Tirkî  |  Erebî

Ji pênûsa jin
Meha Ilon
Eyaleta Erzirom jî weke her heremê Kurdistanê giringiya wê ya raborî heye. Ji çiyayên wê, deşt, zozan û jiyana wê ya civakî û çandî pir cûdahiyê xwe hene. Gelê me yê ku li vir jiyan dikin jî di aliyê aborî de pir xizanî jiyan dikin. Dewleta Tirk li gor erdnîgariya Kurdistanê li ser eyaleta Erziromê jî polîtîkayên pir taybet bikartîne. Ger mirov vane ne bîne û fêm neke mirov nikare
stratejiyek rast jî diyar bike.Eyaleta Erziromê xwedî cihekî stratejîke. Ya esas jî Çewlîk û derdorê wê vedigire. Di raboriyê de heya roja me ya îro jî dewleta Tirk avahiyên eşiretê û nakokiyên mezeheban şixulandine otorîte, îktîdar-dewlet weke ku bi dijberiyên di nava xwe de pêşbirkê de li ser gelê Kurd siyasetên înkar û tûnekirinê rêve birine. Dîroka me ji ber siyasetên neyar yên îmha û tûnekirinê jandariyê pir mezin jiyan kirine. Carna dane şerkirin, carna jî bi zorî îxanetê re hatiye rûbirû, carna jî hatiye qetil kirin, ji bo gelên cûda xebitiye û şer kiriye, lê ji bo xwe tu tiştekî ne kiriye. Bêguman ev tenê ne sucê gelê Kurde. Bi hezaran gund vale kirin, bi milyonan mirov goçberê metrepol û bajaran hate kirin. Di heman demê de tiştên ku li ser erdnîgariya Kurdistanê tê kirin weke, rêbazên şer û her cûrê siyaset jî mirov nikare ji dîrokê qut bigre dest. Cardin ev siyasetên tên kirin jî li gor avahiyên civakî, şert û zurufên heremê cûda tên kirin. Mînak li Dersîmê, Amedê, Çewlikê û h.w.d cûda nêzîkatî didin raber kirin.

Di erdnîgariya Kurdistanê de Ezirom xwedî cihekî cûda ye. Navenda wê de gelên cûda cih digre, ji bo wê jî dewlet pir rehet dikare tê de serwer be û venêrînê tê de çê bike. Ji xwe dewlet pir giringî dide vê cihê. Ji bo ku tevgera me ya azadiyê xwe tê de cih neke, bi her awayî alikarî dide kesên faşîst, netewperest bi taybet jî MHP. Ji bo vê jî gotinekî dewletê heye di bêje; “ew bikevin her derê jî wê nikare bikevin Erziromê.” Qandî ji bo tekoşîna gerîla bi renge ewqasî jî xwedî mozaîke. Ji ber ku ev herema me cihekî navende ji bo wê jî di berê de ev eyalet weke navend tê zanîn. Ji bo tekoşîna me jî rola wê weke derî û pireke. Eyaleta Erziromê di dîroka Kurd de şahidiyê ji gelek berxwedanî û serhildanan re kiriye.

Ev eyaleta me bi taybet jî Çewlik û derdorê wê tevahî daristanin, cihê ku di mîne jî çiya, zozan û deşte. Gelê ku li deştê de jiyan dike piraniya wê bi çandinî re mijûl dibe. Yên zozanê di mîne jî bi sewalanre mijul dibin. Yên di navendê de jiyan dikin jî bazirganî re mijûl dibin. Eyalet di aliyê çavkaniyên av de pir dewlemen de. Carna mirov her çar demasala bi hevre jiyan dike. Her der çiya, zozan, deşt û geliyên wê bi avê geş dibin. Darîstanên wê, çiyayên wê, zozanên wê bêkêmasîne. Pêwîste mirov çiyayê Şerafeddîn, Çavreş û Bagir bi gere û bibîne. Ew dem mirovê xweşîk bûnên rast bi bîne. Zivistanên wê sar, hişk û havîna jî gelekî germe. Cihê bilind pir berf dikeve ji bo wê jî dereng di hele. Ji bo wê xebatên pratîkê dereng destpê dike û zû xilas dibe.

Mijaradin ya giring jî di vê heremê de gelek gel, mezhebên cûda û qewmên cûda hene. Bi taybet jî pêwîste mirov bal bikşîne li ser mijara ku di vê heremê de avahiyên eşîret ne mane. Zimanê Kurdî, Tirkî û Ermenî tê axiftin. Di gelek xwecihan de gundên Ermeniyan heye. Di roja meya îro de navê gelek gunda bi Ermenî ye. Her çiqasî Sunî û Elewîtî belavbejî lê weke berê zêde bandora wê nîne. Bi taybet jî Çewlik û derdorê wê piranîna xwe Sunîne. Di vanderan de baweriyên olê pir serwere. Rojavayê Erziromê dikeve sinorê Dersîmê. Vanderan piranîna xwe Elewîne. Ji xwe di navbera Zazayên Sunî û Zazayên Elewî de cûda bûyînê ziman û çand tê jiyan kirin.

Piştê pêşketina tekoşîna gerîla re ev mijarên ku me dabû diyar kirin di gelek aliyan de hate guhertin. Êdî pirsgirêkê sereke bûye demokrasî, wekhevî û azadî. Nakokiyên berê weke mezhep, eşîret û herêmî kêm bûne. Her çiqasî  dewlet hewil dide van nakokiyan kur bike jî lê di roja ma ya îro de em meyze dikin ku ev hewildanên wan serneketiye. Bêguman ev nakokiyên mezhebî ji xwe de ne rabûye. Di encamê kedên Serokatî yên ji bo tekoşîna azadiyê daye raber kirine. Gelê me bi rastiya xwe re rûbirû hatiye. Di roja me ya îro de gelê me gihiştiye potansiyalê welatparêztiyê. Rûxmê her tiştê jî xwedî nirxên xwe yê azadiyê derdikevin.

Weke ku di nexş de xwiya dike jî eyaleta Erziromê di aliyê erdnîgariyê de pir berfirehe û pir stratejîke jî. Ji vir derbasê Rojava û Behra Reş dibin. Sînorê eyaletê wiha ye; di aliyê wê yê Başur de Çewlik-navend, Rojhilat de jî navçeyên girêdayî Muş, Gimgim û Malazgirt heye. Di aliyê wê yê Bakurêrojhilat de Erzirom-navend, Tekman, Karaçoban, di aliyê wê yê Bakur de jî, girêdayî Erzînganê Ûzûmlû, Tercan û aliyê Bakurêrojavadejî Pûlûmûr, Nazmiye û Mazgîrt, Başurêrojavadejî, Qereqoçan hildigre nava xwe bi Çewlikê re dibe yek û sinorê xwe ava dike. Sinorên wê bi vê awayîne. Di heman demê de di serî de Çewlik-navend û bi vê re girêdayî şeş navçe hene. Cardin navçeyên ku girêdayî bajarêdin jî di nava wê de cih digre. Cûda jî Erzirom, Erzîngan, Xarpêt û berbi aliyê Behrareş de Gûmûşhane, Bayburt û heya Rîze vedibe. Ev herêmane çiyayî û daristanin. Cardin cihê zozan û deşt jî hene.

Çemê Perî eyaleta Erziromê dike du enî. Her du enî jî bi awayekî pênç herêm xwe rêxistin dike.

Herêma 1. Çewlik: Bi giştî navenda bajarê Çewlikê û derdorê wê vedigire. Cardin kêmekî ji Solhan, di aliyê Çewlikê yê Başur digre nava xwe, ji daristanên Sîmsor berbi Bakur ve erdê heya herêma Kizilaxaç jî digre nava xwe. Aliyekî wê çiyayî Şerafedîn, aliyêdin jî Karboxa berdewam dike û heya berbi çiyayê Karaomer dirêj dibe. Di hûndirê vane de deşt û zozanên pir rewnaq jî hene.

Erdnîgariya wê pir nerme. Derdorê wê piranin çiya û daristanin. Ji ber ku erdnîgariya wê nerme ji bo wê jî di her aliyan de rê hatiye çê kirin. Bajarên weke Amed, Xarpêt û Muş ji bo gerîla bi taybet jî di mehên havînê de pir başe. Di van pêvajoyan de erazî pir başe. Daristanên wê ewqasî dinava hevdene ku carna mirov riya xwe winda dike. Herêm niha jî di aliyê leşkertî de dorpeç kiriye. Li Çewlikê alayek xwecih kiriye. Di heman demê de di nava sinoran de bi dehan qereqol hene. Cardin li vir hen cih bûne çete jî. Ev çetane di berê de zêde bi çalak bûn, lê niha weke berê bi çalak nînin. Bi taybet jî çeteyên Ferhan û Solhan di vê heremê de ne. Beşek ji çeteyên Solhan di nava rêxistinkirina qontra de cihê xwe digrin. Cardin di navendê de çeteyên Gilbey hene. Ev çeteyane heya niha ji bo me tu tiştekî neyênî ne kirine û beşdarê operasyonên mezin jî nabin.

Herêma 2. Yaylidere: Yaylidere ji bo tekoşîna gerîla xwedî cihekî stratejîke. Çiyayî û deristane. Weke gerîla cihê ku herê zêde em li ser serwerin. Erdnîgariya wê jî li gor herêmêdin pir hişk û xurte. Beşekî yê Yayladere pala xwe dide Qereqoçan yê girêdayî Xarpêtê. Beşadin jî bakurê çiyayê Karboxa dorpêç dike, di sinorê Adakli jî Kîxi dorpêç dike û daristanên Zêr ê Hûseynî Şêvdîn û di sêgoşeya Pûlûmûr û Nazmiyê heya sinorê Mazgîrt di rêj dibe.  

Kîx navçeyek dîrokî yê girêdayî Çewlikê ye. Di binya Kîx de erdê Yayladere de çemê Perî di herike. Li ser vê çemê di navbera Yayladere û Qereqoçan de bendavê kehrebe tê çê kirin. Ev çem û bendav eyalet kiriye du perçe. Dema mirov berbi Pûlûmûrê ve dikeve rê demek şûnde daristanên Şevdîn yê pir mezine di bîne. Ji ber ku neyar nikare bikevê wê geliyê de ji bo wê jî geliyek stratejîke. Dema mirov ber bi Yayladereve diçe newala wê ya binavûdeng Qer derdikeve pêşiya me. Ji ber ku hêzên neyar nikare bikeve vê herêmê de ji bo vê jî ji vê heremê re Geliyê Azad tê gotin. Di qontarên wê de berbi geliyê Pokus ve sê çiya rêz dibe. Star, Sûlbûs û Tarî. Ev hersê jî pir bilinde dema mirov ji dûrde wan meyze dike di bêje qey bi asîmanê re bûne yek. Sûlbûs pir bi heybet û bilinde, pir cara jî bi mij û berf re nuximandiye. Weke ku bûkekî bi spî were xemilandin. Ji xwe ji bo vê jî çîrokek heye.

Tê gotin; Star û Sûlbûs ji hev hesdikin. Weke her çîrokek bekoyek heye yê van her duyan jî Tarî ye. Tarî dikeve navbera van her duya û her sê li gel hev dibin kevir. Ji bo vê jî ev hersê çiya di nava gelê herêmê de weke cihê serdanê hatiye kirin.

Di Rojavayê Yayladere de geliyek kur û mezin yê bi navê Pokus heye. Ji ber ku geliyê Pokus piranîna xwe bi sinorê Dersîmê re ye ji bo vê jî herê zê de hêzên Dersîm vir kartînin. Çiya,gir û daristanên vir pirin.

Herêma 3. : Ev herêma ku em bi gelî nav dikin di herdû aliyên Perî de cih digre. Gelî di derdorê Perî ava dike. Dema mirov ji Bandoz, Koşan û ji Çavreşan meyze dike Perî weke marekî di herike derdorê wê jî herêmên kesk hene. Derdorê Gelî çiyayên bilind re dor pêçkiriye. Gelî herêmêkî pir bi berheme. Beşekî wê yê mezin daristanin.

Ev herêm di dîroka tekoşîna me de xwedî cihekî dîrokî ye. Gelî û Çavreş herêmên me yên bilindin. Ji çiyayê Bandoz, Şerafedîn û yê Koşan bilindtire. Cardin di serî de Perî û gelek çavkaniyên av li vir hene. Gelê me yê livir jî nivê wan Sûnîne nivê din jî Elewîne. Debara xwe jî çandinî û sewalan re derbas dikin. Bi taybet jî geliyê Perî di vê aliyê de xwedî hilberînek dewlemen de. Neyar di vê herêmê de xwe cih kiriye. Herêmên navend jî Yedîsu û Adakliye. Cardin neyar hen cihên ku stratejîke qereqol çê kirine. Ev herêma me di aliyekî wê Erzururm, Çad aliyê din jî Pûlûmûr ve vedibe. Erdnîgariya vir pir firehe. Lê belê bi karanîn zehmete. Bandoz pir bilinde. Tê gotin li Bandoza zîndanên bin erd yên di şerê Rusya de maye hene.

Herêma 4. Rojhilat: Ev cih jî ji quntarên çiyaye Şerafedîn destpêdike. Cardin ji Karliova, Solhan, Varto, Tekman, Xinis û hen navçeyên Muş û kêmekî aliyê Erziromê dorpêç dike. Li vir xwecihên girink heye. Gelê wê pir welatparêze. Berê xebatên eniyê piranin li vir dihat meşandin. Gerîla li gor cihên dî herê zêde pêwîste li vandera hişyar tevbigerin. Erdê wê ji bo tevgera gerîla zêde ne başe. Aliyê Xinis daristane aliyên wê yê zozan jî hene. Di van herêmê de gundên çete jî hene. Piraniya wê ne be jî lê beşek bi JÎTEM re kardike. Tevahî şahadetên me yên di vê herêmê de çê bûne jî di encamê komplode çê bûye. Di heman demê de di navbera eyaleta Serhed û Erziromê de rola pir dileyze. Di van herêmê me de tevger kirin li gor xwemaltiya wan tê diyar kirin.

Herêma 5. Kirdim: Ev der jî bi giştî sînorê Erzîngan, Pûlûmûr û Yedîsu yê hûndirîn dorpêç dike. Erdnîgariya wê pir tevlê heve. Li vir çiyayê Bagdir heye. Qontarên wê de çavkaniyên kaniyên sar hene. Herêmên Kizil û Kizilmecît giringe. Dirêjiya vê geliyê heya Perî diçe. Gelî pir mezine û di nava xwe de jî fireh dibe. Aliyê vê çiyayê de herêma Cîgerim heye û heya Yedîsu berdewam dike. Geliyê Çomak yê Lamec re dibe yek. Herêm bi giştî ji bo gerîla cihekî kêrhatiye. Vebûn ber bi Erzînganê ve ye. Ev derane herêmên vekirîne. Berbi behrareş û Erzînganê ve vedibe. Ji ber herêm pir çiyaye ji bo wê jî piranîna gel derbasê bajar bûne. Neyar vê herêmê di aliyê leşkertî de îşgal kiriye. Di her aliyê wê de qereqol çê kiriye. Xwe di cihên stratejîk de cih kiriye.

Van herêman dîtin pir cûda ye. Dîtin tenê têrê nake, pêwîste mirov wan deran jiyan bike. Ev herêmane şahidiyê ji gelek şeran re kirine. Ew çiyayên bi heybet û gelî her tim gerîla di parêzin.

 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê