Ey hezkirî!
Dema ez van hevokan ji we re dinivîsînim
Li Amedê, xakên ku dem tê de bûyî bêmirin de dinivîsînim
Bi xwediyê ruhên bêdawî
Û bi hesreta hezaran Arînên delal ve
Mîna hespekê, bi çar gavî
Ber bi we baz didim
Ey hezkirî!
Dema ku ber bi we ve têm
Xelekên çarmixan
Û tabûtên ji sê deriyan derbas dikim
Mêyzeke hezkirî!
Niha ez pir cuda dibim
Laşê min giyana min cuda
Destên min cuda digrin
Dengê min û reşika çavê min cuda ye
Cuda dimeşim bi xetên li ser rûyê xwe ve
Tu bêje hezkirî, tu!
Dema ku ez berê pênûsa xwe
Ber bi rûpelê ve digrim
Yên ku di giyana min de hêlîn çêkirine difikirim
Bi bask dibim
Ji bo dîtina xwe ber bi we difirim
Û stêrka gelawêjê derbas dikim
Tu jî dizanî hezkirî!
Bawerî mirinan nasnake
Û di şeva çaran de bêmirinî dibe jiyan
Canên ku di oxira jiyanê de laşên xwe daynin
Niha qîrînên wan dibîhîsim
Lingên min hîn baştir pêlê dikin
Ne ba, ne befr
Û ne jî bager û bahozên şevan dikare min bihejîne
Erê hezkirî!
Dema ez bi wan re ji jiyanê hez dikim
Dibime sewdaliyê mirinên sipehiyan
Dema ez van hevokan ji we re dinivîsînim
Di rêhevaltiya Karwan û Xecêyan de Kemal Pîr dibînim
Dema ku Kemalê biçûk
Bombeyê xwe di laşê xwe de teqend
Digot; ‘Li Amedê Kemal namirin, ew bêmirin in!’
Ey hezkirî!
Di nava şerê Sara’yan de
Porê xwe yê belav bûye kom dikim
Û bi qîrînên wan dihûnim xeyalên xwe
Niha ez bê tirs dimeşim
Ez rast dibêjim hezkirî!
Awazên wan her dibîhîsim
Dema ku gerdûn rûpelên xwe
Zindîbûnê nîşan dide
Nabê yar ji zordestan re
Û koletiyê qabul nake
Dîroka min ya ku niha
Mîna razberekî tê veşartin
Ji yên ku bi qilifên mirovatiyê xwe veşartine
Û ji jiyanê re nabin yar
Kirasê şermê li wan dike
Ey hezkirî!
Mêyze bike. Tu dibînî? Na!
Tu mîna roja destpêkê
Ji destên gerdûnê yên vekirî
Navê yekem yê hîlala bi bereket welatê minê
Dema ku min bihîst
Zarokê yekem li welatê min şîr mijandiye
Dema ku min bihîst destana yekem yê sewdayê
Li welatê min hatiye vegotin
Û yekem yên ku laşên xwe bi agirê xemilandin
Bi pîrozbûna wan hestên min ketin nava govengekî bê dawî
Û li ser rêzên çiyayê Zagrosan
Li xemla welatê xwe dimeyzînim
Û ji xweliya agirê tefiyayî a Araratê
Xwe ji nûve ava dikim
Ey hezkirî!
Bi hebûna we dergûşa cîhanê
Bi bayê tê hejandin
Gava min xwe di we de dît û şûn de
Her çiyayên ku li ber derbas bûyîm
Di singa wê de kulmek av mijand
Û çiya bû dayîka min
Ey hezkirî!
Li gava min xwe di we de dît û şûn de
Li ser lûtkeyên çiyayan
Serê xwe datînim ser kevir
Û kevir dibe dergûşa min
Ey hezkirî!
Dema min dît,
Di sifreya decal de
Bira, xwîna bira vedixwe
Dema ku min di qesran de sultan dîtin
Min nexwest ku mîna find û çirayê bim
Min xwest ku di agirê Semayan de bibim çirûskek
Û dixwazim ku di destpêkê de laşê min bişewite
Da ku xweşikbûna agirê di laşê xwe de bibînim
Erê hezkirî!
Tu dibînî? Na!
Niha ji bona we rûniştine dîwanê
Nesîmî, Pîr Sultan û Halaci Mansur
Ji bona we dibêjin
Gemiya Nuh a duyemîn e
We ji ruhê xwe û giyana xwe ji bo mirovahiyê bûne pir
Ey hezkirî!
Hz. Muhammed ji bona we
Di xutbeya xwe de dixwîne û dibêje
Ewî dara evînê çandiye û mohra xwe
Ji bona jiyaneke xweşik lê daye
Ey hezkirî!
Niha rêhevalên we yên herî nêz Îsa pêxember hemû kîretiyan
Li çarmixê dixe
Dema ku Hecî Bektaş qedehek ji tîrêjên we vedixwe
Serxweş dibe di nava gerdûnê de
Ya erê hezkirî!
Dema ez van hevokan dinivîsînim
Li ser xaka Amedê me
Xweziya ez dengbêjekê jêhatî bûma
Min kariba mîna destana Derwêş û Edulê vegotibaya
Hebûna we li gel min
Xweziya ez wênesazekê wiha jêhatîbûma
Minê xîz kiriba,
Baran tu yî, roj tu yî
Û rehma li ser zindiyên hemû gerdûnê tu yî
Mane êdî bese ev hesret
Dayîkên ku ji ruhên xwe hezaran perçe dayîn
Dixwazin di kenên we de bibînin derman ji birînên ku roj bi roj xwîn dide
Erê hezkirî!
Îro ez li hevokên xwe yên ku dawî lê nayê bi dawî dikim
Sibê jî ez bi hêviya hemû hesretên nîvçe mayî re we hembêz dikim
Arîn Gelhat Amed
Ji bona bîranîna şehîdên Amedê