Tirkî  |  Erebî

 

penusa jın TırmehHerêma Besta di dîroka têkoşîna me de xwedî cihekê giringe. Aliyekê wê Şirnexe, aliyêdin jî Qileban û yê din jî Sêrte. Ger ku mirov Masîro û Textê Reş jî bibêje heya sînorên Wan-Şaxê dirêj dibe. Di şerê me de jî xwedî cihekê stratejîke.Besta bi çiyayên Kato Jîrka, Kelamemê, Çiyayê Fileh, Cêlênimêja, Pîro, Herekol, û Kor Qendîl hatiye dorpêçkirin.

Di heman demê de girên bilind yên weke Serikê Hîryan, Serikê Diryan û Serikê Mehmedê Osê jî di nava xwe de dihewîne. Bi giştî araziya Besta ne bilinde û daristanên wê jî gelek asê ye. Gava mirov ji jorde li Besta meyze dike weke cihekê dûz û deşt xwiya dike. Di rastiyê de xwedî avahiyekê bi pêldar, asteng , daketin û hilkişandine. Arazî di kêleka çem de hatiye perçe kirin. Ava ku di biharê de weke şêt di herike û her tiştê dide pêşiya xwe, havîna wê weke nexweşê ku ketiye nexweşiya kolera bêhal dikeve û we çemên ku fireh de yek dilopek av na mîne. Di heman demê de Besta Meryem, Besta Bilûzer û weke Besta Hincê bestiyên mezin û biçûk hene. Ji ber li ver hêjmara benda zêde ye ji bo wê jêre tê gotin Besta.

Çemê Hêzîl ya ku di aliyê Başûr de û di qontarên Kelamemê de di zê tevahî avên weke Geliyê Tirşkê, Avyan, Çakçako, Xirbikê Besta, Besta Meryemê, Besta Biluzer û Besta Hincê kom dike û bi Gosînê de dibe yek. Hêzil cihekê teng di şopîne û di heman demê d weke kêr çiyan û zinaran qut dike û kûr dibe. Hêzîl dîn û xedare. Ji ber ku di araziya Besta de ax zêde di şemite ji bo wê ax ava baranê û yê berfê zêde nagre û di herikîne di nava çem de. Ava Hêzîl teng, kûr û çav birçiye weke hara tevahî avan digre nava xwe. Weke ejderhayê heft serî har dibe û ji çavkaniya xwe derdikeve. Gelek kême ku kesên ketine di hemêza Hêzil de wê bibexşîne. Ava Hêzil ji rêhevalê me Şahîn Klavuz bigre heya sala 1999’an jî çend rêhevalê me bê merhamet da qurtiye. Ewqasî bi lez, tuj û bê rehm lê dide ku axîn di nivîde dimîne.

Di araziya Besta de kevir nîne. Ya axe ya jî tebeqeyek weke zinaran û kûtle ye. Bi giştî jî zinarên ku hene jî dişkên. Piranîn avên ku di biharê de li her cihê di herike di havînê de ziwa dibe. Avên ku çem xwe lê xwedî dike jî ava baran û berfêne. Gava ev jî xilas dibin tevahî çem can jê tê kêşandin. Çavkaniyên bin erd jî berbi newalên kûr ve û qontarên çiya de zêde dibe. Daristanên Besta yê herê asê û fireh li Mergumarê û li Girexanê ye. Bi taybetî jî daristanên Mergumarê gelek asîne. Gelek cihên wê rê nade. Mergumarê weke werê sewalên weke beraz, hirç, bez kovî, mar, ruvî û hwd. her du herêm jî di dîroka têkoşîna me de xwedî cihekê giringin û şahîdî ji gelek pevçûn û lehengtiyare kiriye.

Herêma Besta ji bo şerê gerîla cihekê gelek xweşe. Avahiya araziya wê gelek zehmetî dide neyar lê ji bo gerîla jî avantaje. Araziya wê ji bo şerê hûndirîn û sizme, êrîş û kemînan gelek başe. Avantajek din jî araziya wê ji bo manevra gelek başe. Di heman demê de ji bo açilimê çiyayê Gabar, Garisa, Cudî, Colemêrg û Şaxê dest dide. Ji ber di herêmên din re pêwendiyê wan heye cihê wê ya stratejîk jî heye. Ji ber neyar vê zaniye ji bo wê di sala 1990’an de gelek giringî daye li vir. Artêşa Tirk bi taxtîkên xwe yên valekirin û dorpêçkirinê nêz bûye û ji sala 1994’an ve tevahî gundên herêmê vale kirine û bi riya hewayî û bejayî gundan dane ber bombe baranan û erdê re kirine yek. Tevgera gerîla bi rêheval Egîd re hatiye destpêkirin ji salên 1990’i yan de bûye cihê hezaran gerîla. Taburên neyar yên ku di gundê Avdan, Xiribikê Bestê de heye hatin hilweşandin û derfetên neyar yên jiyanê hatiye tune kirin.

Neyar ji bo ku binketina xwe ya li hember gerîla derbas bike û bandorê gerîla yê li ser gel lewaz bike bi textîkê “derya zûha bike û mesî bigre”li ser gel bêeman bikar anîne. Lê belê neyar ne di ferqa wê de ye ku araziya Besta derya ye. Gerîla her tim di textîkê “neyar bikşîne araziyê û lê bide” serkeftî bûye. Operasyonên ku neyar bi sedhezaran hêzên xwe re beşdar dibe gerîla berxwe daye, li ser linga sekiniye û di heman demê de binkeftinên ku neyar ti carî ji bîr nekejî jiyan kiriye. Neyar ê ku hov bûye tevahî Besta daye ber agir û xwastiye bi xwelî , dûmanê bi fetisîne. Besta li hember artêşa TC ya ku her sal bi torena “dayîna ber agir” re bi înadekê mezin re cardin bi rûyê kesk re derdikeve li hember neyar. Weke ku di bêje ez qandî gerîla bi rikim, qandî gerîla azadiya xwe ve girêdayî me. Di nava ew darên şewîtî de bi dehan şitlê nû şîn dibe.

Besta li hember dîrokê weke hişekê zindî derdikeve. Ji ber araziya Besta ji çandinî zêdetir ji bo xwedîkirina heywanan başe ji bo wê di herêmêde nebatên çandî ne hatine çandin. Ji bo wê feqîre û berovajiyê Gabare. Gava ku têkoşîn zehmetî da dewletê nû bi nû kehrebe dan gundan. Hema bibêje tu gundan de riya maşîne ne dîtiye.

Eşîretên Xrîstiyan yên ku di newala Hêzîl de jiyan dikin eşîretên Kurd li hember wan hatiye tehrîk kirin, li ser van eşîran de êrîş kirine, mirovên bê suç hatine qetil kirin, dest danîne li ser mal û mûlkê wan. Gundên weke Avyan, Axyan, Diryan, Hozê gundên filehanin. Gundê Avyan, Diryan û Hozê Kurd hatine cîh kirin. Lê gundê Mehrê heya sala 1994’an jî weke gundê file hebûna xwe berdewam dike. Ev gund jî di aliyê dewleta Tirk ve bi zorê tê vale kirin û bi aliyê balafirên şer re tê xirab kirin. Avahiya van gundane cudane. Hewayê gundê Avyan û yê Mehrê yê gelek cûda hene. Lê di aliyê xweşikbûnên xwezayî û cihên xwe yên dîrokî re gundê Mehrê ye. Ev gundê ku ava Hêzil di nava wê de derbas dibe, pişta xwe dide qontarên Kela Memê yê di aliyê Bakur de sirtên Kaplanê. Ew malên ku hatine hilweşandin jî mirov bi heyranî temaşe dike. Kevirên wê weke ku bi cetvel jê kirine dûz û dîwarên wê jî hûnerekê gelek bi nirxe. Ev gund weke bihûşta ku hatiye vîran kirin disekine. Arazî bi kedên gelek mezin hatiye nexş kirin, zevî hatine rêz kirin bi ew kevirên ku ji nava zevî derxistine kirine dîwar di her gavekê de li her derê gund ked hatiye çandin. Çêkirina deriyê wan ê bi kevir û bi tîpa U dide diyar kirin ku di vê gundê de hûner çiqasî pêşdeye. Gava mirov di nava wan kavilan de derbas dibe ew dem namluyê tûfeka kirme yê pas girtî di bîne. Gava mirov yek du keviran radike ew dem di nava wê de mengeneyê ku ser tu modelên xwe ve naçe dibîne. Dibe ku mirov kûr biçe û di xeyalên xwe de hen tiştan zindî bike. Cardin gava mirov pişta xwe dide xaniyekê kavil û serê xwe radike ew dem zinarekê bilind yê ku serê mirovan di hejîne dibîne. Metel mayîna herê mezin jî gava mirov sed metre li jor meyze dike di bîne ku tam li ser kortalan keviran qewartine û cih çê kirine. Di nava ew dîwarên ku çûk jî nikarin li wir bisekinin ev çiye mirov ji xwe pirs dike.

Di van xakan de cihê ku Xirîstiyan xwe di parêzin ev dere û di heman demê de cihê pêkanîna baweriya wane jî. Dîwarê ku herê pêş de xwiya dike, gelek dîk û zinarên ku dadkeve jêr wek xwe di sekine. Mirov meraq dike da ku di hûndirê wê de û pişt wê de çi heye. Gava mirov lê meyze dike ev zinarên ku tu rê nadin û nod derece dûz avahiyên ku li ser hatine çêkirin mirovan mat dike. Di nava wê de û kêmekê din jî jora wê kulubeyek bi baxçe xwiya dike. Baxçeyekê ku çend dar lê hatine çandine. Dibe ku cihê keşe be. Di aliyê Rojhilat de û cihê ku gelek rehet mirov dikare bigihije cihê xwe du avahî li wir jî heye. Neyar bi kobra van avahiyandane û riyên ku li ser kortalan xirab kiriye.

Şîve riyên gundê Mehrê ji zinaran çê bûye. Di gund de dara hirmî, henar, sêv, tu, aluçe şîn dibe û xwe belavê arazî dike. Cihê ku mirov qet nikare têre derbas bibe ewqasî xweş çêkirine ku maşîne dikare tê de derbas bibe. Her çiqasî şopên çek û balyoz hatibe sîl kirinjî lê, şopên ku Mehrê di hişê me de hiştiye tu carî sîl nabe. Riyên Mehrê di hûndirê me de û dilê me de dirêj dibe. Dîrokê digre di nava me de û ji me heskirin û bêrîkirin dibe. Ev heskirin û bêrikirin di her girê Besta de, deştên wê de rêhevalên me yên di razin re dibe. Heskirina me, hêviyên me di herikîne Hêzîl û heya rêheval Şahîn Klavuzan dibe.                                                                                                                                                                              

 

 

Herêma Besta di dîroka têkoşîna me de xwedî cihekê giringe. Aliyekê wê Şirnexe, aliyêdin jî Qileban û yê din jî Sêrte. Ger ku mirov Masîro û Textê Reş jî bibêje heya sînorên Wan-Şaxê dirêj dibe. Di şerê me de jî xwedî cihekê stratejîke.Besta bi çiyayên Kato Jîrka, Kelamemê, Çiyayê Fileh, Cêlênimêja, Pîro, Herekol, û Kor Qendîl hatiye dorpêçkirin. Di heman demê de girên bilind yên weke Serikê Hîryan, Serikê Diryan û Serikê Mehmedê Osê jî di nava xwe de dihewîne. Bi giştî araziya Besta ne bilinde û daristanên wê jî gelek asê ye. Gava mirov ji jorde li Besta meyze dike weke cihekê dûz û deşt xwiya dike. Di rastiyê de xwedî avahiyekê bi pêldar, asteng , daketin û hilkişandine. Arazî di kêleka çem de hatiye perçe kirin. Ava ku di biharê de weke şêt di herike û her tiştê dide pêşiya xwe, havîna wê weke nexweşê ku ketiye nexweşiya kolera bêhal dikeve û we çemên ku fireh de yek dilopek av na mîne. Di heman demê de Besta Meryem, Besta Bilûzer û weke Besta Hincê bestiyên mezin û biçûk hene. Ji ber li ver hêjmara benda zêde ye ji bo wê jêre tê gotin Besta.

Çemê Hêzîl ya ku di aliyê Başûr de û di qontarên Kelamemê de di zê tevahî avên weke Geliyê Tirşkê, Avyan, Çakçako, Xirbikê Besta, Besta Meryemê, Besta Biluzer û Besta Hincê kom dike û bi Gosînê de dibe yek. Hêzil cihekê teng di şopîne û di heman demê d weke kêr çiyan û zinaran qut dike û kûr dibe. Hêzîl dîn û xedare. Ji ber ku di araziya Besta de ax zêde di şemite ji bo wê ax ava baranê û yê berfê zêde nagre û di herikîne di nava çem de. Ava Hêzîl teng, kûr û çav birçiye weke hara tevahî avan digre nava xwe. Weke ejderhayê heft serî har dibe û ji çavkaniya xwe derdikeve. Gelek kême ku kesên ketine di hemêza Hêzil de wê bibexşîne. Ava Hêzil ji rêhevalê me Şahîn Klavuz bigre heya sala 1999’an jî çend rêhevalê me bê merhamet da qurtiye. Ewqasî bi lez, tuj û bê rehm lê dide ku axîn di nivîde dimîne.

Di araziya Besta de kevir nîne. Ya axe ya jî tebeqeyek weke zinaran û kûtle ye. Bi giştî jî zinarên ku hene jî dişkên. Piranîn avên ku di biharê de li her cihê di herike di havînê de ziwa dibe. Avên ku çem xwe lê xwedî dike jî ava baran û berfêne. Gava ev jî xilas dibin tevahî çem can jê tê kêşandin. Çavkaniyên bin erd jî berbi newalên kûr ve û qontarên çiya de zêde dibe. Daristanên Besta yê herê asê û fireh li Mergumarê û li Girexanê ye. Bi taybetî jî daristanên Mergumarê gelek asîne. Gelek cihên wê rê nade. Mergumarê weke werê sewalên weke beraz, hirç, bez kovî, mar, ruvî û hwd. her du herêm jî di dîroka têkoşîna me de xwedî cihekê giringin û şahîdî ji gelek pevçûn û lehengtiyare kiriye.

Herêma Besta ji bo şerê gerîla cihekê gelek xweşe. Avahiya araziya wê gelek zehmetî dide neyar lê ji bo gerîla jî avantaje. Araziya wê ji bo şerê hûndirîn û sizme, êrîş û kemînan gelek başe. Avantajek din jî araziya wê ji bo manevra gelek başe. Di heman demê de ji bo açilimê çiyayê Gabar, Garisa, Cudî, Colemêrg û Şaxê dest dide. Ji ber di herêmên din re pêwendiyê wan heye cihê wê ya stratejîk jî heye. Ji ber neyar vê zaniye ji bo wê di sala 1990’an de gelek giringî daye li vir. Artêşa Tirk bi taxtîkên xwe yên valekirin û dorpêçkirinê nêz bûye û ji sala 1994’an ve tevahî gundên herêmê vale kirine û bi riya hewayî û bejayî gundan dane ber bombe baranan û erdê re kirine yek. Tevgera gerîla bi rêheval Egîd re hatiye destpêkirin ji salên 1990’i yan de bûye cihê hezaran gerîla. Taburên neyar yên ku di gundê Avdan, Xiribikê Bestê de heye hatin hilweşandin û derfetên neyar yên jiyanê hatiye tune kirin.

Neyar ji bo ku binketina xwe ya li hember gerîla derbas bike û bandorê gerîla yê li ser gel lewaz bike bi textîkê “derya zûha bike û mesî bigre”li ser gel bêeman bikar anîne. Lê belê neyar ne di ferqa wê de ye ku araziya Besta derya ye. Gerîla her tim di textîkê “neyar bikşîne araziyê û lê bide” serkeftî bûye. Operasyonên ku neyar bi sedhezaran hêzên xwe re beşdar dibe gerîla berxwe daye, li ser linga sekiniye û di heman demê de binkeftinên ku neyar ti carî ji bîr nekejî jiyan kiriye. Neyar ê ku hov bûye tevahî Besta daye ber agir û xwastiye bi xwelî , dûmanê bi fetisîne. Besta li hember artêşa TC ya ku her sal bi torena “dayîna ber agir” re bi înadekê mezin re cardin bi rûyê kesk re derdikeve li hember neyar. Weke ku di bêje ez qandî gerîla bi rikim, qandî gerîla azadiya xwe ve girêdayî me. Di nava ew darên şewîtî de bi dehan şitlê nû şîn dibe.

Besta li hember dîrokê weke hişekê zindî derdikeve. Ji ber araziya Besta ji çandinî zêdetir ji bo xwedîkirina heywanan başe ji bo wê di herêmêde nebatên çandî ne hatine çandin. Ji bo wê feqîre û berovajiyê Gabare. Gava ku têkoşîn zehmetî da dewletê nû bi nû kehrebe dan gundan. Hema bibêje tu gundan de riya maşîne ne dîtiye.

Eşîretên Xrîstiyan yên ku di newala Hêzîl de jiyan dikin eşîretên Kurd li hember wan hatiye tehrîk kirin, li ser van eşîran de êrîş kirine, mirovên bê suç hatine qetil kirin, dest danîne li ser mal û mûlkê wan. Gundên weke Avyan, Axyan, Diryan, Hozê gundên filehanin. Gundê Avyan, Diryan û Hozê Kurd hatine cîh kirin. Lê gundê Mehrê heya sala 1994’an jî weke gundê file hebûna xwe berdewam dike. Ev gund jî di aliyê dewleta Tirk ve bi zorê tê vale kirin û bi aliyê balafirên şer re tê xirab kirin. Avahiya van gundane cudane. Hewayê gundê Avyan û yê Mehrê yê gelek cûda hene. Lê di aliyê xweşikbûnên xwezayî û cihên xwe yên dîrokî re gundê Mehrê ye. Ev gundê ku ava Hêzil di nava wê de derbas dibe, pişta xwe dide qontarên Kela Memê yê di aliyê Bakur de sirtên Kaplanê. Ew malên ku hatine hilweşandin jî mirov bi heyranî temaşe dike. Kevirên wê weke ku bi cetvel jê kirine dûz û dîwarên wê jî hûnerekê gelek bi nirxe. Ev gund weke bihûşta ku hatiye vîran kirin disekine. Arazî bi kedên gelek mezin hatiye nexş kirin, zevî hatine rêz kirin bi ew kevirên ku ji nava zevî derxistine kirine dîwar di her gavekê de li her derê gund ked hatiye çandin. Çêkirina deriyê wan ê bi kevir û bi tîpa U dide diyar kirin ku di vê gundê de hûner çiqasî pêşdeye. Gava mirov di nava wan kavilan de derbas dibe ew dem namluyê tûfeka kirme yê pas girtî di bîne. Gava mirov yek du keviran radike ew dem di nava wê de mengeneyê ku ser tu modelên xwe ve naçe dibîne. Dibe ku mirov kûr biçe û di xeyalên xwe de hen tiştan zindî bike. Cardin gava mirov pişta xwe dide xaniyekê kavil û serê xwe radike ew dem zinarekê bilind yê ku serê mirovan di hejîne dibîne. Metel mayîna herê mezin jî gava mirov sed metre li jor meyze dike di bîne ku tam li ser kortalan keviran qewartine û cih çê kirine. Di nava ew dîwarên ku çûk jî nikarin li wir bisekinin ev çiye mirov ji xwe pirs dike.

Di van xakan de cihê ku Xirîstiyan xwe di parêzin ev dere û di heman demê de cihê pêkanîna baweriya wane jî. Dîwarê ku herê pêş de xwiya dike, gelek dîk û zinarên ku dadkeve jêr wek xwe di sekine. Mirov meraq dike da ku di hûndirê wê de û pişt wê de çi heye. Gava mirov lê meyze dike ev zinarên ku tu rê nadin û nod derece dûz avahiyên ku li ser hatine çêkirin mirovan mat dike. Di nava wê de û kêmekê din jî jora wê kulubeyek bi baxçe xwiya dike. Baxçeyekê ku çend dar lê hatine çandine. Dibe ku cihê keşe be. Di aliyê Rojhilat de û cihê ku gelek rehet mirov dikare bigihije cihê xwe du avahî li wir jî heye. Neyar bi kobra van avahiyandane û riyên ku li ser kortalan xirab kiriye.

Şîve riyên gundê Mehrê ji zinaran çê bûye. Di gund de dara hirmî, henar, sêv, tu, aluçe şîn dibe û xwe belavê arazî dike. Cihê ku mirov qet nikare têre derbas bibe ewqasî xweş çêkirine ku maşîne dikare tê de derbas bibe. Her çiqasî şopên çek û balyoz hatibe sîl kirinjî lê, şopên ku Mehrê di hişê me de hiştiye tu carî sîl nabe. Riyên Mehrê di hûndirê me de û dilê me de dirêj dibe. Dîrokê digre di nava me de û ji me heskirin û bêrîkirin dibe. Ev heskirin û bêrikirin di her girê Besta de, deştên wê de rêhevalên me yên di razin re dibe. Heskirina me, hêviyên me di herikîne Hêzîl û heya rêheval Şahîn Klavuzan dibe.                                                                                                                                                                              

 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê