Tirkî  |  Erebî

Ji pênûsa gerîla
MEHAMIJDAJIPENUSAJIN
Zehra zemerya: Perwerdeya xweser ji bo me vegotina gelek tiştan dike. Bi taybetî jî weke jin xwe naskirin, dîroka mirovahiyê naskirin, gerdûn, rastiya civakê naskirin û rastiya zilam û pergala zilam avakiriye naskirin û li gor wê jiyan kirin gelek giringe. Ji bo mirovan perwerde gelek giringe. Di nava tevgera me de jî perwerde cihekê xwe yê gelek girin heye. Pêwîstiyê me gelek bi perwerdê heye. Ji ber pergala baviksalarî li ser mirovahiyê gelek zordestî dide avakirin bi taybetî jî li ser jin. Mirovan nezan dike û dike koleyê xwe vê jî bi riya jina kole û nezan dike.

ZEHRA

Serokatî bi kedekê gelek mezin jin zanedike, bi rêxistin dike û di hêle ku jin bi xwe bi hese. Ev jî bi riya perwerdeyan pêş dixe. Perwerdeyên xweser ji bo me bingeha xwe naskirin, zanakirin û bûyîna ya xwe ye. Pergala zilamê serdest û hişmendiya wê jinê bê nasname kiriye, ji civaka wê qut kiriye. Jina ku çavkaniya tevahî mirovahiyê ye îro bûye meta û tê firotin. Di vê perwerdeyê me de tevahî hewildan ewe ku jin xwe nas bike, hemcînsê xwe nasbike û heskirinek avabibe. Ji ber modernîteya kapîtalîzm wisa li jinê kiriye xwe nasnake, ji xwe hesnake. Ji ber xwe nasnake hemcînsê xwejî nasnake û jê hesnake. Jin her tim perçe kiriye, bê rêxistin kiriye ji civakê dûr xistiye û bi her awayî jî di firoşe.

Di perwerdeyên me yên xweser de jî herî zêde li ser xwe naskirin, pergal naskirin, dîroka xwe naskirin û rast şîrove kirin û tehlîlkirinê disekine. Di nava tevgera me ya azadiyê de û di nava dîroka Kurd de gelek jinên leheng û egîd jiyan kirine. Ji bo me mîras û dîroka xwe naskirin jî gelek giringe. Em ji bo xwe têkoşîn û berxwedaniya rêhevalên me yên jin ên ku ji bo azadiyê bedelên gelek girandane esas digrin. Xwedî li mîrasê wan derketin armancê me yê bingehîne. Ger ku îro em weke jin di van çiyayên azad de têkoşîn û berxwedaniya azadiya xwe didin ev jî bi kedê Rêber APO û rêhevalên me yên şehîd dane raberkirine. Em ji li ser vê bingehê û bi vê zanabûnê perwerdeyên xwe dibînin. Pergala perwerdeya Rêber APO dayî avakirin mirovan zanadike, bi hêz û bi vîn dike.

ARDEM

Ardem Ararat: Ev pênç hezar sale li ser jin gelek êriş û mêtingerî tê meşandin. Her tişt bi destê jin tê avakirin lê hişmendî û pergala ku zilam avakiriye jin xistiye di nava çar dîwaran de. Çawa ku li ser bedena wê serwerbûna xwe ava dike di heman demê de li ser fikir, rûh û hestên wê jî serwerbûna xwe pêşdixe. Wisa li jin dike ku bi hişmendiya xwe her tiştê ji nû de avadike. Nirxê ku jin avakiriye dike destê xwe de. Bêguman hişmendî û fikrên zilamê desthilatdar li ser jin bandorên gelek neyênî daye avakirin. Wisa kiriye ku jin bi xwe jî vê weke qederek pejirandiye û wisa jî nêzî xwe dibe.

Beriya her tiştê perwerdeyên me li ser bingeha xwe naskirinê ye. Ji  ber pergala baviksalarî di kesayetiya me de gelek tahrîbatan ava kiriye. Ji bo ku em van tahrîbatan bizanin nas bikin bi taybetî jî pergala baviksalarî nas bikin pêdîviya herî mezin ewe ku mirov hişmendî û dîroka wê nas bike. Bi vê re jî mirov xwe û dîroka xwe nas bike. Pergala baviksalarî di jin de gelek taybetmendiyên ku ne aîdê wêne avakiriye. Di heman demê de di perwerdeyên me de li ser heskirin û naskirina cinsê xwe jî tê seknandin. Ji bo me zanabûna cîns mijarek gelek giringe. Ji xwe em perwerdeyên dîroka jin bi giştî jî dibînin lê di heman demê de xweser jî dibînin.

Di perwerdeyên me de em xweşikbûna xwe û yê cînsê xwe jî dibînin. Serokatî ji bo ku jin xwe nasbike, vegere cewhera xwe û bibe yê xwe gelek nirxên pîroz avakiriye û heya roja me ya îro jî têkoşîna vê dide. Di perwerdeyên me de em hev dahurandinan re derbas dikin. Dibe ku yek heval be lê em di şexsê wê hevalê de giştî digrin dest û xwe lêpirsinan re derbas dikin. Bêguman di nava tevgera me ya azadiyê de ne tenê jin xwe perwerde dike di heman demê de hevalên me yên xort jî perwerdeyên xwe yê xweser dibîne û hev dahurandinan re derbas dikin. Tevahî armancê me ewe ku em jî weke milîtanên YJA Star û weke jin xwe bigihînin asta jina azad ya ku Serokatî ya me dixwaze di jin de ava bike.      

GULAN

Gulan Gulveda: perwerde ji bo me mijarek herê bingehîne. Ji ber me dixwazin cîhanek nû bi afirînin ji ber ku cîhan gelek qirêj bûye. Lê birastî jî cîhan qirêje mirov bi xwe qirêj bûye. Ji bo ku em cîhanek nû bi afirînîn pêdivî heye ku em mirovên nû bi afirînin. Ji bo vê jî pêwîstî bi jinek nû û zilamek nû heye. PKK jî dixwaze vê bi afirîne ji bo wê jî ev çil sale têkoşîna wê tê dayîn. Di tevahî cîhanê de, di rojhilata Navîn de û di nava Kurdan de jin û zilamên azad were afirandin berxwedanî tê meşandin. Çima şoreşên ku cîhanê de pêşketin ji bo vê ye. Ji ber şoreş nû bû raste lê mirovên ku hûndirê wê de jiyan dike ne nû bûn. Hişmendî, fikir, nêrîn û bi kurtasî kesayet li gor berê bû. ji ber yê ku şoreşê xwedî bike pêş bêxe mirovên ku hûndirê wê de jiyan dikin. Ger ku di jin û zilam de guhertin pêşnekeve wê ew şoreş zê de li ser linga ne mîne.Tu çiqasî di nav de guhertin çêbike jî nabe, ev dibe demokrasî jî, sosyalîzm, azadî jî û wekhevî jî û hwd. Cardin wê ev şoreş bi şibe xwe.

Ji bo wê em dixwazin jiyanek, cîhanek nû avabikin. Ji bo vê pêdivî heye ku mirovên û were afirandin. Ev jî bi riya zilam û jin çê dibe. Çawa ku tevahî qirêjbûyîn û binketin bi qirêjkirin û kole kirina jinê re destpêkiriye ji bo vê pêwîste ew kolebûna jin veguhere azadiya jin. Di destpêkî de ew qirêjiya zilam ya ku li ser hişmendî û kesayetiya wê daye avakirin paqij bike û xwe jê bişu. Bêguman ev têkoşîna li hember xwe jî gelek giringe û têkoşînek ewqasî erzan jî nîne. Ji bo vê jî din ava me de me her roj perwerde dibînin ne weke perwerdeyên pergala baviksalarî ye. Niha di hûndirê mirovan de hertim du pergal di nava  şerdene. Armancê me ewe ku em xwe ji nûde bi afirînin.

Birastî jî niha di nava PKK’ê de mirov pir rehet dikare bibêje kesayetên jin û zilam yên bi vê awayî avabûye. Lê her çiqasî ev hatibe avakirin jî lê em ti carî dest ji perwerdeyên xwe bernadin. Ji ber hêja civak pak ne bûye, di nava civakê de qirêjî hêja berdewame. Berastî ev şêwazê Serokatî ye. Ev şêwazê perwerdeyên me çavkaniya xwe ji fikir, rêbaz û şêwaz Serokatî digre.  Ev perwerdeyên ku em dibînin ne jiberkirine. Perwerdeyên mi rastî, heqîqet û jiyan bi xwe ye. Perwerdeyên ku em dibînin ji rastiya me dûr nîne. Di nava wê de jî mirov gelekî guhertin û veguhertinê jiyan dike. Bêguman her kes di heman demê de û heman astê de guhertinê jiyan nake. Lê guhertin û veguhertin tê jiyan kirin. Ji bo me jî mijara herê bingehîn xwe naskirina jinê ye, ji xwe bawerbûyîn û bûyîna ya xwe ye. Heya niha hertim jin ji bo derdor bûye, ji bo heneka bûye, ji bo zilam bûye pêwîste jin van elimandina bişkine û bibe ya xwe. Bêguman ji bo zilam jî heman tişt derbasdare. Serokatî dibêje; “zilam du qatê jin koleye” ji bo wê perwerdeyên xweser zilam jî di bîne. Di nava me de pîvanên pergala baviksalarî derbas nabe ji bo wê pêwîste her kes xwe guhertin û veguhertinê re derbas bike.

Xwe gihandina pîvanên ku Serokatî ji bo jin jî û zilam jî dibêje gelek giringe. Ev jî bi xwe re têkoşîn kirin û şerkirinê dixwaze. Ji bo me jî perwerde gelek giringiya xwe heye. Tevahî heval jî bi vê zanabûyînê tevdigere û nêz dibe.  

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê