeyal avakirinê de dafda? Destên kî yên pîroz bû li porêmin diket, kî di guhemînda got, xeyalên wek çiya ji xwera avabike?

Û niha kortalek mezin li pêşiya me bi lez bilind dibe, dilêmin bi heyecanek mezin lêdixe û ez dibem qey wê singêmin bi qetîne. Zarokên gelê Kurd, yên ku derdikevin çiya, yên ku dikevin sengeran, yên ku di kolanan de di nav pêvçûnandene, yen ku narincoka li xwe dipeçin û bedena xwe parçe parçe dikin, hêza xweya herî mezin ji xeyalên xwe digrin. Ez wê rastiyê ji kurahiya dilê xwe hîsdikim û dibinîm.

Û ez dizanim, ye ku hişt ez gav ber bi PKK’ê ve bavejim, li pey çalakiyên gerîlla bibezim û fîlma Beritan bikşînim, hemû xweşik bûna bibinim û di dile xwede nexş bikim hûn bûn. Dema destpekê çavêmin bi çavên wê ket, min her biryarên mezin ji bo xwe girtin. Û ez bûm çalakvanek. Çalakvanek ku tişten ne mûmkûnûn werin kirin avabikim.

Min tu çaran poşmanî û du dilî jiyan nekir. Ger ez carek din werim cihanê, ez car din ji bo xwe biryarên bi vî rengî bigrim. Ger xwudayan lanet jî kiribe, di nava daristanekide rêya ku herî kêm tê bi kar anîn ezê hilbijîrim û ger ez zanibim ezê tenê carek din we bibînîm, di dawiya we reyê de ez winda jî bibim, ez jê venagerim. Ger ez cardin werim cîhanê, dîsa ezê bi hemû dilên xwe, li çavên xwediyê xeyalen meyin mezin ava kiri meyze bikim.

Kî bawerdikir ku mirovên Kurd dikarin xeyalan çêbikin û ew bi wan xeyalên çêkirî dikarin mirovan bi guherînin? Wê destên xwe direjî gelê Kurd kir, wê hêz da gelê Kurd û ewqas jî ji xwe bawer bû. Gelê Kurd ger hilnekişiya wî xeyalên wek çiya, wê wate ne daban gelek çiqas mezine.

Dema ku ez, em hemû, gelek girseyi di kortalê xeyalên xwede hilkişiyan ber bi asoyan, me sinoren zihn û zanabûna xwe perçe perçe kir. Ramanên ku em nizanin ji ku de rê hatin em dan, li du hev, wan ramana di rih û bedena me da aj dan. Di nivîna vê robarê hişkibûyî de niqutek ava me tunebû, çavê me hatibû derxistin me ne dikari di wê ertnigariya mezin û bi bereket jêderek bi dîta. Lê wê hez da me, êdî me xwe dît û me bawer nekir ku êmin, yên wan tiştên mezin avadikin.

Piştî wê bi deste me girt, wê jiyan da me, me zani ku xeyalên me rastin û dema ku em ber bi wan ve diçin em sinoren xwe perçe perçe dikin. Me di sekna zarokên ku tucaran îxanet li xeyalên xwe nekiri de fêmkir ku, hêza me ya veşartî heye, li pişt wan çavên me yên ku hati derxisti de nêrînek kur heye, di dengêmeyî hatî qutkirî de, qêrînek mezin heye.

Diyariya herî mezin ji bo gelekê ew ferî xeyal çêkirinê û dîsa pê dana fêmkirinê ku hunera wi ya xeyal çekirinê heyê. Û ji bo me diyarîya  herî mezin jiyana wêye, ji bo xwudayên ve serdemê jiyana wê jî xewna herî bi tirse…

Ger ev rastî neyê rawestandin…

Ez nikarim cardin wan hevokan bi dawî bînim. Ez bawer nakim ku, mirov di nav cil û bergê ewqas xweşikde wek ajalan lêwerin, dîsa naxwazim bawer bikim ku, mirov jahr bidin xeyalên xwe…

Gelê Kurd û zarokên wî, wê tucaran wî sucên li dij mirovahîye nepejirîne û yê hesap bixwaze…

 

 

 

 

Kategori: Şehidên Me