Tirkî  |  Erebî

Axîn CUDÎ
 MEHAKANUNPENUSAJIN2
Ew nêrînên wekî tîr kevanên hemû astengiyan derbaz dike û xwe digihîne nava dilê min bi êşa heskirina van nêrînên we yên bi wate dixwazim bibim av û biherikim cihê dile min lê dixe. Dixwazim bibim bahozek ku ji hemû çavên li benda rêwî û rewî bibim stran. Dixwazim bibim bilorek hemû çûk û zarokan li derdora xwe bicivînim.

Dixwazim bibim jinek xwe li dilê we hîs bikim.  Dixwazim bibim ciwanek xwe li nava kenê Evrîm Demir, Mistefa Malçuk, Mislim Doxan veşêrim. Dixwazim bibim demsalek û azadiya we lê bi nexşînim. Dixwazim bibim tava heyva ku min tê de penaberiya xwe lê nas kirî. Dixwazim bibim lorîna dayîkek dil şewat. Dixwazim bibim çiyayek şervanên azadî xeyal û hêviyên xwe lê dixemilîne.

 Dixwazim bibim şervanek heyfa we ji hemû bêbextiya hillînim. Dixwazim bibim lêhiyek berbi we ve biherikim. Dixwazim bibim findek li nava şevên tarî yên li derdora we. Dixwazim bibim sernivîs û şahid ji hemû kêliyên we yên bi wate re. Dixwazim bibim pênusek ji dilopên pênusên we. Dixwazim bibim xwedî kesayet ku di dadgeha mirovahiyê de ji mirovê azad re şahidiyê bikim. Bi heyecan û coş têbikoşim, dixwazim bibim agir û hemû gemariyan bi şewitînim. Dixwazim bibim qêrînek hemû bêdengiyan biçirînim. Dixwazim bibim kenê li ser rûyê rojê. Yên ji bo rûmeta xwe jiyana xwe nafiroşin. Dixwazim bibim întîqama 35 ciwanên rêwîtiya wan di nivî de mayî. Ew mexdurê polîtîkayên birçîmayînê bûn, ji bo bîdonek mazot û çend paketê çixare jiyana xwe ji dest dane.

Jiyana li ser sînoran bi zor zehmetiyan tijiye. Yanî jiyanek bi tirsa mirinê tê strandin. Belê hemû stran, çîrok û serpêhatiyên Kurdan, jiyan û berxwedaniya wan li hemberî împaratoriya zilmê îfade dike. Di dîrokê de Kurd hertim ji paş de hatine lêxistin. Vê carê ew xencer li  Roboskî li dilê kurdan ket. İro dîsa mirovahî û dîrok ji komkujîyen din re bû şahid. Ew hîn ciwan bûn û mirinek bi vî rengî heq nekiribûn. Ew dibihara emrê xwe debûn. Her yek ji wan çîrokek xwe hebû. Ji bo şevên tarî ronî bikin, mazot dibirin ku di tarîtiyê de hêviyên azadiyê şitil bidin. Ji bo ken û kêyfxweşî diyariyê dayîk, bav, xwişk û birayên xwe bikin, berê xwe didin zorahiyên sinirê Iraq û Tirk a. Ma gelo ne ji bo yên li benda alîkariyek û yên li benda hêviyê bûn ku dikarî berê xwe bide zor û zehmetiyên sînoran ku bi bûyerên ne diyar tijene. Belê ma gelo ji bo kesên dibêjin em mirovên xwedî pîvanin, ne şerme ku li himberî komkujiyekê bi vî rengî bêdeng dimînin? Gotinek yê pêşiyên me hene dibêjin, ‘‘dinya bi dorê ye, ne bi zorê ye’’….

Em di sedsala 21’an de jiyan dikin û di sedsalek wisa de mirov bi çekên kimyasal têne kuştin û şerma herî mezin jî wek ku ev bûyer ji rêzê û xwezayî bê dîtin, nîşan kirin. Ji ber ku wan ciwanan wekî bav û kalên xwe neketin pey jiyaneke bê rûmet, neketin nava pergala cerdevaniyê, tenezul nekirin ku xwe li ser keda hinekê din bidin jiyan kirin, berbi mirinê de hatin terikandin. Neyarê me ji derveyê mirinê ti mafê din ji mere nade. Ji bo wê jî mirin jî dinav kêliyên bi zor û zehmetiyan de jiyan dikirin. Wan ciwanan, pîvana dilekê dewlemend û jiyanek bi rûmet ji bo xwe esas digirtin. Malê dinyayê ji wan re nexem bû. Gotinek yê pêşiyên me hene dibêjin, ‘‘malê dinê, gemara desta ye. her ku destê xwe dişû, ew jê diçe.” Ew ne di ferqa biryara mirina xwe de bûn. Bi biryar berbi xeyalên xwe de, ber bi bêdawî bûnê ve diçûn. Neyaran ji zû de bi plansaziyeke gemar fermana ku stêrkên wan ji asîmana şîn bi şemitin. Wan ewrên reş kom dikirin û li ser xewn û xeyalên bi rengê berfa spî bibarînin li ser hêviyên wan.

Qêrîna wan ciwanan asîmanan kun dikirin ku hewara xwe bigihînin xwedawenda dayîkê. Lê lêxistina firokan dengê wan di bêdengiyê de hiştin. Ma gelo ew qêrîn, qet tevizek xistin hestiyê xudayên desthilatdaran? Sedsala em tê de jiyan dikin, sedsalek ku xwe bi demokrasî, maf û azadî pênase dike. Lê belê em dikarin bêjin dibe ku jî ev sedsal sedsalekê herî zêde mirovahî û bi taybetî jî gelê Kurd ji mafê wan têne mehrum hiştin û koletî li ser wan têne ferz kirin. Bila dijminê faşîst baş bizanibe wê yek ferdê Kurd ti şşşşşşcaran bêrumetî ji bo xwe qebul neke. Ev tekoşîna hebûnê ye ku îro gelê kurd ji bo wê canê xwe didin. Ev berxwedanî tirs û xofê dixe dilê wan dijminan. Dijmin nikarî ew sirê hebûnê qebul bikin. Fêrî kurdê berê bûne ku xulamiya wan bikin. Kenê zarokên vî welatî dibe kabusên xewnên wan. Ji bo vê ye xudayên ji zarokan ditirsin fermana wan zarokan didin dixwazin neviyên Iştaran dibin siha şurê xwe re derbaz bikin. Ev şer ne tenê şerek, ev şer îfadeya şerê xwedawendan li himberî zilm û zordestî xudayên rûpuşa wan ketine îfade dike. em dixwazin careke din dest nişan bikin ku wê tu zor û zehmetî beden me ji tekoşîna azadiyê durnexe. Her êrîşek li ser bingeha tinebûnê, me ji herdemî xurttir dike. em carek din idea sonda xwe ya li xewn û xeyalên derbikevin didin.  

  

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê