Tirkî  |  Erebî

Rêbertî

Di 31. salvegera hîmdanîna pêngava PKK’ê de hewce bi nirxandineke berfireh, rexne-rexne lixwegirtin û jinûve avakirinê heye û ev yek pirsgirêkeke dijwar û bi cih anîna wê wezîfeyeke bingehîn e.

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hînê amator jî nebû, di Nîsana sala 1973 de li peravên Bendava Çûbûk a Enqerê geh li şipiya û geh jî rûniştî guftûgo dikirin û bawer dikirin ku eger wek komeke cuda ya Kurdistanê tevbigerin rast e, sedema vê yekê jî ye­kem car wek sirrekê dianîn ziman û digotin Kurdistan welatekî mêtingeh ê klasîk e. Ev koma piçûk a ji şeş kesan pêk dihat, bi eşkerekirina vê sirrê dest bi karê xwe kir. Şêwazê berê yek bi yek eşkerekirina rastiyan wergeriya şêwazê pêkanîna civakê û mirov dikare vê yekê wek yekemîn destpêkê binirxîne. Ev şêwaz taybetiyek wê hebû ber bi rêxistinbûyînê ve dibir. Kom di salên 1974, 75 û 76 de li bin banê ADYOD (Komeleya Hîndekariya Bilind a Demokratîk a Enqerê ) hat pêşxistin. Min di Adara sala 1977 de ji Enqerê berê xwe da Kurdistanê û li Agirî, Bazîd, Qers-Dîgor, Dêrsim, Çewlîk, Elezîz, Amed, Ûrfa û Dîlokê geriyam û rêzeke civîn lidarxistin. Bi vê gerê û civînan me koma xwe bar kir welat. Ez dîsa paşê vege-riyam Enqerê û şehadeta Hakî Karer li Dîlokê -piştî civînê bi sê rojan- em hîç li bendê nebûn û em şok kirin. Me bi avakirina partî-bûyînê bersiva vê şehadetê da. Di dawiya heman salê de min li Dîlokê pêşnûmeya bernameyê amade kir. Ber bi havîna sala 1978, ez bi zewaceke bela û îxanetên hundurîn barkirî firiyam navenda Kurdistanê Amedê ku ev bajar li îxanetên mezin hatibû qewimandin. Di 27 Mijdarê de li gundê Fîsê koma me ya amator a ji 22 kesan soza partîbûyînê da. Piştî ku hat fêmkirin, wê bi navê partîbûyînê li bajaran xebatê neyê meşandin, em hem li ser alternatîfbûyîna çiyê û Rojhilata Navîn rawestiyan û di dawiyê de mîna duyemîn Hîcreta Hz. Îbrahîm, me di 1 Tîrmeha sala 1979 de ji Ûrfayê berê xwe da Sûriyê û ji wir jî ji bo lêgerîna azadiyê me berê xwe da welatê kevin ê Kenan.

Divê em ji nêz ve binêrin, pêvajoya li nêzî deh salan a heta 15 Tebaxa sala 1984, ka di çi rewşa îdeolojîk û polîtîk re derbas bûye.

Salên 1970 di dîroka sîstema kapîtalîzmê de destpêka pêvajoya şikestineke girîng bû. Sîstem ji şerê cîhanê yê duyemîn bi ser xwe ve hatî derketiye, pêşengiya DYE zelal bûye, Ewrûpa ji nû ve rabûye ser piyan, Japonya wek dêwê Rojhilata Dûr hişyar bûye. Sîstema Sosyalîzma Reel ber bi lûtkeyê ve hildikişe, tevgerên rizgariya netewî di çaxa xwe ya herî bi hêz de ne. Tam di vê nuqteyê de tevgera ciwanên 1968’ê şoreşeke nû ya zêhniyetê didan destpêkirin.

Sîstemeke civakî-dîrokî ya ev çend seridiye û gihîştiye lûtkeyê dibe ku seyr were dîtin ka çawa dikeve pêvajoyeke kaotîk. Lê, ger em bînin bîra xwe emê bizanibin piştî seridînê gaveke din serberjêrî ye û bi giştî jî tê qebûlkirin ku di rewşek welê de êdî pêvajoyeke kaosê dest pê dike. Îro jî wexta mirov vedigere û li paş xwe vedinere, em dibînin di bin vê rastiyê de hêmanên bingehîn tevgerên sed û pêncî sal ên sosyalîzma reel, rizgariya netewî û sosyal demokrasî yên navend-dewlet in ku lewra sozên dan girseyên gel nekarîn bi cih bînin. Careke din dualîteya gelo, Xirîstiyantiyê Roma fetih kir an jî berovajiyê wê rast e, derket holê. Belkî jî para rastiyê di her du aliyan de jî heye. Xirîstiyantiyê wexta bi kulta împaratoriyê re sentez kir feodalîzma Serdema Navîn derket holê. Wekhevîxwaz û aştiyane nebe jî mirov dikare bibêje sîstemeke nû ya civakî derket. Lê, dîsa rastiyeke eşkere bû, wekhevî û azadîxwaziya di cewherê xwe de bi giranî ji dest dabû.

Ekolên sosyalîst, sosyal demokrat û rizgariya netewî di demekê de ku em dikarin jê re bibêjin qonaxa hov a sîstema kapîtalîst derketin holê, bi ser sîstemê ve bûn. Ji wê derketibûn. Bêguman, rast nîne mirov bibêje bi temamî wek ekolên yedek ên sîstemê dihatin amadekirin. Lê, em îro bi hêsayî dikarin bibêjin; derdekî wan nebû ji bo şêwazê jiyanê û rasyonalîteya sîstemê bi tevahî li dawiyê bihêlin, eger hebe jî ji gotinê derbas nekir. Îdeolojiyên azadîxwaz û wekhevîxwaz kokên wan naçin civaka hiyarerşîk û çînî. Ew ji nav hêviyên demokratîk û komîn hiltên. Lê, em dikarin gelek mînakan ji dîrokê nîşan bidin ku bi zorê yan jî di berdêla tawîzan de ji aliyê hiyarerşî û çînî ve hatine dejenerekirin û cewherê xwe wenda kirine. Em dema jihevketina welatên sosyalîzma reel, piştî rizgariya netewî tengasiyên dewlet ketinê û muhafezekariya hukûmetên sosyal de-mokratan, nîşan didin ku pir cudahiya wan ji yên din nemaye û ji lewra di vê qonaxê de em bi hêsayî dikarin bibêjin wan ji mezheb-bûyîna sîstemê wêdetir gav neavêtine. Sîstem nikare ji van mezheban sûd werbigire û tengavbûna salên 1970 jî ji nêz ve bi vê rastiyê ve têkildar e. Tevgera ciwanên 1968 jî di cewherê xwe de vê rastiyê îfade dike. Encamên hêvîkirine nebûne. Her sê ekol jî tevî ku bûne desthilatdar, nekarîne sozên dane bi cih bînin. Burokrasî û çîneke nû ya kapîtalîzmê derxistin holê. Ji gelek aliyan ve ji kapîtalîzma klasîk paşve mayîtir bûn. Krîzên rê li ber vekirin, tinebûna wekhevî û azadiyê kir ku sîstema rexne dikirin ji nû ve lê were gerîn.

Ev rastî ji bo rewabûna dewleta kapîtalîst jî xetereke ciddî bû. Wê êdî ji qabîleyetên xwe yên pê bandor li ser girseyan dikir, bibûya. Muxalefetên gel wê êdî li pey ekolên bi ser dewletê ve nînin, biçûna. Şoreşgeriya 1968 her çend kêmasiyên wê hebûn jî rê li ber vê yekê vekiribû. Em ji çepgiriya nû bigirin heta feminîzm, tevgera ekolojîk û ekolên çandî yên herêmî li bereyekî fireh şêwazê muxalefeteke nû li dijî dewletê pêş ket. Yek ji hêmanên sereke yê sîstem bir kaosê ev bû. Ji aliyê din ve, pirsgirêkên hawîrdorê yên zêde dibûn, di encama polîtîkaya tawîzan de heqdestên zêde dibûn û ji ber girseyên mezin ên xizanan daxwaz ji bo hilberandinê nedibû û vê yekê jî rê li ber lêçûn û hilberandineke zêde vedikir. Nakokiyên hundur ên sîstemê di çarçoveya DYE-YE-Japonya de zêde bûbû. Piştî salên 1980, neolî-beralîzm wek çareyekê ji bo vê tengavbûna kaotîk hatibû fikirîn. Di salên 1990 de jihevketina Sowyetê ji bo sîstemê nebû serketin, bero-vajî, bû hêmanekî krîzê xurt bike. ‘Pêngava global’ a nû ya neolîbe-ralîzmê di van şertan de ket rojevê. Di bin bombardûmana giran a medya monopol de hewl dan paradigmayên sexte biafirînin. Ji bo hedefeke nû ji sîstemê re were destnîşankirin, avakirina teoriyên nû hat bilezkirin. Di şûna komînîzmê de ‘şerê şaristaniyan’ teoriya li re-wacê bû. Nexasim li ser cografya bi navê Îslamê rejîmên hatibûn avakirin bi berjewendiyên sîstemê re li hev nedikirin û ev yek zêde derdiket pêş.

Di serê salên 1970 de ku li cîhanê bûyerên bi vî rengî diqewimîn, li Tirkiyê jî çepgirî û di çarçoveya pirsgirêka netewî ya Kurd de Tevgera Kurdî, pir zêde nekarîbûn çepgiriya klasîk û meyla netewparêziyê li dawiyê bihêlin. Pir ji dawiyê ve li pey dunyayê diçûn. Çepgiriya Tirkiyê bi cihokên Sowyet, Çîn, Albanya û komînîzma Ewrûpayê tîna xwe dişikand. Çepgiriya Kurd ku tevgereke piçûk a rewşenbîran bû, di navbera netewparêziya Kurd a paşverû û çepgiriya Tirk de ji aliyê nav li xwe danînê, dudil û tevlîhev bû. Di vê demê de ez bi xwe şexsî bi her du meylan re jî ele-qeder bûm. Min hewl da ez bibim sempatîzan. Tevî ku sempa-tîzaniya min a ji bo THKP-C ya ji Dev-Genc’iyê dihat zêde bû jî bala min zêdetir diçû ser pirsgirêka Kurd. Vegotina pêşengên THKO Denîz Gezmîşan a li ber sêpêya darvekirinê ji bo biratiya azad a Kurd-Tirk peyamek bû, diviyabû timî pê ve dilsozî û girêdan hebûya. Tevî vê yekê, ez di sala 1970 de li Stenbolê bûbûm endamê DDKO’yê. Dema sura firtûneya 12 Adarê rabû, di nav rewşeke tev-lîhev a rêxistinê de her an û gav dibû ku ez derkevim derveyî qanû-nê. Jixwe di Adara sala 1972 de piştî şehadeta Mahîr Çayanan, ez di çalakiyeke boykotkirina SBF de ketim zindanê û piştî heft mehan ji ber tinebûna şahid hatim berdan. Ez wexta ji zindanê derketim, ez gihîştim wê baweriyê ku rêxistiniyên heyî hêviyê nadin û ya rast ew e ku rêxistiniyeke nû were ava kirin.

Di Buhara sala 1973 de me li Enqerê biryardariyek ji bo rêxis-tinbûyîneke serbixwe nîşan da û ev yek ji derfet û îmkanan wêdetir di aliyê maneviyê de girîng bû. Me ne meyla netewparêziya Kurd a paşverû, ne jî meyla sosyal-şoven (di cewherê xwe de meyla netew-parêziya çepgir a Tirk) qebûl dikir, me bi şîroveyeke xweser a dîrok û rojane wek ‘Şoreşgerên Kurdistanê’ gavavêtin rast didît. Ev guher-tin di warê xetê de bû û roj bi roj girîngiya wê derdiket holê. Me hewl dida, ji bo em di warê îdeolojîk de, ne di bin meylên netewê serdest ê tehekumkar de, ne jî di bin meylên netewparêzên Kurd ên paşverû yên hevkar ku bi ser netew-îqtîdarên tehekumkar ve ne, bêne helandin, vê yekê însiyatîf û nasnameyeke azad dida me. Ez bawer dikim ku ev tercîh rast bû. Di hinavên Kurdan de ew taybetî hebûn ku çendîn xebatên xwe bimeşîne, karibe gelên din jî bigihîne serwex-tî û têgihîştina azadiyê. Ji bo em nekevin bin bandora netewparêziya serdest û bindestan, wek hedef nasnameya gelê azad li cih bû û ev yek di heman demê de li gorî dem û cih garantiyek bû, ji bo em nekevin rêşaşiya sosyalîzmê, rizgariya netewî û sosyal demokratan ku ew li gelemperiya dunyayê ketin rewşa mezhebên kapîtalîzmê. Tevî ku ev yek ji bo pêşdebirina zêhniyetê jî li cih bû, her weha taybetiyên wê hebûn ji bo rê li ber siyaseteke demokratîk veke. Pir zêde destnîşankirina rizgariya netewî dikarîbû bûbûya sedema ji rê derketinekê. Di vê de şîroveya dogmatîk a ‘netew dikarin çarenûsa xwe diyar bikin’ bi tesîr bû. Ji bo her netewekî dewletek, wek şîroveyeke rast a bi tenê ya vê prensîbê dihat fêmkirin. Vê rewşê çavkaniya xwe ji têgihîştina îqtîdarê ya sosyalîzma reel jî werdigirt, afirîneriya xetê asteng dikir. Lê îlana PKKê ya di sala 1978 de pêşî li vê ji rê derketinê girt. Di şûna ku em bibûna tevgereke xweser a rizgariya netewî ya Efrîka, xeta me ya xwe spart azadiya gel rewş xurtir kir. Pêşketin li gorî veguherînên çepgir ên li dunyayê -pir bi serwextî nebûya jî- li cih bû. Xetek welê bû, di hinav û himbêza xwe de şensê wê yê paşeroj û siberojê hebû.

Xeta îdeolojîk, tevî ku kûr û zelal jî nebû, ji ber ku ji pêşketinê re vekirîbû, ji rê derketinên mezin û mayînde asteng dikir. Me bi israr dianî ziman ku sosyalîzma me ‘sosyalîzma ilmî ye’ em dikarin vê yekê bi eleqeya ilmê civakî rave bikin. Li hemberî îhtîmala nexwe-şiya hişkbûna îdeolojîk a rê nade dîtina rastiyê, ji bo tedbîrgirtinê hewl hat dayîn. Lê, tevî ku ilmê civakî di nav pirsgirêkên giran de bû, eleqeya nû ya ji bo çand, ekolojî û pirsgirêka jinê, dîsa jî girîngiya xetê îspat dike. Xetê dikarîbû xwe ji tevlîheviya sosyolojiyê bikira û bi vî awayî dikarîbû îdealên azadî û wekheviyê geş û pêşeng bikira. Herî kêm, texrîbatên krîza sosyalîzm û ilmê civakî bi xetê hatin bi sînorkirin. Xetên din ên çepgir ên Tirkiyê ji ber ku nekarîn vê qabîliyetê nîşan bidin û di navbera karektereke pûç û lîberalîzmeke ferdî de çûn û hatin, nekarîn xwe ji marjînalbûyînê xilas bikin. Ji ber ku xwe xistin rewşa hucreyên piçûk ên mezhebbûyînê, hînê ji serî ve şensa xwe ya polîtîkbûyînê jî wenda kirin. Komên bi navê çepgirên Kurd jî di pêvajoyeke hînê melûltir re derbas bûn.

Şensê polîtîkbûyîna xeta PKKê ji nêz ve bi taybetiyên wê yên îdeolojîk ve têkildar e. Ji lewra gelê bibe zemînê wê pir zû dikare xwe bigihînê û ev vê rastiyê ispat dike. Eger ew jî biketa nexweşiyek çînî yan jî netewetiyeke teng, ewê jî wek mînakên din nekarîbûya ji marjînalbûyînê xilas bûbûya. Baş tê zanîn polîtîkbûyîneke kûr heye. Divê mirov vê yekê bi pirsgirêka kadrobûyînê ve girê bide. Kadro ji ber rengwergirtina xwe ya heyî di rewşa astengbûyînê de bû. Pirsgirêka kadro heta nehata çareserkirin ku di hilweşîna sosyalîzma reel de yek ji hêmanên bingehîn bû, hemû tespîtên siyasî yên bihata kirin û hemû rêxistinbûyîn wê nikarîbûna xwe ji bêkêriyê xilas bikira. Bi qasî xeta polîtîk, modela wê ya rêxistinê jî ji bo pêşketinê li cih bû. Di wateya xweparastinê de parastina rewa ya çekdarî li gorî demê dibû ku bihata parastin. Lê, ji ber ku kadroyên vê yêkî bixwes-tan nebûn, ev timî dibû sedem ku xet qelsiyan nîşan bide. Pirsgirêkên ku mirov dikare ji wan re bibêje krîza rêxistinî, hat xwestin li dawiyê werin hîştin. Hin pêşketinên bi sînor bûn, ya rastîn ev ji girseyîbûyîna tevgerê bû. Ji bo xet rê li ber pêşketinên hînê mezintir veke profesyonaltiyê xwe ferz dikir.

Di xeta polîtîk a PKKê de mijara herî girîng a divê were rohnîkirin mijara dewletê ye. Gelo, di xeta polîtîk a PKKê de avakirina dewletek cuda hebû, yan na. Tevî ku slogana Kurdistana Serbixwe pir dihat bi karanîn jî, pir zehmet e ku mirov bibêje ev dihat maneya avakirina dewleteke serbixwe. Ez wek şexsekî herî nêzî mijarê, nikarim bibêjim; bi giştî dewlet û bi taybetî jî têgîna dewletê ya Kurdistanê me bi kûrahî guftûgo kiriye û em fikirîne. Her çend meyleke utopîkbû jî ji aliyê realîstî ve aktualîzekirinê zêde bal nedikişand. Ez di wê bîr û baweriyê de me, ev yek ji xwestin û nexwestinê wêdetir di aliyê wê yê çareseriyê de zelalî nebû. Pir zelal nebû, bi dewletbûnê re çareserî dibû, yan na. Baş dihat zanîn ku ev mijar di teoriyê de bi nîqaş e. Pirsa; gelo sosyalîzma demokratîk, an jî dîktatoriya proleteryayê, timî di hişan de dibû sedema tevlîheviyê. Dewletên li gelemperiya dunyayê jî dihatin dîtin ku pirsgirêkên gelan û kedkaran çareser nakin. Ev dîtin jî bi bandor bû. Van hemû nuqteyan bal dikişand ser hewcebûn û ponijandina li ser dewleteke cuda, lê di heman demê de vê yekê bi xwe re dida hiskirin ku wê pirsgirêkên kes nikaribe ji binî derbikeve rû bidin. Her weha tevî zehmetiyên avakirina dewleteke Kurdî li Tirkiye û Rojhilata Navîn, pirsgirêkên nû yên bi xwe re bianîna jî dihatin zanîn û vê yekê mijar hînê naziktir dikir. Wek encam, di şûna dewletê de têgîna niştimana dayik Kurdistan hat tercîhkirin ku çendîn statuya wê tam zelal nebû. Ji slogana bingehîn ‘Kurdistana Sosyalîst, Demokratîk û Serbixwe’ tê fêmkirin ku tercîheke vekirî ji bo dewletê nîne. Mirov dikarîbû texmîn bikara ku wê slogana rastîn û şoreşgerane bi awayekî berçav Kurdistana Azad bûya. Eger mirov Şoreşgerên Kurdistanê=Alîgirên Kurdistana Azad tercume bike hînê şîroveyeke rast e. Girîngiya vê pirsgirêkê wê hînê paşê derketa holê. Bitaybetî dewleta ‘Kurdistana Federe’ ya di serê salên 1990 de hat îlankirin û di berxwedana PKKê de îlankirina ‘herêmên azad’ di mijara îqtîdara dewletê de dida fikirandin.

Ji ber ku pirsgirêka dewletê di îdeolojiya sosyalîst de jî tam ne-hatibû çareserkirin şîlo hînê zêde dibû. Lê di giranbûna mijarê de -her netew mafê xwe yê çarenûsê heye- fikra ji bo her netewî dew-letek rola bingehîn dilîst. Dema dewlet jî dihat gotin zor û şer diket rojevê. Şer wek pêdiviyek parastina rewa nebû, ji bo armancên polîtîk bi giştî şer mubah dihat dîtin, ev jî bi serê xwe mijareke girîng a pirs-girêkê ye. Wek fikreke stratejîk dihat qebûlkirin ku eger şer nebe, hem jî şerekî demdirêj, netew nikarin rizgar bibin, netew jî rizgar nebin çîn nikarin rizgar bibin. Pirsgirêkên îqtîdar û şer ku di tevahiya dîroka têkoşîna azadiyê de pêşî ji rê derketinên mezin re vekirin, her ku biçûya wê di rojeva PKKê de cih bigirtana.

Di vê pêvajoyê de dewlet bi ser me de hat, lê jixwe di vê demê de bi giştî bi ser Kurdîtî û çepgiriyê ve diçû. Wek parçeyekî vê êrîşê bi ser me de jî dihat. Jixwe rewşeke statuya cuda bixwaze nebû. Fikir nedihat kirin ku ev tevger bibe navendeke berxwedanê ya xweser û demdirêj. Hemû nîşaneyan bi serê tîrên xwe hatina darbeyeke leşkerî îşaret dikirin. Du helwest hebûn bihatana nîşandan: Yan derketina serê çiyê, yan jî derketina derveyî welat, xwe vekişandina Rojhilata Navîn. Ya esas, bi ser her du helwestan de jî hatin. Di dawiya sala 1979 de tevger xwedî derfet û îmkan bû ji bo di her du cihan re bihereke bêyî ku wendahî bide. Xwe vekişandin û herikandina di van cihokan re pir hêdî dimeşiya. Ji bilî hin girtinên bêşens ên mîna Mazlûm Dogan û Mehmed Xêyrî Dûrmûş wendahiyeke ciddî nebû. Tevger çêbûbû, partî hatibû îlankirin û bûbû xwedî statu ji bo karibe hebûna xwe demeke dirêj bide meşandin. Ji lewra darbeya 12 Îlonê bi pêşbîniyeke mezin hat pêşwazîkirin û darbeya eskerî ya sala 1980 hînê nebûyî, hemû pêdiviyên hewce bi cih hatin anîn. Mayîna li derveyî welat ji bo demeke dirêj nedihat fikirîn. Hin kadroyê bihatana perwerdekirin û bi şerekî demdirêj ê gerîlla wê xeta rizga-riyê şer bihata meşandin; ev wek ‘qanûna şoreşê’ dihat şîrovekirin. Bawerî hebû ku, wê her tiştê li gorî hatiye plankirin bimeşe.

Piştî salên 1980 wek hatibû plankirin çend komên hatin perwerdekirin ji bo welat hatin şandin. Hinek xebatên siyasî yên bereyî -Eniya Berxwedana Yekbûyî Li Dijî Faşîzmê- hatin kirin. Ji ber ku, kar û xebat wek dihat xwestin nedimeşiya, hewceyî bi hin karên teorîk derdiket holê. Bi vê armancê ji sala 1981’ê û pêve analîzên ‘Li Kurdistanê Pirsgirêka Kesayetiyê, Taybetiyên Milîtanên Şoreşger û Jiyana Partiyê’ tavilê li pey wan ‘Li Kurdistanê Rola Zorê’ û ‘Li Ser Rêxistinbûyînê’ li kasetan hatin qeytkirin û wek pirtûk hatin çap-kirin. Bi Konferansa Yekemîn a PKK’ê (1981) û Kongreya Duyemîn (1982) xebatên bingehîn û mayînde ji bo qada welat hatin kirin. Şerê Îsraîl-Filîstînê di sala 1982 de ev pêvajo bi leztir kir.

Ya esas, bi Şoreşa Îranê re li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ji bo rêvebirina xebat û baregehan şert û mercên baş derketibûn holê. Ne ku nehat fikirîn. Li wê deverê heval Mehmed Karasungur hebû ku ji şerê li Siwêregê xwedî tecrûbe bû. Dikarîbû ya hewce jî bikira, lê di Gulana sala 1983 de bû qurbanê durustî û amatoriya xwe û şehîd ketina wî bêşensiyeke ciddî bû. Ji bo cihê wî yê vala bûbû tijî bikin, di sala 1982 de Dûran Kalkan û Alî Haydar Kaytan hatin şandin. Ji wan hatibû xwestin ku xetê li Başûr rêve bibin û bidin rûniştandin. Beriya vê jî di sala 1980 de bi pêşengiya Kemal Pîr û Mahsûm Kork­maz zevtkirina xeteke berxwedanê ya ji Botanê heta Dêrsimê hatibû xwestin û ji bo vê yekê jî bi giştî xwedî perspektîf bûn. Girtina bêşens a Kemal Pîr - Tîrmeh 1980 - wendahiyeke ciddî bû. Yên esas gavavêtin ji wan dihat xwestin Dûran Kalkan ew bûn ku di warê lîstina bi xetê de yekem car rê li ber fikaran vedikirin. Bi qasî ku tê bîra min, min wiha digot; “Li Rojhilata Navîn de tiştên bûne mirov dubare bike, wek mirov kerê xwe boyax bike û careke din bifiroşe.” Gavavêtinên bendewariya wan dihat kirin, nebûn. Li Zindana Amedê Ferhad Kurtayan xwe şewitandin û Kemal Pîr, Mazlum Dogan û M. Xêyrî Dûrmûş ketin rojiya mirinê û wexta me şehadetên wan bihîstin, rewşa me ya berpirsiyariyê û fikarên me wergeriyan hêrsê. Bi vê armancê me yekem car di Çileyê sala 1984 de bi hin kadroyên navendî re civîn pêk anî.

 

Kategori: Reber APO