Tirkî  |  Erebî

pesi jine rizgar bikinDibêjin; “Pêşî li jinê bixin, pêşî jinê bixînin, pêşî bi jinê bikevin.” Mêtîngerî bi vî çekî ve civakê bi rê ve dibe. ji ber wê pêşî di jinê de rizgarî... Şoreşa jinê, rêxistina jinê, YAJK pêwîst dike.

Ango ya ku herî dawî tê fikrandin, digrim herî pêş.

 

Min ev baş dît; ger di têkiliyê de rizgarî nebe, ji hemû xirabiyan re derî tê vekirin. Bingehîn sedema nepêşketîna pênaseya şoreşgerî bi nêzîkatiya “em pêşî jinê bixînin, pêşî jinê bigrin, bifroşin, bi kar bînin, bizewicînin, evîn çêbikin” ve girêdayîye. Rastiya civaka sinifî, baviksalarî û têkçûyî beriya her tiştî ev esas girtiye, çeka wê ya bingehîn evbûye.

YAJK hinekî tê wateya li ciyê hatî lêdan, ev lêdan derxistina zanistê ye.

Ji têkiliya ku hatî lêxistin ber bi têkiliya lê dixe... Ji têkiliya ku dide wendakirin ber bi têkiliya qezenc dike... Me ev baş peyitand û bi wêrekî, bi şêweyek afrîner gavên xweser avêtin. Rewş ber bi erîniyê ve diçe. Li hember fermana CIA’yê “pêşî li jinê bixin”, em dibêjin “pêşî jinê rizgar bikin, pêşî rizgariya jinê.” Di bingeh de jina ku xwe li rizgariyê ranazîne, dibe amûra binxistin û binkeftina jinê. Gotina CIA’yê ya; “pêşî li jinê bixin”, tê wateya “bi kar bînin, bikin sîxûr.”

Vaye emperyalîzm, bi vê jinê ve şerê çînayetiyê vegerand lehê xwe, hemû civakên paşketî bi xwe ve girêda û heta êdî van civakan bi ya wî kir. Bi riya medyayê jî weke ku giyanan dagir bike feth kir. Lê yê me jî lêgerîna me ya ka emê çawa karibin vê rewşê berovajî bikin heye.

Jina di nava PKK’ê de, divê pêşî xwe rizgar bike. Jina di nava PKK’ê de ew jine ku pêwîst e xwe bixe veguherîna herî radîkal.

Çima di hinek artêşan de jin qet nîn in. Ji ber ku metirsîdar e, ji ber ku hêza şer a artêşê bawî dike. Rasteqîna objektîf a jinê li ber vê rê vedike. Taybetmendiyên zayendê, taybetmendiyên koletiyê; ji ber ku kesayetek hatî gelemperîkirin û dagirkirin, her libatên wê disîplîna zilam xira dike. Zilam jî ji ber ku serdest e, dibêje “ez jinê bi dest bixim.” Şer di destpêkê de li ser jinê meşandin, jin jî li wir dixwaze xwe weke amûreke tolwergirtinê bifiroşe. Ango bi gotina wê ya “ji bo ku ez xwe bifroşim vî rêveberî, vî kesî” ber bi şerekî mezintirîn ve meşandin derdikeve holê.

Her wekî di civaka Kurdistanê de, di bingehê gelek dozên xwînê de jin heye. Civakê dişikîne û diçe. Malbûna jinê, rewşa wê ya ku rastî destavêtinê hatiye, rewşa wê ya kerxaneyî rê li ber vê vedike. Qet nebe li ber kerxaneyê nobedarek heye, bi pere dikevê û dertê, lê jina di civakê de vedigere amûra dagirkeriya her kesî.

Li vê derê jî divê jin xwe veguherîne kesayeta rizgariyê. Yekîtiya Jinên Azad a Kurdistan bergiriyeke giştî ye. Dê pêwîst bike ku nava wê bê dagirtin; bêyî ku were taloxkirin û heta beriya şer... Di halê berovajî de, dê pêwîstiya derveyîkirinê derkeve. Çi bike bila bike, dê jin di xwe de çareyê peyda bike. Zemînê giştî yê objektîf dê xencera azadiyê li sîxûrtiyê bixe. Di bingeh de Sema û Zilan li hember vê jinê xencerek in. Jin bi vê sosretbûnê ve dibe amûra şer, amûra rizgariyê, dibe amûra evînê.

Dibe ku zor be, lê ku jin bikeve nava artêşê, ev dibe avêtina gava herî radîkal a wekhevî û azadiyê. Ger li gor pêwîstiyên vê mezinbûn nebe, emê bi xwe xwe biqedînin. Ji ber ku ti artêşê wisa nekiriye. Em bikin, dê çareseriya radîkal jî wisa be. Ango ev ne tenê ji bo amûra şer û kesayeta rizgariyê ye, ji bo peydakirina kesayetiya jiyanê ye.

Navê wê jin e...

Weke mirovên ku ewqas bi karên şoreşê re mijûl dibin, ez dibêjim bi vê jinê re bi zor tê jiyîn. Dema ku ez vê dibêjim, tenê ji bo xwe nabêjim. Hemû rewşên netewî, siyasî, rêxistinî û şerî tînim ber çavan û wisa dibêjim. Heman tişt ji bo zilam jî derbasdar e. Dema ku jina azad dibe mijara gotinê, “bi vî zilamî re nayê jiyîn.” Ev jî nirxandineke giştî ye û ji xwe ve nayê gotin. Jina kole di bingehê sîxûrtiyê de nêzîk dibe. Ev, ew nêzîkatiye ku divê bê tesfiyekirin. Dema ku jina azad dibe mijara gotinê, karê pêşîn ku asta zilam a heyî bike, qedandina jina azad e.

Nikare bê gotin “ez bi zilam re bijîm, dikarim bijîm.” Rêgeza zilam tune, azadiya wî tune, şerê wî tune, heke hebe jî tevek bêserkeftin in. Dilê wî tune, xweşiktiya wî jî tune, hêza wî ya hezkirinê tune, wê demê tuyê çi bikî ji vî zilamî?

“Ezê xwe weke sîxûr bifroşim û wî jî bikirim.” Di her rewşê de di partiyekê de, di artêşekê de tawana herî mezin ev e. Ma ez dîn im, ez hatime vî temenî hewl didim ku şervantiya mezin di vê jiyanê de bi cî bikim. Çima? Ji bo afirandina pîvanên jin û zilamtiyeke ku tê pejirandin.

Cûdahiya min ev e; min weke we ast danexist. Min weke we lavelav nekir. Min stû netewand û negot “bê jin û mêr nayê jiyîn...” Min li ber xwe da; li ser navê netewbûnê, li ser navê azadiyê, li ser navê artêşê... Di encamê de hinek pêşveçûn derketin holê. Dilêriya mezin a jinê û rastîna jina azad derkete holê.

Di şer de serkeftin, di têkiliyê de evîn e. Lê weke ku hun hizir dikin bi teşeyê “ka em çalakiyekê li darbixin û jinê bixapînin, zilam bixapînin” na. Serkeftin cewaz e. Serkeftin ew kesayete ku, di hemû serdemên stratejîk û taktîkî de hêza têkbirina dijmin nîşan dide ye.

Beriya evînê pêdivî bi zaferê heye... Kesayeta serkeftinê, meşa serkeftinê, lêxistina serkeftinê. Evîn pişt re tê. Evîn rêhevalê serkeftinê ye. Evîn evîna serkeftinê ye. Ê ku serkeftina wî tune ye, her wiha rêhevala wî ya evînê jî nabe.

Pêşî evîn... kesayeta evînê, kesayeta serkeftinê. Piştî van hemiyan zilam û jin tê.

Hun ew kesayetin ku eleqeya we bi serkeftinê re tune ye, eleqeya we bi rastiya evînê re tune ye.

Jin-zilamê ku serkeftin û evîna wan heye li ku derê ne?

Divê heta dawî armanca şer serkeftin be. Taybetmendiya şer ku herî pê bixeriqe, taybetmendiya evînê ye û ew jî bêgûman dikare di jin û zilam de şênber bibe. Yanî di vir de zayend ewqas ne girîng e. Hebe hêza wê hun bi xwe îspat bikin. Dîsa jin û pirsgirêka desthilatdariyê pir girîng e. Ji ber wê divê jin û pirsgirêka desthilatdariyê bê çareserkirin.

Jin, serokatî û siyaset...

Da ku encam bê girtin, divê jin di siyaset û xeta sekoratiyê de bibe milîtan. Ji bo ku ev pêk bê, pêdivî bi esasên qutbûna rast ên jin ji zilam û zilam jî jinê heye.

Jin û leşkertî...

Leşkertî bi xwe artêş û şer e. Divê jin jî şûngeha xwe ya di nava artêş û şer de bîne rewşa rêgez, pratîk

û otopyaya jinê...

Helbet ûtopya pêwîst e. Ûtopyayeke pir balkêş, dewlemend û bireng hêja ye. Cîhaneke azadiyê ya ku dixwazim biafirînim heye. Ev cîhaneke him giştî, him jî ya ku dixwazim bi taybet pêş bixime. Hem ji bo netewekê, hem ji bo xwe û heta ji bo mirovatiyê. Ez xwe jî weke kesayeta vê ya mînak dibînim. Ê ku azad e, di pêwendîdariya evîn û serkeftinê de kesê ku digihîje xwesteka xwe ye. Bi vî awayî dighêje azadiyê, lê bi şertê ku ev di rastîna serkeftin û evînê de bê îspatkirin...

Li ber azadiyê, li ber pêşveçûna azad, ezezî astengeke mezine. Di vê mîqtarê de, di jinê de ezeziyên ku sîsikê hejîrê tijî nakin hene. Bi ya min hişê jinê li dora sîsikê hejîrê digere. Ji bo vê jî, divê şerê rizgariyê pir bi hêz rêve bibe. Bi ya min çîna jinê zêde ne diyarker e. Di têkiliya zayend-çînî de, bindestiya zayendê bêtir diyarker e. Bandora çînê jî heye, lê di esas de ketina taybetmendiyên zayend de, pir bi metirsî diteyîse ser bûyera şer û rêxistinê. Weke sîxûrtiyê ye. Pakrewaniyên hêja yên milîtanên me yên jin hene. Vaye, li zozanên Feraşînê çar milîtanên me yên hêja, ji bo ku radest nebin, bombeyên xwe di canê xwe de diteqînin. Weke Zîlan, Sema û Fikrî Baygeldî...

Jin û zilamê ku nabine hêz, qet nebe bila xwe ji zemînê sîxûrtiyê derxînin, “Ez naghêjim kesayeta serkeftin û evînê, lê ez nikarim bibim amûrê kesayeta zûha û têkçûyî.” Yanî ger ku nagihêje erêniyê, divê nebe zemînê neyîniyê. Divê xwe bigre parastinê.

Kesayetên evîndar û serkeftî çima pêş nakevin? Ez van jî lêpirsîn dikim. Ger hebe hêza we, hun jî mijûl bibin. Lê bi rastî weke ku li gelek qadên me derketiye holê, di bingehê xilas kirin de na. Yanî li gora fermana “lê bixe” ya CIA’yê na, divê hun li gor fermana “rizgar bibin” bidine meşandin.

Divê jin taca serkeftin û evînê li serê xwe bike.

Divê ji fîzîkê bigrin heya xîtabê, ji nêrînê bigrin heya meşa wê ya dilkêş, ji fermanê bigrin heya şervantiya wê ya pir hişmend, ji bûyera ku jê re tê gotin jiyana pir watedar û çalakmend re bibe bersiv. Ma gengaz e? Bi ya min divê tim xwezî pê were anîn û gihandin.

Zilam jî heke ku dixwaze şensekî bi xwe bide, derketinek divê. Bi hêza zilamtiya bêteşe, bi zilamtiyê û heta ku xwe bispêre karbidestiya rêveberî û fermandariya partiyê û jineke bêçare bigre ba xwe, dê bi navê azadiyê bê darezandin. Dê were gotin “ev bi zimanê serdestan bênamûsiyê dike, ev ketî ye.” Ev tawan jî bes e, ji bo qedandina takekes. Him moral, him rêgez, him xweşikbûn; eva ku bi gelek hewldanan hatiye xwestin, bê afirandin, te dagir kiriye. Yanî çawa ku tu herî mala keça malbatekê û bibêjî “min keçê girt, revand û destavêtê” û parastina puxte ya malbatê te bibe hetanî mirinê; ger tu bi karbidestî û derfetên partiyê keça ku tuyê bixînî ango keç jî bi jinaniya xwe ya sihêl zilamê me yê belengaz bixîne, ev tawanê herî mezin e. Ji ber ku rêgezên bingehîn û şervantiya herî bingehîn dikuje. Sîxûrek jî nikare ewqas bike. Bi hêza partiyê, ne li ser jinê dikare serdestî bê avakirin, ne jî jin dikare bi teşeyê “di zilaman de ajoya hêzê ya serdest nayê sekinandin, ger ez jî xwe li gor vê eyar bikim, ezê xwestekên xwe bi dest bixim” nêzîk bibe. Ev, sîxûrtî ya ku çînên serdest bi sedsalan dane sepandin. Helbet eşkere ye ku evê jî neyê bexşandin...

 

Kategori: Reber APO