Tirkî  |  Erebî

PENUSA JIN NISAN

4’ê Nîsanê bi rastî jî ji bo Kurdan roja rojbûna Rojê ye. Piştî tarîtiya bi salan, Roj di rojeke wiha xweş de bi hemû sorgeveziya xwe tîrêjên xwe bi axa Kurdistanê ve berdide. Me jî derheqê vê roja pîroz û binirxde nêrînên hevalan girt. Ka em nêrînên hevalan bixwînin ji bo vê rojê çi dibêjin. STAR Yildiz Cudî: Beriya her gotinê ez vê rojê di serîde

li Rêber APO bi taybetî jî jinan û tevahî gelê Kurd pîroz dikim.Birastî jî asta ku jina Kurd gihiştiyê di vê rojê ve girêdayî ye. Mirov dikare bibêje ev roj roja ku tevahî mirovahî bi taybetî jî jina Kurd cardin were li ser rûyê cîhanê. Ji bo vê ev roj ji bo jin roja jiyan û hebûnê ye. Ger ku mirov bikaribe rast şîrove bike ji nû ve şînbûyîn û avabûna mirovahiyê dikare binirxîne. Gelek nirxên mirovahiyê bi vê rojbûyînê re derket li ser rûyê erdê û cardin hate penase kirin. Vejîna ku di 4'ê Nîsanê de pêk hatiye, bûye ji nû ve vejîna gelê Kurd û însanetiyê. Gelê Kurd ji nû ve ji xewa mirînê şiyar bû. Ne tenê gelê Kurd tevahî mirovahî ji mirînê rabû. Ji bo me jinên ciwan 4’ê Nîsanê li dijî kapîtalîzmê rojbûna Ronahiyan e.

Tevahî heqîqet bi rojbûna Rêber APO re cardin derketin. Felsefe û birdoziya Rêber APO her tiştê ji nû ve avakir û ruh dayê. Di roja me ya îro de tevahî nirxên hatine afirandin di siya Rêber APO de çê bûye. Ji artêşbûyîna jin, partî bûyîn û nasnameya jina azad û hwd. hemû nirxên ku Rêber APO ji bo jin afirandiye û heya roja me ya îro jî ev nirx her diçe mezintir û bi hêztir dibe. Modernîteya kapîtalîzm û netew dewletên ku dixwaztin nasname û hebûna gelê Kurd ji holê rabikin ev rojbûyîn bû mizgîniya serkeftin û serfiraziya gelê Kurd. Ev roj roja robûna nasnameya Kurdê azad û gelê azade. Ji bo vê yekê yeku neyar ewqasî bi hov êrişê Rêberê me, gelê me û tevgera me ya azadiyê dike. Niha pêşketin û destkeftiyên ku gelê Kurd, jina Kurd û li Rojava yê Kurdistanê dest xistiye hemû bi vê roja pîroz ve girêdayî ye. Di roja me ya îro de jî ruh û berxwedaniya ku li Bakurê Kurdistanê tê jiyan kirin jî ji vê rojê qut nîne. Ji ber ev roj roja hebûnê ye. Weke jin pêwîste em ruh û hebûna vê rojê di tevahî kêliyên jiyana xwe de ava bikin.

 Şîmal Dilsoz: Ev roja pîroz ya ku tevahî civakbûyînê di nava xwe de hewand û rojên bi wate û pîroz ji bo mirovahiyê bexşandiye Rêber APO re, tevahî jin û gelê me re pîroz dikim. Ev roj gelek giringbûyîna di nava xwe de di hewîne. Bi kêliya rojbûna Rêber APO heya roja me ya îro hertim ji bo jin û mirovahiyê bi xwe re mizgînî aniya. Ev mizgînî bû nasnameya jina azad, nasnameya azad û mirovên azad.

Ev roj roja rizgariyê ye. Serokatî ji bo jin û tevahî mirovahiyê nirxekê gelek pîroz û bi rûmete. Birastî jî modernîteya kapîtalîzm mirovahiyê puç û tune kiriye. Tevahî amorên xwe û leystokên xwe jî li ser jin û civakê pêktîne lê Serokatî jî di şexsê dayîka xwe de nirxek gelek mezin da jin û jina azad afirand û cardin tevahî nirxên wê xist destê wê de. Bêguman weke gerîlayên jin erk û berpirsiyartiyên gelek mezin dikeve li ser milên me. Ji bo ku em xwedî ev nirxên pîroz derbikevin pêwîste em tevlê bûyînak rast li hember pêvajoyê û birdoziya rizgariya jin bidin raber kirin û kesayetiya xwe jî li ser wê bingehê avabikin. Serokatî ewqasî nirxekê mezin dide dayîka xwe û vê rojê ku artêşbûna jin û jinên azad di kesayetiya dayîka xwe de di afirîne. Bêgûman Serokatî di şexsê jin de dixwaze civaka exlaqî, polîtîk û netewa demokratîk ava bike. Her wiha partiya PKK’ê jî partiya ku xwe li ser lingê jin avadike. Serokatî ji bo me cîhanek û jiyanek nû afirand. Serokatî her tim jin li hember tevahî êrişan, komployan, leystokan zanakir, bi hêzkir û vîna ku jin bikaribe bi xwe parastina xwe bike û xwe nasbike avakir. Ji nû ve avabûna mirovahiyê ye 4’ê Nîsanê. Roja 4’ê Nîsanê roja rojbûna tevahî mirovahiyê ye. Li ser vê bingehê jî em dibêjin em soz didin ku emê azadî û serkeftinê mîsoger bikin.

 

Sara Berxwedan: Ez ev roja pîroz li Serokatî, tevahî jinên Kurd û mirovahiyê pîroz dikim. Mirov dikare bibêje ku bi vê rojê re di cihanê de, di nava mirovahiyê de fikir û nêrînen nû pêşketin. Bi taybetî jî di nava civaka Kurde. Di vê rojê de tovên ev rojên bi wate û nirx hate avetin. Ev roj tê wateya ronahiya ku bi ser tarîtiya pergal û hişmnediya baviksalarî ya pênç hezar salî. Ji bo vê jî weke tevgera azadiya jin jî ev roj ji bo me gelek watedare û bi nirxe. Bi taybetî jî em dayîak Uveyş jî bibîrtînin. Birastî jî dayîka Uveyş ji bo me xwedawanda herê pîroz û binirxe. Ji bo vê jî em xwe gelek bextiyar dibînin. 4’ê Nîsanê jî ji bo me bi taybetî weke jin tê wateya dema lêvegerîna xwe û li ser vî esasî jî guhertinên bingehîn pêk anîn.

Toprak Tendurek: Beriya her gotinê ev roja pîroz di serîde li Rêber APO, tevahî jinên Kurd û gelê Kurd pîroz dikim. Birastî ji bi vê roja pîroz re çarenûsa Kurdan jî hate guhertin. Di dîrok û jiyana Kurdan de guhertin û veguhertinên nû bi vê rojê re hate avetin. Ji bo vê jî Serokatî ji destpêkê heya roja me ya îro bûye afrênerê xeta birdoziya rizgariya jin. Mirov pir rehet dikare bibêje ku rojbûna Rêber APO tevahî ol, bawerî, çand û netewan de fikrê modernîteya damokratîk avakir. Heman demê de rojbûna Rêber APO bi tîpên zêrîn di dîroka mirovahiyê de hate nivîsandin. Di roja me ya îro de jî Serokatî gelek nirxên giranbiha ji bo civakan, netewan û bi taybetî ji bo jinan avakiriye.

Bi rojbûna Serokatî heya roja me ya îro her tim ked ji bo jin û mirovahiyê daye. Fikir û ramanên Rêber APO ji bo xilasiya gelan bûye nirxê herê pîroz. Her çiqasî mirov xwe bi fikir û ramanên Rêber APO perwerde dike, rast dixwîne ewqas mirov nêzî xwe dibe. Ji xwe rastiya Rêber APO rastiya heqîqet û civaka exlaqî û polîtîke. Her wiha rojbûna Serokatî ji bo me ji nûve vegera cewherê xwe ye. Çawa ku Rêber APO bi rojbûna xwe re ji bo mirovahiyê û ji bo jin bûye mizgînî di roja me ya îrode jî Serokatî her tim ji bo gelan û ji bo jinan gavên nû avetiye û bi fikir ramanên xwe re ji bo rizgariyê bûye mizgîni. Weke milîtanên Rêber APO em baş bizanin ku pêwîste em têkoşîn û berxwedaniyên gelek bi hêz bidin meşandin. Serokatî her tiştê ji nûde ji destê desthilatdara girt û xist destê me de. Em bi têkoşîn û berxwedaniya xwe di jiyanê de bi hevaltiyek rast, layîqê kedê Rêber APO û tevahî rêhevalên şehîd derbikevin.

Kategori: Ji Pênûsa Jinê