Tirkî  |  Erebî

JI PIRTÛKA DÎROKA JIN

Dayîk-jin di encama pevçûnên bi zilamê firbaz ku di civakê de herdiçe bihêz bûye, mexlûb dibe wiha jî nêzîkatiyên zayendparêz serdest dibin. Di perestgehên ku rahîban rêxistinkirine de jî diyardeya pîrektiyê sazî û belav dibe. Jina sertewandî,

di xwe de hêz, hêvî û zemîna têkoşînê nabîne, koletiyeke giran dijî. Meyla (yatkinlik) ji desthilatiyê an jî rewşa tehemulkirina serdestiyê bi demê re li ser hemû civakê hakim dibe. Diyardeya pîrekbûna zilam piştî vê rewşê çêdibe. Nêzîkatiya avakerên civaka şareza ji dîrokê re jî wiha ye. Dîrokê bêcan û wek kombûna bûyerên ku li derdora xwediyên desthilatiyê qewimîne mêze dikin. Ev jî nîşan dike ku dîrok ji heqîqetê derxistine û neçarî zayendparêziya zilam kirine.

Ev pêvajo destpêka pevçûnên di navbera gund-bajêr, rahîb-xwedawend, jin û zilam û li civakê jî belav dibe. Zanebûn heya astekê pêşketiye, parelelê vê şertûmercên jiyana madî jî baştir bûne lê pêvajoya destpêkirina bêaramiyan e. Em dikarin vê pêvajoyê wek têkelbûna rast û şaş di nav hev de pênase bikin. Mêzîna di navbera jin û zilam de ber bi wendabûnêve diçe. Ev wendakirin jî ne tenê wendakirinek di statuya civakê de ye. Têkîlî bi her milî ve teşeyek hiyerarşîk digrin. Biyanîbûna civakî parelelê biyanîketina ji xwezayê re pêşdikeve. Pergalên hiyerarşîk ne ku çareseriya pirsgirêkê pêşdixin, di aliyê kûrkirina pirsgirêkê de rol dilîzîn û bi demê re karakterê dewletê bi dest dixin, wiha jî yekemîn kakilê (nûve) çînayetiyê pêk tînin. Bi vî awayî jî di civakê de perçebûna di navbera çînan destpêdike. Heya di zihniyeta civakê de rewabûna civaka nû çêneke, şensê jiyana wê kêm e. Avaniyên li ser bingeha teolojiyê di her qadê de hatiye pêkanîn, wiha jî dogmatîzm li hemû teşeyên civakî bandor dike. Birdozî, pergal û sazî teolojiyê ji xwe re dikin maske û xwe mayînde dikin. Em dikarin teolojiyê wek tefandina mêjiyê xweliqkar, têgihîştin û giyana azadiyê pênase bikin. Ev pergala hizrî bi dogmeyan re rapêçayî, xwedî bingehekêne ku mirov ji cîhana rastiyan dûr dixin. Îro jî zansit, felsefe û birdozî bi teolojiyê ve hişk girêdayîne. Rizgarbûn ji qalibên dogmatîzm û baweriya olî, bi hêza hest û ramanê watedayîna jiyanê ve dibe. Derbaskirina teolojiyê şoreşa herî mezin a zihniyetê ye. Hêza teolojiyê, di zihnê mirovan de xweda û xwedawendan çêdikin, zemînê mîtolojiyan wiha hatine çêkirin. Lewma karîne civakên mêtîngeh ku li ser wan hukum û serwerî bê kirin ava bikin.

Civaka şereza bi navê xwe yê nû pergala desthilatiyê duyemîn pêvajoya mezin a civaka li Mezopotamya belavbûyî ye û bi dewleta rahîbên Sûmer dest pê dike. Bi îhtîmalek mezin komên ku Sûmeran pêktînin proto-Kurd ango gurubên Hurî bin. Ji B.Z. 3500’an pêve dewsa Huriyan tê dîtin. Yên li Sûmeran bi cihbûyî derbasî şaristaniyê dibin. Yên mayî jî li cihên starbûne di nava seyra pêşketina xwe de wir werdiguherin bajêr. Dema Sûmer tê gotin yekem di hizrê mirov de hêz û bandora vegotinên mîtolojîk zindî dibe.

Baweriyên civakan, xeyal, têşeya jiyana wan û azweriyên wan li gor nêrîna mîtolojîk ku li roja îro jî bandora xwe kiriye, aliyên cûda di nav xwe de dihewîne. Teşeya jiyan, têkîlî û normên jiyana mirov a demên yekem îfade dike. Li belge û mîtosên wê demê ku were mêzandin tê dîtin ku guhertin pir bi şîdet bûne. Zilam pêvajoya dayik bi fêrbazî û zanehî li gor berjewendiya xwe dişixulîne. Ji bo vê jî qada baweriya dînî bikar tîne. Wiha jî cûdabûna çîn û zayend bi civakê didin pejirandin. Di demekî dirêj a civaka koledar de jî jin di qada xwedawenda de dimîne û hurmeta xwe diparêze. Di pêvajoya xwedayê fêrbaz yê Sûmeran Enkî û xwedawenda çiya Nînhûrsagê de pevçûn hebin jî lihevkirin jî hene. Enkî bêtir li gor berjewendiya xwe di rêvebiriyê de hêzbûna polîtîk, hêza avakirina hevsengan temsîl dike. Rahîb koletiyê bi riya baweriyan wek pêdiviyek xwezayî nîşan didin. Birdoziya koletî xwe dispêrê bi teşeyê mîtolojiyên xulukartiyê (yaratiliş) îfade dibe. Mîtên ku vê pêvajoyê bilêv dikin di hemûyan de zor û şîdet teyisî ye. Bi taybet di mîtên Babîlê de ev şîdet şerê her du nîzaman bi awayek şênber derdixîne holê. Derbeya Tiyamat ji kurê xwe Mardûk dixwe, di wateya civakî de derbeya ku li jinê xistine îfade dike. Bikaranîna bedena jinê, yekemîn fahîşekirina jinê di vê pêvajoyê de pêşdikeve. Jina ji hilberînê hatî dûrkirin wek amora tetmînkirina zilam tê bikaranîn. Ev şer bi awayê herî sade di mîtolojiya Înana de tê dîtin. Înana ku xwedawenda evîn û bereketê ye, têkoşîna ‘me’yên xwe -ku hêza jiyana civakî rave dike- ji zilamê fêrbaz Enkî bistîne dide. Di vê mîtoloyê de aliyên pir girîng hene. Ya yekemîn hêz ketiye destên zilam. Zilam tiştê jinê avakirine didize, vê serdemê jî dike serdema xwe ango ya zilam. Ya duyemîn jî têkoşîna li vir tê dayîn ji bo civakê ye. Ev mîtolojî ji milekê ve jî nîşan dide ku dixwazin xwedawendîtiya jinê bi dawî bikin. Cihê xwedawenda jin ku navenda jiyanê bû, şah (kral) xwedayê zilam digre. Ev mîtolojî ketina statuya jinê tîne ziman. Bi xwedayên zilam û yekbûyî re civak her ku diçe guhertinek mezin a exlaqî û birdozî dijî. Bi pêvajoya şaristaniya desthilatiyê re bandorbûyîna zilam dibe sedem jin bibe kole û ji saziyên jêr û jor yên civakê bê derxistin.

Civaka şareza di wateya civakî û siyasî de di nava civak û jinê de perçebûyînek mezin dide çêkirin. Jin ne tenê dikeve rewşekê ku serî bitewîne, tê astekê ku bi heqaretên herî giran re jî rû bi rû bimîne. Ji bo mirov bi pergala nû ve werin girêdan jî zayendîtiya jinê bikar tînin. Dayîka pîroz li Musaqatîman de dibe fahîşe û hêmanek zayendîtiyê. Cûdabûna biyolojîk û fîzîkî êdî dibe taybetiya kesayet û karakterê. Zilam wer bawer dikin ku jin di aliyê fîzîkî de lewazin û divê jiyana xwe girêdayî zilam bijîn. Di civakê de her qada jiyanê wek zilamtî û jintî tê cûdakirin. Şer, polîtîka û siyaset ayîdê zilam e; çêkirina xwarinê, mêzandina zarok ayîdê jinê û jinîtî ye. Fonksyona herî xwezayî ya mirov ‘girîn’ jî ayîdê jinê ye. Taybetiyên binirx yên jinê diguherînin îtaet, amêra piçûkbûnê û wêrekiya zilam jî diguherînin êrîşkarî û hêza wî jî dikin tehekum. Êrîşa herî mezin jî li ser cîhana derûnî ya takekes tê kirin. Hevaltiya jin û zilam, têkîliya wan hevkarî ye. Civaka xwe disparte vê têkîliyê dikeve rewşekê ku têkîliya jin û zilam roja duyan dikeve skandalekî zayendî. Nexasim heya statuya jinê di nava pergala şaristaniyê de neyê tehlîlkirin ne sparteyên desthilatiyê ne jî yên koletiyê nayên îzahkirin. Hemû koletî bi koletiya jinê re girêdayî pêşdikevin. Vê koletî jî di nêzîkatiya ji mirov, xweza û zarokan re guhertin daye çêkirin. Têkîlî û hevşibîna jin û xwezayê hem di wateya mekan hem jî derûnî de jin nêzî xwezayê kiriye. Yekemîn xwedawend xwedawendên çiya ne, ev jî yekbûyîna dîrokî ya di navbera jin û azadî, jin û xwezayê de îfade dike. Plana veşartî ya dîrokî di vê têkîliyê de xwe dispêre şerên di navbeyna xwedawenda çiya û şahên bajêr. Bi civaka dewletger re hakîmiyeta sîstematîk a li ser xwezayê di serî de li jinê li ser hemû mirovahiyê jî pêk tê. Xwezaya serê wê hatî tewandin, jina serê wê hatî tewandin e. Ahenga xwezayê ya çeloxwarîbûyî, wek zihniyet û ruhê mirov ku çeloxwarî bûye derdikeve pêşberî me. Ev çeloxwarî û çelekiya ji cewherderxistinê di kesayeta jinê de bi awayek hîna sîstematîk û bi zanebûn tê kûrkir in.

Mirov ji zihniyeta her tiştî zindî dihesibîne ber bi zihniyeta ku diyardeyên herî piçûk jî dabeş dike ve diçe. Civaka şareza hêza xwe ji civaka xwezayî digre, bi nakokiya bi civaka xwezayî re mezin dibe û pêş dikeve. Mezinbûn û pêşketina wê nayê wateya ku taybetiyên civaka xwezayî tine kiriye. Îro di qonaxa civaka çînayetî de jî bi tevahî nirx û civaka xwezayî tine nebûye. Bandora civaka xwezayî heya bi hezar salan jî bi tevahî nedane aliyekê. Nirxên vê civakê hatin guhertin û werguherandin, heta ji cewherê wê hatin derxistin, lê hebûna xwe wek hêza tehdîtkirina pergala serdest her parastiye. Wek mînaka vê; civakên bindest hîna jî xweziya etnîsîteyê dikin. Pir nirxên civaka xwezayî ji hêla şaristaniyê ve hatiye dizîn, mehandin an jî bi şûna wê nirxên şaristaniyê hatine avakirin, lê cewher nehatiye wendakirin. Civaka xwezayî, hucreya kok a mak nayê tinekirin. Di pergalên civakî de jî pergalek bi tevahî li ser red û tunekirina pergala din hebûna xwe nade çêkirin.

Derbasbûna civaka xwezayî ber bi civaka şareza di zayend û çanda jinê de yekemîn şkandin û belavbûnê çêdike. Bi vê sedemê Rêbertiya me vê pêvajoyê wek yekemîn şkandina zayendî binav dike. Bi newekhevîtî û dextan zayendek tê girtin û di esil de hemû civak tê girtin. Ji ber xweliqkar, rêxistinkar û hêza sereke ya jiyana civaka xwezayî jin e. Şkandina di zayendî ya jinê de tê çêkirin di çanda jiyana civakê de jî şkandinê dide çêkirin. Her ku kaos bi xirabûna rewşa jinê destpêdike, demeke dirêj digire ber xwe. Dem dem jin, carna jî zilam di pêvajoya destpêkirina hiyerarşiyê de bandor dibe, lê di dawiyê de bi serweriya zilam ev pêvajo bi encam dibe. Wiha jî şkandinên ku li gor berjewendiya zilam hatî çêkirin dibe destpêka zayendperestiya civakî. Desthilatdariya hiyerarşîk û dewletger ku di civakê de bilind dibe koletiya jinê kûrtir dike. Desthilatdarî nikare bi spartgehkirina azadiyê xwe pêşbixîne, lewma jî li ser koletiyê bilind dibe. Jin bi beden, giyan û ramana wê ve tê kolekirin.

Texrîbata ku civaka çînayetî li ser zayenda jinê daye çêkirin di dîrokê de tu mînaka wê tineye. Bi vê binkeftinê re jî di statiya civakî ya jinê de şkestinên mezin têne dîtin. Şkestina vînê rê li ber şkestina çanda pergala Neolîtîkê jî vedike. Di ortê de ji jinê re tenê hêza zayendîtiyê ku bikar bîne dimîne. Êdî yên li dora jinê kom dibin ne ji ber zanebûn, nepenîbûn û hêza wê ya civakî kom dibin. Ji jinê re ji derveyê bikaranîna fîzîk û zayenditiya wê nayê hiştin. Ji bo xwesteka xwe ya herî biçûk pêk bîne zayendîtiya xwe bikar tîne. Rêbazên ku Înana ji bo wergirtina ‘me’yên xwe ji Enkî dişixulîne kişkişîn (çekîşme), hewara jina wendakirî ye. Jin, her bêriya civaka xwezayî dike. Çêbûna utopya bihuştê (cenet) ji bêrîkirina neolîtîkê çavkanî digre. Jina azad a civaka xwezayî bi zincîran dikin êsîr. Ya herî dilêş jî vê rewşê wek ‘çarenûs’ bi jinê didin pejiradin. Jin, bi her nêzîkatiya ku kesayeta wê bişkêne re rû bi rû dimîne. Civaka xwezayî ku azad dijiya ne cihek wiha ye ku bi hêsanî dest jê biqere. Civaka xwezayî jiyana wê ye, esera wê ye. Qutkirina jinê ji civaka xwezayî jî di wateyekê de birîna (kesmek) damarên jiyana wê ye. Jina ku damara wê ya jiyanê hatî birîn bi mêjî, dil û fîzîka xwe ve ayîdê kesên din e. Şerê xweda û xwedawendan ewçend dijwar û bêrehm bûye ku cîhana jiyana xwezayî ya jinê hildiweşîne. Li ser civaka xwezayî dogmatîzm û qederperestî tê bicihkirin. Bi şixulandina îcadên jinê re jinê dikin kole. Jina xweliqkar dikin ya herî cahêl û bêçare. Pîroziya mezin tê gemarkirin û dîroka bi lenet dest pê dike. Nasnameya jinê tine tê hesibandin. Ya bêwate cihê wateyê digre. Wendabûna jinê pir kûr e. Lewma jî têkoşîna xwedawendan dibe lorîn û hewarên dilşewat. Di civaka serdestiya zilam de cudahiyên ku gururê dişkîne têne kirin. Her ku civak ber bi pergala şaristaniyê ve diçe xweda jî ber bi heman alî ve pêşdikevin. Lê xwedawend mêrek wê çêdibe û her zilamsalarî belav dibe ew jî hêza xwe dide zilam. Bi civaka çînayetî re jin dibe mijara bingehîn a hakimiyetê. Hakimiyet xwe dispêre milkiyetê, milkirin jî di heman demê de tê wateya wendakirina azadiyê. 

  

 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê