Tirkî  |  Erebî

Ji pênûsa jin
penusa jın Tebax
Di dîroka têkoşîna me de di aliyê erdnîgarî de, civakî de ya herê giring jî di aliyê şer û leşkertî de Çirav qadekê giringe. Mirov dikare çiyayê Çirav û derdora wê weke Eruh dest bigre. Cihên wê yên jîngeh jî mirov dikare bi yê Gabarê re bide girêdan û nas bike.Çirav di nava têkoşîna me de li ser herêma Gabar weke herêmek hatiye rêxistin kirin. Her çiqasî di pratîkê de bi serê xwe

weke herêmek faliyet daye meşandin û weke qadekî fireh bikaranîna arazî cûda bûyîn daber diyar kirin jî lê di fermiyetê de û di dîroka têkoşîna me de girêdayî herêma Gabarê xebatên xwe dide meşandin.

Herêm di destpêkî de çiyayê Çirav esas digre çiyayê Lodê, çiyayê Cinan, çiyayê Suskê û deşta Mişarê aliyekê wê dorpêç dike û li ser erdnîgariyekî fireh serwerbûna xwe dide çêkirin. Ji ber xwedî erdnîgariyek ewqasî berfirehe ji bo têkoşîna me xwedî cihekî jeo-stratejîke. Ji xwe pêngava 15’ê Tebaxê li vir hatiye amedekirin, plankirin û guleya yekem li vir avetin ne tesadûfe û ji xwe de jî çê ne bûye. Ji ber erdnîgerya Çiravê ya bi heybet û rastiya gelê wê bi zanabûyîn ev der hatiye hilbijartin.

Li ser vê bingehê pêwîste mirov erdnîgeriya çiyayê Çiravê were vegotin kirin ku ev rastî zêdetir were fêm kirin. Bi zimanê Tirkî ji çiyayê Çiravê re Yassıdağ tê gotin. çiyayê Gabar yê ku di Başurê wê de bilind dibe berbi Çiravê ve mirov dikare bi sê aliyan de derbasê wir bibe. Di riya yekemîn de gava mirov ji gundê Bîrava û gundê Deriyê Sakat berbi jêrve diçe ew dem mirov digihije geliyê Gurdîla. Di riya duyemîn de ji gundê Kanê û yê Ernê berbi jêr ve dikeve di nava gundê Tahtika Bêlîmînê ya ku hezar darên behîvê de di nava wê de heye û ji wir jî tengava dadikeve gundê Zivingo mirov dihije geliyê Gurdîla. Ev her du xetên ku di geliyê Gurdîla de dibe yek pişt wê ji gundê Gurdîla û ji wir digihîje gundê Bîkat ya ku Çirav weke yayekê dorpêç dike. gava mirov yek ser ji gundê Bîkat berbi Bakur ve diçe digihije yekemîn lûtkeya çiravê ya ku navê xwe ji hevalekê şehîd girtiye ango girê şehîd Berxwedan. Di heman demê de mirov dikare riya ji geliyê Aval a ku başûrberbi rojhilat ve diçe bi şopîne wê bigihije ganiya Sulê ji wir jî mirovê bigihije lûtkeya Çiravê. Riya siye min jî riya ku ji gundê Basret yê Gabarê bikeve rê û di  geliyê Mazî re derbas bibe û ji wir jî bihije gundê Nîtê. Gava ji vir jî mirov di hilkişe jor ji deriyê Nîtê di aliyê tepey Berxwedan ê aliyê rojavade Bîra genî û ji wir jî mirovê bigihije Çiravê.

Ger mirov di aliyê wê yê rojavade tevger bike ji navenda bajarê Şirnexê berbi Eruhê ve mirov digije kaniya Qaymakam ji gûndê Xuhdan di aliyê çepde mirov di zivire ew dem ew çiyayê Serxwebûn tê derbas kirin. Ji vir jî gundê Mîlakerê di aliyê rastê de di hêle û mirov di hilkişe çiya. Piştê ku bi riya şîverê mirov digihije gundê Gîver ji tengava Sulê di gihije kaniya Sulê. Cardin ji gundê Gîver berbi bakur ve mirov bikeve rê ji mezraya Memîkan seatek hilkişe wê bigihije girê Elîşêr.

Di aliyê wê yê Bakur de li ser herêma Garîsa ji çiyayê Çarçê dadikeve di serî de rêbejê Şirnex-Eruh û piştê wê jî gelî bi awayekî dîk tê qut kirin ji ver jî gundê Memîran tê derbas kirin û di gihîje deriyê Memîran. Ji vir kêmekdin tê meşandin û bi gundê Tarik re meşekê ku mirov di westîne destpêdike. Lê piştê vê meşê lûtkeya din ya Çiravê a ku nûwezeya xwezayê ye di gijiê Xirab bajar. Cihên xwezayî yên weke rê di hûndirê hevre derbas bûye û weke ew malên ku dibin erdê de maye mirovan efsûn diek. Gava mirov digihije ev cihê bedew yê ku gelek cara gerîla ji operasyonan rizgar kiriye ew dem digihije Çiravê.

Çawa ku di aliyê rojava de çemê Botan tê derbas kirin çiyayê ku dirêjiya çiyayê Çiravê ye çiyayê Suskê tê derbaskirin riya rêbej yê Basê-Sêrt tê qut kirin û dikevin deşat Ruşova. Ji vir jî gundên weke Dêrahînê, Salpana û Bizukra tê derbas kirin û di  gihije riya Eruh-Reşînê. Çiyayê Cinan di aliyê başûr de dirêj dibe û bi daristanên xwe yên zêde û zinarên xwe ve cîh bi cîh ji gerîla re xwedî mal kiriye. Deşta Ruşova bi bexçeyên fistiq, guz, sêv û tirî yên xwe gelek dewlemende û ev herêm jî xwedî xwezayekê gelek dewlemende. Piştê ku ev gund hatin şewitandin û xirab kirin jî gelê herêmê ji berhemên li vir bi taybetî jî ji fisteqan aboriyên xwe rêve dibin. Rûxmê ewqasî kuştin û qedexan jî erdê vir ewqasî bi nirxe ku gelê vir ti carî dest jê bernade. Gava mirov di gihije gundê Reşînê kêmekê di aliyê rastê ve di zivire ango di aliyê başûr ve berbi çiya vê di hilkişe û sirtek teng tê derbas kirin. derbas kirina sirtê re di deştekê biçûk yê mêrg re mirov derbas dibe. Cardin ji vê geliyê mirov di hilkişe hevrazê gundê Reşîne yê çeteyan di aliyê rastê de dimîne û di deriyê Reşînê de digihije lûtkeya Çiravê aliyê rojava. Gava mirov di aliyê rojava de beri Reşîne vê diçe ji rojavayê Çiravê de çiyayê Cina berbi Gabarê ve çiyayê Lode ya ku daristanên wê asî, fireh cîh digre. Çiyayê Lodê heya gundê Bîlucanê vedigire û di heman demê de cîh bi cîh ji bo qadê tevgerkirina gerîla jî rolê xwe di leyze.

Birastî jî çiyayê Çirav bi xwezaya xwe re xwedî cîhên cûda, pêkhatina jeolojîka zinarên wê, kaniyên biçûk yên li ser lûtkeyan wê, bîrên avê bi biharê re ji bo gerîla dibe qadên xwecîh kirinê û yê şer. Her wiha Çirav têkiliyê xwe yê bi Gabarê re, nêzîkbûna xwe ya herêma Garîsa re û ji ber di aliyê rojavade bi Besta re girêdayî ye ji bo eyaletê di aliyê stratejîk de rolê xwe yê derbazbûnê leystiye. Ji dervey mehê zivistanê di tevahî derbasbûna de û pêwendiyan de qadê herê bingehîn dibe ev qad. Demên ku di herêmên Xîsxêr (Perwarî) de derbasbûyîn tê  çêkirin li ser Sêrtê re diçin eyaleta Xerzanê, cardin ji Çiravê li ser çiyayê Suskê di gihije çiyayê Mawa û derbasbûna Amedê li ser vir tê kirin. bi vê awayî debasbûna şervanan û veguhestina quwetan de bûye xwedî rolekê bingehîn. Taybetmendiyekê din yê Çiravê ê di aliyê jeostratejîk de ji pêngava 15’ê Tebaxê heya niha her tim bûye qadê pêngava û di demên zehmet de jî bûye qadên çalakiyan.            

      Aliyê din jî taybetmendiyê jîngeha wê û rewşa gelê livir ji bo gerîla Çirav bûye cihêkê ku qet dest jêbernedin. Gelê vê herêmê di salên 1983’an de têkoşîna me naskiriye. Di demekê kin de alîkarî dane hevalan û di heman demê de ji bo  gerîla di vê herêmê de û cîhên dinde tevgera xwe berfireh bikin derfet avakirine. Bêguman di vê aliyê de ji ber taybetmendiyê gelê Botanê yê xwedî li nasnemeya xwe ya Kurd û çanda Kurd derketin rolekê bingehîn leystine. Ji ber van taybetmendiyên xwe ji bo pêngava 15’ê Tebaxê navçeya Eruh hatiye hilbijartin. Rola herê bingehîn jî ji avahiya gel û gelek mal û gelek kesên ku di nava xebatên cûda de û erkên cûda girtin digre. Tevlêbûn û alîkariya gelê yê ji bo têkoşînê bi pêngava 15’ê Tebaxê re gihiştiye asta herê jor. Ji vir pêde hem Eruh, hem Çirav hem jî bi têkoşîna me ya gel re bûne yek û cihê xwe di dîrokê de girtine. Li ser vê bingehê em gelê me yên ku li Çiravê malê wan, gundê wan hatine şewitandin, hatine koçber kirin û îşkenceyan de hatine derbas kirin bi  rêzdarî bibîrtînim. Di serîde gelê me yê gundê Gîver yên ku di sala 1993’an de di encamê êrişê hewayî de tevahiya wan zarok û kal 21 kesên ku şehîd ketine û di şexsê wan de tevahî gelê me yên şehîd ketine bi rêzdarî bibîrtînin.

Çiyayê Çiravê di dîroka şerê me de şahîdî ji pêngavên yekemîn re, pevçûnên yekemîn re, operasyonên yekemîn re, şahadetên yekemîn re, qehremanên yekemîn re, cesaret û fedekartiyên yekemîn re kiriye. bêguman pêngava herê mezin jî bi 15’ê Tebaxê re destpê kiriye. Piştê ku yekemîn grubên propagan de di sala 1982’an de hatine qadê heremê nas kirine, xebatên xwe cîh kirinê dane meşandin, grubê çalakiyê jî di sala 1983’an de Çirav ji bo bargehên xwe hilbijartine. Ev nêzîkatiyê girêdayî Gabar ê bi tevlêbûna milîsên herêmî, tevlêbûna gel ji bo pêngavê Eruh û Çirav hatiye hilbijartin û amedekartî jî li gor vê hatiye meşandin. Rêhevalên ku cihên xwe di pêngavê de girtine jî di bêjin; sergirtina Eruh de tiştên ku rolê xwe yê bingeh leystine jî erdnîgeriya Çirav, guncawbûna Eruh, nêzîkatiyê gel yê samîmî, durust, alîkariyê wan û tevlêbûna milîs û welatparêzan. Di heman demê de ji bo paştevegerê guncawbûna erdnîgariya wê jî di pêngavê de cihê xwe leystiye. Sergirtina Eruh di pêşengtiya rêheval Egîd de serkeftî derbasbûye. Ev jî li ser gelê  herêmê bandorekê gelek mezin daye çêkirin. Bi taybetî jî piştê wê jî li ser şerê me bandorên gelek mezin daye çêkirin û bûye sedema rênasiyê jî. Sala 1994’an de di çalakiya Serxetê ya li Çiravê pêkhat heval gelek amorên şer û 84 çek li ser neyar rakir. Neyar binketinekê kûr jiyan kiribû ji bo gerîla jî bûbû ruhê pêngava serkeftinê.

Çirav şahîdî ji gelek qehremanan re kiriye. Yek ji van qehremanan jî rêheval Sosine. Rêheval Sosin ji bo ku du hevalên birîndar yên di girde mane xilas bike şehîd dikeve. Rêheval Sosin her tim bi rêzdariyekê mezin tê bîranîn û di dilê gerîlade, yê hevalên xwe de û têkoşîna xwede tê jiyan kirin. Erê, Çirav şahidê gelek lehengane. Bûye cihê pêngavan û bi gelê xwe re bûye sembola berxwedaniyê. Evê di pêşerojê de jî were bîranîn û wisa jî bimîne. Piştê pêngava 15’ê Tebaxê Çirav û derdora wê di tevahî cihên wê yekineyên leşkerî hatine cîh kirin.

Neyar di herêmê de ji ber welatparêztiya gel nekariye sîxurtiyê rêxistinbike. Ji bo vê jî gelek welatparêz qetilkirine ya jî bi kiryarên ne diyar hatine kuştin. Pir vekiriye ku neyar Çiravê baş naskiriye û li gor xwe xwastiye ku rolê wê yê di têkoşînê de tune bike û bilind bûna wê asteng bike. Amacê neyar ewe ku bi riya ambargoyan xwastiye heremê ji gerîla re bigre. Lê Çirav daye peyitandin ku Çirav bi çiyayên xwe re, bi zinarên xwe yên xwezayî re, bi fêkiyên xwe re, mirovên xwe re, şehîdên xwe re û bi taybetî ji bi ruhê 15’ê Tebaxê re bûye aîdê têkoşîna me û tu hêz ji bo guhertina vê rastiyê ne xwedî hêze û wê nebe xwedî vê hêzê.      

                   

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê