Tirkî  |  Erebî

Rûken Garzan

penusa jin puşber 2

Asta tevgera azadiya jinê ku gihêştiye, li hemû cîhanê teyisîna xwe dike. Serboriya jina Kurd ku di şexsê xwe de xeteke azad derxist holê kêm zêde em hebû dizanin. Dibe ku gelek hevalan rast e rast di nav de bi cih girtinê jî, ew têkoşîn ji nêzik ve hîs kiribe, lê şervaneke nû ya tevlî vê têkoşînê dibe jî di saya pakrevanên me de dibe xwediyê mîraseke mezin. Bi taybetî di her

kêliyeke vê dîrokê de hewldanên Serokatî diyarker in. Weke hûnermendekî, her asteke têkoşîna tevgera jinê, Serokatî neqş kiriye.

Ev dîrok ji aliyê erenî û neyînî ve gelek serboriyan jî di nava xwe de dihewîne. Her wiha gelek encamên serkeftî derketine holê. Daneya vê ya herî mezin, li qadeke weke Rojhilata Navîn hebûn û têkoşîna tevgera azadiya jin ya îro ye. Lê ew asta îro bi hêsanî nehat destxistin, di her kêliya vê dîrokê de bedelên giran yên şehîdan, ked û mûdexaleyên Serokatî hene. Dema ku mirov pelên vê dîrokê vedike û hewldanê fêmkirinê nîşan dide, dibîne ku li ser her kêliyeke vê dîrokê baş lêhûrbûn û zivirandina kesayetê pêwîst dike. Her wiha her tehlîl û dahûrandina Serokatî ku di vê mijarê de kiriye rojane bûna xwe diparêze. Lewra bi gelek sedeman, di kesayet û nêzikatiyên xwe de em xwe dubare dikin. Dibe ku kes bên guhertin, lê nêzikbûn dişibin hev. Her wiha hin rêgez û pîvan hene ku ji bo her demê derbasdar in, lewra bi hişmendî û kesayet ve girêdayî ne.

Pênç tîplemeyên ku Serokatî di konferansa Rojhilata Navîn ya jinê de ji bo me tehlîl kirine jî bi vî awayî ne. Ji ber vê me pêwîstî dît ku careke din bigrin dest û dahûrandina xwe di van tîplemeyan de bikin.

Yek ji van tîplemeyan; tîplemeya ku ji birdoziya rizgariya jinê dûr jiyan dike ye. Serokatî vê dahûrandinê di şexsê hinek hevalan de dike. Di vê tîplemeyê de di paşverûtiyê de israr kirin heye. Di mantiq û mantelîteya ku tê de mezin bûye de, di koletiyê de israr kirin heye. Di lêgerîna azadiyê de xwe cihekî de nedaye rûnişkandin. Di nava xapandin û gafletekê de ye. Ji bawerî û hêza cewherî dûr e. Ji baweriya birdozî dûr e. Di xwe xapandinê de israr dike. Ne xwediyê ûtopyaya azadiyê ye. Naskirina xwe û cinsê xwe de, lewaz e. Serokatî di vê tîplemeyê de taybetmendiyên wisa dibîne.

Bandora van karekter û tîplemeyan hê jî di şexsiyetên me de jî hene. Dibe ku di 98’an de hatibin dahûrandin, lê îro van taybetmendî çawa tên jiyankirin û li hemberî vê têkoşîna me çi ye? Divê dahûrandina wê kûr were kirin. Tîplemeya yekemîn hê jî di sekna me de tê jiyan kirin. Ew taybetmendî cih bi cih derdikevin holê. Ew bi fereseta pergalê derdikeve holê û li hemberî xeta azadiyê di vê feresetê de israr kirin heye.

Tîplemeya dûyemîn; tîplemeya ku dibe biyaniya cinsê xwe û qarîqatûrîze dibe ye. Yanî li hemberî cinsê xwe biyanîbûnekê jiyan dike û dişibe cinsê din. Serokatî vê tîplemeyê jî didahûrandiye. Ji xwe ew tîpleme hemû encamên zayendperestiya civakî ne. Pergala dagirker ew tîpleme ava kiriye. Ji milê rêxistinî ve, ne zane ye. Xwedî fikreke kûr û dîrokî nîne. Di lêgerîna azadiyê de seranser e û zanisteke wê ya kûr nîne. Sekna wê her ezez e. Pîvanên wê yên ecibandinê û hatina ecibandinê jî, li gorî zilam e. Vê pîvanê ji xwe re esas digre. Cihê ku li gorî têkoşînê û azadiyê pîvanên xwe diyar bike, dema ku zilam wê diecibîne, ji bo wê dibe pîvanek. Li gorî wê qebûlkirina zilam, wê dike jina rast.

Serokatî vê weke cemidandina pîvanên azadiyê digre dest. Lewra cihê ku xwe bawer bike û hêza xwe qaneh bibe, li gorî meyzakirina zilam xwe digre dest.

Ew tîpleme di şer de, şêwazên çort ji xwe re esas digre; di jiyanê de jî bi kevneşopî tevdigere. Pîvanên ku jê re hatine danîn derbas nake. Di şer de jî, cihê ku ziravî û pêwistiyên şer fêm bike, pratîkî û çort meyze kirin heye. Di pêşketina fikir û mejî de xwe digre. Ji ber vê jî, ji pêşketina xwe re sînor datîne û xwe têr dibîne. Nêzikatiyên wisa niha jî di pratîka me de derdikevin holê. Em hinek tiştan fêr dibin, hema em dibêjin her tişt timam e. Di şêwazê şer de, xûlikar nîne, şêwazên qlasîk ji xwe re esas digre. Di hûndir de ji cinsê xwe û xwe re bê bawer nêz dibe.

Sînorên pîvanê azadiyê jî, li gorî gihêştina sînorên pîvanên mer digre dest. Ew seknandin, teyisîna xwe li ser qarekter, fereset û bedena wê jî dike. Serokatî di şexsê hinek hevalan de van tiştan didahûrîne. Lê dahûrandineke giştî ye. Di lêgerînên azadiyê de jî, xwe ji nêzikbûnên deshilatdariyê rizgar nake.

Tîplemeya seyemîn; tîplemeya apolîtîk û hestiyar e. Carna di nîqaşan de, heval dibêjin ew taybetmendî û bandora vê tîplemeyê li ser min heye. Yanî Serokatî di wê demê de pênase kiriye, lê hê jî me derbas nekiriye. Di van tîplemeyan de xwe dîtin û xwe dahûrandin pir girîng e. Meyzekirina vê tîplemeyê ya şer û têkoşînê hestiyarî ye, ne polîtîk e. Ji nûbûyinê re vekirî nîne. Ew sekna xwe jî dayatma dike û li ser vê seknandinê dimeşe. Di vê tîplemeyê de, taybetmendiya herî diyarker jî gihêştina armancê dûr e. Pîvanên wê yên redkirin û qebûlkirinê, li gorî hêstên wê ne. Hem di jiyanê de, hem jî di têkoşînê de li gorî hêstên xwe tevdigere. Ji cinsê xwe dûr e.

 Ew kesayet di guhertinan de ji teriqîn û binketinê re vekiriye. Ji ber ku kesayeta xwe tam ava nekiriye, bûyerek an jî pêşketinek dikare li ser sekn û biryara wê bandor bike. Sekna wê bin guhê hev dixe, her bi şêwazekê nezî têkoşînê dibe, ew jî dibe sedem ku binkeve. Di encamê de jî binketinê re vekiriye.

Tîplemeya çaremîn; tîplemeya ku azadiya takekesî esas digre ye. Vê tîplemeyê Serokatî, bi taybetî di pratîka Amedê ya YAJK’ê de, di şexsê Sakîne Batman de digre dest û didahûrîne. Tabî ew weke seknandinekê, di qadên din de jî tê jiyankirin. Di vê tîplemeyê de, xwe ji cinsê xwe cûda dayina diyarkirin heye. Vê yekê tercîh dike. Lewra di navenda nêrîna wê de kesayeta xwe heye, xwe esas digre. Di nava cinsê xwe de her di nava rekabatê de ye. Di pêşengtî û rêvebertiyê de asta ku giştî derketiye holê, dikşîne asta xwe. Hêla şaşiyekê weke pirsgirêka wê ya azadiyê tûne jî jiyan dike. Asta azadiyê derketiye holê jî, bi xwe ve îzah dike, weke berhema xwe dibîne. Di nava xwe xapandinekê wisa de ye jî.

Her dixwaze zilam jî, sekna wê bi nirx bibîne û pesna wê bide. Di lêgerînên wê de jî, mezinkirina azadiya sexte derdikeve pêş. Di nêzikbûnên wê yên çînî de jî, qarekterê bûrjûvaziya biçûk derdikevin holê. Fereseta ezezitiyê li pêş e. Di bin navê giştîbûnê de ji cinsê xwe qût dibe. Her pişta xwe dide derva û hêza xwe ji wir digre. Di sekn û pratîka xwe de jî xeta azadiya jinê red dike.

Tîplemeya pêncemîn; tîplemeya ku feraseta azadiya çort û redkirinê esas digre ye. Yanî redekê çort esas digre û li ser vê redkirinê jî tîplemeyekê azadiyê xwe re derdixe holê. Di feresatê wê de pîvanên wê yên red û qebûlê çort in. Wisa bi birdozî nêzikbûn û fêm kirin tûne ye. Ew jî bingeha xwe bi giranî çîna bûrjûvaziya biçûk digre. Di milê birdozî û civakî de kûr nîne. Xwe zane nekiriye. Li hemberî pîvanên azadiya jinê, seranser e.

Alternetîfa van tîplemeyan jî; Serokatî, weke kesayeta hevala Zîlan de li pêy azadiyê meşîn û bûyina şopdara hevala Zîlan digre dest. Xwe gihandina kesayeta hevala Zîlan e. Di takekesiya hevala Zîlan de, pîvanên têkoşînê, jiyanê, redkirin û qebûlkirinê; hezkirina welat, hezkirina gel, hezkirina cins datîne holê. Pîvanên vê pir zelal in. Di asta azwerî û evînê de ye. Li hemberî hemû cûreyên dagirkerî û deshilatdariyê xwe qûtkirin e. Her wiha di şexsê Hevala Zîlan de, Serokatî gelek taybetmendiyan pênase dike. Aslinda xwe ji hemû fikir û nêzikbûnên heyî qûtkirin e. Li dijî vê îfadeya xwebûyin û hebûnê derxistina holê ye. Serokatî vê, di sekna jinê de weke tîplemeya nû digre dest.

Ew her penc tîpleme, hem di nava kar de hem jî di nava têkoşînê de; ger neyê guhertin û di xwe de pêşketin nede çêkirin, potansiyela tevgera jin çiqas xurt dibe bila bibe, pêşketin kûr nabe û her tim ew potansiyel ji savrûlma û binketinan re vekiriye. Bi taybetî di seknandina jin de, ew hem dibe bingeha deshilatdariya zilam, hem jî di jinê de hêza xwebûyinê dernakeve holê. Îrade, hêz, nêrîn û kûrbûn dernakeve holê. Ew jî bi serê xwe, li pêşiya xeta azadiyê dibe astengiyeke mezin.

Em sazî, kar û xebatên xwe çiqas mezin bikin jî, ger em di birdozî û xeta azadiyê de xwe kûr û zane nekin; sekanandin û meyzekirina me dê seranser be. Wê bê bingeh be, kûr nebe. Ew jî her ji binketinê re vekirî be. Ji ber vê tevgera jin, terîqîn jiyan dike, nikare xwe bigihîne perspektîfên Serokatiyê, sedemên vê avanekirina kesayet e. Ew pir girîng e. Kesayetê xwe ji van pîvan û taybetmendiyan qût nekiriye. Ji ber vê di têkoşînê de serkeftî nabe. Li hemberî deshilatdariya zilam, serkeftineke dernaxe holê. Kesayet û têkoşîneke serkeftî nabe. Lewra xwediyê têkoşînek birdozîk nîne, xwe têr dibîne, bi hêlaşaşî de xwe meyze dike. Xwe ji wan taybetmendiyan qût nake. Ji ber vê jî ew kesayet derdikeve holê. Ji bo vê yekê, Serokatî kesayeta hevala Zîlan weke mînak dide pêşiya me. Wisa be qasî dûh, îro jî sekn û helwesta Zîlan û xwe gihandina kesayeta Zîlan divê armanca her jinê be.

Kategori: Ji Pênûsa Jinê