Ji bona vegotina we em dibin rêwî. Di nava behra evînê de wek hezkirinên bê dawî diherikin. Ewqas tişt hene ku li benda pênase kirinê ne lê, her kêliyê jiyanê di dilê me de hêrsa têkoşînê hîn geştir dike. Gelek cara dizivirin û li rastiyên xwe digerin ango temaşe dikin.
Her tim bersiva ku em didin kêmbûna têkoşîna ke hîn zêdetir radixe berçava ji ber vê divê têkoşîna li hember xwe hîn mezintir bimeşînin. Bêguman dîtina rastiyê û li ser de çûyîn gelek girîng e lewra di nava têkoşînê de meşa me diyar bike.
Serokê min; tu di nava rastiyên herî sotîner de heqîqeta gelê Kurd vedibêjî û rêya rizgariyê nîşanê me didî. Em jî her tim di nava van rastiyan de mezin bûn. Her çiqasî bi êşên mezin re dil qewîm bibe ji vê bêhtir jî hevaltiyeke rast a ku di her demî de heqîqetê xwe diparêze jî heye. Em hemû bi asîmanên şîn re jiyaneke hevpar dijîn. Lê di di nava asîmaneke şîn de ne tenê cîhanek heman demî hebûnên bi wate ango cîhanên bê dawî hene. Me soz da ku şoreşa azadiyê bigihînin serkeftinê. Di nava çar dîwaran de pêşengtiya azadiyê dikin. Di nava demên herî kurt de jî wek pirpirokekî demên herî bi wate dijîn. Bedewiyên bê hempa hêz û morala jiyanê jî hîn bilindtir dike û em di nava xweşikbûnên bê dawî de soz didin da ku ber bi ronahiyê we bimeşin.
Tu roja gelê Kurd û di bilindahiyan de hêviya azadiyê yî. Kulîlkên azadiyê bi hebûna te re bêhna xwe yê bedew li her deverê belav dikin. Ew hêviyên hevdîtinê yên li ser Sûrê Amedê roj bi roj hîn nêztir dibe ji ber vê baweriya azadiyê ji her demî bêhtir e.
Mirovê azad; ji bona pênase kirina te ne pênûs ne jî lênûs têrî nake, gotin têr nake vegotina heqîqetê te. Gelek mirovên evîndar berê xwe dan wateya jiyanê ango ber bi heqîqetê we. Şehîd Armanc, şehîd Serxwebun û gelek mirovên ku eşqa azadiyê ji dil de jiyan kirin xwe gihandin warên herî watedar û gihîştin asîmanan. Gelek dildarên vê dozê jî a niha ji bona we di nava grevên birçîbûnê de ne. Gelê me bi îradeyeke mezin nirxên xwe diparêzin ji ber vê zarokên vî gelî heta dawî sozdarên evîna we ne.
Ez Ocalan im
Ez Ocalan im,
Roj û berhema li Kurdistan im
Vegera rastiya xwedawenda me
Ez Ocalan im
Bayê azadiyê û hêviyê me
Ji dayîka xwedawenda
Çiyayê Zagros û Toros im
Ez gemiyê Nuh
Li ser çiyayê Cudî me
Ez eşqa azadiyê
Û eşqa heqîqetê me
Ez Ocalan im…
Akademiya Heqî Karer Taxima Şehîd Rewşen