Tirkî  |  Erebî

ROPORTAJ

Hevaltiyek xurt bixwere rêxistinê pêş dixîne û li ser esasê azadî jî, wekhevî û civakekî Kurd ya nû di afirîne. Hevaltî bi hevre bûyîna yek û hev gihandina heqîqetê ye. Girêdanbûna herê rast ya bi hevaltiyê re Serokatî bi damezirandina partiyê re da diyarkirin. Hevaltiya PKK’ê bingeha xwe ji mîrasek gelek kûr û bihêz digre.

Ji ber di reyên dîrokê ve û zanabûyînê ve girêdayî ye. Di hevaltiya PKK’ê de rast jiyan kirin û dayîna jiyan kirin heye. Hevaltiya PKK’ê nayê gotin ji ber peyv di vegotina wê de lewaz dimîne.

 

 


Avesta Şengal: Tevgera me ya azadiyê bingeha xwe ji hevaltiyê digre. Heya roja me ya îro jî ev bingeh xwe awayekê bi hêz di parêze. Ji ber ku di bingeha rêhevaltiya PKK’ê de durustbûyîn, hezkirin, zanistekê dîrokî û rêzgirtin heye. Yê ku herê zêde mirovan bandor dike jî hevaltiya PKK’ê ye. Ji xwe gelek tevlêbûn jî ji bo vê tê çêkirin. Ji ber di pergala baviksalarî de her tişt li ser berjewendiyê peşdikeve. Manewiyet lewaza û madiyet di pêşdeye. Lê di nava jiyana PKK’ê de bi taybetî jî di hevaltiya PKK’ê de berovajiyê vê ye. Nîqaş û nirxên ku didin hev di tevahî lebatên xwe de didin diyar kirin.

Gotinekî yê Serokatî heye û dibêje; “hevaltî ewe ku mirov eniya hevalê xwe li stêrkan bide.” Birastî jî hevaltiya ku mirovan mezin dike û bi hêzdike hevaltiya di nava PKK’ê de hatiye avakirine. Jixwe ya herê xweş ewe ku mirov hev his bike û fêm bike. Bêguman ji bo ku ev nirxane were avakirin gelek bedelên mezin hatin dayîn û hêna jî tê dayîn. Ez dixwazim mînakek bidim heya niha li kuderê bi taybetî jî di modernîteya kapîtalizm de kî ji bo hevalê xwe, xwe li hember guleyan kiriye sper. Ev di nava hevaltiya PKK’ê de hatiye afirandin. Hevaltiya PKK dibêje; “bila ez bêşim lê bila hevalê min ne êşe.” Bêguman li hember paşverûtiyê hev jî têkoşînên gelek xurt tê kirin. Jixwe yê ku me bihêz dike jî têkoşîna me ya bi zanist yê ku em li hember paşverûtiyê hev didin meşandine. Ya rast jî hevaltiya PKK’ê bingeha civakê jî ava dike. Di hevaltiyê de hêvî û bawerî heye. Jixwe tişta ku zehmetiyên me dixe xweşî jî hevaltiya me ya bibingehe. Ji bo mirovan mijara herê bingehîn ewe ku bêdudilî, bi dilekê rehet û bihêz mirov pişta xwe bide hevalê xwe. Erê di nava jiyana me de û hevaltiya me de baweriyekê ku tu hêz nikare bi de hejandin heye. Di heman demê de hevaltî ewe ku mirov hev dahurandinan re derbas bike û hev bi afirîne.

 

Hîra Ehmed: Hevaltî ewe ku mirov hev bi dil û ruh fêm bike. Ji bo vê Serokatî dibêje; “Heqî ruhê min yê veşartî ye.” Di cewherê hevaltiya PKK’ê de ev ruhê pîroz yê veşartî heye. Hevaltiya PKK’ê hevdu temam kirine. Lê di hişmendiya modernîteya kapîtalîzm de heta dawî perçebûyîn, ezezîbûyîn, tenê xwe fikrandin û hwd. heye û ev feraset jî kûr dike. Lê min di hevaltiya PKK’ê û jiyana wê de fêm kir ku, heya dawî li ser bingeha rêgezên hevaltiya PKK’ê hevdu hêz kirin û zanakirin heye. Cardin civakbûyîn heye û xwe xistina malê dîrokê û civakê heye. Di heman demê de hevaltiya PKK’ê bê sînor û tijî ye.

Pêwîste bê zanîn ku hevaltiya PKK’ê rast fêm kirin di rast pêkanîna birdozî, felsefe û paradîgmaya Serokatî de derbas dibe. Bêguman hevaltî ji zanabûnê qut nîne. Tişta ku ji me tê xwastin hevaltiyekê bêhesap û bêberjewendî dayîna avakirine. Ger ku hevaltiya me li ser bingehek xurt be, li ser esasê rastiya Rêber APO be ew dem emê ewqasî hev mezin bikin. Di rêhevaltiya PKK’ê de weke rêheval Mazlum, Kemal, Heqî Bêrîtan, Zîlan, Sema û hwd. Serokatî rast fêm bike, jiyan bike, bide jiyan kirin û di kesayetiya xwe de wê ruhê ava bike heye. Em ti carî ji bîrnekin ger ku em van rêhevalên xwe rast nas bikin, jiyana wan û hevaltiya wan rast bizanibin ew dem emê bikaribin tevlêbûnek rast jî bidin raber kirin. Ez vê bawerim ku ger me dil, mejî û ruhê xwe ji modernîteya kapîtalîzm rizgarkir ew dem emê xwe di hevaltiya PKK’ê de jî bi afirînin. Tevahî tevlêbûnên me li ser nirxên hevaltiya PKK pêktê. Hevaltî xwedî nirxên hevalên xwe û layîqê wan derketine. Ji bo ku em bikaribin çanda APOCITÎ rast jiyan bikin ew dem pêwîste em hevaltiyekê rast jiyan bikin.

 

Ronahî Bilikî: Sedema tevlêbûna min ya bingehîn jî ji bo hevaltiya PKK’ê bû. Ji bo me jî mijara herê bingehîn hevaltiye. Hevaltî kede, hezkirine, hûrmet dayîna heve, çavên xwe ji kêmasî û şaşitiyê hev ne girtine. Çanda me ya herê bingehîn jî hevaltiye. Çiqasî hevaltiya me bihêz be ewqasî dilê mirovan jî mezin dibe. Mezinbûna mirovan bi hevaltiya mirovan ve girêdayî ye. Pêwîste hevaltiya me ji jiyana me qut nebe. Rêhevaltî çanda APOCITÎ ye. Rêhevaltî ewe ku mirov hev ji qirêjiyê rizgar bike. Rêhevaltiya PKK’ê vegera cewherê xwe ye.

Ji bo ku em bikaribin hevaltiya xwe pêş bêxin pêwîst dike ku em dilnizim bin, tevahî nêzîkatiyên xwe rast şîrove bikin, li hember hevalê xwe mutewazî bin. Hevalti meyze kirine, zimanekê xweş yê ku hev avadike. Feraseta bi hevre civakek û pêşerojek dayîna avakirine. Hevaltî ne ehbaptiye û ne jî hemşercitiye. Hevaltî pirsgirêkên hev çareserkirine. Hevaltî bûyîna hêza çareseriyê ye. Hevaltî fedekartiye. Hevaltî bêhesap tevahî hevalên xwe re rast jiyan kirine.

Ruhal Jiyan: Hevaltiya PKK’ê xwe ji modernîteya kapîtalîst pak kirine. Di hevaltiya PKK’ê de têkiliyên bi nirx û wate dayîna avakirin heye. Hevaltî li hember paşverûtiyên hev têkoşîn kirine. Cardin li hember kêmasiyên hev hêrs girtin û hevalê xwe sererast kirine. Heskirin ewe ku mirov di fikir, hest û ruhê hevalê xwe de zelal bûyînê avabike. Gava mirov dît ku hevalê min di riyek şaşde di meşe pêwîst dike ku ez destê xwe bavêjim wê hevalê xwe wê bînim li ser riya rast. Ya herê giring jî ji bo ku mirov bikaribe li kêleka hev bi hevre bimeşe, pêwîste dilê mirov li hember hevalê mirovan vekirî be.

Em baş bizanin ku ger em dixwazin hev avabikin pêwîste di destpêkê de şaşitiyê hev sererast bikin, da ku yê nû were avakirin. Di rastiya hevaltiyê de alîkarî dayîna hev heye. 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê