Tirkî  |  Erebî

JI PENUSA JIN TIRMEH

Nexşa dîroka Kurdistanê yek bi yek, bi bermahiyên dîrokê ve nûnertiyê derdixe holê. Kurdistan di pêşketina xwe ya dîrokî de her dem bûye navenda êrîşan û di milê desthilatdariyê de her dem dest gûhartî ye. Bermahiyên dîrokê hê jî di Kurdistanê de zindî ye, wek dîroka jiyayî bandora xwe dike. Di her gotin, awaz, heyber û eseran de mirov dikarê bi awayeke balkeş bibîn e. Ji bo wê bajarên Kurdistanê

jî yek bi yek weke perçeyeke vê dîroka giştî, bermahiyên xwe di hemêza xwe de hildigir e. Dema mirov di Kurdistanê de bigere, weke ku di nav dîrokê de jiyan dike ye. Weke ku dîrok li pêş me disekin e û roja me ya îro şîrove dike ye. Weke ku Rêber APO dibêje “Em di kûrahiya dîrokê de, dîrok jî di roja me ya îro de dijî” Dibe di roja me ya îro de pir tişt cûda be, lewre di paşeroja me de serpêhatiyên dîrokê û pir rastiyên ku di kûrahiya dîrokê de hatî jiyan kirin, bi roja me re nêzîk ve tekîldar e. Ev tekîlî ewqas bi hev dû re girêdaye ku, weke hestî û goşt, tucar ji hev qut nabe. 

Ji van yek bajarê ku nûnertiya dîrokê dike Erzirom e. Di hemû şopên xwe de bermahiyên dîrokê dide nîşandan. Ev bi taybetî jî di cîhên dîrokî de xwe dide nîşandan. Hem cil û bergên wê, hem jî di wêjeyê wê de gotinên ku tê bikaranîn, vê yekê berbiçav dike. Weke wêneya dîrokê ye. Hem bi medresên xwe ve, hem bi mînarên xwe ve û hem jî bi qela xwe ve, şerê ku li vê bajarê hatiye meşandin dest nîşan dike.

Di hîza deryaya Anatoliyê de 1959 metre bilindbûnê ve bajarê Erziromê, li rojavayê başûr ê zozanan de cîh digire. Qadê niştecîbûnê, li ser deşta ku 2000 metre bilind dibe de hatiye ava kirin. Herem ji milê bakûr ve dûmlû, ji milê başûr çiyayê Palandöken ve hatiye dorpeç kirin. Bi derbasbûna rêya evrîşimê (îpek) ve jî ji bo niştecîhbûna mirovan roleke mezin liyîstiye.

Di dîrokê de berî îstîlaya Roma’yê cihên ku Erzirom cîh digirê de, di derbasbûna pêvajoyên cûda de nav li xwe gûhartî ye, di rêzê de bajarên karna, Garîn, karndî û kalhak bûye. B. M. 408–450 Împarator Teodosîus dijberê êrîşên Îraniyan, li rojavayê başûrê Erzenê, bajareke ku hewirdorê wê bi qaleyan hatî afirandin çêkiriye. Ji bo wê ev qale ji milê fermandarê heremê Antonyus ve hatî çêkirin û navê împaratorê Teodosîlopos li bajar hatî dayîn. Di salên 651’an de bajar ketiye destê Ereban. Bi vê ve navê bajar bûye kalîkala. Di vê pêvajoyê de li rojavayê Erziromê cîhê gundê Karas, bajarê Arze-Azze ku hewirdorê wê bi bircanve tê parastin hatî çêkirin. Bajarê Erzen di sedsala 11’an de navbera salên 1048-1059’an ji milê fermandarê dewleta Selçûkî kûrê Yınal Îbrahîm Kutulmiş ve hatî talan kirin. Piştî ku niştecîhên bajarê cî girtin, navê bajarê kirin Erzen. Navê bajêr bi Ezrz-i Rum,Erzen-i Rum, Erzan-Er Rum, Arzirum, Erdzî-Rum û bi zimanê gel ku niha tê bikar anîn Erzirom bû ye.

Ev herem di navbera dîrokê de ji milê gelên Urartû, Kîmer, Îskît, Med, Pers, Part, Roma, Bizans, Sasanî, Ereb, Selçûkî, Moğol, Îlan û safavî ve dest gûhartî ye. 1514’an de Osmanî piştî fethkirinê heta qonaxa avabûna comarê, di vê heremê de deshilatdar in. Ji kesayetên baldar ên ku di Erziromê de bandora xwe daye, em dikarin Îskender û Tîmûr jî bilêvbikin. Li dijî êrîşan parastina bajar bi bastûra erdnîgariyê ve têkîldar e. Bajar ji milê rojhılat ve cîhekî ku parastina bajar asayî be de hatî çêkirin. Hindek eserên dîrokî yên vê bajarê, heta roja me bê ku xira bibe domiya ye. Di vê bajarê de eserên dîrokî yê pir qewm û miletan heye. Ji derveyê eserên ku di milê dîrokî de bajar bedew dike, di bajarê Erziromê de bedewiyên xwezayî jî pir in. 

Gelheya (nüfus) bajar li gor hilbijartinên salên 90’î, 848.201’e. Ji sedî 20 erdên wê ji bo çandiniyê dest dide. Gel piranî bi ajaldarî ve mijûl dibe. Ji bastûra jeolojîk a Erziromê ve girêday, di heremê de pir germav (kaplıca) hey e. Ji van germavên ên herî girîng yek Ilıca (15 km) yek jî (38 km)  û çermiqa sar (60 kim) ne. Van germavan ji bo romatîzma, siyatîk (nexweşiya çok) û ji bo dermankirina hindek nexweşiyên jinê tê hilbijartin. Di navendên van germavan de pir otel heye, ev jî ji bo gera bajar ji mirovan re asayîbûneke mezin diafirîne.

Her bajarê Anatoliyê bi awayeke xweser pêjgeha wan hey e. Erzirom xwedî çanda pêjgeheke dewlemend e. Ji xwarina wan yek dolmeya lor, borek, kebab û hwd. Her kesên ku diçin Erziromê ji bo xwarinê tê têmbîh kirin. Di tevahî Kurdistanê çanda xwarinê pir pêş e. Weke çandeke kurdan mirov dikare bilêvbike.

Di Erziromê de dansên gel ên ku tê liyîstin re “Bar” tê gotin. Dîroka bar heta kewmên Asyaya navîn dirêj bibe. Lîstokên gel ên Erziromê jin û zilam cûda dilîzin. Liyîstokên gel ên zanîngeha Atatûrk, liyîstokên gel ên Erziromê di hindek asta netewî de festîvalên ku hatin li dar xistin de, xelata yekem girt. Ev liyîstokên Erziromê sembola agîdî û merdî ye.  Ji derveyê vê Erzirom xwedî çavkaniyeke klama gel e. Klamê wan jî li pir cîhan bi nav û deng e. Di van klaman de hemû jiyana gel, serpêhatiyên dîrokî û evîna wan tê bilêvkirin. Deng û gotin dema dibe yek û bi hemû dîrokê ve bi awayeke hevpar diherike û di wê qêliyê de tukes nikare li pêş hestên xwe bigir e. Ev hest weke deryayê diherike û weke oqyanûsê kûr û dem dirêj didomê. Dema mirov klamên gel gohdar dike, pir demên dîrokî derbas dike, dikeve nav rêwîtiyeke bêdem. Ev rêwîtî ewqas mirov bandor dike ku, wek mirov di nav çîroka wê klamê de jiyan dike ye.

Bi pêşketina tevgera azadiyê ve bandorên gûhartinê ya ku Kurdistanê de pêşket, li ser hemû deveran belav bû. Her çiqas asta vê bandorê cûda be jî,  pêşketinên gelê Kurd de hatî jiyan kirin, bandora xwe li ser bajarê Erziromê jî kirî ye. 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê