Tirkî  |  Erebî

Rûken Garzan

penusa jın malperJineolojî mijareke ku Serokatî nû xistiye rojeva me ye; hem xist rojeva me, hem jî xist rojeva hemû kesan. Serokatî ev têgeh xist rojeva me. Ji bo vê weke tevger em jî di nav lêgerîn û hewldanan de ne.

Serokatî ew peyv çima xist rojeva me, armanca wî çi bû, em ê li dora vê peyvê têkoşîneke çawa bidin avakirin û hwd.

de em di nava hewldanan de ne. Em ê vê têgehê çawa fêm bikin û çawa bi navarok bikin. Ew giring e. Divê di mêzekirina jin de û hemû şaxên jiyanê de qûramên nû mirov derxe holê û mirov li ser vê ava bike. Serokatî di paraznameya sêyemîn de jineolojî weke alternatîf pênase kir.

Serokatî li ser esasê hemû danehevên ku di têkoşîna jinê de derketine holê, li dijberî mêzekirina pergala zayendperest, weke ilma jinê, jineolojî pênase kir. Di vê mijarê de rexne hemû şaxên ilmê kir in, lewra zanistê heya îro di vê mijarê de tiştek dernexistiye holê. Dibêje di vê demê de pêwistî bi ilma jin heye. Cara ewil di paraznamaya sosyolojiya azadiyê de kir rojevê, herî dawî jî di çend hevdîtinan de anî ziman û çarçoveya vê zelaltir kir.

Dibêje “êdî tenê ne weke ilm jî, divê hûn weke mijareke felsefîk, sosyolojîk û çandî bigirin dest. Divê jineolojî; ilm, felsefe, sosyolojî û çand jî bigire nav xwe.”Tê wê maneyê ku jineolojî weke ilmê jin ji civakê qut nayê destgirtin. Weke şaxeke ilmê nayê dest girtin. Dibêje,“dijberî vê jineolojî û sosyolojî, wê di xitimandina hemû ilmê re bibe bersiv.” Bingeha wê xitimînê jî weke pirsgirêka jinê digire dest. Li ser esasê pênase û nirxandinên Serokatî dîvê em jî li ser ew mijara ku weke ilma sedsala 21’emîn tê pênasekirin lêgerîn û lêhûrbûnên xwe kûr bikin. Di vê nivîsê de jî weke hewldanên fêmkirinê em dikarin hin pênase û şîroveyan bikin.

Li gorî lêkolînên ku hatine kirin; peyva jineolojiyê di pêvajoya tevgerên jin de, li Almanya profesorekê ilma jin, xistiye rojevê. Profesor jineke femînîst e. Lê hem ji aliyê zanîngehê ve, hem jî ji aliyê tevgerên jin ve nehatiye qebûlkirin, reaksiyon hatiye raberkirin. Pêywê re jî hewldanek nehatiye dîtin, tu deran nehatiye nîqaş kirin, tenê Serokatî xistiye rojeva me. Li gorî lêkolînên me kirine wisa ye.

Jineolojî nikare xwe ji ilm, gerdûn û zindewariyê qût bike. Divê jineolojî, xweza, gerdûn û hemû zindewariyê nû ve lêkolîn bike û rastiya wan dayne holê. İlm tenê bi riya deneyan encaman derdixe holê, lê jineolojî tenê wê şêwazê napejirîne. Tenê bi deneyan encam derxistina holê nêzikbûneke teng û sînordar e. Jineolojî weke şêwaz hem rêbaza deneyê, hem jî rêbaza hîskirinê esas digire. Ew jî rêbaza kûantomîk e. Ji bo vê jî mêzekirina xwe de tenê ilmê nagire dest. İlm tenê deney û ezmûnan digire dest, lê tiştên ku ji derveyî deneyan tên hîskirin jî hene. İlm van nas nake. Şêwaza ilmê ew e. Ji bo wê jineolojî, di vir de guhertinê çêdike. Şêwaza ezmûnê jî digire nava xwe, lê pê re şêwaza sezgî jî esas digire. Hîskirin û hêza hîskirinê heye.

Di vir de aqlê hestiyarî (duygusal) û analîtîk derdikeve pêş. Bi hev re kar tîne. İlm herî zêde aqlê analîtîk derdixe pêş û hêza bi aqlê analîtîk kar dike. Jineolojî rêbaza aqlê hestiyarî û aqlê analîtîk di nava hev de digire dest. Ji bo vê jî pirsgirêkên heyî ilm pê re nikare bibe çareserî, nîvco dihêle û yekalî dinêre. Ji bo vê jî jineolojî, vê rêbazê yekalî û kêm dibîne. Aliyê din jî esas digire. Di mêzekirina vê pirsgirêkê de tenê lêhûrbûnên xwe û teknîkê jî esas nagire. Bi riya nirxên ku di civakê de hene û şêwazên wan jî ji xwe re esas digire.

İlmê gelek tişt derxistine holê, van înkar nake, lê tenê bi tiştên ku ilmê derxistine tevnagere. Dîtin û îmkanên ku ilmê derxistine û keda kesên pê re mijûl dibin înkar nake. Weke encameke digire dest, lê derveyî saziya ilmê tiştên ku civakê derxistina holê jî weke nirx digire dest. Ji bo vê Serokatî sosyolojî û çandê esas digire. Tiştên ku civakê derxistine çand e. Vê ji bo xwe bingeh digire. Bi vî awayî herî zêde li pey şopa heqîqetê ye.

Serokatî jî dibêje, “heqîqeta jinê di tariyê de maye.” Jineolojî weke hedef û armanc ji nav vê taritiyê derxistina heqîqeta jinê xwe re diyar kiriye. Ji bo vê di nava lêgerînan de ye. Li pêy şopa heqîqatê ye; heqîqeta civak, heqîqeta mirov, heqîqeta evînê, heqîqeta jin û mêr û hwd. Weke têkoşîn jî di paradîgmayê de Serokatî datîne holê; li dijî zayendperestî, ilmperestî, olperestî û nîjadperestiyê têkoşîn dike. Hemû tez û teoriyên xwe li ser vê dide avakirin.

Li gorî vê jî êdî tenê xwe weke ilm jî nagire dest, wisa xwe girtina dest bes nabîne, lêkolîna xwe jî tenê li ser anotomiya jin nagire dest. Mijara civakê hemûyê dixe rojeva xwe û weke peywirekê digire dest; aborî, çand, dîplomasî, parastin, siyaset, exlaq, estetîk û hwd digire rojeva xwe. Mirov dikare van zêde jî bike, yanî hemû qadên bi civakê re eleqedar re mijûldar e, hem jî pirsgirêkên jinê re mijûldar e. 

Di mijarên jin û civakê de tiştên ku ilmê şaş daniye holê jî sererast dike. Mesela mijara jinê, ilm jî weke mijareke biyolojîk digire dest, jineolojî tenê mijareke biyolojîk nagire dest, di heman demê de sosyolojîk jî digire dest. Di mijarên jiyan, etîk, estetîk, jin, mêr û hwd. de tespîtên ku şaş yên ilmê sererast dike. Li ser esasê cewhêrê wan, wan sererast dike. Li dijî hemû cûreyên deshilatdariyê têkoşîn dike û li ser vê esasê zanista ilmê ku hemû civakê parçe dike jî qebûl nake. Van hemûyan di çarçoveya zanista sosyolojî de digire dest. Gelek zanistên beşa civakê derketine holê, ew hemû nirxên civakê perçe dike, ji hev qût dike. Jineolojî li dijî vê perçebûnê ye. Van hemûyan ji nû ve digire dest û pênase dike.

Li ser van esasan ilmê jî li gorî pêdiviyên civakê digire dest. Ezmûn û berhemên ilmê li gorî pêwistiyên civakê bi kar tîne. Niha gelek tişt hene ku ilm derxistiye holê, lê pêdiviya civakê ji wan tune, li dijî civakê dibin çek. Xizmetê dewlet û zîhniyeta deshilatdar dîke. Jineolojî li dijî van tiştan e. Her tiştî ku ilmê derxistiye napejirîne. Mesela di ilmên niha de mijara exlaq pir li pêş nayê girtin; pîvan û rêgezên civaka exlaqî û polîtîk li ber çavan nagire. Jineolojî vê jî napejirîne. Saziya ilmê bi pîvanên exlaqî û polîtîk digire dest. Berhemên ilmê jî li gorî vê digire dest.

Li ser van esasan; yek, jineolojî ilmê civakê ji nû ve digire dest. Di nava ilma civakê de, sosyolojiya demkurt û ya demdirêj û ya çandî weke armanc digire dest. Pê ve girêdayî li ser esasê înşakirina civakê; sosyolojiya demkurt, demdirêj û ya çandî ji bo xwe esas digire.

Ya duyemîn jî, di pênaseya biyolojiyê de, li ser zindewariyan hemûyan disekine û ji nû ve pênase dike. Li ser vê lêkolînên xwe dide çêkirin. İlma hebûnê înkar nake, lê ji nû ve penase dike. Pêve girêdayî pênaseya civak, mêr, jin û mirov ji nû ve dike.

Ya sêyemîn jî, di qada çandê de, ji milê zîhniyet, hest û fikir de pênaseyeke nû dide kirin. Ji qada çandê ve girêdayî mêzekirina ol û baweriyan ji nû ve dinirxîne. Dîsa bi çandê ve girêdayî huner, wêje û ziman ji nû ve digire dest. Dixe rojeva xwe û tiştên nû derdixe holê. Pêve girêdayî kevneşopiyên civakê jî dike rojeva xwe. Mêzekirina ku me ji modernîteya kapîtalîst girtiye, em bi tevahî digirin dest û her tiştî red dikin. An jî qebûl dikin. Jineolojî vê jî ji nû ve pênase dike. Pê ve girêdayî mîrasê ku di dîrokê de heye, dişopîne û ji nû ve dinirxîne.

Ya çaremîn, di nava rastiya civakê de pênaseya jinê bi taybetî digire dest. Pê ve girêdayî guhertin û veguhertina civakê û pergalê dide çêkirin.

Ya pencemîn, mijara azadiya jinê milê wê yê felsefîk, teorîk û civakî dirdixe holê. Em niha weke tevgera azadiya jin xwe pênase dikin û têkoşîn didin, lê jineolojî ji milê wê yê felsefîk û teorîk derdixe holê û di vê mijarê de xwe weke alternatîf dide diyarkirin. Beşa femînîzmê û tevgera jin jî di vê mijarê de digire dest. Hemûyan digire nava xwe û ji nû ve pênase dike. Ji vê mijarê ve girêdayî pirsgirêkên jin û mêr, jin û zarok, jin û civak û hwd. digire dest û li ser disekine. Ya herî zêde li ser têkoşîn dike jî ew e, lewra di vê mijarê de pirsgirêkên pir cidî hene. Têyîsînên vê di nava me de jî pir hene, vaye jineolojî li ser van disekine û hewldanên çareseriyê pêş dixe. Mêzekirina modela me datîne holê.

Dîsa bi vê mijarê ve girêdayî jineolojî, li ser tenduristiya giştî û ya jinê disekine, fîzyolojî û biyolojiya jinê pênase dike û şaşitiyên ku di vê mijarê de hene sererast dike. Civakê giştî digire dest, perçe nake. Weke me gotibû tevgerên femînîst bi perçe nêz dibin. Di nava jinê xwe de jî bi perçe nêz dibin. Lê jineolojî civakê perçe nake. Di nava civakê de jî cûdahiya jin û mêr pênase dike.

Bi van hemû mijaran ve girêdayî, jineolojî du tiştan ji xwe re esas digire. Yek mijara dîrokê ye; xwe ji dîrokê qût nagire dest. Di mijara dîrokê de jî xwe weke alternatîf dide diyarkirin. Weke hemû mijaran, bi dîrokê re jî mijûl dibe. Pê ve girêdayî têkiliyên jinê bi gerdûn û civakê re ji nû ve pênase dike.

Mijareke din ku jineolojî li ser bisekine, mijara etîk û estetîk e. Mijara estetîk bi piranî weke şêwe (biçim) tê naskirin û pênasekirin. Di mijara estetîk de cûdabûn nexistina navbera cewher, şêwe û têkiliya şêwe û cewher de pêwistî bi hinek pênaseyên nû heye. Lewra pergala modernîteya kapîtalîst li ser vê qadê jî lîstiye û tehrîbat dane çêkirin.

Serokatî dema ku pênaseya jineolojî dike; estetîk, xweşikbûn û xweşikirinê weke mînak dide diyarkirin. Lewra pîvanên ku pergal di estetîkê de datîne holê, bi paradîgmaya me re nabin yek. Em vê pîvanê napejirînin. Mesela hin pîvanên etîk û estetîk ji bo jinê, mêr û giştî civakê; têkiliyên van herdûyan bi hev re pir girîng e. Lê di vir de jî pergalê xapandineke pir mezin derxistiye holê. Bi rojane jî di vê qadê de modelan derdixe holê, bi piranî şêweyî digire dest, ew berovajîkirineke herî pêş e.

Bi riya reklam û çapemeniyê propagandaya vê kirin û ew ji derveyî cewher girtina dest; hem kesayet, hem jî xweşikbûyinê nîvco dihêle. Em jî dibêjin yekparebûyina cewher û şêwe xweşikbûn û estetîkê derdixe holê. Em jî wisa dinêrin. Vê jî em bi mêzekirina ruh û mêjî dikin. Mijara herî zêde pergal li ser lîstiye jî mijara xweşikbûnê ye. Herî zêde bi xweşikbûna jinê bi şêweyî girtina dest, jin xistin. Jinek an jî mirovek xweşik be; pêwîst e, di serî de xweşikbûnê di ruh û mêjî de bigire dest. Ew xweşikbûna ruh û mêjî biteyisîne ser beden. Ew yekparebûyînê dide avakirin. Mirovê ku mêjî û fikrê wî ne xweşik be, tiştên ne xweş bi fikire û tiştên ne xweş bike, lê tenê şêweya xwe xweşik bike ew mirov pir seranser dimîne. Ji rastiya xwe dûr dikeve û ew mirov nayê hezkirin. Pîvaneke hezkirinê jî yekbûyina şêwe û cewher e.

Mijareke din ku jineolojî li ser bisekine jî; mijara aborî û ekolojî ye. Bi taybetî pênaseya ku ji bo ekolojî hatiye kirin, weke ilma derdorê jî tê pênasekirin. Li ser nirxandinên ku di vê derbarê de tên kirin, divê ji nû ve bigire rojeva xwe û pênaseyeke nû bike. Jineolojî vê girîng dibîne. Lewra mijara havirdorê û xweza ji bo hebûnê weke rêgezekê digire dest. Çawa hebûna mirov weke rêgezekê digire dest, hebûna xweza jî ji bo xwe weke pîvaneke digire dest û nêrîneke nû derdixe holê.

Pênaseya aborî jî ji nû ve dike. Aboriyê li gorî pêdiviyên civakê digire dest, li dijî nêzikbûnên derveyî pêwistiyên civakê disekine. Vê weke zirara li ser civakê dinirxîne.

Di encamê de jineolojî li hemberî nêzikbûna erka eriltî, yanî cinsê mêran disekine. Li hemberî zîhniyeta deshilatdariyê disekine û li dijî vê disekine. Avakirina xwe jî li ser esasê perspektîf û dahûrandinên Serokatî digire dest. Hemû mijarên ku jin û civak pê re eleqadar in, digire nava xwe. Di heman demê de jineolojî, ji bo jin û tevgerên têkoşîna azadiya jinê û civakê didin qadeke nû ya ronakbîrî û zanistiyê ye. Wê di têkoşîna me de bibe rêgeh. Wisa be divê em di vê qadê de lêhûrbûnên xwe kûr bikin û bi ronahî û hêza jineolojiyê jiyan û civakeke nû ku azadiya jinê mîsoger e ava bikin. Lewra encamên pêşerojê jî bi me ve girêdayî ne. Weke kadroyên giştî tevgerê, em çiqas xwe zane bikin, em xwe çiqas kûr bikin û di vê mijarê de nerîna nû ya Serokatî daye bigirin; di rûnişkandin û dayina fêmkirina jineolojî û li ser vê beşdarkirina derdorê dê ewqes zêde bibe. Ji bo vê bi me ve girêdayî ye.

Kategori: Ji Pênûsa Jinê