Tirkî  |  Erebî

Ji pênûsa jin

jinen leheng gulan

Li gori salên berê Rêber APO herî zêde sala 1998’de dahûrandinan û diyalogên bi jinê re kûr meşand. Her wiha di vî salî de mijarê kû herî girîng derdikeve pêş. Bîrdoziya Rîzgariya jinê ji milê Rêber APO de di roja 8’ê Adarê roja jinên kedkar de, ji bo tevahî jinan wek xelat hate dayîn. Rêhevala Sema 21 Adarê 1998’de çalekiyê kû di zindanê de pêkaniye,di rasterasta

bîrdoziya Rizgariya Jinê de kesayeta xwe digre dest û şanbeşanê wî de bi Rêber APO re mirov çava bibe heval vêna nişan dide. Di kesayeta xwe de şêveyê tekîldariyê lêpirsîn dike û îddîayê xwe ya kiryarî şember dike.

Di heman salê de, di navenda biryargehê de li gorî berê hîn birêxistinî, bi pergal û bi şêveyê xebatê bi qoordîne meşandin hate esas girtin. Û li ser hêza jinê astekî serweriyê hate pêşxistin. Hêza jinê bi alîkariya perwerdeyan têgîha “qutbun”ê di sala 1998’de gîhande astekî giring. Di qonferansên hereman wek Zagros, Başur, Dêrsîm, Botan û Rojhilata Navîn de ji bo vê salê plan û armanc hate tespîtkirin û astekî birêxistinî hate girtin. Dîsa pir qadan de rêxistinên serbixwe hate pêşxistin. Bi qomploya ya Cotmehê de dema Rêber APO çu Romayê, çalekiyên azadiyê Rêheval Berwar, Rojbîn, Binevş pêşketin û bi van çalekiyên azadiyê re jinê destnîşankir kû dew ji rêhevaltiya Rêber APO bernadin.

Di gel pêşketinên hatine jîn, ji pêvajoyê re rêbertî kirin qadro û fermandarbûyînê de her wiha bi tevahî hêza jinê de di çandin, kûrkirin û kiryarîkirina Birdoziyê de kêmasî derketin holê. Ji ber sedemê nefêhmkirina Birdoziya Rêber APO, him jî milê jinê, him ji milê zilam de beramberî hev û dû nêzîkatiyên hêsan û pêvajoyên bigengeşî hate jiyankirin. Rastiya desthîlatdariyê ne wek pergal, hîn bêhtir di asta kesayetî hate destgirtin û kiryariyê de şêveyekî ne afirander, nade pêşxistin û nekûr derkete holê.

Ji milê zilam jî wate nedayînê birdoziya Rizgariya Jinê û dem bi dem helwestên wek “desthilatdarî ji destê me diçe” hate dîtin. Nêzîkatiyên desthilatdariyê herî rêbazên zirav re xwest xebatên azadî xwaziyê wala derbixwe.  

Wate nedayînê teoriya qutbunê beramberî jinên kû dixwaze qutbibe nêzîkatiyên tepkî hate nîşandan.

Heremê Başûr bi qonferansê YAJK’ê ve pêvajoyê re çêkir. Herçendî dahurandinekî hate jiyankirin jî ev sal nebû şanbeşanê şoreşê Başur û bi vê re kiryarî nehat dîtin. Di eyaletê Botanê de qonferansê kû hate lidarxistin û damazrandina Biryargeha YAJK’ê ji aliyê hêza jinê, xwedî giringiyekî mezin e. Di heman pêvajoyê de operasyona 14’e Nîsanê de şêhîdbûna Rêheval Zelal, Agirî û Cîhan di milê hêza jinê windahiyên girîng e. Di operasyona Kato Marînosê de 25 hevalên jin şehîd dikevin.

Sedema windahiyên jin di nav şer de jî nepêkanîna pergala xwe ye. Ji milê rêveberiya zilam jî xebatên YAJK’ê neylê li gorî xwe daxwaziya şanbeşankirin derkete holê. Li Zagros ê konferansa jinê ya I. de astekî biryarbûnê derkete holê. Lê belê ji ber têgîştînekî di biryarende nehatîbû çêkirin hîn paşverûtî xwe da pêş. Dîsa jî xebatê jinê yekser binêzîkatiyên zilam û jinê re rû bi rû dimin e.

Li eyaletê Bakûr li Dersîmê de di ronahiya talimat û perspektîfên Rêber APO de konferansa jinê ya kû hat çêkirin zemîna xebatê jinê xurtir kir.

Di salê 1998an de Eyaletê Amedê de li gorî eyaletên dîtir şêweyê xebatekî kombuyî hate meşandin. Her wiha di vê pêvajoyê de rola qoordîneye YAJK’ê Şehid Hêvîdar pir mezin e. Di heman demê de Navçeya Lêce de  jî aliyê Hevala Binevş (Hüsnîye Oruç) bi mebesta valaderxistina qomployê çalekiyekî şermezarî (protesto) hate çêkirin. Bi vê çalekiyê ve têgehên xetê hevkarî ya kû jinê û partî re têşopandin bersîv hate dayîn.

Di eyaletê Erzurumê de şehadeta taximek hevalên jinê hestyarî pêşxist û zehmetî hate kişandin. Di sahayê serokatiyê de di meha adarê de qonferansa YAJK’ê a birêvebiriya Rêber APO pêkhat. Û dîsa ji aliyê Rêber APO tipên jinên giştî û xetê Zîlan hate nîqaşkirin. Û encamên giring hate girtin. Di heman demê de xebatên jinê ya vê qadê bi tevî hate cudakirin.

Di salê 1998’de negirtina astê bîrdozî û polîtîk hişt kû xebatên YAJKê li gorî dihat xwestin  neyê meşandin. Yê kû damgayê xwe di wateyê bîrdozî ve kiryariyê de lêda Bîrdoziya Rizgariya Jinê û çalekiya Rêheval Sema Yüce bu...

Ji bo kû mirov Birdoziya Rizgariya Jinê fêhmbike, pêvîste di serî de têgîştinekî dîrokê hebe. Di pêvajoya neolîtîk de jin di civakê de wek endamê damezrêner bu. Lê belê piştî pêşketina civaka çînî, tekîldarîyên di navbera zayendan binavê statuyên serdest û bindestan ser navê wekheviyê tûtîştekî nehîşt. Ji ber vî sedemê beramberî jiyanê bêhevseng bibîrdozîyeke nû hebû. Di cîhanê de cara yêkemîn rêbertîyekî û tevrekî astekî herî biwate ifade dike. Serokatiya me rêgezên Birdoziya Rizgariya  Jinê wîha pênase dike.

1- Berî her tiştî bîrdoziya jinê bê ax nabe. Di axên lê ji çêbûye jîn e. Ango bi gotinê rojevî “welatparêzî” ye.

2- Bi vîn û bir ramana azad ve tevlî jiyanê buyîn. Ger ev bîrdozî pêkwere, herî ifadeyê vê ya girîng, jin li gorî daxwaziya xwe bijî, xwe bi biryar bike. Emê bawerî bidin ramanê wê, emê li hember vîna wê rêzdar bin.

3- Parvekirina jiyanekî azadixwaz û rêxistin pêvîste. Însanekî bêrêxistin tuneyî ye. Rêxistina yekem car bi jînê re destpêkiriye. Jin pêwiste rêxistina xwe ya resen –ku em di roja me ya îro de vêna re dibêjin YAJK- bike giştî.

4- Tekoşîn e

5- Hûner, Çand û estetîk e.

Jiyana azad û bivêre xuluqandina mirovê azad û bibergeha nû cîhan girtina dest yê bibe alternatîfa tevahî pergalan. Di heman demê de ya kû hatiye afirandin kûrkirina vêna ji armanca bîrdoziya rizgariya jinê ye.

Çalekiya Rêheval Sema Yüce di dema îlankirina bîrdoziya Rizgariya Jinê a kû ji aliyê Rêber APO de hate pêkînandin. Ev çalekî pir berbiçaw û mînakekî balkeş e. Wek manifestoya jiyana azad nîrxand û dihundurê xwe de bi avayekî kûr şerê di navbera jina kevneşop û jina azadîxwaz jiyankir û wena wiha ifade kir “...Bê mubalaxa, di asta kesayeta xwe da pevçûnan bihezaran salan ez hîsdikim. Ev dema kû ez xwe derbasdikim ifade dike. Çawa kû li ser asmana dû roj nine û nabe, ji bo tevahî mirovan û jinên azadixwaz jî dû vebijark (seçenek), du navendiya moralê çênabe. Vê gava kû ez van rêzan dinivîsînim, di xwe de, ji milê moral û jiyanî, min Serok APO jî xwere kiriye wek navendekî bêemsal û herwiha gavê kû min tevahî astengiyan derbaskiriye.”

Rêhevala Sema Yüce, meylên “Xwe derbaskirinê” di asta herî jor de dijî û jina hêzdar û azadbuyî temsil dike. Her wiha li ser bengihê Bîrdoziya Rizgariya Jinê xwe dibingeha afirandina mirovê azad de, dixwaze dilê xwe, mejiyê xwe û bedena xwe dinavbera ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê de bike pirek.

Di şanbeşanî vî Rêheval Fîkrî Baygeldî jî çalekiyekî dişibe vê pêkanî û ji bo afirandina kesayeta zilam ya nû, têhilandinekî (çıkış) bi watedar pêkanî. Di nameya xwe de wiha digot “Hevala Sema fermandara min e. Ev jina Kürd ya kû bi çalekiya xwe dibe fermandar, ez tenê leşkerekî wê me.” Rêber APO, ast û dîlsoziya Rêheval Fikri Baygeldi wiha destnîşan dike. “Ger bal bêdayîn, gotinên heskirin û evînî pir bi wateyeke nirxdar de bikaraniye. Û rêhevalên jin pir baş lêkolîn kiriye û pejirandiye. Her wiha ne mirovekî nezan e. Di asta netevîbuyînê de dest digre. Û girêdayîna xwe çêdike. Ango girêdanê kû em beriyê dikin di vê bingehê deye.”

Sala 1998’de bi qomploya 9’ê Cotmehê re, dema Rêber APO çû bû Romayê, di derbarê webatê jinê pênasînekî wek “Xebatekî min a nîvçe mayî” kir û bi vî rengî balkişand ser erk û mîsyona jinê a dîrokî....

Kategori: Ji Pênûsa Jinê