Tirkî  |  Erebî

Fîdan Nurhak
penusajintebax2
Nirxên civakê ya ku em nirxên komunal, demokratik û ahlakî bi nav dikin, nasnameya jiyanê ya ku derdora nirxê dayikê de kombûyi ye. Civakbûna ku çanda dayik-jin afirandiye bi demê re bûye pergal û çanda xwedawendî afirandiye û bûye nasnama dema neolitik. Gelê Kurd ev gelê ku, dizanê bihevra jiyîn çi ye, jiyan bi hevrabûyinê ve dibe jiyan.

Di muzika kurdan da jî klamên ku bi hevra tê gotin, wek du kom bersiva hev didin yan jî muzikên koman ya din ispata vê yekê ye. Disa dîlanan jî bihevrabûyina kurdan ra minakêk berbiçav e. Jê zêdetir jî, di dîlanan da destê hev girtin, bê ku sistbûnek çêbibê bi rengek şidayî bi hevra dîlangirtin giringahiya civakbûnê re wek waneyeki xwe dide der. Di nav kombûneki de hebûn, bi komê re xwe avakirin, hebûna xwe watedar kirin di bingeh de hevre giredayî ye. Bi tenê bûyin, mina mirinê ye.

Dema ku em kurahiya jiyana komunal ya xwezayî binêrin, bi malbatê fireh ve, bi eşiran ve, ti kes nebe jî, ji bo şivanekî li serê çiyan bi zindiyên din, bi pez, kuçik yan dar û ber re jiyîn, hişmendî de bihevrabûnek avadike. Jixwe Kurdan da ji bo sewalan wek zindiyek taybet, wek endameki malbatê nêzikbûn heye. Her yeki ra navek dayin, her yeki ra cuda nêzik bûn, navê zarokên xweyi delalî re didin, dayina zarokên xwe, yek yek sewalên xwe naskirin û heta em bêjin deruniya wana fêmkirin tişteke ne xerib e. Zindiyek çi heq dike li ser rûye erdê, vê heqê didin sewalan jî. Di vê derê de rastiyek vî rengî derdikeve pêşberî me: civakên ku komunalite û demokrasi bi rengeki kûr bijî, zanabûna van koman ya derdorperestî jî pêşketî dibe. Yên ku mirovan bi kûrahî hezbikin, jî jiyanê û afirenêrên jiyanê jî hezdikin.

Jiyana Kurdan rasterast li wê gorî ye. Li Kurdistanê hîna jinên ku, wekê bang li diya xwe dike, bang li çêlekên xwe dike hene. Ji ber ku ev çêlek wê dide jiyan kirin, wê xwedi dike û pey re ji hemû malbatê xwedî dike. Ewên ku van jinan piçûk bibine yan ji paşketî bibinî, xuya ye ku ji nirxên destpêkê, ji cewhera xwe û rastiya gerdunî ya zindîbûnê qut bûye. Ji ber vê jî, dema em li Kurdistanê jinên ku çêlekên xwe re bibêje “dayika min” bibînin dive em şaş nemînin.

Mirovên ku li ser xwezayê mêtingerî dikin, jê ne dûr e ku, li ser mirovan jî mêtingerî nekin. Ji ber  ku, di bingeha hemû dubendiyan de hebûnên xwezayê weki zindî-nezindî, bihêz-bêhêz, jêr-jor perçekirin heye. Ji ber vê yekê jî, di paradîgmayê sedsala 21. de beşekî sereke yê derdorperestî ye. 

Feraseta zindîbûyin ya ku di nav berê hemû hebûnên xwezayi digire nava xwe dive mirov navend neye fikirandin. Ev yek di karaktera nasname Kurda de heye. Bi qasî civakbûn, parastina jiyana zindiyan, berhemên van wek nirxêk pîroz dîtin û bi van wesileyan van zindiyan wek rûmet dîtin taybetmendiyên giring in. Ev yek jiyanî ye. Hemû kesên têkilidar vê yekê dizanin. Dîsa li Kurdistanê hin tiştên ku ji demên berê mane hene. Dibe ku nifşên nu ciwan nizanibin ku ji bo çî ye, lê dîsa ewan jî dizanin ku pîroziyên civakê ne. Weki ku, li malan hin fêki daliqandin, hin dar, kevir yan jî tişten weki vana li malan yan jî li ber serê zarokên ku nû hatine cîhanê daliqandin hîna jî heye. Dîsa tiştên ku xêrûberê axê re têr û tijî ne li gel xwe rakirin pir tê dîtin. Ev yek rasterast zindibûn vedibêje. Wek baweriyekî ye û wek çand jî holê rakirina vê yekê jî ne hêsanî ye. Ev yek weke animizm tê nasin. Tiştên ku gerdûnê de hene, hev bandor dikin, mirov jî dixwazê vê bandorbûnê nêzikî xwe bike. Hêvi dike ku hebûnên gerdûnê jî vê fêmbike. Ev yek ispata nemirbûyina çanda xwezayî ye. Û ev yek ispata binkeftinê kapitalist modernite ye.

Dara fêkî pîroz dîtin, dîsa li hember şinkahî û perçeyên dîtir ya gerdûnê bi vê ferasetê ve nêzikbûn di civakbûnê de hucreya kok avadikin. Daxwazên xwe ji daran ra gotin, hin cihên diyarker de dara mirazê hilbijartîn, derdê dilê xwe ji avên herikbar ra gotin, axê qirej nekirin û ava kelî li ser ax nekirin, ev hemû şopên kûr ya çanda neolitikê ne.  Di civakê de şibandinên herî xweşik û delal bi dar û ber kirin, bi xwazayê ve kirin ji şopên civaka xwezayî ne. Gotinên xweşikkirinê weki “Bejn sipîndarê,bejn çinarê, şitla rihanê, ruheyvê, çav zeytûnê, çav xezalê”dilê mirovên xweşik jî dide diyarkirin. Ev yek wek pesndayinê derdikeve holê û bi xwezayê re wateyek bêhempa diafirinê. Gelên vê rengî bi xwezayê re, bi xwe re û bi jiyanê re di nav aşitiyekî de ne. Û feraseta xweşikbûnê ji jixwe bi xweza ra jiyankirinê vê dibe wateyek pîroz.

Çandan naskirin, çiqas bi xwezayên re dijin, ji çi hez dikin yan mijarên dîtir fêmkirin de rêka herî misoger navên ku ev çand bikartîne mêzekirin e. Navên ku di gelê Kurdistanê de tên bikaranîn bi giranî xwezeyê vê giredayî ye. Îro ger  yek jî me navêkî çermsor ra -minak gayêruniştî re (oturanboğa)- bêje bêwate ye, yan ji Tirkekî navê kurdan ra -minak rotinda (güneş ısı verdi)- bêje bêwate ye, em bizanin ku, ev mirov jehrvexwerekî şaristaniyê ye û nexweşiya şaristaniyê navendî dijî. Navê Kurdan hîna bi giştî jî xwezayê qut nebûye. Giredanêki wek tayê pembû ji be hebû û bi tevgera azadiyê Kurdistanê ve ev girêdan niha bûye giredana herî giring. Ev giredan êdî bi ti hêzê ve naye qetandin, nayê qutkirin. Jiber ku ev yek vegera cewherê ye. Kurd jî piştî zorahiyên dîrokî dizane ku veger li gel bîêş e, şêrin e jî.

Navên Çiya (û pê re jî navê hemû çiyayên Kurdistanê) Newal, Kanî, Zozan, Bihar, Havîn, Pelşîn, Ruheyv, Ronî, Xazal, Kevok, Rihan, Sêvê…van navan em dikarin pir pir zêde bikin. Jiber ku, jinên Kurdistanî herî zêde navên xwezayî hildibijêrin da ku bidin zarokên xwe. Bi taybet jî zarokên keç. Ev yek jî dide nişandan ku, çanda dayikê li hember hemû êrişên şaristaniya serdest û mêrperest, bi biryarbûnekê mezin xwe dide jiyankirin. Jiyan mêbûna xwe û çanda neolitik bi hin sembolan vê dişopîne û dijî.

 

 

 

 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê