Tirkî  |  Erebî

Helbet peywendiya mezin axaftinê bi guhdarvanî û şagirtîbûna mezin re heye. Heya hêza guhdarkirin û têgihiştina şagirtan lewaz be,

axaftina me pir zêde wateyek venabêje, yan jî ji qîymeta xwe pir tişt wenda dike. Pirsgirêka di navbera me de yek jê eve.

 

 

Çalekiya ku partî bi rê ve dibe gelek mezin e, lê yên vê yekê têdigihijin pir biçûk in an jî yên di rewşa têgihiştin û şer kirinê de jî wekî cûcene. Helbet di vir de guneh ne yê kesayetê ye. Ev  yek pêwîste xwe di rastiya neteweyî û civakî de dibîne. We ev ewqas bê angaşt û wate kiriye ku rexneyên me tev encam nadin. Pirsgirêk ne niyeta baş an jî ne baş e,  pirsgirêk ne cesaret kirina şere yan jî her tiştê xwe dayîne jî. Pirsgirêk mezin afirandin, mezin têgihiştin û yê heyî ti carî ne ecibandin, hîn zêdetir hizirîn, xwestin û pêkanîn e.

Li gel me, ger şoreş misoger wisa be wê bigihîjê serkeftinê. Yan jî feraseta we ya bi heyî ve bes mayîn, bi roxmî hemû dildarî û canfedayî ya we, bi binkeftinekî nebaş re encam girtin, jê ne revîn e. Nebûna  mirovê çalekiyê ya ku mezin diafrîne, bê şansî û belengaziya we ya mezin e. Her ku mirov li we dinêre diêşe. Ew lewazbûn û neçariya we ya di warê îdabûnê de qîr qîr di qîre; dibêje “ ez ewqas im, ji min pir hêvîdar nebin”. Di van tevan de niyeta we ya pir baş, xebatan hîn zêdetir  trajîk dike û  tîne  rewşekî dilê mirov pê biêşe. Mînak hûn dikarin bi min re heyecan bigrin,  divê di ramanên we de, hêviyên we û ruhê we de, derfeta jiyanê bê dîtin.  Lê bi roxmî ku bi hezaran ji we li hemberî min in, lê heyecaneke mezin min nagre. Ji ber ku angaştekî, hêrsek û çalekiyekî we ya rê li ber vê nîne. Helbet ev jî trajediya min e. Tengaviya min pir mezin e, em bêjin  jiyana biêşe, ez neçarim ku bi xwe bi  xwe re bes bibim.  Ez neçarim  xwe bikim  xwediyê  çareseriyê û xwe bi rêve bibim. Şer tenê ne bi dijmin re, neçarim ku bi serkeftî li hember xwe jî şer bikim.

Birastî jî hûn nikarin di kêleka şer re jî derbas bibin û ev jî jêdera xemgîniyekî  hîn  mezintir e. Ez rewşa we bi deh saliya xwe re dipîvim;  ez we hîn bê  tevgertir, bê heyecan, bê xwastek dibînim. Divê em vê sirê vekin. Ev ne çarenûsek e. Pêwîst em ji her tiştê ku hûn anine  rewşekî  weha, hesab bixwazin.  Dibînim ku hûn ji rastiya xwe pir ditirsin. Binêrin hûn di rewşekî ewqas bê naverok, heşifî, bêhal û bê berhem de ne ku hûn nikarin hêza li xwe nêrandinê bidin nîşandan. Li ser vê re jî bi derewan hatiye pêçandin. Bala xwe bidine felsefeya we a civakî hêvîdarim ku hûn dê dersa felsefê bi rastbînî bi şixulînin, ev e; xwe ji rastiya  xwe  ya heyî cûda dayîna nîşandan,  heta bi rastiyê re di nava  peyveke pir berovajî de jiyan kirin!  Belê, ev di we de taybetmendiyekî  herî felsefîk ya bingehîn e. Di me de felsefe  wekhevî bi xwe  karîna cûda dayîna  nîşandan e.  Ev felsefeyek bê şens û pir talûkeye. Di rastiyê de mirov dikare ji vê re bêje bê felsebûn jî. Ji kesê ku nêzîkatiyekî wi/wê yê pir bi hêz ji jiyanê re nîne, mirov dikare bêje ku ji nêrîna cîhanê jî xizan e.

Gava dixwazim we bandor bikim, ez xwe hertimî di lêpirsînê re derbas dikim. Ez divê dûnyayê de çima heme? Divê ez hebûna xwe bispêrim çi? Sedemên min ên  heyînê çî ye? Heya ku ez vana nehizirim  ne gengaze ku ez bijîm. Lê xwe bihizirin, hûn pir  zûde ketine nava  înkara.  Ji ber hûn ji lêpirsîn  kirinê  direvin, bi derewan, xapandinan, xefletan ser girtin ango pêçan jî hûn weke felsefeyekî  jiyanê  destdigrin.  Hûn di bingeh de dibe ku ji ber ji feraseta felsefeyek  sexlem dûr in wenda dikin. Ew feraseta felsefeya ji were tê ferz  kirin ji ber gişt bavikseleri ye ku ev jî di me de bi temamî jêdera ketina civakî ye. Dîsa dibin hemû cûre bandorên  kolekirinê ya serdestiyên biyanî de kesayetek  stuyê xwe tewankere. Ev jî heşifîn û ji afirandinê bi temamî  bingehî qûtbûna ferasetekî ye.

We ji bo azadiyê nêrîna xwe ya bingehîn di bingeh de wenda kiriye. Her wekî hûn bê felsefe hatine xwedî kirin û felsefeya we ya dijmin e. Divê ez eşkere bêjim ku çalekiya min a herî mezin, hê di bîra min de ye ku hîn min xwe  nasnekirî, li hember  nêzîkatiya bi talûke ya  li dijê cewherê  mirov, min  nerazîbûna xwe da  nîşandan. Di têkiliyê min yê bi zarokan re, bi malbatê û her çû bi civaka gund re,min hema nakokî jiyan kir. Min got divê ez weke van nebim û bi xwe cûda dayîna nîşandan re min despêkir. Gava  hemû  kesî hewilda bi yê din re baş bijîn, texlîtê bavikselerî  û  sazûmanê dibûn, ez ketim nava lêpirsînekî pir mezin de. Gava em dixwazin li ser vê bingehê  avabikin, lê hûn li berovajiyê vê, pergal çi dixwaze,  pergala bavikseleriyê çi ferz dike we xwe di wê de razand.

Encam, ha îro bi we re ew kesayete ku em pêre şer dikin, a nayê partîbûnê, artêşbûn, serkeftinê, nayê jiyanê û kesayeteke nayê xweşîkbûnê dibe; ev hatina rewşeke pir bipevçûn, nakokî û girêka kor dibe. Ger qelsiyên we ên pir mezin  neba,  ji xwe di rastiya we ya şer û civakî de ewqas lewazî  nedihat jiyîn. Ger kesayetên we yên saxlem heba, ma hûnê ketibana  rewşekî ewqas dilşewat de? Wê karên partî û têkoşînê ewqas bi xeletiyan derbas biba? Lê a herî nebaş jî xwe wisa pejirandin e. Wekî ku ez bi roxmî vê şerê mezin jî, hîna xwe naecibînim,  ji bo ezê xwe çawa bikarim biserkeftî bikim jî di nava  lêkolînekî kûr de me. Lê hûn ji difna xwe mûyek jî nakşînin.

Dê çi bibe? Bi vê pîvana ecibandinê re bibe nebe, berê li hemberê  Îslamiyetê, li hember herî şoreşa  mezin ji perestina  pûtan,  ji birina pût perestên  baş ên biçûk wirdetir hûn nikarin biçin. Li gorî we hûn ketine meydana şer, lê bi dîtina min hîn cesareta ketina meydana mêraniyê jî, heta baweriya wî, peyvên wê ên despêkê jî hîna hûn nikarin bixin devê xwe ango bînin ziman. Her dihizirim  dibêjim  riyekî  çawa ji van re xêz bikim û divê bimeşînim, ji ber vê jî ez xemgîn im. Ji ber hûn jiyanê li ser lingan wenda dikin. Di vê mijarê de bi hinek kirêtiya xwe, rebeniya xwe û bi binkeftinên xwe, wenda dikin.

 Ji derve de zextandinê re, zorandinê re û bi teşwîq kirinê re kesayeteke bihêz dernakeve holê. Kesên di ramanê wan de mijulbûnên pir mezin nebin, di ruhê wan de tengavî û hêrsên mezin nebin, ên çavê xwe bernadin hedefên mezin, ji derve de ti dehfandin û berjewendiyan re nakevin riyekî pêşketinê. Ji bîr nekin ku bi we re her kêlî bandorkerên me ên pêşdeçûnê wisa sivik,  ji derve de dehfandin û bi teşwîqan dibe. Misogere ku li ser vê bingehê ji mişekarekî klasîk wêdetir hûn bibin kedkarek jî, bibin kardêr jî, kesayeta we jî ji wê wirdetir pêşnakeve.

Gava hûn felsefê  nîqaş dikin, dibêjim  xweziya we bizanîba nîqaş bikin. We xwe di feraset de zincîr kiriye. Temenek tev jî, sedsal jî bidome, em di qatê wê jî ser zêde bikin, bi vê felsefeya girêkor re, bi vê feraseta xwe ya jiyanê re misogere ez bê hêvî nabim. Ez her çend hewldidim we bandor bikim jî encam,  ji ber vê sedema girêkor a felsefê re, xebatên herî binirx jî ji bê wate kirinê wêdetir naçe. Helbet taybetiyekî vê ya girîng jî pir xwe parastbûn e.  Di bin vê bûyera kêfiyet,  ezezî, dîsa  ji xwe heskirinê de pesendkirina felsefeya  xwestina herî kêm, a herî bê hêz, helbet di encam de ya herî binkeftî ye. Herî kesayetekî we yê bijare, mînak gava rayeyekî  partiyê  girt,  ji ber sedema  nêrîna we ya min di vir de gotibû di demeke kin de ji xistinê wêdetir naçe.

Di rastiya PKK’ê de bingehekî felsefî heye. Çiqasî were înkar kirin û hûn negihijin pêwîstiyên wî jî, bi hewldanekî pir mezin ew nêrîna felsefîk a em dixwazin serwer bikin û teşe dayînekî li gorî wê heye. Lê yên xwe xistine nava vî, ketine nava raye ya vî û yên xwe xistine bin berpirsyariya vî de, di bingeh de ji ber lihevbûna wan ê felsefîk nîne, di wateya ku min aniye zimên de hîn rastir jî em dikarin bêjin ezezî bi ezeziyekî bê naverok re ji ber xwe ferz dikin, di demeke kin de xurumîn a ji partiyê derdikeve holê. Tunebûna pêşengtiya partî tê jiyîn.

Ger tu xwe bi wî re ewqas biezezî  ferz  bikî,  hîn piçek  pêşketinên  dijmin   çênebibe jî tu dê wenda  bikî.  Bi vê felsefeyê re ancax di hundir de bi navê  dijmin  hûn qelê fetih  bikin. Hûn dê dawiya vî bi kûrahî  fêmbikin. Êdî bi vê felsefeya kesayetê re a li ser civaka me desthilatdar dibe, dikare sîxuriyekî  herî baş a objektîf bike.  Bal bidinê, civaka  me di bin dorpêçkirina  rojane ya dijmin de wenda nake. Di ruhê wî de,  mejiyê wî de qaşo  feraseta  jiyanê ya tê de hatiye çandin sedema herî bingehîn a binkeftin û wendakirina wî ye. Civaka me ne tenê hatiye fetihkirin, piçûpiç bûye, pir xalên kêm ên sparek ma ye.

Gelo birastî jî hêzekî we ya felsefeya partî fêmbikin heye? Ev pir girîng e û pirsgirêkekî pir mezin e. Nebêjin felsefeye û derbas bibin, divê hûn şer li vir bidin. Hîn tê bîramin, perwerdeyekî min yê cidî yê felsefê nebû. Bez bi agahiyên felsefê yên parçe-parçe re mijûl dibûm, dîsa ewqas zêde agahiyên min ên olî jî nebû. Lê min hindek bandorî dijiya. Demeke wisa bû ku êdî min xwe pir zehmet li ser piyan digirt.  Bê baweriyekî  pir mezin û dudiliyê ewqas hundirê min diqewirand ku hêza tu kesî ya bikare min li ser piyan bigre nebû.  Ez ji kî bawer bikim ? Xwe bispêrim çi û bijîm gotinê re xilasbûm, hema-hema ez çûm.

Salên lêgerîna min a felsefî heya pileya dawî bi êş bû. Wekî min gotî hem hêza min a têgihiştinê lewaz bû, hem jî min çiqas hewla hûrkolînê dabe jî asta min a çandî dest nedida. Wê demê  dema min eleqeyek  bi sînor ji sosyalîzmê re  dida nîşan,  helbet ev lêgerîn bes nedikir. Ji bo felsefe  were têgihiştin  xwedan  tenê jî bes nake. Pêwendiya vi ya bijiyanekî  pratîk a pir alî ve  heye. Ji xwe jiyana pratîk bi xwe wê te bibe felsefê. Wê te bibe feslefeya erênî yan neyînî, yan azadî  yan jî koletiyê. Wisa texmîn dikim ku  şerekî we yê felsefî çênebûye. Hîn rastirîn, bê ku têkevin ferqa pergala  desthilatdar de,  wekî çi daye we, we jî ya wî pejirandiye,  belku jî dibin zihniyeteke ji dema koletiya kevn hîn zêdetir talûke de, we teşe girtiye. Ji lewma jî hûn pêdiviya  felsefeya  azadiyê nabînin. Ev ferasetekî temamî ji serî de bi we dide wendakirin e. Niha çima  nîqaşên  mezin ên raman  ango hizir nayêkirin? Ji ber hîn di we de bingehekî ne siyasî, ne leşkerî, ne jî felsefî nîne, di nêrîna we ya bingehîn ji cîhanê re ji ber nêrîna xwe têrkirinê hîn nehatiye rûnişkandin, hûnê qet nikaribin ji zanistiya polîtîk û askerî fêmbikin, fêmkirina we jî ger bibe heya  pileya dawî ji agahiyên ziwa wêdetir naçe.

Rêbertî kirina min, ji pêşketinên siyasî û askerî ya heyî re jî ji nêz de pêwendiya xwe bi nêzîkatiya min a felsefî re heye. Ger ferasetekî min yê bingehîn a felsefîk nebe, nikarim çareseriya ewqas pirsgirêkên giran ên siyasî û askerî bigrim ser xwe, nikarim vî şerî jî bidim meşandin. Lê di we de tam berovajiyê vê, bi navê raman û felsefê nabêjim xurimîn jî, felsefe ne rewşeke heyîna xwe ye. Heta partî hinek fikrên partî ferzbike,  ji wî ya jî rev û bi vî awayî qaşo hûn bûyîna  mirovê  çalekiyê  dihilbijêrin.  Kes, çiqasî ji raman qût be, wê di nava pir nêzîkatiyên bi talûke de be. Xwe pejirandina we mijara gotinê ye. Bala xwe bidinê, di her şoreşeke mezin de pevçûnên pir mezin ên fikrî, olî û mezhebî hene. Ev pevçûnên  feraseta ne. Yên li ser bingeha feraseta  xwe  şerekî bi hêz nade,  di pêvajoya  piştre de jî bi hêz nabe û serkeftî jî nabe.

Di rastiyê de bi dersa felsefê re bi misoger  emê  hewla îspatkirina vê tiştê  bidin. Îro, bi hêz nêzîk nebûna we ya ji pirsgirêkên siyasî û askerî re, mezin nîqaş ne kirina we, çênekirina civînan jî bingehê xwe ji hejarbûna we ya felsefê digre. Bi vê rewşa xwe ya heyî re her gavekî we yê pratîkî  yê hûn bavêjin ji xetimandin û korbûnê wêdetir ti encam nade.  Ji lewre jî rêya çareseriyê, biqandî avêtin ango xwe ji felsefeya koletiyê xilaskirinê, ji nêrîneke bingehîn a rast ji cîhanê re jî derbas dibe. Ev di wateyekî çors (kaba) de, di şêweyekî ku prensîbên koletiyê de nabêjim.  Felsefe,  bi taybet jî klasîk di pirtuka G. Polîtzer de aniye ziman, min xwend, lê hindek agahîbûn. Lê wekî ku min daye diyarkirin şerê eslî bi daraziya civakî re û şer re me da despêkirin. Ne ku mirov nikare ji pirtûkan sûd bigre,  lê pirtûka  bingehîn ango ya esas, a jiyanê ye.  Felsefeya pkk ê her timî bi ya heyî re têr nebûn û hîn zêdetir hizirîn serkeftin ê!

 

 

 

 

 

 

Kategori: Reber APO