Tirkî  |  Erebî

Medya Doz

PENUSA JIN PUŞBER

Ezê dest bi nivîsa xwe bikim. Kêliyek be jî, min serê xwe girt nav herdû destê xwe û fi­ki­rîm. Gelo ew ê navê nivîsamin çibe? Ça­wa bi xemilînim sergotera xwe? Kîjan he­vok ew ê were hawara min? Dilê xwe di­ya­rî dembihiroka bikim, deynê dîrokê li min na­mî ne. Ango ji demê re qevdek simbilê ge­nim bidim, wek biranîn. Ez ê werim efû­kirin? Ne diyare!

Hemû jiyan nîşaneya vê pirsê ye. 

Dil dibêje ji dîrokê bigre û bang rojê bike. Ji ber ku ne dîrok tê ji bîrkirinê, ne jî îro roja xem­­sariyê ye. Lewra di xûşkin ev. Dîrok û roj. Pêwîste em bi karibin bi  herdû xuşka re bi meşin… Dûrbûna ji herdûya jî, xerîbiye, dûr­­bûna ji xwe ye.

Rojek ji rojan di meşekê ku tije kelecan, min nas kir Findikê. Berê êvarê bû. Roj ber­bi rojava ve di rêwîtiyê de bû. Ronahiyek zer zelal belav dikir li derdora xwe. Ger­ma­hi­ya xwe ya dawî dida me bi dilnizmî. Ew çend nazdar bû, ji me direviya. Xwe li pişt çi­yayên bilind di veşart. Em diçûn ew jî li asî­mana di firiya. Diyar bû ku ji me re digot gîhan­dina min zehmet e. Me jî ew fêm dikir. Em meşvanbûn li warê dîrokê. Ew jî, rê­wiyê asmanî bû. Em li jêr li ber bêhna a­xê, ew li jor di nav rondikên ewra de bû. Min serê xwe bilind kir û li tîrêja mêze kir. Min yek bi yek tîrêj şopandin. Cihê ku tîrêj jê derdiket sîngê rojê bûn. Her tîrek xwe ber­dida cihekî, hindek tîrêj xwe di sînga axê de çikandibûn. Hindeka xwe berda bû him­bê­za Dicle. Ava Dîcle roj di mijand li ber ça­vên me hemûyan. Ez matmayî temaşe di­kim. Lingê min giran bûn. Reqsa tîrêj û xwe­zayê temaşe dikim her di şopînim. Dîcle na­rîn narîn di herike. Li jora Dîcle yê girek bi­lind. Lê jora wî tawiye û kavil ronî dike. Pe­wîste ez bipirsim gelo ew çiye? Li pêşiya xwe li ser gir jî kavilek xirabe. Qûntarê gir siye, dinêrim kes tine ye. Heval dûr ketine

Di revim bêhn li min çikiya ye. Heval, heval, heval.. hevalik li min hat rahmê û pir­sa da dû hev…

Çi bû heval? Çima di revî?

Bi wê bêhna ku çikiya ye û hem laşê min di he­je dixwazim bersiv bidim. Destê xwe bi ali­yê wî girîve dirêj dikim, bêhna xwe di­dim û distînim. Hemû heval li me temaşe di­kin. Çekê xwe ji milê xwe danîn û berê xwe dan cihê ku ez nîşan didim. Hemûyan wer fêm kirine ku min dijmin dîtiye. Lê ew na­bînin. Lewma ewder cihê kemîna dijmin bû. Lê min dijmin ne dîtibû. Min tenê tîrê­jên rojê temaşe kiribê û ew kavilên xerabe dî­tibû. Meraq êrîşî ser hest û mejiyê min ki­ri­bû, ewqas…

Te dijmin dît? Li kuderê ne?

Na!

Lê çi bû?

Heval ew kavilê xerabe çiye? Navê wê derê çiye?

Te ji bo wê ewqas baz da?

Belê? Ew heval û hevalên din ku çekên xwe ama­de­kiribûn keniyan. Pişta xwe dan me û çûn. Tê bêjî ku şanoyekî temaşekirin û çûn.

He­val ewder kela Findikê ye.

Findikê kiye?

Ew jineke serfermandare. Dibêjin artêşeke wê ya mezin hebû ye. Ji bo welatê xwe bi pa­rêze di wê kelhê de gelek şer kiriye. Jinek pir jîr û jêhatî bûye. Ji nav kelhê heta nav ser ava Dîcle serdabek(tünel) bin erd çêki­ri­ye. Ava leşkerê xwe di bin erdê re aniye.

Ar­têşa li dijberî Findikê fêm nake ku ew ça­wa bê av dijîn.

Ew heval dibêje û ez gûhdar dikim. Di nav sehrekî bê dawî de me.

Û ji xwe re dibêjim, ez ne li cihekî şaşim. Li warê Findikê, di hembêza dîrokê de me. Li Gebarê warê xwedavenda me. Jî sînga da­yi­ka dîrokê, ji sînga Dîcle dimijim.

Ma heval Findikê bi ser dikeve an na? Ger serkeftî be ez ê ji xwe bawer û serbilindtir bimeşim. Ew heval li min mêze dike û dikene. Kenê wê bi kelêcana min tê. Û dibêje…

Erê bi ser dikeve.

Wa! Çawa? Çima ewqas kêfa te tê?

Ti ecêbî heval ma bila kêfa min ne yê?

Na, na! Lewma em nizanin kiye, ji kuye? Ez dibêjim ji ber ku jine ti ewqas kêfxweş dibî.

Belê raste. Lê bawer ke ew ji vê axê ye. Ka li kelha wê binêre. Kî dizane wê çiqas zehmetî kişandi ye.

Diçim nav behra xeyala, dibin Findikê, ji ser heta ling. Ji wê serdema ku bextê wê nî­ne direvim. Bila warê min bibe hembêza Findikê. Bila ew keziyê min bi hone. Di xwa­­zim wê hîs bikim. Ji kîjan olê ye, ferdê kî­­jan netewê ye ji bo min ne girînge. Wek ev heval jî dibêje ew jinek e. Ji bo min ev be­s e. Demek dirêje ku dizanim çîn û nete­wa jinê çi dibe bila bibe, êşa wê her yek e. Dî­sa di kîjan serdemê de be bila bibe her yek ken e. Gelo Findikê STARA xwe­da­vend jiyan kiriye di xewnê xwe de? Cardin ez di pirsim cihê a niha ez pêlê dikim ne şû­na lingê wê be?

Heval li gorî tê gotin, artêşa Findikê pir zeh­me­tî kişandiye. Dijminê wê, derdora kelhê dor­­pêç kiriye. Xwestine Findikê û artêşa wê ra­­dest bigrin. Lê Findikê vê helwestê na pe­ji­­rîne. Ji ber nikarin derkevin derveyî kelhê birçî dimînin. Tiştekî wan tine û nikarin di ser­daba avêde jî bînin. Av rê nade. Artêşa Fin­dikê ji birçîna telef dibe. Ew ser­fer­man­da­rê artêşa din, zilamê ku xwe gelek bi aqil di hesibîne li bendeye ku hemû ji birçîna bim­rin. Piştra di xwaze warê Findikê bixe bin hikmê xwe. Lê Findikê di fikirê û li ça­re­seriyekê di ger e. Diçe dêla xwe tîne, dêla ku nû zayî ye, di guhanê wê de şîr heye. Gu­hanê dêlê bi ser tasekî de didoşe. Li ber derê kelehê jî, dara hejîrê heye. Diçe hindek hejîrê kerik tîne. Hindek şîrê hejîrê diniqutîne nav şîrê dêlê. Ew şîr di meye di­be wek mast. Navê vî mastî teleme ye. Diçe em­bara xwe ya qût dinêre, dibîne ku di pî­vaz şîn bûne. Pelkê wan bilind bûne. Wan pî­vaza jî diçine. Bangî leşkerekî xwe dike. Dibêje:

Tê vê xwarinê bibî ji serfermandarê dijminê me re û tê vegerî. Leşkerê ku ferman girt bi  rê dikeve û bê qisûr erka xwe pêk tîne û tê. Fin­dikê li ser kelhê rûdine û di ponije. Ser­bi­linde, berxwedêre û bi rûmete. Ser­fermandarê artêşa dijber zilamê aqilmend mat­mayî dimîne. Lı ser şîr, şînahî difikre.

Dıbêje Finike qet bin nakeve. Ji ber bax û bax­çê wê hene. Pez û bîrê wê hene. Dibêje bila artêş xwe amade bike. Em ê paşde ve­kişin. Terka warê Findikê dikin. Çîroka Findikê jî wisa ye.

Heval  mirov çîroka di şevê zivistanî de dibêje. Te bi rêde çîrok bimin da gotin.

Em westiyan.

Sipas dikim heval. Lê ev ne çîroke dîroke. Xwezî te bi zanibûye ka Findikê di kîjan sed­salê de jiyan kiriye û şer kiriye.

Na heval ewqas nizanim. Lê dibe ku Findikê pîrika te be.

Em herdû jî di kenin. Gabar şahidê me ye. Dîcle kenê me dibe û diçe.

Heval hemû rûniştine. Cîxara xwe di pêçin. Li benda me ne. Em jî rûdinên. Kelha Findikê li hemberî me ye. Li nav çavên me mêze dike.

Heval di pirsin

Hûn çima îro li dawî dimînin.

Em herdû dîsa di kenin.

Roj çû ava tarî ket erdê. Û meşa me dîsa berdewam kir. Heval dîsa bi dengekî nizm ji mira got; Bila heval qût nebin.

Ez jî bi rûkeniyekî silav didim Findikê û diçim.

Kategori: Ji Pênûsa Jinê