Tirkî  |  Erebî

 Wiqas Kurd, zêdeyi sîh milyonîne, ji xelkêre jî karên herê bi zehmet dikin, lê ji xwe re heta niha tu tiştek nekirine. Mîrov pir ecêb dimîne. Ji biçûkayî ve -ez dizanim ku pir derewe- digotin

“çare tuneye.” Jiyaneke ecêbe, heta niha me çawa şer kir, em gihaştine vir... Aqilê însên naçe ser. Niha hêdî bi hedî gohdar dikin. Berê Kurda gohdarî jî nedikirin. Xwe nas nedikirin, xwe înkar dikirin. Heta ku me mesele bi wan da qebûlkirin, wiqas xwîn hate rijandin, di mirin û mayinêde em man. Niha em bi ser dikevin. Nefes bi nefes ev bîst salin ez li ser vê xetê me. Ez texmîn nakim ku tu insanên din wiha bi serê xwe rojekê meşiyabe, bi nefes nefes. Vaye em gihîştin saleke dinjî.

 

 

 

Hewcedikir ku netewek xwe ne xistiba vî rewşê de, ev rewş ne perjirandi ba. Çiqasî xirabiyên xwe hebe jî bila hebin, dîsa jî dikarin henek tişt bikin. Hinek bi aqil, lazime jê derketibana. Niha yek caran ez li ser xwe dibêjim, cima ev kar ji minre ma? Kesî tenezûl nekir ji bo vê. Ne mejiyê wan, ne cesareta wan têrê nekir ku xwe li karê Kurdan bidin. Menfeat qet têde tûneye û mirine. Ji bo vê tenezul nekirin. Jiyana wan jî ne tu jiyane, lê çiqwas adîbe jî dîsa dibêjin ev jiyan meqbûla meye. Wiqas axe û beg hebûn, wiqas en xwe zane dihesibandin hebûn, neketinê. Tê bîra min, me pir dixwest, digot bila hineke din jî di vê xetê kevin, bila bizani bin û têkevîn têde. Heta niha jî, yekî wiha di cîhde xwe dide ser dozê ez nabînim.  Ango mirovên me mirinê qebûl dike lê, li ser rastiya mezin nikare hereket bike û quweta xwe tuneye. Ger ku ne wisa bûya ma mirovekê weke min bêçare, pir tenê, pir zeyif qey xwe wiha dikir? Na. Kesî tenezûl nekir, ev kar ji minre ma. Ma ev dihat aqil û bîra we? Na. Ez çûme ku li hemû deran hemû mirov li ser meseleyê korin û jê dûrin. Hinek jiyana we heye ev bese, ma ji bo çiye? Belê, mîrov li mala xwe binêre, li zarokên xwe binere ew jî jiyaneke lê, jiyaneke ji bo giştî netewê xwe nadin ser. Nefs her tiştî qebûl dike, ango serîtewandinê, ji xwe dûrketin û h.w.d. Hûn niha difikirin ku ev heval bi çi hawî heta vir hat. Tabîî mîrov li ser bisekine. Di cîhanêde ji me xerabtir kes nema. Heqaretên dijmin her roj li me dike, kesê ku di bêje ez mirovim, nefsa wî nikare qebûl bike.

Min got, derfetên min ji we hemûyan kêmtir bûn lê, dîsa jî min xwe da bin bar û min heta vêderê anî. Niha gel zahmetiyê dibîne, neyar ser de diçe. Ji berê baştîre, çima? Mîrov her xerabiyên neyar bi pejirîne û xweş bi bîne, pir xerabe. Niha mirov bi şerê xwe bimre û îşkence jî bixwe, dîsa nefsa mîrov di pejirîne. Çima? ji bo şerefekêye. Mirovên Kurd yên ji bo meseleya xwe bikevin dinava tevgerê de kêmin. Yê derketine jî, ji bo nefsa xwe derketine, netew istismar dikin, ne ji bo ku hêzekê ava bikin derketine.Lê, halê we jî di zehmetiyêdeye, hûn jî pir bêçarene, we pir derb xwarine. Hûn nikarin serê xwe rakin. Wexta ez we rexne dikim, ne ji bo ku ez we bêxim bin tuhmetan de dikim, zehmete, herkes nikare serê xwe rake, pir zehmete. Ne ku çima we nekir, hûn bê hêzbûn, bê çarebûn, bê zanebûn. Şêwazê min jî ecêbe. Hinek firsend, hinek şans, hinek alîkarî û bêhtir jî li ser xwe di sekinîm, min pirs ji xwe pirsiyan, min xwe da ber çavên xwe, ez li ser nefsa xwe sekinîm û min xwe wiha kir. Belê, niha çi dibêjin, “Mesele niha bi xwedîye.” Çiqasî tengbûn hebin jî mesele niha dimeşe, venamire, nakeve. Tabîî bêbextiya alemê jî heye. Lê, bêbextî bila dîsa ji wanarebe, emê karê xwe bi serê xwe heta em dikarin emê bikin. Ez bawerim we jî hen tişt ji meseleyê fêhm kirin. Tabîî rêyeke me jî heye, em di rêyeke rastdene. Ji bo serê salê me hinek dost dîtin. Ez serê salê têm cem dosta, xal, xatir dipirsim. Vê salê jî em hatin. Ji bo kû gel çi dike, çi nake. Derfetên min kêmin, ez nikarim, dosta tevda bibînim, wiqasî derfetên min heye. Yê ku gel ji bîr neke, dîsa emin. Yê ku ji bo gel bi durûstî kar bikin dîsa emin. Bêguman ev bîst salin me xwe da ser. Ji gel re baş bû, bi serket. Ez bawerim hûn jî niha hebekî başin. Hûn dikevin rêya rast. Ji çêka şaş, ji dema cehaletiye hûn derdikevin. Ev dema ronahiyê ye, ji Kurdare jî ronahî çêdibe. Hûn têdene. Ji bo kerameta mirov jî ev ji hemû tiştên wekî din baştire.

Tabîî ji meseleyên siyasî, me hinek tişt gotine, digihên we. Ez naxwazim tiştên me gotiye, divirde jî dubare bikim. Ev tiştê dawiyê bûye jî, ew îxaneta di şerê Başûrde çêbû jî, bi rastî hûn gelekî hişyar kirin. Xiyaneteke wiha pir eşkere bi dijminre derket, millet dît. Bi dijminrene, berê jî wiha bû, niha eşkere bû. Ew şerê li Başûr bûye, bi rastî dijminên Kurda tev bûne yek. Û xayinên me jî bêhtir bûne yek. We dît, bi rastî xwestin ku ew şerefa me hebekî bilind kiribû, nefesa me hebekî vekiribû, dîsa bifetisînin û bêhtir jî xayin ji serxwebûn û azadiyê dûrin û dijî wêne. Cardin derket holê ku ne ji wanba neyar ne dikarî di Kurdistanê de ewqasî rehet bikeve nava tevgerê de. Xweş derket ku ne ji wanba, niha me karîbû Kurdistan avakiriba. Ew peyayên(zilamên wan) wana di Botanê’de, di Bêhdînanê’de ev neh salin xizmeta dijmin nekiriba niha dewlet çêbûbû. Tabîî li gorî vê hesaban bikin. Vana Kurd kuştun, bi kirasê Kurdî. Çima rê nadin gel ku bi yekbe û di şerkeve? Berjewendiyê vana ne li ser vêye. Di berêde veşartî bûn niha jî eşkere bi dijminrene.

Wekî din jî xayin hene. Evên bi dijminre hereket dikin û sîxurê wanin. Ku ne ew bûna niha Kurdistan wiha nedibû. Ev sed salin wiha kirin, di netîce de ev millet ji ortê rakirin. Di sala 92’an de ev tişt xweş derketin. Yek millet ku wiqas xiyaneta xwe bike, ne gengaze ku îflah bibe. Yek millet wiqas xayinên xwe ji xwe bihesibîne, xayinê xwe nas neke û li dijê wana ranebe, mîrov nikare bêje wê ew însan îflah bibe û ew millet îflah bibe. Ev derket. Mirina we li ser çiye? Tabî hûn bê çarene. We berê peyva wana jî dikir. Ne çareye. Însanê Kurd, xisûsiyetin xwe hene, başbûn û xerabûnê nikare ji hev derxe. Ger derxe jî nikare li ser başbûna xwe biryara xwe bimeşîne. Bêçareye û menfeata xwe jî nizanin. Yekî dost û dijminê xwe ji hev dernexe, bêkêrî pênc pereya nayê. Li hember dijminê xwe reyê xwe negre, bi dostê xwere nebe yek, îflah nabe. Çima em heta niha wihabûn? Hûn jî ji xwe bipirsin. Bêguman vaya meseleyeke giringe. Ê min ez dikim, di aliyê ol de, di aliyê felsefe de, di hemû aliyande başbûn û xerabiyê em ji hev derdixin. Milletê me berê nikarîbû ji hev derxista. Ji bo vê bila gel jî niha hinek hesaba bike. Bila gel jî bizanibe xwe bi serxe. Dema dile, dema serhildanêye. Wê cesaret bike. Jî xwe dersên PKK dide mîrov cesaret Serkeftin ne ji bo PKK’ê teneye, bawerîye, ji tunebûnê çêbûne.

Dema me xwe wiha kir qey em mirin! Na. Ku min jî jiyana xwe bi jiyaneke wiha sivikkiriba, wê meaşeke min hebûya, minê li rehetiya canê xwe meyze kiriba, dîsa ez rehetbûm. Niha hûn dipirsin bi çi awayî bi çi cesaretê bi çi heviyê xwe heya vir meşand? Raste. Aqilê seranser ne gengaze ku destur bide mîrov ku mîrov wiha tevger bike. Berê ji minre digotin karê dînaye. Raste, aliyekîve wihaye. Tu jî dînî. Te ji dîna xerabtir kirine. Tiştek maqûl ji tere nehiştine. Rêyeke maqûl li pêşya te nemaye ku tu wiha bi serde bimeşî. Ne dostekî te heye, ne hevalekî te heye ku, heta dawiyê tu baweriyê pê bînî. Ku hebin jî tev bêçarene. Tabîî di virde tê bi şeklekî din kar bike. Ev şêwazê mine, bi şeklekî din. Nayê rêka maqûl. Tim şêwazên nayên bîra kesî, nayên bîra dijmin. Ji bo vê tê jiyana xwe daxîne, xizmet bike. Tiştên nayên qebûl kirin, ji bo tektîkan tê qebûl bike. Ku ew bi halekî dike, tê bi halekî cuda bikî. Tê nebêje nefsa min ranake, ez nikarim xwe biêşînim. Ji bo serkevtina te, doza te çi jî te tê xwastin, tê wiha bike. Tabîî wexta doza mîrov baş dibe, piştî ku dike jî netîce te baş dike. Tiştên bûne, lazime hûn bi salan li ser bisekinin. Ew tiştên me derxistine meydanê insaniyet, beşeriyet ji bo me çêdibe. Dijmin nahêle millet xwe bi yek, lê dîsa jî me firsend çêkiriye. Me bi şer çêkiriye, niha îmkan neye mîrov bi fikire, bi yekbe, baweriyê bi hevre bike. Berê ev tişt tunebûn.

Mîrov naxwaze tarîxa PKK’ê wiha kûr û fireh veke, lê hûn li ser bisekinin. Li ser jiyana min jî bisekinin. Tiştên min kirine ne hindikin. Mîrov pir pê xurt di be. Îmkanên we hebin, li ser bisekinin. Li jiyana min binêrin, dersan jê derxin. Ev tiştên min kirine tev ji bo tol girtinê ye. Tabîî ez jî heyfê distînim, heyfa çi hiltînim hûn nizanin. Bi salan ez dibêjim, belkî hûn nikarin xwe bigihîninê. Çima? Yanî hûn niha dibêjin tabî divê tu wiha bike ku tu serok be. Ez wiha li ser xwe nasekinim. Mirovê ku di bêje ez mirovim karên wisa dike. Yek însanê bêje ez durûstim, lazime wiha bike. Ez xwe pir serok merok jî nahesibînim. Karkerim, karkerekî şoreşgerim. Wiha dihesibînim. Lê min xwe pir dûr xist ji jiyana gel, a hûn têde, bi zanebûn min wiha kir.

Millet ji berê bêhtir difikire, ez texmin dikim. Nizanim bê mejiyê we bi çi awahî dişixule. Halê we çiye, tabîî ez nizanim. Ji dozê nerevin, ev karê me tevane. Min got ku derfetên min jî pir bi sinorin. Ji xizmetê narevim, lê tiştê ji destê min bê ez dikim. Ev bîst salin ez di vê xetêde meşiyame, hurdem bi  hurdem ez li ser bûm. Heta niha jî me zêde kir. Ev derfetane jî min bi xwe avakirine. Texmîn dikim divirde kesi heta niha wiha nekir. Ez însanekî wiha pir ne bi cesaret jî bum lê, ku ez qendir serê derziyê derfet dibînim, li ser rastiyê disekinim, derfetan ava dikim, bi mirovanre mijul di bim, nasdikim, dibinim, ferq dikim, qencî û xerabiyê ji hev derdixim. Gengaze ku kêmasiyê min hebin lê, ez li ser xetê şaş nebûm. Belkî di virde hinek tiştên şeklên şaş çêbûbûn jî lê ya esas ez li ser xetê meşiyam. Tabîî herkes nikare li ser tarîqetê bimeşe. Tarîqetê tewra mezin ji bo Kurda niha çêbû. Hûn xwe musluman dihesibînin, lê cîhada muslumantiyê eve. Ez li gelek cihî dibêjim, em li ser cewherê îslamiyetêne. Yek caran ez karê îslamiyetê û karê xwe didim ber hev, pir nêzî wê me. Tabîî ferq çiye? Şertên îslamiyetêne, li gorî şertên îslamiyetê jî mirov nikare vê jiyanê qebûl bike. Niha ez ayet, sûre û hedîsan pir nizanim, lê bingeh û cewhera wê di şopînim. Ya girink jî ne teşeye û ne jî hevokên ayetane. Ev ne giringin. Xwezî muslumanên rast hebûna, li ser şerefa mirovan, li ser adaleta mirovan, li ser keremeta mirovan. Bi navê îslamiyetê de jî me zerara mezin da xwe. Ên îslamiyetî li ser me dan meşandin kî bûn? Niha hinek çêbûne, dibêjin hizbûllah, yanî partiya Xwedê. Çar sed însane welatparez, durust kuştin. Têkiliyên wan û Xwedê bi hevre tune. Munafiqin. Ewna xwe musluman dihesibînin. Heta bi navê muslumantiyê ew dostên me dikujin. Di bingehîde Tirkin, polîsên Tirkane. Divirde tiştek îspat dibe, ev îslamiyeta Osmanlî meşandiye, ya Tirka li serê me meşandiye ne muslumantiye. Bi kirasê muslumantiye koka me kolan. Belê, niha di nava wede jî hinek li ser dîn disekinin, dîn û netewiyet, mesela dîn û qewmiyetiyê muqayese bikin. Mesele Îranî li ser Şîa qewmiyeta xwe xurt kirin, mesela Ereban li ser îslamiyetê qewmiyeta xwe xurt kirin. Tirka li ser îslamiyetê qewmiyeta xwe xurt kirin, xwe kirin millet. Ê Kurda bi îslamiyetê çi kirin? Îslamiyeta hakîm, îslamiyeta saltanata em ji ortê rakirin. Mîrov vê ferqiyê bibîne. Yanî îslamiyeta li ser me jî ne rast bû, têde ruxandin pêk anî bûn. Çawa niha dibêjin komunîstên sexte, sosyalîstên sexte, ev jî muslumanên sextene, meseleya me batil kirin. Çima? Dînê îslamê ji tevan re wekheviye dixwaze dibêje ferqiya Ereb û Ecem tuneye. Ê çima em ji ortê rabûn? Çima me bi navê muslumantiyê ev hesap nexwest? Kemasiya meye. Yanî em ne li ser dînin ku, em li ser vê hesap bixwazin. Çima qewmiyetên wana tev li pêşin, a me ji ortê rabûye? Qey Xwedê wiha dibêje, Quran wiha dibêje, Hz. Pêyxember wiha dibêje? Na. Li ser berjewendiyên xwe, a siltanan, a melikan, a axeyan, a began, a şêxan, li ser berjewendiyê wana em wiha bûne, ne li ser dînê îslamê. Piştre komunîstî hat. Komunistiyê alîkariya dewletan teva kir, lê em Kurd batil kirin. Ew jî komunistiya sexte bû. Li ser menfeata dewletan bû.

Qewmiyet ji Garb (Rojava) hat. Ji milletan tevanre qewmiyet pêşde çû, pêşde birin, Kurd batil kirin. Îngîlîz, Fransız qewmiyet bû, van dewletên vê helê li ser fikara qewmiyetê rabûn, hatin ser me, me nêrî ku ji Kurdayetiyêre tiştek tune. Ango, tu li îslamiyetê jî binêre, tu li komunistiyê jî binêre, tû li qewmiyetê jî binêre, ji bo Kurda tev înkare. Dîsa sedem em bi xwene. Wexta me komunîstî qebûl kir, çima me li ser rastiya xwe negirt. Em ketin bin tesîra qewmiyetê ol de, em çima li ser qewmiyeta xwe nesekinîn. Wiqas sal muslumanin, çima me ji xwere îslamiyet ranekir? Ez texmîn dikim hûn tev elhamdûlîlah xwe musluman dihesibînin. Ez dikarim meseleyê kûr û fireh jî vekim. Ku derfetê min hebûya, min karîbû li hember vana xebat jî bikraya. Tucarî islamiyet vî halê me qebûl nake. Hûn bi navê Xwedê her roj zikir dikin, lê pir kême. Jiyana we tev di kufrêdeye. Hûn di destê sextekarande mahf bûne. Di kufrêde ez derketim. Ne niha hûn xwe bi dîn digrin, ji bo ku tu nefsa xwe pak bike. Hemû îdeolojî, fikar ji bo vêye. Me bi durustayî bi yekê jî negirt. Çima niha kes me qebûl nake? Tiştê ji bo beşeriyetê hatiye, hazir bûye, me xwe je dûr xistiye, li ser vê me nikarîbû bimeşiya, mezinên me tunebûn. Ji bo milletên wihare çi dibêjin, dibêjin milletekî bi lanet. Kurd niha wiha bûne. Xwe ji rastiya mezin dûr xistine, jî bo vêye. Tabîî dîsa mîrov nagirî, gengaze ku mîrov xwe bi ser rêka rastxe. Derfetên we hebe careke din fikar û zikra xwe çêbikin. Ne eybe. Ez bi xwe her roj xwe nû dikim. Ez xwe baş jî nabînim. Niha ez xwe wekê yekî di cengêde dihesibînim. Di her şerîde, di her melanetîde ez jiyana xwe didomînim. Ez rehet bûme, ez bi ser ketime, ez bûme serokek... na, qasî wana dîsa ez xwe rehet nahesibînim, bi nefs nahesibînim. Tabîî ku ez xwe wiha bihasibînim, ez nikarim li ser pirsgirekên mirovan bi sekinim.

Gel wiqas bi minve girêdayiye, derfetên min mezinin, lê niha ez ji berê behtir acizim. Di berê de min digot ku ez şer wiha xurt bikim, partiyê wîha xurt bikim, hinek cihên rehet bigrim belkî mîrov hebekî li rehetiya xwe binêre, lê paşyê ez wiha dinêrim ku ne gengaze. Sibe ji îro zehmetire. Ez vê baş dizanim. Tabî yekî ku ne durustbe, li ser derfetan bileyize, bêje “ez bûm serok, mezin bûm, ji vê şunve ji bo şexsê xwe bikim”, wiha nabe. Hûn tev bi pejirînîn jî , ez bi xwe na pejirînim. Wekî din jî her roj li ser min însan xurt dibin, ji bo xwe nikarim bi pejirînim. Ez însanekî wiha ecêbim. Tiştekî ku pê ne razîbim, cîhan tevahî li ser min de were ez berde na pejirînim. Jiyaneke ecêbe. Jiyana ku hûn têdane ku ez rojekê têdebim ezê biteqime, xwe mahf bikim. Li hevalên xwe dinerim, mirin tê, buhustekê nêzîk dibe hay ji xwe nîne.  Ne dilê mîrov qebûl dike, ne mejiyê mîrov. Ya, mirin hatiye ber çavên te, lêdixe, dikuje, diçe, tew nizane. Ji hezar kîlometreyi dûrde ez şaşitiyên dikin dibinim, ew nabînin. Tê ji bo vî însanî çi bibêje? Bi qiymeta jiyana xwe jî nizanin. Li xwe jî binêrin, hûn tev bê çarene. Ji destên we çi têder? Ka mezinê we, ka xwedîquwetê we? Hûn li ser qedera xwe dikarin çi bi bêjin. Ez ne mirovekê ku pir derfetên min hebin û pir egîdbûm. Na. Tiştê ku we hemuya di pejirand, min nedipejirand. Durustiya min a tewra mezin, tiştên ji bo beşeriyetê, min got bila ji bo mebin jî. Min got derveyî vê jiyan ji mere herame. We kesî wiha nekir. We tenezul nekir. Çima? Ez roj û şev li ser vême, dîsa dibêjim emê van însanan bi çi awahî xurt bikin. Sebir û tehamula min eve ez dibêjim em hinekî vana çêbikin. Peyatiyê çi dihesibînin? Peyatî ne mijarekê hesane. Dîsa însanê tewra bi çare ezim, lê dîsa jî ez nikarim xwe wekê we peya bihesibînim. Meseleya mezin, hakaretên mezin li ser min bin û ez xwe wiha wekê we mezin bibînim. Ne gengaze. Ez nabêjim bigirin, xwe biavêjin erdê, lê mîrov derde xwe bizanibe. Hûn bêjin derdê me tunê, meseleyên me nînin, ez nikarim pênc pere qiymetê bidim we. Çima? Hûn Melle Abdullah dizanin, we dît, di sala ‘88’an di vê mehêde şehîd ket, em bîranîna wî rakin. Ew muslûmanekî durustbû, muslumanê heqîqî ew bû. Di bin emrê medebû, wekê leşkerekî bû. Li ser talîmatên min dimeşiya. Ma we leşkerê 99 salî dîtiye? Wiha bû, çima? Muslumanekî rastbû ji bo wêye. Li xwe binêrin, Kurdekî durust, muslumanekî durust, bi talîmatanrebû, tiştê min digot, peyv bi peyv li ser dimeşiya. Wiqas alimekî mezin bû jî. Tabîî vana mezinên mîrovin, mîrov bîranîna wana baş rake. Bîranîna wana jî giredayîye bi rêka wana, armanca li ser meşiyane, jiyana têdebûn. Pirsen wî hene, mîrov ji bîr neke. Belkî kesî xwe tunebû, belkî quweta xwe tunebû, lei jiyana wî rastbû, jiyaneke bi şeref bû. Ne li ser berjewendiyê şexsî bû. Ez bi sebir heta vir hatim, min tehamulkir. Yekî li şûnê min bûya -min got ku-wê rojê hezar caran biteqiya. Kesî derdê Kurda qebûl bike tuneye. Jiyana di nava Kurdade dimeşe, mîrov dêhn dike. Ku tu înkar bike, ji xwe mîrov wê wekê we bûya. Ku tu qebûl bike ka sebra te, ka mejiyê te yê fireh? Bi siyaseta serxwebûn û azadiyê tê xwe jê dûr nexe, an tê di deqqêde, -hevalên me wiha kirin- pir hevalên me ideolojiya PKK’ê digrin, roja dudûyan dikevin şehadetê. Ji mere sebir tê xwestin. Nikarin sebrê bikin. Ev bîst salin em sebir dikin, me bi zorê we wiha kirine vir. Niha em heta sibê we li vir bigrin, hûnê biteqin. Ev bîst salin ez bi nefes nefes wiha me, hûn nikarin çend seatan tahamul bikin. Tabîî mîrov hesabê vê dide. We xwe çênekiriye, artêşa Kurda tuneye. Xwe ji nîzamê derxistine, her yekî li qunçika xwe, li mala xwe heta qirikê xwe fetisandiye. Ji bo vê hûn bê çarene.

Bêguman ez nabêjim min pir mezin lîst, lê min xwe di cihde, li ser nîzameke rast çêkir. Min sebir jî kir. Di cîhanê de mirovê herê bê sebir ez bûm lê, min sebir kir, ji bo milletekî, heta vir hatim û pir tişt hene ku mîrov dersên mezin jê bigre. Di dawiya ve sala 92’an yekî ku bi aqilbe ji me dersan bigre, dikare li hember cîhanê bisekine. Dikare li pêşiya tevahî mirovahiyê bi keve. Ev derfet me danîne pêşiye we hemûyan. Ji bo milletê Kurd ji vê bêhtir xizmeta mezin nabe. Ji bo însaniyetê jî. Dîsa jî heta ji min were ezê bi serde bimeşim, ji vê şûnde mezintir kar bikim. Şerê mezin ji vê şûnde bimeşînim. Bêhtir însanên xurt jiv ê şûnde çêbikim. Mezin bileyizim. Heta niha hazirî bû, jivê şûnde bêhtir kirine. Bêhtir bê tirs, bêhtir bi nîzamet. Yekî wiqas sebir bike, ne ji bo tiştên biçûke, yekî wiqas xwîne birijîne, ne ji bo tiştên biçûke. Lê ez dîsa jî dibêjim ev karê mine. Dîsa herkes li ser karê xwebe. Hûnê jî baş bimeşin. Ez bawer dikim gel hemû di van salên pêşya mede ji hemû salan bêhtir wê şerê xwe bike, wê bi ser kevejî. Lê, dîsa herdem dijmin li ber çavên mîrovbe û halê mirov jî li ber çavên mîrov be û siyaseta rast jî li ber çavên mîrovbe. Mîrov li gorî vê xwe çêbike, amade bike û bi serkeve.

08.01.1993

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Kategori: Reber APO