Tirkî  |  Erebî

Meseleya herê mezin, bi bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê girêdayî mayîne. Ger ku rêhevalên partî û rêhevalên dozê,

çavkanî û rastiya berxwedaniyê bi hemû awayî fêm nekin, ew dem xirabiya herê mezin li xwe dikin.

 

Em dikarin vê vekirî bêjin, di hûndirê partiya me de li hember bîranîna rêheval û pakrawanên me yên berxwedêr û mezin bêşayanî heye. Her wiha xwesteka li ser bîranîna wan erzan jiyan kirin, wan li hember hemû lewaztiyên xwe weke perde kirin, ev roja pîroz û biryarê rêhevalên pakrawan yê ji bo vê rojê ne fêm kirin, dîsa li ser mîrasên rêhevalên pakrawan xwe dayîna jiyan kirin heye. Ger ku rewş gihiştibe vê astê de, pêwîste em bizanin ku ew partî û rêhevaltî li hember rewşekê xeterî ve rû bi rûne.

Em hertim vê dibêjin, ger ku em heya niha bi erkên xwe ve girêdayîne, ger em heya niha dest ji berxwedaniya xwe bernadin, hemû encamên li hember bîranînên rêhevalên pakrewan rêz girtina berxwedaniya wane. Hemû kedên em didin raber kirin jî van rêhevalên xwe rast hîskirin û wan dayîna jiyan kirine.

Nirxandinên ku em didin kirin vane didin diyar kirin ku kesên erkên rêxistinê digrin ser milên xwe û kesên çeka rêxistinê digrin destê xwe de, li hember emrên ku bîranînên pakrawanên berxwedêr didin diyar kirin pir dûr in. Xeteriya herê pir tê jiyan kirin jî li hember bîranînên berxwederên pakrawan şexsiyetên xwe amade nakin, li gor wê çeka xwe himêz nakin û li gor wê bi ser erkên xwe de naçine, tên jiyan kirin. Tiştên ku pir berovajiyê wan tê jiyan kirin derdikevin. Wek mîrasên van hevalane xwarin, hewldanên ku ji bo kedên van hevalane tên kirin jî, ji bo ezezîtiya xwe bikar anîn û kesayetên xwe yê sefil li ser vane ser linga girtin tê çêkirin. Rêhevalên ku herê dawî jî şehîd ketine, li hember bîranînê rêhevalên pakrawan bi vê awayî bersivdayîn xeteriyek pir berfireh tê jiyan kirin.

Min hertimî vê mijarê anî ser ziman, di çavkaniya her ne bes bûyînê de li hember nirxên xwe rast ne nêzîk bûyîn û vê hezê ne dayîna diyar kirin heye. Bênamustiya herê mezin û bênijadî di vir deye. Di vê mijarê de em şerê xwe xurtir jî bikin. Pêdivî heye ku hun fêm bikin ka bê pergal we xistiye kîjan astê?

Li hember bîranîna nirx û berxwedaniya ewqas mezin, mirov dikare ewqas tiştên mezin bikin ku her kes matmayî bimîne. Lê, bi ruxmê ewqasî nirxên pîroz jî, çalakiyekê gerîla yê hêsan jî nikarin saz bikin, nikarin rêxistinek bidin avakirin û nikarin mafê civînekê ji bo rêxistinê bikin. Her timî nexweşiyên xwe yên ezezî bûyînê derdor bi xwe re meşgul dikin. Dîsa li derdorê nirxên xwe de xwe terbiye nakin û hemû ezeziyên xwe jî daynin pêşiya van nirxane.

Ev ferasetane wê destur nede ku kesayet tu dera ve biçe. Hûn çi dikin bikin, berxwedanî û jiyana van rêhevalên me û hemû rêhevalên me yên şehîd, hunê bêxin pêşiya jiyana xwe. Destpêkê de jiyana wan û piştre jiyana me.

Ev bi mehaye ez diqîrim, di kesayeta we de kesên ku van rewşane jiyan dikin, ez deng li wan dikim: ‘‘hun ji vê berxwedaniya mezin çi fêm dikin û bi çi awayî digrin dest? Ma hûn na bînin? Hêza min jî têrê nake ku ez bîranîna wan pêşwazî bikim. Pir bi zehmetî li hember bîranîna wan jiyan dikim. Di milek de dixwazim teorî ava bikim û pêş bêxim, di aliyek de jî di warê pratîkî de hemû hêza xwe didim ku pêş bêxim. Ma qey hûn çi dikin? Hûn nikarin perwerdeya xwe jî di wextê xwe de û wextê ku hatiye dayîn de pêk bînin.   

Nirxên ku hatine ava kirin hene. Ev nirxane mirasê rêhevalên me yên berxwedaniya mezin dane raber kirine. Ji ber ku pir şahadet hat dayîn, pir berxwedaniyên mezin hat kirin û nirxên me her diçe mezin dibe. Di vê milê de tiştekê ku neyê fêm kirin nîne. Lê belê ewqas tişt ne ji bo ku ji were were pêşkeş kirine. Di hundirê vê de mirovahiya ji nûde were afirandin heye, di hundirê vê de serxwebûna gelekî pêk anîn heye. Di hundirê vê de ji bo ku bersiv dayîna ked û azadiyê were dayîn heye.

Hûn ji nirxên mezin çi fêm dikin? Ji bo girêdaniya li hember bîranîna wan hûn bi çi awayî fêm dikin? Hûn nirxên van rêhevalane bi çi awayî di parêzin? Pêwîste li hember van pirsane bersiv dayînek rast were çêkirin.

Nirxandinên kesên ku kar dikin û raporê wan hemû bi qusur û kêm in! Ma qey kesê ku dixwaze xwe xilas bike wê wisa be? Ma ne hûn bûn we ji bo xilasiya welatê xwe û gelê xwe yê ku li hember tine bûyînê re rû be rû mane we xilasiya wan ji bo xwe kiribû erkê herê mezin? Ma ne pêwîste hûn wisa bin? Meyze pratîka xwe bikin, rê li hember vane vedike, an jî winda dike? Ma qey hûnê van pirsane ti carî ji xwe nekin?

Girêdaniya min a li hember nirxên berxwedanî ya rêhevalên pakrawan asta yekê deye û ez ti carî nahêlim tu kes xwe li ser bide jiyan kirin. Lê belê, ez bi tena xwe ne bes im. Ji jor heya jêr, rêxistin û şervan pêwîste hemû jî di nava helwestek bi vê awayî de bin. Hûn pir ciwan in. Li hember van rewşane ma hûnê ne bêjin “pêwîste ez serkeftinek dest bêxim, ez mecburim ku serkeftina bêxim nava jiyana xwe de.” Hûn mirovên ji rêzê bin jî, ma qey ne pêwîste hûn ji xwe pirs bikin?

Terbiye tê wate ya heya dawiyê bi nirxan ve girêdayî mayîn, bi kedê re girêdayî mayîn û her wiha bi serkeftinê re girêdayî mayîne. Ew dem girîng bûna xwe heye ku em vê bêterbiyetiya mezin û bê hûrmetiyê derbas bikin. Ji bo vê jî wijdanek rast pêwîst dike.

Ji bo şoreşa me xeteriya herî mezin di van xalane de pêşdikeve. Hinek nirx hene, her tişt li ser wê mişraq dibe. Tê gotin, ji xwe nêrînên teorîk amedene, ew dem pêwîst nake em di aliyê fikrî de xwe pêş bêxin. Nirxên madî jî amedene, pêdivî nîn e em zêde bikin û bi hişyarî nêz bibin. Em hemû hêza xwe bi kartînin ku pêşketinan bidin ava kirin. Di serî de hewldidin ku perwerde û pêve girêdayî xebatên rêxistinî û çalakiyan derxin holê. Lê belê, kesên ku li hember perwerde û çalakiyan berpirsyarbin dibêjin, ‘‘ji xwe tê kirin, çi pêwîstî heye ku em di xwe de lêhûrbûyîn bidin avakirin.” Tu kes nikare bi van şêwazane xwe bide qebûl kirin.

Bêguman hun dibînin ku li hember vane şerê min pir dijware. Me neyar daniye aliyekî, li hember van ferasetane û nêzîkatiyane şer pêş xistiye. Ji xwe bîranîna vê berxwedaniya mezin bangaweziyek pir mezine. Kesên dibêjin ev deynê mirovahiyê ye, yên ku xwe xwediyê van nirxane dibîne, ji xwe vê bangawaziyê heyanê ruhê xwe hîs dike. Bifikirin, ev kî bûn, bi çi awayî dest bi vê berxwedaniyê kirin? Kesên ku vane nizanin, nikarin dîroka PKK’ê û ya berxwedaniyê jî bizane. Ma qey kesên ku vane nezanin, wê bikaribin bibin leşker? Her wiha nikarin rastiya şerê ku em didin meşandin jî bizanin.

Hun çi vegotin dikin? Ezezîtî, nexweşiya raye (yetki)  li ser ked xwe dayîna jiyan kirin, li hember rêhevalên xwe rêzdarî nedayîna raber kirin, hêz nedayîna partî hem jî ne dayîna rêhevalê xwe.

Em li bîranîna berxwedaniya mezin a rêhevalên me yên pakrewan meyze bikin, ew çi dan avakirin? Hûnê xwe ne fikirin. Dema doza mirov ji bo me emir kir wê demê giyana mirovan jî be pêwîste were dayîn. Li bedenên berxwedêrên 14’ê Tîrmehê meyze bikin, ma ne bûn çerm û hestî? Ne gotin em biçin di şertên rehet de jiyan bikin, bi yetki jiyan bikin? Lê hûn? Ma qey girêdaniya bîranîna wan ev e. Hûn xwe nawestînin, rehetiyê difikirin, wê demê hûnê bi çi awayî xwedî li van nirxane derbikevin. Wijdanê we bi çi awayî wê rake?

Mirovê ku piştî ewqasî nirxan şunde behsa nepartî bûyînê û ne artêşbûyînê bike mirovê herê bêşerefe. Ma qey ev nirxên biçûk in? Ma mirov dikare ev bangawaziyane dayne aliyekê? Careke din zindî bû, bîranîna rêheval Mazlum’an, Xeyri’yan, Kemal’an yên ku ji bo berxwedaniyê rêbertî kirine. Herê dawî jî rêhevalên ku xwe şewitandine hene. Rêheval Ronahî û Berîvan. Li xwe meyze bikin, hûnê çawa xwedî li bîranîna wan derbikevin? Mirov dikare bêje ew PKK’yî yên cûda bûn, hûn yê cûdane? An jî ew bi vê awayî bû hûn wisane? Ma qey mirov dikare van nakokiyan dayne aliyekê? Ev ji bo me pirsgirêkek pir mezin e. Pêdivî heye ku em hem gelê xwe, hem jî rêxistin û arteş jî ji bo xwedî li van nirxane derbikevin zindî bikin. We vane kir, an hûn dikin?  Hûn vê pirsê ji xwe nekin, hûn nikarin ev rojên pîroz pêşwazî bikin.

Em 14’ê Tîrmehê bi bîrtînin. Îro komek berxwederên girtîgehê, ji neyarê ku dixwestin di şexsê wan de hêviyên gelekî yên ji bo azadiyê tine bikin, di PKK de berxwedanî şênber kirine. Di destpêka sala 1980 î de, polîtîkayên imha û inkar kirinê, gelek hate meşandin.  Ji bo hêviyên gel careke din şîn jî nebe, hemû tedbîran digirin destê xwe. Rêhevalên me yên li himberî vê berxwedaniyê didin meşandin, pêdiviyên berxwedaniyê çine hemû pêktinîn û dikevin nava berxwedaniya herê bi hêz de. Bedenên xwe di helînin û bi vî awayî dawî li henaseyên xwe tînin.

Bêguman evan rêhevalan, rêhevalên ku dixwazin tekoşînê bi awayekî herê mezin bidin meşandin in. Em rêheval Kemal û Xeyrî’yan pir baş nas dikin. Rêhevalên ku azweriyên wan bi tekoşîn kirinê re tijî bûn. Ji bo wan jiyana rast, pratîk kirina şoreşgertî bû. Rêheval Xeyrî bêhn bi bêhn xebatên rêxistinê û propagandayê wê jiyan dikir. Şexsiyetek wisa mezin bû ku, ji derveyî van xebatane rojekê wî jî vale nîn bû. Rêheval Kemal jî ji serî heya binî, her tiştê xwe xistibû bin xizmeta partiyê de. Bi her awayî xeta tekoşîna partiyê jiyan dikir. Her wiha şexsiyetek wisa bû ku bêhn bi bêhn şêwazê jiyana partiyê rêve dibir û dida jiyan kirin. Di vê mijarê de pir gotin hatin ser ziman, mirov dikare pir gotinan bêne ser ziman jî, wê were gotin jî.

Van rêhevalên me di rastiya partiyê de, dibin şertê herê zehmet de xwe pêşxistine, ji bo ku dest jê bernedin jî bi berxwedaniyekê pir mezin bersiv dane. Biryar dayîna berxwedaniyek bi vî awayî, di rêbertiya van rêhevalan de pêşket. Di vê em vê pir baş fêm bikin.

Berxwedêrek bi çi awayî jiyan dike? Bi ruxmê ewqasî êşkenceyên di girtîgeha Amedê de jî, singê xwe dan ber hertiştî û bi vî awayî jiyan kirin. Ez ji ew dilên we yên ku qîr girtine re dibêjim, ‘‘ev rêhevalên me ji bo ku navê partiyê bêjin û tekoşîna wê di şertên baş de pêkbînin, van rojên xwe bi vê awayî dinirxînin.’’

Hûn dizanin Mazlum bi yek liva şixatê çalakiya xwe li dar xistiye. Agirê Newrozê pêxist. Ez vane cardin çima bi bîr dixim? Ji ber ku ji bo hûn serkeftinê darxin, her tişt destê we de heye. Çiyayên azad hene, çek di destê we de heye û her wiha hêza we ya artêşê heye. Lê belê hûn vane bi çi awayî berba dikin di holê deye. Di hûndirê we de fermandarên vane dikin ma qey kêm in? Ger ku kêmekê jî agahiyê wan ji wijdanê hebe, wê baş bifikre, ji bo berxwedaniya vê xetê kî çikir?

Ger dubare wateyekî wê ji berxwedaniya 14’ê Tîrmehê were derxistin, ev ya ne tenê ji bo hevalên li girtîgehê, ne tenê ji bo rêxistinekî jî ye. Di kesayetê berxwedêran de ji bo hemû gel û partî li himberî polîtîkaya imha û plana tine kirinê rawestîne. Em baş dizanin ku, plansaziya dijmin ev e û min vê jî bi hûrgiliyên wê anîbû ziman. Li himberî polîtîkayên dixwazin nasnameya gelekî bi tevahî were binax kirin, PKK nûneriya berxwedaniyê dike. PKK wekhevê berxwedaniyê ye. Ger misoger be, gelekî dikare careke din li ser dika dîrokê zindî bimîne. Di vê wateyê de PKK û berxwedanvaniyên girtîgehê vê dane zanîn ku jiyan kirina gelekî bi vî rengî wê misoger be. Ev ya bi misogerî rastiyeke jî. Ger ne xwediyê rastiyekî bi vî rengî baya, wê demê ne başur, ne bakur, ne rojava û ne jî rojhilat dima. Ev berxwedanî xilas bibe, gel jî wê xilas bibe. Dîrok ji niha de dibêje bi vî rengî ye. PKK îro berxwedaniya xwe bi her kesî daye pejirandin. Tam di rewşeke bi vî rengî de kesên diruşma ‘‘Berxwedan Jiyane’’ ji xwe re tatbik dikin derketin holê. Ev ya dibe hêviya herî mezin a gel. Dibe bangawaziya jiyanê. Tê gotin, ji hêviyê gav şunde nayê avêtin, ji partî dûr ketin nabe, em ê xwe bihelînin û vegerin jiyanê. Vaye berxwedana Mazlum’an ya Newrozê û biryara berxwedaniya 14’ê Tîrmehê, vaye meşaleyên Ferhad’an bi vî rengî rakirin. Ewana bûn meşaleya ronahiya gelekî, bûn hêviya jiyanê û bûn şêwazekî jiyanê.

Hunê vê baş fêm bikin. Bi ya kêm re wê çawa şer bê kirin, di mercên zehmet û zemînê wê de bi çi rengî şer dibe hunê bibînin. Di hucreyekî ne bi qasî gorekî jî bû de, wana li ber xwedan. Ma hun nikarin bikevin wan çiyayên mezin yên azadiyê? Ku di hucra yek kesî de çalakî tê kirin, hun nikarin di wan çiyan de çalakiyekî li darbixin.  Di cihekî ku henase lê nikare were girtin de ger yên bi tena serê xwe wezîfeyên xwe yên mezin pêktînin hebin, di cihekî ku bi hezaran kes tê de hebin hun nikarin wezîfe bimeşînin. Ewana çalakiyên bi misogerî serkeftinê bi xwe re tînin didin meşandin. Ma hun nikarin bi ew qasî derfetan serkeftinê bi dest bixin? Wê demê hunê bi çi rengî bibêjin em girêdayî bîranîna berxwedaniya şehîdên mezin in.

Bê guman di hundirê vê berxwedaniyê de wateyên mezin jî hene. Feraseta berpirsyariyê, feraseta xwedî li derketina partiyê, di astekî herî jor de temsîl dikin. Baldar bin. Dijmin dibêje, ‘‘hertişt xilas bûye, dest ji her tiştî berde û jiyan bike.’’ Lê ewana vana red dikin û dibin hêviyên gel. Ewana dibêjin di cihekî ku herî pir kêm lê derfet heye de, em ê xwe bidin qehremaniyê. Li vê rastiya wan binêrin û yek jî ka we şer kiriye û heya dawiyê we kariye xwe bidin şerê ku we daye meşandin? Wê demê ji vê bangawaziyê re, ji vê biryara mezin re ma hun ters nakevin?

Rojekî berxwedaniyê pêşwazî kirin, tê wateya hêzê ji bangawaziyekî bi vî rengî re dide nîşandan. Heya dawiyê xwedî li partî derketin, heya dawiyê bi wezîfeyê ve girêdayî mayîn û ger pêwîst bike jî bi xwe dayînê re divê serkftinê misoger bike. Di van mercan de serkeftin ev e û bi vî rengî her demî bûye.

Hesabên xelet nekin. Ez vala xwedî li vê biryarê dernakevim. Ez vala vê hêzê dernaxim holê. Ez li zarok, sulale, xizman guhdar nakim. Yek rêgeza min heye, ew jî bilind kirina jiyanê ye. Yê ku bi vî rengî min fêm bikin, yê xwe ji vê re radizîne girêdana wan rast e. Tu kes ji me bila ji tiştên cuda hêviyan nekin. Ez ev im. Hun nikarin min biguherînin. Ger hun ji jiyaneke bi vî rengî re hene, heya dawiyê ji şerekî bi vî rengî re ez bi were me. Heya ji we zêdetir ez bi were me. Ger hun ji vê re nebin, bi hêrsekî mezin ez li himberî we me.

Sond û tevlîbûn, biryar û çalakî ji bo bîranîna berxwedaniyên 14’ê Tîrmehê dubare di vê bingehî de tê dayîn. Heya niha pir soz hatin dayîn. Gelek biryar hatin pêşxistin. Ji her demî zêdetir ev biryara partiyê ye. Biryara gel û şerekî ye. Vê biryarê ji her demî zêdetir bi serkeftinê di vê hemû pêwîstiyên wê werin pêkanîn. Ji her demî zêdetir li himberî tengasiyên hundir û ji derve di vê şerekî bi înat û bi sebrekî were meşandin û derbazî jiyanê bibe. Ev biryar ji her demî zêdetir biryarekî ku bigihe serkeftinê ye.

 Careke din ji xwediyên vê doza berxwedaniya mezin û her ku diçe weke aşutê pêşdikeve, di destpêkê de ji biryarên şehîdên me û di vî bingehî de ji şahadetên wan, jiyana wan û şerê wan re girêdayîna xwe didin nîşandan.

Di serî de şerê gerîla û heya kurahiya çareseriya ku serkeftinê bi wezîfeyên me re misoger dike, bi hostatiya pêkanînê re em ê qezenç bikin. Bi misogerî ev ê bibe serkeftinê.

Ev meş ji her demî zêdetir, wê bibe meşa serkeftinê.

 

Kategori: Reber APO