Tirkî  |  Erebî

Ji pênûsa gerîla
JI PENUSA JIN8ADAR
Dîroka Kurdan bi mêrxasî û lehengiyên xwe tê nasîn. Heta mirov dikare bêje ku lehengî û xiyanet, di dîroka Kurdan de her dem di nava diyalektîkek de pêk hatiye. Wekî nimûne ev di Dîroka Heredot de ciyek xwe yê taybet girtiye. Ev mêrxasî hem ji bona mêr û hem jinên kurd wisa ye. Di şeran de, di tanzîmkirina jiyanê de,

di aboriyê de erka mêr û jin ji hevûdin kêmtir nebûye. Ji ber vê yekê ye ku pêşiyên Kurdan gotine, “Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e” Li gorî gelên din jinên kurd herî zêde cewherê xwe yê neolîtîk parastine. Çanda xwedewend a ku jiyanê belî dike, hê jî li her qada jiyanê didomînin. Bi taybet jî mirov dikare di roja me ya îroyîn de li gundan û di kevneşopan de vê bimîne.

Li gorî netewên din, netewa kurd zêde xwe tevlî şaristaniyan nekiriye. Kurd di dîrokê de bi navê Hûriyan têne naskirin û ev di herîkîna dîrokê de di nava hezaran salan de, bi navê Gûtî, Mîtanî, Naîrî, Hîtît, Ûrartû û Medan berdewam kirine û li rûpelên dîrokê de bi dîroka xwe ya aştîxwaz û lehengiyên xwe cî dîtine.

Di dîroka Kurdan de jinên kurd, xwedî erkbûne û cewherê xwe heta roja me ya îroyîn parastine. Di roja me ya îroyîn de jî pêşengiya jiyana azad dikin û di warê hişmendî û zanebûnê de di dîrokê de emsalek in. Jinên kurd bi Tevgera Azadiya Kurdîstanê re bûn xwedî vînek û bûn navê azadiyê. Di pêşengiya Rêber Apo de jinên kurd doza xwe her roj bi hêztir kirin û îro jî bixwe bûne partî û rêxistinên xwe ava kirine. Ev pêvajo di encama, kuştin, êşkence, zilm û zorê û bi dayîna hezaran şehîdên jin hat bidestxistin. Piştî vê berxwedaniyê îro jinên kurd di şervanî de, di siyatsetmedarariyê de, di çalakvaniyê de, di hunermendiyê de, di rêveberiyê de ji jinên cîhanî re dibin mînak û hêvî. Îro di çalakiyan de li gorî erk û cewhera xwe, jinên kurd li herî peş in, ji bo azadiyê dimeşin û li hember êrîşên dijmin dibin mertal. Ev ne tenê li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li Ewropayê jî wisa ye. Wekî nimûne, 8’ê Adarê herî zêde bi girseyî li gorî cewherê xwe ji hêla jinên kurd ve tê pîrozkirin û li pratîkê jî hewldana jiyînê herî li pêş e.

Di dîroka lehengî û pêşengiya jinên kurd de, di warê lehengiyê de Leyla Qasim û Rindexana Mala Eliyê Ûnis; di warê hunermendiyê de Meyremxan, Eyşeşan tê hişê mirov. Bo nimûne dema ku Leyla Qasim bê darizandin, gotina wê ya, “Ji ber ez canê xwe di riya Kurdistan de feda dikim kêfxweş û şanaz im…” di çanda lehengiya jina kurd de pêngaveke dîrokî ye. Ev rewş di efsane, kilam û meselokên Kurdan de xwe dide der. Her dem ciyek pîroz a jina kurd heye û bi lehengî, bi diyarkirina jiyanê û bi kedkariya xwe hebûna xwe nîşan dide. Di hunerê de jî digel ol û feodalîzma wê demê jinên hunermend ên wekî Meryemxan, Eyşe Şan, Belga Qado, Zadîna Şakir, Sûsika Simo, Fatma Îsa, Eslîka Qadir qîrîna xwe ya jina azad bi kilamên xwe berz kirine û ev çand bi Şehîd Mizgîn û Şehît Delîla berdewam kiriye.

Dîsa di dîroka serhildanên Kurdan de, di hêla şervaniya jina kurd de mînaka herî balkêş mînaka Rindexanê ye. Ev bi bêrîtanan, zîlanan, semayan, zeyneban, azîmeyan, hêlînan, rotîndayan, besêyan, gulanan, zekiyeyan, ronahiyan, sorxwînan, rozayan, gulbiharan, nûdayan û bi sedan lehengên din berdewam kiriye û di kemîn, zinar, zîndan û li ser bircan fena gulên sor vekirine û bûne sembol. Şehîd Bêrîtan; ji bona ku nekeve dest dijmin, bi tilîlê xwe ji latan davêje. Çalakiya wê dibe çalakiya evîn û rûmetê. Ew di têkoşîna jina azad a kurd de dibe xetek. Îro jî her yek ji me, di vê xetê de neferekê wê ne û bi vê hêzê ew dişopînin. Pêre Zîlan, ew qas ku ji jiyanê hez dike di oxira wê de canê xwe feda dike û di mejiyê dijmin de xwe diteqîne û helwesta xwe nîşan dide; dîsa Sema, xwe ji ariyên xwe dide afirandin û li dora Rojê ji agir xelekek ava dike…

Li Kurdistanê piştî ku komara Tirkiyê ava dibe, li ser hev gelek serhildanên kurd pêk tên, yek bi yek di demên kurt de têk diçin û bi komkujyan re rû bi rû dimînin. Di têkçûyînan de erka diyarker ev e ku; ya rêbertiyeke baş nayê kirin, eşîr û mîr tifaqek bi pêş naxin yan jî bi îxanetên hundirîn re rû bi rû dimînin.

Ji van serhildanan, Serhildana Mala Eliyê Ûnis şayanî pesndayînê ye. Ji ber ku rêxistinbûna Mala Eliyê Ûnis, ji eşîrtiyê wêdetir, wekî xanedan xwe bi rêxistin kiriye û di asta jor de xwedî yekîtîne. Mala Eliyê Ûnis li herêma Xerzanê, piranî li Sasonê û li derdora Çiyayê Mereto dimînin û heta çemê Batmanê sînorên wan diçe. Wê demê gelek eşîrên din jî li herêmê hene. Eşîrên wekî Reşkotî, Pêncînarî û ji wan jî eşîra Cemîlê Çeto li wan derdorane. Eliyê Ûnis bixwe jî endamê tevgera Azadiyê ye û rêxistinên wê demê gelek pişta xwe bi Mala Eliyê Ûnis ve girê didin. Di dema serhildana Şêx Seîd de jî, erkeke mezin ji wan re tê terxankirin. Lê ji ber Serhildana Şêx Seîd, ji dema ku hatiye diyarkirin zûtir destpê dike û baweriya xwe bi îngilîzan tînin û bi provakasyonên îngilîzan dixapin, alîkariya Mala Eliyê Ûnis ji serhildanê re çênabe. Jixwe piştre gelek eşîr, bi kemalîstan re hevkarî dikin, piştî ku di pêşengiya Seyîd Riza de serhildana Koçgirî têk diçe, hêvî hema hema diqedin. Li hember vê yekê, Mala Eliyê Ûnis tu carî serî li hember kemalîstan natewînin.

Mala Eliyê Ûnis piştî ku serhildana Şêx Seîd têk diçe, di sala 1926’an de serî li hember kemalîstan radikin û bi tu awayî ne wan nas dikin û ne jî bac didin wan. Piştî ku kurê mezin ê Eliyê Ûnis Mihemet Elî dimire, di şûna wî de pêşengiyê Evdirehmanê Elî dike û wekî Evdirehmanê Mala Eliyê Ûnis mohra xwe dîrokê dixe. Ev serhildan wekî Serhildana Sasonê jî tê binavkirin. Li hember vê, komara Tirkiyê xeber jê re dişîne û didin zanîn ku; ” Evdirehman Axa, di welatekî de 2 dewlet çênabin, yan tuyê hebî yan jî dewlet” Li hember vê Evdirehmanê Eliyê Ûnis îlan dike ku dewleta wan nas nake û wê li ber xwe bidine û wiha dibêje; “Yê we dewlet, paşa û generalên we hene, yê me jî xwedayê me û çiyayên me hene” û xwe vedikşîne Çiyayê Mereto û şer dide destpêkirinê. Heta salên 1934’an jî dewlet di her êrîşî de li bin dikeve. Di vê navberê de Evdirehmanê Eliyê Ûnis, sîstema xwe ava dike, tê gotin ku wê demê pereyên xwe bi xwe çêdike, dîsa hewl dide hemû eşîrên kurd di bin banê vê sîstemê de bi awayekî konfederal li hev bicivîne û kemalîstan ji Kurdistanê derxîne. Li hember vê di havîna sala 1935’an de qolordiya leşkerên komarê yên Amedê tên herêma Hezoyê. Li Deşta Dena çadirên xwe vedidin. Leşkerên herêma Sêrtê, Muşê, Çewligê, Mêrdînê û Bilîsê jî yekser bi ser çiyayê Mereto û herêma Hezo ve digirin. Ji Farqînê heta Motkî, qada ziyaretê, Sason û Hezo, ji aliyê dewleta tirk ve wekî Herêma Qedexe tê îlankirin.

Li hember van êrîşan bi salan jin û mêrên Mala Eliyê Ûnis mil bi mil bi kemalîstan re şer dikin. Yek ji wan jî keça Mihemedê Elî Rindexanê ye. Rindexan bi xweşikbûn û lehengiya xwe li herêmê deng dide û bi şerkeriya xwe li herêmê dibe efsane. Di vê navberê de her diçe şer gûtir dibe. Ji têkoşerên serhildanê birayê Rindexanê Elî û bariziyê wê Mahmê Xelîl li çemê Batmanê li Newala Qeremûsê di şerê bi leşkerên komarê de şehîd dikevin û navên wan di kilam û stranên kezebşewitî de bêmirin dibin. Evdirehmanê Elî di wan salan de diçe binê xetê û cebilxaneya xwe ji wir temîn dike, ev berxwedaniyê bilindtir dike.

Di berdewamiya şer de, kemalîst bêhevî dimînin. Gelek caran hewl didin bi Evdirehmanê Elî re peyman mohr bikin. Lê Evdirehmanê Elî tu carî bawerî bi wan nayne. Li hember vê leşkerên komarê bi riya eşîrên kurd di sala 1937’an de êrîş dibin ser çiyayê Mereto û malbatên ku li deşta Hezoyê ne heta Pira Malabadê belav bûne didin ber xwe. Lê şerê herî mezin li çiyayê Mereto pêk tê. Eşîra Cemîlê Çeto pêşengiya leşkeran dike. Tenê ew rê û erazî baş dizanin. Li hember vê Evdirehmanê Elî xeber ji Cemîlê Çeto re dişîne û wê gotina dîrokê ya li hember xiyanetê dibêje, “Ger em taştê bin, tu yê firavîn bî” Lê çavên xiyanetê kor e, şer gûr dibe, balafir ji jor de bi gazên kîmyevî bombebarîn dikin, ji jêr de cahşên Cemîlê Çeto û leşkerên komarê êrîş dibin ser canên ciwan, kal û pîr û zarokan. Hema piraniya eşîrê tê kuştin. Qirkirinek pêk tê, hejmarek diyar nîn be jî, lê ji deh hezarî zêdetir kes têne kuştin.

Rindexanê ji destpêkê heta dawiya têkçûyîna şer, di rêza pêş de şer dike û ew bixwe pêşengiyê dike. Di nava şer de Rindexan bi birîndarî dikeve destê dijmin. Fermandarê leşkerên komarê li hember navdarî û xweşikbûna wê mat dimîne. Fermandarê dijmin, hewl dide dest bavêje Rindexanê. Li hember vê bêçaretiyê, Rindexan ji fermandar re wiha dibêje; “Ez girtî me, hûn xwedî her cure tasarûfa li ser laşê min in, encax ez nikarin li ser axa ku di bin serdestiya mala bavê min de ne, bi we re bim. Ku hûn di nava van sînoran de dest bavêjin min, ezê xwe bikujim” Li ser vê yekê fermandar pirsa, ka sînorên axên bavê te li ku diqede dike. Rindexan wiha dibêje; “Çemê Batmanê sînorê me ye. Tu dikarî piştî Pira Malabadê bibî xwediyê min”

Piştî ku fermandar qebûl dike û heta pira Malabadê tên. Dema ku digihên Pira Malabadê, Rindexan dibê ez dixwazim herî dawîn li axa bavê xwe binêrim û destûra ku derê ser Pira Malabadê dixwaze. Rindexan dertê ser Pira Malabadê û giran giran dimeşe, li ber xuşexuşe ava çemê Batmanê, bi rika li hember vê dîroka kambax û xiyanetê û rastiya dijmin, ji bona ku nebe dîlê dijmin, fena bazeke birîndar baskên xwe li hev dide û xwe ji Pira Malabadê davêje hemêza çemê Batmanê.

Gotinên wê yên dawîn li Pira Malabadê, li deşta Qeremûsê û li çiyayê Mereto olan dide. Li gorî dengbêjan, tê gotin Rindexan, berî ku van gotinan gotiye xwe ji pirê avêtiye û li pey xwe helbesteke nîvco hiştiye.

Ez im rinda Rindexan

Keça mîr û axayû çiyan

Ey tirkê Tacik

Karê we çi ye li van çiyan

Rinda bûye namdar

Ez dimirim, birîndar û bê zar

Teslîm nabim destê neyar û naçim bê ar...

Piştî ku Serhildana Mala Eliyê Ûnis têk diçe, Cemîlê Çeto jî ji hêla komarê ve tê darvekirin. Ev gotin jê re tê gotin; “Yê ku ji qewmê xwe re nebe, ji me re jî nabe” û bi vî awayî gotina Evdirehmanê Eliyê Ûnis rast dertê.

Belê hê jî dema ku mirov li ser Pira Malabadê dibûhire, bişirînên keça kurd a leheng û şervan Rindexanê li ser çemê Batmanê diteyisin û helbesta wê ya nîvco olan dide. Teslîm nabim destê neyar…

Kategori: Ji Pênûsa Jinê