Tirkî  |  Erebî

 Fidan Nurhak

PENUSAJINCILE2

Nirxên komunal demokratik ên ku di hundirê xwe de wateya bihevrabûyîn, xwe parastin û adaletê dihewîne, bi şoreşa çandinî re derketiye holê. Di Kurdan de hişmendiya civakî ya ku şoreşa çandî afirandiye, pir giring û xurt e. Di warê bi axê re giredan de fêrkeriya şoreşa çandinî nayê gotûbêjkirin.

Afrêneriya di çanda Kurdan de ya bi hezarê sala jixwe ev e. Ev yek bi qasî ku bibe hucreya kok a civakan gerdunî bûye. Ev çandaya nişandide ku, hilberîn û nirxên pîroz (kauta, gudea, gıda) afrêneriya bihevre ye û xwedayiye. Beriya ku xêr û bêr ji aliyê xwedayan ve bê belakirin, civakê bi xwe berhemên xwe belavdikir. Çand ji xwedayan kevntir e.

 

Ax viya tînê ziman û dibêje “Tu çiqas belav bike (bidê), ewqas berhemên te wê zêde bibe.” Û bi xwe jî wiha dike. Mirovên Kurd yên ku vê yekê fêrdibin, belavkirinê wekî şertekî civakê û zêdebûyinê dibînin û piroz dikin. Axê qirêj nabînin, qirêj nakin. Heta neçar nebin destur nadin ku ti kes axê qirêj bike û biêşîne.

Wê dizane ku, bi qasî qedrê axê bigre û jiyana xwe li gor wê nirxekî avabike û çandekê biafirîne, ax jî wê xwedî li wan derbikeve û wana di tengahiyê de nahêle. Ax jî wana qirêj nake. Mirovên ku bi jahrdayina şaristaniyê ve hatiye qirêjkirin jî, dema destê wan bigihije axê xwe qirêj hîsdikin. Heta ku vê jahrê nevereşin, nikarin xwe ji hestên qirêjbûnê xilasbikin.

Mêzîn piştî pêşketina şaristaniyê derketiye. Tê bawerkirin ku, berhemên ku dikevin mêzînê teama xwe winda dikin. Ev bawerî pir bi wate ye. Team bi xwe jî wata ye. Nebat bi wate dipijin û team avadibe. Dema ku bêwata buyîn çêdibe, xwarina herî xweş jî ji mirovan re, bêteam tê. Pîvandin û kêşandin sînordayin e. Nirxê tiştan bi hejmaran diyarkirin teamsarî avadike. Û nirxê tiştan ê rast diveşêre. Îro jî gotinek heye weke wê. Dibêjin ku, dema tu bijmêrî, xêrûberê tiştan jêdiçe. Ev gotin behremê hişmendiya komunal, hevparkirinê, yekpare û bêhesabûnê ye.

Ev berhemên ku dikevin mêzînê û tên xwestin ku bên pîvandin, bereketa wana tune dibe. Ji ber ku, mêzîn hebe ferasetek hesapkar avadibe. Bi hev du re bê hesap jiyîn dernakeve. Çanda diyarî dayîna hev, tune dibe. Mirov çavbirçî dibin. Ji ber vê yekê jî wate-team kêm dibe. Teamsariya pergala kapitalist modernite û bêrîkirina demên berê ji wê yekê tê. Sînor zêde dibin û wate kêm dibin. Her pîvandin sînordayineke ye. Ev pîvandinan bi mêzînan re çêdibe, her çiqas wek temsîla adaletê bê nişandan jî, dişîbe, dermankirina kujer, ji qurbana xwe re. Bi xwe dikuje, bi xwe jî dixwaze bidermanên xwe sax bike. Ji bilî vê jî dewleta huquq ya heyî, bi ferasetên şaş ve, mirovan ber bi kendalên kuştinê ve aniye û ev yek hîna jî baş naye zanîn, naye fêmkirin.

Li gel vê rastiyê, bi navê çareserkirina pirsgirekan ji aliyê dewletê ve, pirsgirekên heyî tên zêdekirin û ji neçarî jî tên kûrkirin. Bi vê awayî civak tê perçekirin. Lê belê, civakên komunal pirsgirêkên xwe bi xwe çareser dikin. Xwedî ferasetek bi vê rengî ne ku, dikarin adaletê bê mêzîn jî pêkbînin. Yê ku pirsgirekên tên jiyankirin herî baş dahurîne, civak bi xwe ye. Yê ku dahurînên rast bike, dikare çareseriyên rast jî bîne ango bibîne.

Bi hin mînakên jiyana komunal ve, em dikarin mijara xwe watedar bikin. Hestê dilê xwe bi xwe şewitandin, di pergala heyî de weke taybetmendiya mirovên dilgerm, dilnazîk tên nişandan. Lê belê rastî ne wiha ye. di rastiyê de dilê xwe bi hinekan şewtandin îfadeya dilrehmiyek xapînoke. Di demên mirovahiyê yê herî paqij de cihê hestek bi vê rengî tune ye. Di civakên komunal de mirovan dilê xwe bi hevdu naşewitandinîn. Ger pêdiviya mirovekî yan malbatekê, bi tiştekî hebaya ango pêdiviyek manewî ya mirovan yan malbatan eger derbiketa holê, pêdiviya wan di cih de dihate temamkirin. Ji bo vê, kesên di civakê de irada xwe dikirin yek û heta ku ev pêdivî ji holê ranekirana, ango heta ew pirsgirek ji pirsgirêkbuyînê dernexistibana rehetî nedizanîbûn û bê navber ji bo wê dixebitîn. Lê belê di dema şaristaniyê de, ev feraset hatiye şikenandin û di şuna vê yekê de dilşewitandinek girtî derketiye. Ev yek jî ti car hişmendiyek rast a bi hev re jiyankirinê ava nake. Jê zêdetir berhevdayinek wicdanî ya ne di cih de bi xwe re aniye. Dilşewitandin, bi hêstên xwe xapandinê, xwe bi rengekî lez ji êşa wicdanî xilaskirin e. Hewldaneke ye. Lê bê encam e. Em dikarin vê yekê di jiyana xwe de jî bibînin.

Mirovên herî xwedî wicdan mirovên şoreşger in. Şoreşger jî weke civaka komunal li hestê dilşewitandinê dinêrin. Dilşewitandinê weke hestek kêm dibînin. Hesteke ku bi mirovan re wundakirinê dide çêkirin, hesteke ku têkiliyê mirovan ên kûr tune dike û xwesteka bihevra jiyînê xera dike. Şoreşger dizanin ku, dilşewitandinî têkiliya mirovan di navbera dubendiyan de dihêle û êşek wicdanî ya xapinok derdixe holê. Ji ber ku dilşewitandinî ti pirsgirekan ji holê ranakê, bi civakan ti tiştî nade qezenckirin.

Di têkiliyên hevaltî de mirov dilê xwe bi hevalên xwe naşewitîne. Kesên ku endamên kombûnên demokratik, ahlakî û politik in, qet li hember hev dilşewitandin najîn. Rewşên dilşewitandinê weke kêmbûna xwe, kêmbûna parvekirinê, kêmbûna hevaltiyê û weke şaşiyeke herî mezin dibînin û hewldidin da ku eger ev yek hebe jî, ji holê rakin. Di jiyanekê de, ger wekheviya cudahiyan hebe, em dikarin bêjin ev jiyan komunal e û di vê jiyanê de ti tiştên ku mirov dilê xwe bi hinekan bişewitîne tune ye. Ev minak jî, dide nişandan ku, komunaltiya nû çawa bibe û di ku derê de pêwîste destpê bike.

Gundên Kurdan temsîla jiyana komunal a herî xwezayî dikin. Di wan gundan de cudahiyên civakî ti car kendalan avanakin, hucreyên civakê, endamên civakê ti car dilê xwe bi hev naşewitînin. Ev yek bi komunalîteyê ve giredayî ye.

 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê