Tirkî  |  Erebî

Tolhildan Goyî
Meha KANUN
PKK têkoşîna azadiya tevahî gelane. Têkoşîn û tevgera ji bo jiyana civakî ya demokratîk ya rastiya ku ti carî nayê guhertin e. Ji serdema destpêkî heya roja me ya îro civak di derdorê armancekê de hatine gel hev bûne hêza birdozî û bi vê awayî têkoşîna civakê pêşxistine. Partî jî bi hêza rêxistinê yê ferdên ku di derdorê birdoziyek hevpar de tên gelhev avadibe.

Ev hêz bingeha têkoşîna civakê dide diyar kirin. Ferdên ku nabin partî hertim bilavene û nikarin ti carî bigihijin aramancên xwe.

 Partîbûyîn; bawerî, kolektîf,ked, sebir, birdozî û bi vê re girêdayî pêvajoya karkirin û xebatê ku tê meşandine. Gava mirov li mirovên cihanê temaşe dike di her destpêka şoreşan de bi partîbûyînê re pêkhatiye. Ango cewherê partîbûyîn tevgera civaka yekbûtûniyî vegotin dike.

Pergalên dewletdar hêza civakê belav dike, li ser mêtinkirina kedê mirovan xwe ava dike. Ji bo vê jî ji dema hîyarerşî heya roja me ya îro her tim hewildaye ku tevger û partiyê civakan bêxe dibin desthilatdariya xwe de. Yên ku pergala wan na pejirînin serî li hember wan ra dikin û têkoşîn didin meşandin ji bo wan tune bike û bi tewsîne her tiştê dikin. Pergala kapîtalîst ya ku bûye vebaya serdema em tê dene civakê ji hev cûda kiriye û xistiye di nava ferdbûyînê de, xistiye meta, ji tevahî nirxên civakê yê weke exlaq, polîtîk dur xistiye. Pêşketina hişmendî ya ku bingeha birdozî dide diyar kirin di rastiya kapîtalîzm de bi erdê re bûye yek. Felsefe, paradîgma, exlaq, teorî bi texrîbatên gelek giran re derbasdibe. Evne avabûna hişmendiyê didin diyar kirin di heman demê de bingeha bîrdozî û partîbûyînê dide avakirin. Em dikarin birdozî weke pergala fikrê ku xwe gihandiye îradeyê penase bikin. Hêza herê mezin ya ku yekitiya civakê, tevgerên partîbûyînê pêşdixe, pêwîstiyên civakê û rastiyên wê ye. Rastiya kapîtalîst ya ku mirov xistiye kurmê hev, bi perçebûna civakê re pergala xwe li ser avadike û tevgerên bûne partî û nikare wan bêxe dibin desthilatdariya xwe de her tim li hember wan di nava şerekê deye. Tevgerên gel yên ku ne bûne partî û xwe ne veguherandina hêzekê bi hêz ya birdozî li hember şerê hişmendî yê kapîtalîst modernîte bin ketine. Mînaka vê ya herê berçav jî di nava gelê Kurd de hatiye jiyan kirin.

Tevgerên civaka Kurd di cewhera xwe ya civakî de her tim jiyana azad weke pêwîstiyekî civakî dîtine. Di vê bingehê de hatine gel hev û berxwedanî dane destpêkirin. Di rastiya Kurd de di aliyê dîrokî de, netewî û çandî de ji serdemên destpêkî heya niha her tim bi mêtingerî yê re rû bi rû mane. Raperînên di vê rastiyê de pêşketine ne veguherîne hêzekê birdozî bûye şerekê yê eşîretan, yê herêmî yê çors. Ev çavkaniya xwe ji bê pêşengtiyê digirt, hem jî rastiya îxanet ya dihat jiyan kirin hişt ku hêza ku heye ne veguhere hêzekê rêxistinî û yê partîbûyînê. Ji bo vê jî li hember pergalên deshilatdaran her tim binketinê re ru bi ru mane. Ev raperîna ne bi awayekî xwînrêj bi dewisandinê re encam girtiye. Lê cewherê rastiya civakê de di çerçoveya pêdiviyên civakî de û di bingeha birdozî de vegotina partî dike.

 Mijarekêdin yê ku em bidin diyarkirin jî pêşengtiya partiyê deye. Gava mirov karekterê serdema 19.meyzedike nebûyîna pêşengtiyek siyasî bi xwe re ne bûyîna partîjî aniye. Di tevgerên civaka de partîbûyîn bi pêşengtî û rêbertiyek rast ve girêdayî ye û ev rastî ti carî nayê guhertin jî. Berovajiyê vê jî perçebûyîn û têkoşînekî lewaze.

Gava mirov di vê aliyê de meyzedike tevgera PKK, hem ji bo gelê Kurd yê ku bi hezar salane li ser mêtingerî tê çêkirin, ji rastiya xwe dûre, bê hêvî hatiye hiştin, hem jî ji bo tevahî gelên tê perçiqandin li ser navê azadî û demokrasiyê derketiye û bi vê re bûye ronahiya hêviyê. Gelê Kurd di cewherê xwe de ji azadiyê re vekiriye û di dîrokê de heya roja me ya îro de her tim li hember pergalên desthilatdariyê di nava têkoşînê deye. Lê bi taybetî jî di raperînên dawî gelek bi xwîn derbasbûye, dewisandine û baweriya wan ya serkeftinê hatiye şikandin û ji aliyê pergala heyî re hatiye helandin.

Pergalên desthilatdar xwe li ser bê hêvîkirina gela, bê têkoşîn kirinê desthilatdariya xwe dide meşandin. Li ser gelê Kurd di aliyê dîrokî, çandî, netewî de nîjadkujiyek cidî avakiriye û gihiştiye wê astê ku hebûna gelekê înkar bike.

Rêber APO gelê Kurd ya ku tu kes hêvî nedikir wê cardin rabin ser linga bi rastiya PKK’ê re cardin rabûye û îro di tevahî cîhanê de mînakên ku nayê dîtin bi rêya têkoşîn û berxwedaniyê têkoşîna azadî û demokrasiyê re şoreşa civakê ava kiriye. Gava mirov di vê aliyê de meyzedike tevgera PKK ya ku bûye partiyek û bi rêxistinkirî têkoşîna birdozî dîde ji bo gelê Kurd tenê têkoşînekê yê rizgariya netew ne daye di destpêkêde heya roja me ya îro di heman demê de li ser bingeha civakî, felsefîk, dîrokî û lêgerîna heqîqetê de astekî exlaqî û polîtîk avakiriye. Ev têkoşîn her ku diçe mezin dibe û bi tevlêbûna sedan keç û xortê Kurd yên ku bawerî û hêviyê wan ji bo azadiyê hene bi bedelên giranbiha re mezin dibe. PKK di cewhera xwe de partiya ked û şehîdane. Bêguman yê ku tevgera PKK avakiriye, bi rêbertiyek rast ya ku heya roja me ya îro aniye Rêber APO ye. Rêber APO ji nûde gelek bi dîroka xwe re, cewherê xwe re hevdîtin daye çêkirin. Tenê ne ji bo netewa Kurd di heman demê de bûye çavkaniya tevahî kesên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide. Ji bo vê jî tevgera PKK’ê tevgerekê gerdûniye.

Hêzên hegemonîk yên ku pergala xwe ya desthilatdariyê li ser mêtingerkirina gelan dide domandin di vê aliyê de tevgera PKK’ê ji bo xwe her tim weke xeteriyek girtine dest. Ji bo vê jî her tim bi êrişên hovane re li ser tevgera me de tê. Li hember van êrişane jî bersiva herê mezin were dayîn bi taybetî jî ji bo gelê Kurd û ji bo tevahî mirovên bindest bi avakirina modela netewa demokratîk înşa kirine. Ji bo vê yekî şoreşa ku were avakirin û pêvajoya serkeftinê ji bo pêşeroja tevahî civakan weke rizgariyek dîtin pêwîste. Ji bo berdewam kirina têkoşînê rol û erkê dikeve li ser milê kadro diyarkere. Hêza birdozî ya ku cewhera partîbûyînê ye bi ked û hewildanên kadro re jiyanî dibe. Erkên kadro yên bingehîn ewe ku rast nêzî partî bibe, nûnertiyekî rast yê bîrdoziyê bike, ferasete guhertin û veguhertinê, zanabûna welatparêztî, cesaret û fedekartî di nava erkên bingehîn yê qadroye.

Modela Konfederalîzma Demokratîk ya ku bi felsefeya Rêber APO re têşe girtiye û paradîgmayek nû re diyarî pêşeroja gela kiriye, ji bo ku tevahî heqîqet derbikeve holê û ji bo vê jî têkoşîna ku li her çar perçeyê Kurdistanê tê meşandin bi wêrektiyek mezin dide diyar kirin ku em ji herdeman zêdeti nêzî serkeftinê ne.   

Em weke kadroyên PKK’ê bi vê zanabûyînê re 27’ê Mijdarê ji dîroka me, rastiya civaka me ûrêhevalên me yên ku di oxira vê jiyana pîroz de canê xwe feda kirine weke emantek dibînin û ji îro pêde emê têkoşîna xwe ji her deman zêdetir bi îdayê xurt kirinê didin. Li hember pergala ku heye alternetîfa herê mezin em dibînin pêvajoya avakirina demokratîk hêza ku em ji Rêbertiyê xwe û rêhevalên xwe yên şehîd digrin emê zêdetir bi hêz bikin û heya em negihînin serkeftinê emê têkoşîn û berxwedaniya xwe berdewam bikin. Li ser vê bingehê cardin em soza pêkanîna azadî yê didin.  

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê