Tirkî  |  Erebî

Rêhevalê ku di şerê Başur de şehîd ketî, rêhevala Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di milê azadiyê de xwediyê hewildanekê mezin bû.

Ev heval, ji bo min raporek rê kiri bû. Beriya ku şehîd bikeve, min şahadeta wê ne bihisti bû. Lê, timî di bîra min de bû. Gotîbû; “ez ê ji tehlîlatên Serokatî sûd wegrim û dixwazim ceribandina romanek bikim.” Li gel me heya niha kes gotinek bi vê awayî nekiri bû. Rêhevalek gelekê pêwender bû. Min di got; ez vê hevalê bi bînim û nîqaş bikim wê baş be. Dûvre agahiya şahadeta wê hat. Keçikek pir leheng bû. Di asta fermandariya taximê de diçe li ser qereqola Rûbarok û birîndar dibe. Ruxmê ku birîndare jî lê, di şerê Başur de di eniya xwe de di pêşde helwest digre. Li wê derê jî, heya guleyên wê xilas dibe mevziyê de dimîne. Dûvre jî hêzên nûker yê xayîn derdorê wê dorpêç dikin û dibêjin; “radest be em tiştek li te nakin.” Lê, helwesta vê hevalê jî dibêje; “we bi neyar re nûkertî kiriye, hûn li Başur êrîşê şoreşa Bakur dikin, hûn xayînin, ez xwe radestê we nakim.” Diruşme ji bo Serokatiya partiyê tavêje û xwe zinaran de tavêje. Ev çalakiyek pir watedar û wêrektiyeke. Di asta teorîk de jî bi hêze. Ev tinê çavkaniya xwe ji welatparêztî û berxwedartî nagre. Her wiha tehlîlatên wê ji pir kur in û li ser esasê fêmkirinê ne. Ji ber ku dixwaze wan hên bêtir kur û firehtir bike. Ev rewş dide diyar kirin ku, wê ji vê hevala me kesayeteke çareserî derketi ba. Kesayetên ku, ji bo fêmkirinê bi biryar û ji bo vê jî her curê berxwedaniyê didin meşandin derdikevin. Pêwîste mirov nirx bide van rêhevalane. Pêdivî heye ku, mirov ji bo bîranîna vê hevalê bersivên xurt bide. Ev kesayetane ne yên ku mirov hêsanî nêz bibe. Ji bo vê şahadetê heval dibêjin; “em bîranîna vê hevalê re girêdayîne, emê navê wê bidin taburê.” Pirsgirêk ne ewe ku mirov navê wê bide taburê. Ya girîng ew e ku, mirov helwestê ku dayî raber kirin jiyanî bike. Ji xwe yê ku gihiştî vê encamê jî helwestên ku dane raberkirine. Em vê girîng dibînin. Ev jî mînakê hevalên ku em dixwazin pêş bikevin.

 

Ya rastî jî, ev rêhevala me ji bo pêşketinê bibiryare, her wiha pir şaşîtiyan re jî rû be rû maye. Lê, dibe ku şaşitiyan jî kiribe. Lê belê, her diçe di xeta rast de kur dibe, encamekê pir bandor jî digre. Tişta ku ez dixwazim bêjim eve;” ger ku em rê vekirî bi hêlin pir kesên leheng û yeman wê derbikevin. Her wiha berê di gotin; “ jin giranî çêdikin, em çi ji wan bikin? Min ji wan re di got; yên ku hûn dibêjin giranî çêdikin berovajîne, jin hêzekê mezin ê fedayî ye. Asta ku ev hevalane xwe gihandinê jî di de diyar kirin ku, piraniya wan de derdikeve li gel feraseta xwe fedakirinê vegotina cesaret jî heye. Hûn vê na nirxînin, nêzîkatiyên kevnar ê feodalîzmê û nêzîkatiyên civakî nêz dibin. Ev nêzîkatiyên rast nîne. Dibe  ku hêza we têrî neke, nêzîkatiyên rast dane diyar kirin jî dibe zehmet be. Lê, feraseta min jî wisane. Her wiha derket holê ku ev feraset raste. Pişt re jî pir kesan got; hemû di sengeran de berxwedane, kes ne reviye. Weke ku,me dizanî ne wisane. Xeta Şehîd Bêrîtan ji bo min pir girînge. Ez dibêjim xet û bîranîna Bêrîtan. Em jiyana şehîd Bêrîtan bêxin xet. Ji bo min nameyek wê hebû, ez bawer dikim yek name bû. Hevalek hêza wê ya entelektûel û kurbûna wê jî hebû. Xwe radest nake. Xwe radestê netewperestiyên paşverû nake. Ferhat ew xwe radest dikin. Ev xeteke. Xwe ji zinaran tavêje. Ev ne xwekujî ye, xeta azadiyê ye. Ev mezin bûna rûmeta jin û berxwedaniya wê ye. Ev pir girînge. Wê azadiya jin, ev girika kor ê Rojhilata navîn  çareser bike. formûla min a pênç hezar salan heye. Ji neolotîkê heya roja me ya îro çanda xwedawendî em rojane dikin. Ez jêre dibêjim şoreşa zayendî. Tevgera azadiya jin bila jiyanî bikin, bila jin bi tenduristî bisekinin. Bila tû qisaweta jiyan nekin, heya dawiyê ji xwe bawer bikin. Wê Rojhilata navîn ev çareser bike.

Bêrîtan ji bo xwe radestê Kurdên paşverû neke xwe ji zinaran avêt. Ji gundekê nêzê Qereqoçanê bû. Pêşmerge pir hêvî jê dikin, ji bo ku xwe radest bike û dibêjin em tiştek li te nakin. Xeta azadiyê ê ku ez esas digrim eve. Lê, ew ji bo xwe azadiyê esas digre. Rûmeta wê keçkê parastin deynê me yê mezine. Ev rêgeza mine. Ez Bêrîtan bi vê awayî dinirxînim. Min xeta Bêrîtan vale vale ne got. Berxwedaniya Bêrîtan dinava me de wek şêwazeke. Heval xwe radest nekir û ji zinaran avêt. Neh keç hebûn, govend girtin û xwe bi narincokê şehîd xistin. Ji bo ku, nekevin destê neyar bi vê awayî kirin. Evane hemû ji bo me lehengin. Rêhevalên jin ê pir zadegan û berxwedêr hene. Her wiha rêhevalên ku xwe şewitandine jî bibîrtînim. Kesên ku dixwazin bibin hemdem bila biçin xwe bikin hemdem. Ev diçin Avrûpa diçin ku bila biçin. Ev xwedawendî ez ji bo çandekê dibêjim. Bi zimanê magazîn na bêjim. Ev çand yê were zîndîkirin. Zilam naxwaze fêm jî bike. cûdatirê vê jiyanekê azad nabe.

 

Çawa nayê jiyan kirin

We dest ji dibistanên pergalê berda û hûn hatin dibistanên me, birastî jî hûn dixwazin di asta azwerî de bibin şagirtên me? Nirxên ku hûn di bingehde pêre girêdayîne hene. Di we de çi pêş dikeve, ez dixwazim wan fêr bibim. Bala we li ser çi pêş dikeve? Bê ku xwe bi xapînin û rê li rêbazên cûda bidin bersivê pirsên min bidin. Ma di we de hûnera ku, rastiyê derxistina holê pêşketiye? Hêvî pir lewaze? Hûn sade bûyînê gurura xwe nadin xwarin? ma bûyîna mirovekê xwezayî,li  gor gelê xwe, zimanekê li gor welatê xwe ji were pir zehmet tê? Hûnê gotinê neyar kengê berdin? Di we de ferq bûyîn pêş dikeve? Ya herê girîng; emê xwe avabikin? Di vê mijarê de bextewariyek xuya dike. Birastî jî hûn dixwazin bibin mirovekê nû?

Min xwe naskirî heya niha her timi  bersiva pirsa “ çawa bijî” dayînê di geriyam , lê herê zêde jî min pirsa “ çawa nayê jiyan kirin” esas digirt. Heya niha jiyan di cihekê de “ çawa bijî” bû. Lê, dema min çawa bê jiyan kirin dît, ew dem min derfeta fikrê azad û vîna azad avakir. Lê, hûn ewqasî çav tarîne, ez ezîne, ne xweşikin, bê  hesabin, bê planin,  şêwazekê we ê hatî fêrkirin heye ku, pirsa “ çawa bijî”  daynin aliyekê tucarî nayê pirskirin. Hûn dibêjin qedere çêdibe û xilas dibe.” Hun xwe didin giryandin, xwe dixapînin û di fikirin qey hûn jiyan dikin.

Li hember rastiya we şaşmayî di mînim. Ez jiyana ku were sererast kirinê bawer dikim. Jiyan ji bo min her timî vegotina wê ya şeyda  bûyînê heye. Min tucarî ji bo xwe jiyankirinê esas negirtiye, bi minre nabe. Pêwîste hûn tiştên ku we winda kirine bizani bin. Li hember ev nirxên ku were mezin kirin bê hişyar bûyîna we, bê diliya we, bê wicdan bûyîn  û pirsgirêkekê we yê wisa heye ji xwere bêjin. Hûn dinava cîhanê de, gelê ku henek lê tê kirin û gelê ku herî pir tune kirinê re derbas dibe de jiyan dikin? Hûn dibên  qey hûn bi çi awayî jiyan dikin? Hûn ji xwe hinek pirsan nakin? Hin pirsên ku hûn ji xwe bikin hene, heya hûn bersiva wan jî ne din, we efû kirin nîne.

Pêwîste gotinê fîlozofên Yûnanî ya em fêm bikin. Ew teşe dane mirovahiyê. Piştê wan peyxember tên. Ji xwe hevdû bandor kirine. Dibêjin di serîde “ xwe nas bikin.” Di hûndirê wede kesên ku xwe zêde nas dikin nîne. Ma dîn xwe nas dikin? Encex kesên ku hêza wan yê aqil pêşketine ihtîmalê xwe naskirinê heye. Kesên ku xwe nasdikin, ma wisa tên şer û jiyanê? Li hev bîne û bêje, li hev bîne û jiyan bike. Qandî tu dixwazî xwe bi xapîne. Jiyan ji wê zêdetir nîne.

Pêdivî heye ku, hûn biaxivin. Ez hertim pirs dikim. Bersiva pirsên min dayîn girîngtire. Salane ez ji bo we xîzmet dikim. Ez tu tiştek ji we naxwazim, tinê bersiva pirsên min bidin. Hûn ji dil jî dikarin nêzî pirsên min bibin û dikarin dijî wê jî derbikevin. Jiyanê fêmkirin ne eybe. Ya şerm ewe ku ew jiyana ku nayê jiyan kirinde û jiyana ewqasî eyb jiyan kirin de israr kirine. Ez niha hatim vê emrê û min pala xwe dayê. Ma şerme ku ez jiyanê hemû kurahiya wê fêm bikim? Na. Her kes henekê xwe li min bike jî, li gor min karê herê rast, berdewam kirina jiyana raste. Çima hûn nabin şervanekê mezin? Ez vê pirsê ji xwe pirs dikim. Ji ber ku jiyan ji bo we qandî dêndika hêjîrêye ji bo vê yekê, şerekê mezin pêşnakeve. Formûl eve. Ger ku hûnerê we yê lêkolînkirinê hebe, dîrokê meyze bikin, kesên ku hewildanên wan mezin in, jiyana wan jî mezin in. Em nabêjin jiyan nekin, em dibêjin ji bo xwe jiyaneke mezin esas bigrin. Dema Roma çû, du Sezar’ê Roma nema, ji ber ku Sezar li gor Roma bû. Ango pergalekê mezin bû. Dema Palmîra jî çû, yek Zenûbya namîne. Ji ber ku, ew jî li gor Palmîra bû. Dema Misir jî çû, Kleopetra jî namîne. Ji ber ku mezin bûna wê li gor Misir’ê ye. Niha nirxên me ê wisa mezin jî nîne. Tu tiştekê me nîne. Li gor wê jî hûn dibêjin em dikarin mezin bibin. Ez jî dibêjim, derewê  herê mezin jî eve. Ev xwe xapandinekê mezine. Li gor çi mezin bûyîn? Kîjan welatê te heye, şiwînê (eser) te heye, kîjan mirovatiya te û kîjan pirtûkê de cihê te heye. Hûn hertim li gor hûndirê pirtûkên xwe yê derew xwe mezin hesap bikin. Lê, pirtûkê de, ango pirtûkên rastiyê de, pirtûkên mirovahiyê de tu tiştek wisa nîne. Ev pirtûkên we yê derewde hene.

Ger ku serkeftinê giştî nîn be, welatê me timî were şewitandin, û gelê me jî her tim qirkirinê re were derbaskirin, mayîna min û te ji çi reye. Mirovên ku di ferast de xurt bin, yekitiyê wan ji bo şer jî û serkeftin jî girînge. Gelo, ma ji bo vê rêbazê ewqasî israr kirin şaşe? Di vê mijarê de tiştên ku hûn bêjin heye. Dinava we de yê herê bandor bûyî kî ye? Di eniya keçikan de hişyar bûyîn zêde tire. Gelo kiye ewqasî bandor bûyî? Di hişyar bûyîna jin de, nasnameya wê de û dilê wê de tiştên nû hene? 

Em mafê axaftinê bidin berdevkê fermî. Gelo berdevkê fermî di van milan de çi dibêje?

Heval Meryem: Serokê min, ne gengaze ku şêwazê we bandorê xwe neke. Di me de tişta ku tê jiyan kirin, mirovan bi xwere dayîna girêdan, xîtabê lewazê wan kirin û h.w.d. Lê, di Serokatî de mirovan kişandina jiyanekê rast û lewaztiyê wan xurt kirin ..

 Serokatî: Mijara jin tê fêm kirin?

Heval Meryem: Tê fêmkirin Serokê min.

Serokatî: Di we de coş bûnek dide avakirin?

Heval Meryem: Raste, Serokê min.

Serokatî: Em bi were berdewam bikin?

Heval Meryem: Berdewam bikin Serokê min.

Serokatî: An em bêjin berxwe nadin û dest jê berdin?

Heval Meryem: Serokê min, ji xwe yê ku hêza berxwedaniyê nadin raber kirin dikevin. Di encam de yê ku dixwazin bi meşin xwe têşînin.

Serokatî: Di rojên dawî de bûyerên herê bi bandor çiye, di vê de hîskirinek heye?

Heval Meryem: Serokê min di asta hevalê jin de?

Serokatî: Bi fikire, ez tinê vê milê na bêjim. Li gor min tiştên pir girîng hate gotin û evane tên kirin jî.

Heval Meryem: Serokê min, di rojên dawî de jî tê xuya kirin, Serokatî ji bo ku em xwe ne xapînin şerekê pir mezin dide. Lê, em hêj jî xwe di xapînin. Mirov çiqasî nêzî kedê Serokatî dibin tê ditin. Çawa kesayet dîsa xwe pozber (dayatma) dike, di şerê xwe de çiqasî bê hêz dibe  tê dîtin.

Serokatî: Tiştên ku tê zanîn nebêje. Pêşketinên balkêş hene? Hêvî heye?

Heval Meryem: Serokê min pêşketin, pirsgirêkên xwe zelal dîtine û xwesteka pêşketin û vegûhertine.

Serokatî: Birastî jî hûn dixwazin?

Heval Meryem: Serokê min em dixwazin.

Serokatî: Kesê ku di dilê wê de bager jê tê heye?

Heval Meryem: Serokê min di dilê her kesekê de bagerek cûda heye?

Serokatî: Eman tam gotinekê mîrane. Yekê nîşa min bide. Ger ku lê dide, di kîjan milê de tê, di kîjan milê de diçe? Ew kîjan bagere dixwazim fêmbikim. Ji min re kesê ku di kurahiyê de bandor bûyî nîşa bide? Ez xemgîn bûna we dibînim, nêzîkatiye kê wisa heye ku mirov dibê qey hûn dibêjin “way tiştên destê me de jî diçin.”

Heval Meryem: Serokê min em “ tiştên ku destên me diçin zêdetir, emê çawa bikaribin jêre hêz bînin eciqandina wê heye.

Serokatî: Ev rojane wê çawa be, hûn wê difikrin?

Heval Meryem: Em ê çawa bibin? Ango tiştên ku were derbaskirin  û xwe gihandina tiştên pêwîstî.

Serokatî: Çawa nabe” hat fêmkirin? Hûn ferq dikin ku hûnê çawa nebin?

Heval Meryem: Serokê min, em ferq dikin ku bi vê awayî nabe, ev bandorek dide çêkirin.

Serokatî: Pêwîstî nîne em xwe bixapînin. Li gor min xebatê herê bi semyan xweşik bûyîna keçan û pêşketina wane. Ji bo ku keç xortan bi pejirînin ya girîng ewe ku, xort xwe bigihînin asta herê jor. Ji bo ku we bi ecibînin, pêwîstî heye ku hûn bibin şervanên xurt. Ji xwe cudayê vê tû pîvan nîne. Ev ji bo min jî derbas dibe. Ev pêwîstiyekê hûrmet dayîna jinane. Wê jin jî wisa be. Bila bi lewaztiyên xwe me mijûl nekin. Dema em dibêjin şerê me şerê  jine, em girîng bûnekê pir xurt didin diyar kirin. Ez, li ser mirovan pir di sekinim, balê herê girîng bal kîşandina li ser mirovane. Balê herê bi nirx jî,  pirsgirêkên mirovan re mijûl bûyîne. Mirovan fêm kirin, ber bi rizgariyê ve birin hewildanê herê bi nirxe. Em vane li vir fêr dibin. Nan û av  bi vê re girêdayî ye. Ji xwe di welatê Kurdistanê de, her  wiha di Rojihilata navîn de wisa xuya dike ku şoreşa herê ku li ser mirovahiyê şopê baş bihêle, wê ev şoreş be. Ji ber ku her diçe bala mirovan bêtir dikşîne. Ez bi xwe jî her roj xwe tê de kur dikim. İdeali bibin û ji dil bin. Em dixwazin nirx bidin we hemûyan. Li vir dibistana jiyana xwe serxistinê ye. Dilnizm bibin, baş fêr bibin, ji xwe we xwe peyîtan diye. Hûn ne mirovên ez ezî û tirsonek in. Xwe bikin şagirtên herê baş û serkeftî. Çima hûnê ne kari bin bibin, fermandar û milîtanên sexlem û kesên ku tu astengiyan nasnakin. 

Diyalogên Rêbertî ê bi Şehîd rêheval Meryem re

17 Çile 1997

 

 

 

 

Kategori: Reber APO