Tirkî  |  Erebî

reberti-resimMerhaba hevalno;
Salvegera 12’mîn ya pêngava 15 dey Tebaxê li we pîroz be! Şagirtên Akademiya Mahsum Korkmaz;
ez di kesayeta we de rêhevalên me ê ku, bûne pêşengê vê Akademiyê fermandar û şervanên heqîqî û pakrewanên pêşengê pêngava pîroz bi rêzdarî bibîrtinim. Çavkaniya pêngava 15 dey Tebaxê, hêza pêrwerde û rêveberiyên me ê pakrawanên Akademiyê ne.

 

Birastî jî ne tinê rizgariya netew, di vê Akademiyê de rojbûna mirovê nû me derxist holê. Ji bo vê ye kê, ez dilşadiya wê jiyan dikim. Li ser vê esasê dîsa di kesayeta we de pêngava gelême yê dîrokî pîroz dikim.

Me hêzên me ê gerîllare tişta ku tê xwastin hemû daye û nirxandin pêşxistiye. Ji bo vê, peyamê ku tê xwastin jî hatiya dayîn. Lê belê, îro tişta ku li vê Akademyê tê dayîn, ji bo ku ne keve bi sebrek û hewildanekê mezin bidin diyarkirin. Pêwîstî heye ku, ez carekê din wate û giring bûna Akademiyê biênim ser ziman.

Birastî jî, dîrok bi vê pêngavê wate dîtiye û ji bo me di meşe. Her wiha mirovê nû, tiştên ku me pêşxistine re wate di bîne. Bi azwarî û coşekê mezin jiyan dike. Em pir vekirî di virde hebûnek pêktînin. We dît ku ji bo pirsgirêka rizgariya netew û çareseriya wê, di serîde ji bo pêşengên partiyê û ji bo gerîlla yê wê perwerde bingehîne. Ev perwerde, dibistana wê nebûya şer daynin aliyek me ne dikarî em hebûna xwe jî bi parêzin. Ji bo vê, dîsa jî girinkbûna wê bidim diyar kirin. Xebatên me ê vê dibistanê ne tinê ji bo demekê, ne ji bo ku em perwerdê de xwe ji rêzê xilaskin. Asta dahûrandina li vir, rastiya me ya netewî jî derbasdike, mirovahiyê bandordike. Ne tinê leşkertî, jiyana nû hemû aliyên wêre tîne ser ziman. Nirxên ku, ji nan û av zêdetir pêwîstiyên me pêhene derdixê holê û dixe malê mirovên me. Beriya her tiştê, di dîroka hemdem de cara yêke mînê, me ji bo xwe dibistanekê avakiriye.

Gelêkê bê dibistan, birastî jî gelekê her tiştê we windakiriye.

Gelekê bê dibistan, gelekê herê paşte, gelêkê hov hatiye hiştine û her kes dikare li ser desthilatdariya xwe bide çêkirin. Gelekê mîtingertire vekiriye û ji mirovahiyê derdikeve.

Her wiha ji ber ku, em bê dibistan û bê perwerde hatine hiştin, ji bo vê yekê di cîhanê de gelê ku nayê naskirin re rûbe rû mane. Ji bo vê yekê ev dibistana me ne tinê şagirtên tê de perwerde dibînin û perwerdeyê ku hûndirîn dikin; mirov dikare bêje nirxên xwe yê dîrokîre bi sedsalan re di rabe û mirovên ku afirandiye ji niha vê kiriye malê jiyanê. Mirov dikare bêje wê pêşketina xwe “ber bi sedsalan ve bide fûrandin.” Pirsgirêka me, em bikevin ferqa wê de ku, em rojevê bi kîjan xebatande rizgar dikin. Bala xwe bidinê, min şerê herê mezin di virde da. Her kes şahîdê vêye, neyar jî vê başdizane, ger ku şerê vêderê ne bûya; şerên li heremê daynin aliyekê, me ne dikarî em berdewama wê bidin çêkirin. Her wiha ne gengaz bû ku bîsd û çar seatan berxwe bidin. Ger ku, hên berfirehtir hatiba hûndirin kirin, pergala dibistana me hatiba nerîtandin ez bawerim ku meyê serkeftinan hîn zêdetir misoger kiriba. Encamên me destxistine ez biçûk nakim, lê tucarî jî bes nabînim.

Gelê me û hun, yê ku xwe partî û ARGK di hesibîne, yêku dixwaze wisa bibe, li hember niyetê we yê baş û coşa we ya mezin rêzdarî raberdikim. Ji ber ku em rêzdariyek mezin raberdikin, ji bo vê yekê me pergala dibistanê avakir. Me kêmekê jî serxist. Lê belê, pirsgirêk xilas ne bûn û weke aşût mezin bû.

Bêguman, cihê ku pirsgirêk zêde bibe, li wê dere riya çareseriyê jî nêz dibe. Hosta dibêjin; “ li cihê kê pirsgirêk çiqasî pirbe û berfireh be, li wir ewqas jî çareserî gihiştiye.”

Ji ber vê yêkê, pirsgirêkêen sedsalan ê ku bûne girêk, em niha nêzî çareseriya wan bûne, ev pêşketinek mezine. Pêwîste pirsgirêk me ne tirsine. Ji ber ku, em nêzî çareserkirina wan bûne. Ji bo vê ye kê pêwîste di me de, kêfxweşiya li hember rastiya lêgerînekê mezin û çareserkirinek bide avakirin.

Mirovê ku çareser dike mirovê herê mezine.

Mirovê nêzî çareseriyê, yê ku xwe rêkupêk kiriye û mirovê herê nêzî avakirina azadiyê ye.

We vê şansê xistiye destê xwe de. Ezê niha ji were felsefeya jiyana me çiye, di çavkaniya feraseta dibistana me de çi heye ve nakim. Ji ber ku, rojane li ser vane tê sekinandin û li hember we ye, hûn dikarin lêkolîn bikin.

Ezê herê zêde, li ser nêzîkatiyên we ê li hember jiyanê bê îdea û binkeftinê jî weke çarenûsa xwe dîtin li ser bisekinim û pêwîste ev were derbaskirin. Ne got ku, ez we na ecibînim, ji we hes nakim, rêzdarî raber nakim na, ne ji bo vê; ev seransertiya we, bê xemtiya we birastî jî dimin de aciz bûyîn dide çêkirin, rêzdarî raber nakim, jê hez jî nakim, her wiha ez pir ji van taybetmendiyan di qehirim jî. Carna jî dilê min lê dikeve. Sedema vê jî eve; ev tiştane ji neyar mane, ev li hember jiyanê bê hûrmetiye. Ev ne çarenûsa ku neyê derbaskirin, nayê wê wate ya ku ev rastiya neyar nayê derbaskirin. Ev derketiye holê, ji dervey mirovahiyê ye. Astengiya herê mezin ê ku li hember jiyanê ye. Li hember jiyanê bê hûrmetî û ne hezkirina herê mezine.

Hûnê bi zanistî û dilnizmiyê kê vê bibînin. Hûn çima ji vê di tirsin, çima di nuxumînin? Kesayete we yê ku, ji neyarê kevin mayî çima di veşêrin? Çima hûn xwe bivan peyvên kêm û gavên kêm re xwe seqet di hêlin? Ez nikarim wate bidimê. Ez ne di pejirînim, ne jî tevlê dibim. Heya niha me we bi gerekçeyên cuda pejirand, we jî heya niha bi şêwazê xwe bi mere heya li vir meşiya. Wek şagirtên vê dibistanê; şerê we li her qadê belav bûye, ji îro pêde, bi ketina salvegera 13.mîn a pêngavêre hin zêdetir, kurtir biryarên ku jiyanê nû bikin û bêxin malê xwe bikin. Hûn hertim ji min serkeftin û pêşketinan dixwazin. Ez li hember vê rûmet dariya xwe didim diyar kirin, tişta ku dikeve ser milê min ezê bikim. Ji xwe karê min eve. Ser vê esasê me dibistana dîrokî vekir, pêkanî û me ser xist. Ev ji bo min ne pirsgirêke. Ez dubare bikim, lê ji bo we mirov nikare van gotinane bêne ser ziman. Ez we şagirtên pir teng, xwe di xwapîne di bînim. Di şerde xeter û şaşitiyan pir dikin. Niha demê vane derbaskirinêye.

Hûn di asta azwarîde xwe na veguherînin û ji encamên wê jî di tirsin. Ango xwe gihaştina wê ji destê we nayê. Ji bo vê yê kê, di kesayeta we de taybetmendiyê balkêş bûyîn, (eğitmenci)hevotkar, rêxistinkirê pêş nakeve. Ez dikarim pir bi êş bêjim ku, gel vê na ecibîne, ez jî na ecibînim. Ez yêk bi yêk ji were nabêjim “ ez te ewqasî di ecibînim.” Lê, ez di karim ji bo giştî bêjim ku, hisên min û pîvanên min zû zû min naxapînin. Her çiqasî hûn bi kurnazî tevbigerin jî, carna jî veşartî, an di ferqa wê de an jî ne ferqawê de bin, bi niyetê baş û ne baş wê demekê pir kinde hûnê li hember nirxên xwe rû be rû bimînin. Di vê welatê de û ji bo vê gelê wê pêşketin çê bibe.

Me heya niha vê şerê vale ne daye. Gotinekê min yê hertimî ez di bêjim heye, çima hûn ciddî nagrin? ma ez kî me? Ez hewildidim ku bibim mirovekê yê ve gelê, yê ku rast jiyan dike. Ez dixwazim bibim dil û mejiyê vê gelê. Ez dixwazim ku xwe bi gihijînim asta ku gel min qebul bike. Ez xwe bi taybetmendiyên heft salî û heya heftê salîre kêlî bu kêlî didim jiyankirin û dixwazim bibim bersiv. Ez dixwazim xwe bigîhînim asta ku jin û zilam, feqîr û dewlemend, kêm û zêde, min fêm bikin. Ev ji nan û av pêwîst tire. Ji ber ku, rastiya hemdem me pir kêm dibîne û me na ecibîne. Riya derbaskirina wê, di vê riyê de derbas dibe. Ne got ku ez vê dixwazim, ji ber ku çax û dîrok vê pêwîstî di bîne. Ji bo vê pêwîste em wisa bin.

Dema kesayet rê li derewa re ve dike, hûndirê wê vale lê ji dervey jî xwe weke mirovên azad boyax dike, bê hêviyên min û aciz bû nên min pêşdikeve. Hûnê niha bêjin “ cewher bûyîn zehmete.” Raste lê, ji dervey vê em nikarin derbasê malbata mirovahiyê bibin. Ji bo vê, em aciz bûyîn û zehmetî jî ne bînin.

Dema pêkhatinên mezin di rihte, fikirde û hêza maddî de pêk tê mirov kêfxweş dibe. Taybetmendiyên qirêş ji holê radike. Çima azwarî? Çima emê ne karibin di milê wêrek bûyîn û vînde bilind bûyîn çê bikin? Wek min gotî, pêwîstiyê we ji nan û av zêdetire. Ji ber ku nan û av, pîştê ku kesayet hat avakirin wê baştir û xweştir be. Êdî vê li xwe bînin. hêza gel ya ku pêşengtî dike û gel ber bi jiyana azad ve dibe hunin, pêwîste bibin bersiv.

Şerme hûn binkeftinên xwe yê berê pêşiya xwe bêxin asteng. Wek min dibe kêmasiyên pir girink jî hebê. Di be ku pir eybên min jî hebin. Ez mirovim, ev nayê vebanîn. Lê, hûn dibînin ku, ez bi milên xwe yê xweş bêman li ser taybetmendiyên xwe yên ne xweş, qirêj û yên şaş de diçim. Ez xwe ber xweşik bûyînêre, rastiyare, başiyê dikim ku, jiyanekê rast jiyan bikim. Cihê herê xweş eve. Pêwîste rêzdarî li hember were raber kirin, pêwîstiya me hemuyan eve. Bê exlaqtiya herê mezin, bê netew bûyînê jiyan kirin, bê civak bûyînê jiyankirine. Her wiha dozate ya mirovahiyê xilas buye. Bê hûrmetiyekê pir mezine. Ev jî di rastiya me de milê herê xeteriye.

Niha bê ku, hûn ji bo xwe gerekçeyan bibînin bi bêjin “kî limin wisa kir? Ez vane na bêjim. Wêrektî bikin ku derketinekê li ser gotinên min aniye ser ziman pêşbêxin. Ez vane vale na bêjim. Hûnê bi bêjin “ ma çiyê me kême? Ji xwe me biryar daye em ketina dinava şerde.” Ev min têr nake. Em mêze bikin, tekoşîna dinava şerde pêşdikeve di de winda kirin. Çima? Ji ber ku, ne li gor pîvanane. Mirovên ku, heya hucre yên xwe hatiye perçekirin, fikrê wan û rihê wan xirav bûye bila jiyanê daxwaznekin. Ez ji vane nefret dikim. Ez ji vane di revim, nahêlim ku dinava jiyana me de jî jiyan bikin. Yê ku nizanin bîla bizanin û yêku nas nakin bila nas bikin. Ez ji we hemuyan re dibêjim, di şexsê we de jî, ji hemû gelê me re dibêjim; soza min li hember jiyanê heye, ezê hertim rêzdarî li hember jiyanê bikim. Pakrawanê me yê mezin rêheval Zîlan jî di bêje; ez dixwazim mezin jiyan bikim, çoşa jiyanê dixwazim bi bîhîzim û dixwazim bibim çalakvanek mezin.

Pêwîste tu kes me hêsanî negre dest. Em êdî bûne pergalekê mezin û ferasetekê mezin. Tu kes, nikare ji bo ezezîtiya xwe jî bikar bîne. Dîsa jî di bêjim, di beku ez ezîtî di hen netewade hen nirxan bigre dest. Lê di me de tucarî nikare bigre. Ji ber ku ne welatekê me heye, ne jî nirxên madî û aborî hene. Di me de yêk jî nîne. Mirov dikare bêje ku ez ezî bûyîn xwe xapandineke û xwe xapandinekê pir xeteriye.

Hevbeş bûyîn, mijarekê herê taybete. Kesên ku naxwazin hevaltiyê par ve bikin ji wan re di bêjim; kesên ku hewildidin ku timî xwe bidin jiyan kirin; dinava vê welatê de û gelê de cihê we yê bingehîn nîne. Ji bo ku, hûn bikaribin vane ji holê rakin di hûndirê xwe de rêxist bûyînek xurt ava bikin.

Dîsa di bêjim; taybetmendiyê vê dibistana em tucarî li ser çavên xwere ne avêjin. Ji bo ku hûn bibin pêşengê şerê rast ez vane raber dikim. Ez îdea dikim ku, ger ku ev gel dixwaze jiyan bike, ger ku ev netewa wê dixwaze ser xwe ve were wê ev bi van taybetmendiyanre pêşbikevin. Ji der vey vane, tu tiştekê nikare rastiya netewa vê gelê vegotin bike. Hûn jî tu carî nagihijin bêrikirin û xwastekên xwe. Ger ku, bala we li ser hebe hûnê bi bînin ku hewildanên van salên dawî, hemû li ser kesayetên nû dayîna avakirin û şêwazê wê yê rêxistin bûyîn û tekoşînê zelal kirine.

Di be ku di çaxê me de tu kes bi rastiya vê jiyanê re jiyan neke. Lê belê, em ji bîr nekin ku, em berhemên gelê ku bi girkirinê re hatine derbaskirinin. Bêguman, mirovahî jî xeteriyên pir mezin re rû be rûne. Emperyalizm xwezaya derdorê mirovahiyê tûne dike, zor bikar tîne, bi amorên teknîkî li ser mirovahiyê di de bikar anîn, gelan di perçiqîne û mirovahiyê ji bo berjewendiyên xwe rêvedibe. Em vê mirovahiyê dahûrîn dikin, li cihê wê mirovên ku bi xwezayî ya xwe jiyan bike di xuliqînin. Ev dibistan ne tinê ji bo netew bûyînê, ji bo temsilkirina mirovahiyê nirxekê pir mezine. Em tucarî dest ji vê ideaya xwe bernadin. Ji bo vê yêkê, kesayetên dinava netewên herê dewlemend de pir paşte dimînin û heyranbûyînan wan li hember me çê dibin.

Li ser vê esasê hûn şagirtên pir bextiyarin. Nan û şorbe li her dere tê dîtin. Tişta ku nayê dîtin; afirandina mirovên ne mirin. Eve hûn li vir pêktînin. Ez her roj heskirin û rêzdarî li hember jiyana rast didim çêkirin. Ez vê li hember neyarê xwe û dostê xwe jî didim raber kirin.

Xwarina gerîlla birdoziye!

Xwarina gerîlla polîtîqaye!

Xwarina gerîlla şere!

Çima hûn jî vê fêmnakin? Çi astengî çê dike? bandorên nayar dane çêkirin ew jî fosîl bûne. Waneyên wê pir berfirehin. Fêr dike û jiyana ku heya niha ji bo me pir bê wate û vale dihat, niha bi wate dike û dewlemend dike.

Li ser vê esasê nirxên me yê şerkerên vê dibistanê, Şehîdên me yê mezin û gelê me yê ku rabûne ser linga, dostên me bi rêzdarî silav û heskirnê xwe raber dikim û di bêjim bila serkeftinên mezin her timî bi were be.

Her bijî pêngava 15 dey Tebaxê û salvegera wê!

Bimre her curê nukertî, faşîzm û hedefên ku pêngava me danî bûn pêşiya xwe!

Rêber APO

15 Ağustos 1996

 

 

Gelekê bê dibistan, gelekê herê paşte, gelêkê hov hatiye hiştine û her kes dikare li ser desthilatdariya xwe bide çêkirin. Gelekê mîtingertire vekiriye û ji mirovahiyê derdikeve.

----Mirovê nêzî çareseriyê, yê ku xwe rêkupêk kiriye û mirovê herê nêzî avakirina azadiyê ye.

 

Kategori: Reber APO