newroz-site-icin

Ji despêkirina dem heya niha ji bo valetiyên ku mirov fêm nakin were dagirtin mîtolojî, ol û bi dogmayan ketine hewildanê buyerên xweza û mirovan fêm kirinê de. Avabûna rojê, hilatina wê, bi hatin û çûyîna maşîneya xwedayan.Erdhej û rabûna bahoza jî bi xezaba xweda didin nirxandin.

Di mirovan de lêgerîna destpêkî ya made û cewhera xwe lêgerînekî ji zûde tê. Heya ku mirovahî hebe wê ev lêgerîn jî hebe. Di mirovan de her lêgerînek, dibe lêgerîna xwe. Mirov çiqasî xwe nas bike ewqasî gerdun nas dike, qandî gerdun nas dike ewqasî jî xwe nas dike. Mirovê ku xwe dizane her tiştê dizane û nas dike. Lêgerîna mirov ya zanînê, hewildanê destpêkirina xwe ji berê de tê. Ez kîme, çime, ji bo çi jiyan dikim, ez ji kur hatime, wateya jiyanê û gerdûnê çî ye? Ev pirsane ji demên berê heya niha hene. Meraq û heyret kirina mirovan sînorê zanabûyîn û kapasîteya fêmkirinê berfireh dike. Fîlozofên ku ji wanre tê gotin xulikarên aşiqê heqîqetê yên xwezayê ên ku medeyê gerdunê ya yekem arkhesîn lêkolîn dikin xwe disêpêrin xwezayê û dikevin hewildanê fêm kirinê de. Thales arkheyî bi av penase dike. Şopdarên wê jî Anaksîmenes, Anaksîmenderos, Phytogoras bi ax, av û agir vê pêktînin. Piştî wê jî Hereklîtos di bêje tişta ku nayê guhertin, guhertin bi xwe ye û di bêje di çemekî de du cara mirov nikare xwe bi şû. Demokrîtos jî di hêna wan dema de atom dixe bingeha madê de. Ev rastiyên ku qandî zêr bihane di roja me ya îro de gelek rehet di devê me de derdikeve, lê di wan dema de van rastiyane anîna ser ziman rastiyên ku bedelê wan gelekî giran bûn. Di roja me ya îro de giroverbûna cîhanê di pirtûkên dibistanên seretayî de cih digre lê Galîla dema vê rastiyê anî ser ziman kêmek ma bû ji canê xwe bibe.

Di derbasbûna çaxa pêşîn ya bi çaxa navîn re xelekekî nû li ser çîroka afirandinê zêde dibe. Ev çîrok çîroka Adem û Hawa ye. Di vê çîrokê de Hawa ya ku ji parsûyê Adem afiriye ji ber ku bi Adem re sêva ku hatiye qedexe kirin xwerine tên ceza kirin. Di vê têkiliya qedexe de zarokên Adem û Hawa, mirov di afirin. Lê Muhemmed di vê çîrokê de pelek nû vedike û dibêje; “mirovahî ji aliyê xwedave ji heriyê tên afirandin.” Ev li gor çîroka Adem û Hawa zêdetir ilmî ye. Bersivên ku mirovahî dane yekemîn lêgerîna made di çaxa navîn de disipêrin ol û dogmeya. Fikrê mirovan bi van bersivan tatmîn nabe. Pêşketinên ilim, fikir û felsefe bi çaxa nû re derketinên gelekî mezinkirin. Niha jî ilim bi eynî eşqa heqîqetê re di şewite. Di destpêkî de ramanê ku zindiyên destpêkî avê de çêbûye pêşve tê gotin. Demek teoriya Darwîn teoriya ku herê zêde dihat pejirandin. Pêşketina hêza mirovahî ya derdorê xwe û xwe nas kirinê dibe sedemê diyalektîka ilmî ya domdarî. Di encamên lêkolînên ku hatine kirin de tê gotin beriya vê tam panzdeh milyon sal di encamê teqemeniyekî ku qandî serî derziyê ye di cîhanê de çêbûye. Di demên xwe de hewildanên gelekî bi watene. Berhemên ji bo mirovahiyê û fikrên ku şêv jî nikarin birazên e.

Mirov mejiyê xwe sedî kêmekî bikartîne. Qandî ku bersivên pirsên xwe dibînin ewqasî rastiyên nû hemêz dikin. Mirovahî dizane ku gava gihiştin rastiyên di derheqê xwe de wê ew dem  bi azadiya xwe re bibin yek. Di roja me ya îro de şêwazê bikaranîna mejiyê me di hêle ku em sînorê mejiyên xwe bikevin. Di berê de daxuyaniyên ku xwe dispartin mîtolojî ya jî hêzên xwedayî her çiqasî cihê xwe dabe tespîtên ilmî jî di destpêkî de heya niha problemên ku bi ilm ne hatine îzah kirin û bersiv dayîn heye. Problemê afirandinê weke derdê herê kêm qandî mirovatî kevne. Gelek cara xwastine bi rêya ilmî, carna jî bi rêya xwedayî bersiv bidin vê problema afirandinê. Mîtolojiya gelan yê afirandinê jî hewildan û berhemên vêne.

Mîtolojiya her gel û her çandekî ya ku hebûna xwe ya yekemîn dispêrin heye. Ilmê ku mîtolojiya afirandinê lêkolîn dike jêre di bêjin “kozmogon.” Çîrokên afirandinê di dîroka her gelan de cih digre, di qadên cuda de tê ser ziman, carna li ser tabletan wêne tê çêkirin, carna jî di stranan de cih digre, carna jî dibe mijarê çîrokên ku ji zarokan re tê gotin. Ev çîrokane di her cihan de cuda tê pêşberê me. Çîrokên ku di qadên cuda de, bi têşeyên cuda tê ser ziman, çiqasî cewher û naverok wekhevbejî bi têşeyên cuda anîna ser ziman jêre varyant tê gotin. Di aliyê çand de artêşekî ku gelekî bi hêz têk bibe nîne. Ji bo vê şerên sedsalan karakter guhertine û veguherîne şerê çandî. Hewildidin ku gelan ji nirxen wan yê cewherî dûrbikin, ji kokên wan veqetîne û wan bê kokbikin. Li hember vê şerê çandî tişta ku pêwiste em bikin ji herdeman zêdetir xwedî li nirxên xwe yên netewî derbikevin û baldarî nêz bibin. Van nirxên xwe nasbikin, bizanin û rasthatinekî bi nirxên xwe yên cewherî re avabikin. Her civakên ku hebûna xwe dispêrin afirandina mîtolojî, ew morel, manewî û hêza birdoziya wê civakî ye. Gava mirov mîtolojiya afirandina civakan lêkolîn dike ew dem mirov karakterî wan gelan jî fêm dike. Ji bo vê beriya ku em destana afirandina gelê Kurdistanê pênase bikin emê hewilbidin ku afirandina du gelan pênase bikin. Ji vane yek jî çîroka Kirgiza ya Maral Ana ye. 

“Ew roj yek jî cîranên neyar, bê ku were dîtin biryargeha artêşa Kirgizan dorpêçdikin. Ji ber ku ji nişkave çêdibe ji bo wê yek Kirgiz jî dem nabîne ku şurê xwe bigre û siwarê hespê xwe bibe. nîjadkujiyekî ecêb û ne hatiye dîtin têdestpêkirin. Neyar ji bo ku Kirgizên cesur, şerger tunebike dikeve êrişekî hovane de. Tevahiya Kirgizan dikujin. Dixwazin ku kes ne mîne û qala vê bûyerê neke, qeleştiya wan neyne ser ziman û kes ji bo tolgirtinê ne mîne, ev bûyera ku ji derveyî mirovahiyê ye bila were jibîrkirin û tevahî şopên wê jî di nava xweliyê wê de bi fire û biçe. Gelek Kirgizan ji şuran re hatiye derbaskirin û di nava xwînê de dirazan. Gelek ji wan jî, ji şuran û riman direvin û xwe tavêjin ava Enesay û dixeniqin. Neyarê ku başde vedigere keçîkek û du xortên biçûk ji daristanê derdikevin na bînin. Ev her du xortên ne sekinî gotinên mezinên xwe guhdar nakin ji bo wê siharê zû xwe vedişêrin û ji bo zembil çêbikin diçin daristanê qaşilê daran bînin. Ji xwe re di leyzin, dikenin û bê ku bikevin ferqa hen tiştan de dikevin kûrahiya daristanê. Demek şûnde başde vedigerin, lê tu zindiyan re rû bi rû nayên. Tiştekî ku rû bi rû hatine toza neyarê ku bi lez û bez li beyxwe hiştine. Zarok jî dikevin li pey wan toza ku neyar li pişta xwe hêlane. Her du zarokê Kirgiz piştê çend roj şûnde digihijin biryargeha neyar. Ev agahî li her derê belav dibe. Neyar wan zarokan dide jinekî pîr. Ji jina pir re dibêjin; “tuyê van zarokane tune bikî û wê wan re jî nîjadê wan tûne bibe.” Ew jin wan digre diçe li ber qeraxê Enesay û berbi zinarekî kûr disekinin. Zarok jî tirsan digrîn. Kêliya ku ew jin wan zarokan wê bavê je Ana Maralek tê. Maral bi zimanê mirovan diaxive û di bêje; “mirov du zarokên min kuştine ji bo wê ez dixwazim van zarokane ji xwe re bigrim.” Ew jin jî di bêje; “ev zarokên mirovane ger mezin bibin wê zarokênte bi kujin. Tu mirovan nas nakî, hev kuştinê na tirsin ji bo wê hev jî di kujin. Ji bo ku tu bizanî ku ez mafdarim ji bo wê ezê zarokan bidim te lê tuyê van zarokan dur bibî. Maral Ana wan zarokan di be welatekî dur. Kirgiz li ser rûyê erdê di siya Maral Ana de ji tûnebûyînê xilas dibin. Raste Kirgiz di siya Maral Ana de ji tûnebûyînê xilas dibin lê gotinên ku wê jin kiri bû jî rast derdikevin. Demek şûnde Kirgiz çîroka xwe ya afirandinê jibîrdikin û bi dest nêçîrkirina Maralan dikin. Gava mirov destana xwe ya afirandinê jibîrbikin xirab dibin, ji mirovatiya xwe derdikevin û dibin mirovê xirab. Her tiştê xirab li ser serê wan tê.

Yê Tirkan jî bi teşeyên cuda çîrokê wan yê nivîskî heye. Di mîtolojiya afirandina Tirkan de herê zêde çîroka pêşde jî gurê boz e. Ev mîtolojî di gelek cihan de bi têşeyên cuda tê ser ziman. Tê gotin gurê boz mêye û navê wê jî Asena ye. Zarokekî ku di encamê nîjadkujî de, komkujiyan de û şerêntên kirin de xilas dibe û dialiyê gurekî boz de tê xwedî kirin. Ew zarok nîjada gelê Tirk berdewam dike. Li gor çîrokekî ew zarok di şikeftekî de, li gor çîrokekî jî di hûndirê darekî de tê xwedî kirin. Şikeft jî û hûndirê dar jî ewlehiye û tariye. Bi vê awayî di şibînin rehma dayîk. Li gor efsaneya afirandina Tirkan gur nêre. Zaroka ku ji komkujiya xilas bûye jî keçike. Zaroka yeke mîn ya ku ji yekbûyîna gurê nêr û keç çêdibe dibe yekemin ferdê civaka Tirk. Îrojî netewperestiya Tirk gurê boz ji bo xwe weke nîşane girtine. Di torenên xwe de weke gur dikin zûrîn. Ev jî dide diyarkirin ku ev efsane di hefize û dilê mirovan de çiqasî kûr hatiye çandin.

Çîroka afirandina Kurdistaniya jî efsaneya Kawayê hêsinkare. Efsaneya Kawayê hêsinkar jî nîşaneya berxwedaniya eşîretên ku bi çekên xwe yên hêsin çêdibin li hember împaratoriya koletiyê ye. Mîtolojiya Kawayê hêsinkar jî bi vê awayî tê ser ziman; “hikûmdariyek bi navê Dehak heye. Ev hikûmdarê zalim gelekî zordestî li ser gelê xwe dike. Nexweşiyekî mirinê Dehak digre. Li gor gotina li ser herdû milê wê birîn çêdibe. Gava mar û zîvzîve birçî dibe ji birînên Dehakî xwîn dimijin. Ev êşek mezin dide Dehak. Tişta ku mar û zîvzîve ji birînên wê dûr bike jî mejiyê ciwana ne. Gava ev sewalane birçî dibin eynî tiştê dubare dikin û ji birîna Dehak xwîn di mijin. Dehak ji bo ku êşên xwe kêm bike her roj seriyê du ciwanan jê dike û mejiyê wan dide wan sewalan. Parêzgerên Dehak her roj di nava gel de du ciwanan tîne û wan qurbanê Dehakê dikin. Carna di nava parêzgehande kesên dilovan derdikevin û cihê mejiyê ciwana mejiyê sewalan ji bo Dehak dibin. Parêzgeh ciwanên ku na kujin jî serbest berdidin. Ciwan jî ji bo ku xwe biparêzin direvin serê çiya. Gelê Kurd ji neslê ev ciwanên ku direvin serê çiya tê. Di civaka ku Dehak tê de jiyan dike yek jî bi navê Kawa yê hêsinkar jiyan dike. Neh kurên Kawa yê hêsinkar heye. Ji van nehan heşt hep ji Dehak re qurban dikin. Tenê kurê Dehak yê biçûk dimîne. Rojekî parêzgehên Dehak tên kurê Kawa yê biçûk jî bibin. Lê Kawa vê diwê kêliyê de na pejirîne. Ji parêzgehan re soz dide ku wê bi xwe destê xwe kurê xwe ji Dehak re bîne û ji Dehak re bike qurban. Bi vê awayî parêzgeh paşde vedigerin. Kawa jî ji gelê xwe re di bêje; “ji derveyî raperînê tu rêya me nîne” bi vê awayî gelê xwe li hember Dehak rêxistin dike. Roja din gel di bin pêşengtiya Kawa de ber bi qesrê ve rê dikevin. Kawa yê hêsinkar bi çakûcê xwe serî Dehak di perçiqîne û gel jî agir pêdixe û ji bo kuştina Dehak di derdorê agir de dîlan digrin. Navê vê rojê dikin Newroz û di cejna vejînê de roja 21’ê Adarê bi pêxistina agir re tê pîroz kirin. Newroz roja cejna ku hişmendiya kolecitî ya bi çekûca Kawa re hatiye perçe kirine. cejna ku hatiye peyitandin wê ji fikrên azad destneyê berdane. Bi awayekî herî zelal derketina efsaneya Kawayê hêsinkar û derketina Zerdûşt di pergala koletiyê de lêgerîna reformasyone. Hêza berxwedaniya gelê Kurd çavkaniya xwe ji çanda neolotîk, felsefeya Zerdûştî û efsaneya Kawa yê hêsînkar digre.

Rastiya civakekî yê cewherî kombûna dîrok, ol, exlaq, ziman, kevneşop, wêje, hûner û yekitiya jiyana wê dide diyar kirin. Ev nirxên hevbeş yên ku hebûna civakan pêktîne, cûdabûna wê civakî yê ji civakêndî û nasnameya wê çawa û li ku derê cûda dibe dide diyar kirin.

Di her du mîtolojiyan de jî xwe dispêrin zêde kirina nîjad. Tê dîtin ku Kurd di afirandinê de weke bedensel cih û girîngbûn zêde nadê. Kurd bi xwezayê re, sewalan re bi awayekî dost jiyan dike û xwedî meyzekirinekî ekolojîk e. Ji bo wê di efsaneya afirandinê de xwe dispêrin bingehê çandî. Erdnîgariya ku civak li ser jiyan dikin û jiyana ku li ser wê erdnîgariyê têşe digre li ser çand û kesayetiya wan bandor dide çêkirin. Cihên berî gelekî germ, zûha, ji deştên bêserûbin pêktê û xakên bê nakokiye. Lê çiya hişk, sar û cihên ku mirov nikare bigihijê bilind û binakokî ye. Jiyana çiya mirovan berbi lêpirsînan ve dibe û dihêle ku mirov sade û birastî be. Sadebûna hertiştê di van çiyayan de tê jiyan kirin. Ji bo wê efsaneya afirandina Kurdan ji her du efsaneyên afirandinê şînbertir û rastîxwaztire. Mirov pêşketinekî azadî re rû bi rû tê. Di efsaneya Newrozê de afirandina beden zêdetir, li ser hebûna mirovan weke civakên azad tê seknandin. Di Kurdan de afirandin hebûnekî azad e, li hember koletiyê raperîne û bi berxwedaniyê re jiyan kirine.

Kesên ku dixwazin bi kokên xwe re pêwendiyek daynin, çîrokên afirandinê jî meraq dikin. Ev çîrokane ji çîrokên ku yek hebû, yek nebû destpê nake, çîrokên jiyanî yên ku ji hemêza gelan derdikeve. Ger ku heya niha gelê Kurd hebûna xwe ya çandî parastine ev jî çavkaniya xwe ji kûrbûyîna wan yê wêjeya devkî digre.

Çavkaniya herê giring yê ku Kurd hebûna xwe di parêzin jî, ji ber ku tevgerame ya azadiyê her roj veguherandiye rojên Newrozê. Bi PKK’ê re çîroka afirandinê veguherî çîroka ji nû ve zayîn û vejînê. Kawa yê hêsînkar dibe Mazlum Doxan. Mazlum di girtîgeha Amedê de li hember Dehakan agirê raperînê pêdixe. Mazlum dibe, Zekiye, Zekiye dibe Rewşen, Rewşen dibe Ronahî-Bêrîvan, Ronahî-Bêrîvan dibe Sema û bi sedan qehremanên egîd. Çîrok her ku diçe mezin dibe û hêz dibe. Qeremanên çîrokê zêde dibe. Tişta ku vê çîrokê ewqasî bi wate û balkêş dike jî, Newroz tenê yek rojê re sinordar ne kirin, her kêliyê ku tê jiyan kirin bi wê coş, bawerî û girêdanbûnê de dayîna jiyan kirine. Her çiqasî weke sembol Newroz 21’ê Adarê were pîroz kirin jî Newroz bi şehîdên me re her roj dibe Newroz. Serokatiya me di bêje; “li ser vê xakê çiqasî şehîd were dayîn, wê ewqasî yê nû û pak aj bidin. PKK eve, yê bi coş ji dike eve. Ez dixwazim vê serwer bikim. Ev hin zêdetir min eleqedar dike. Erkê mirovahiyê ye… Hûrmet dayîna van xakane, hûrmet dayîna van şehîdên mirovahiyê ye, hûrmet dayîna dîroka mirovahiyê ye… Ev xweşik dibe. Ferzkin vê qirêjbûnê min jiyan nekiriye. Şehîdên me Mazlum, Zekiye, Rewşen û Ronahiyan ne hatine jiyan kirin, jixwe Zîlanan çi goti bûn? Çi kiribûn xwelî? Beriya her tiştê ew çînayetiya qirêj û tiştên ku neyar di wan de afirandine tevahiya di bedenên xwe de şewitandin, kirin xwelî. Pîr Sultanan jî wisa kirin. Hallc-i Mansur jî wisa kir. Çiqasî şahaneye ku me nûnertiya vê kevneşopiyê kir. PKK anîna van rojane… Tiştên ku ji bo mirovên azad tê pozber kirin di bedena PKK’ê de şewitandin… Tûne kirin û ger gengaz be pakbûyîn û ji nû ve bidest jiyanê kirine… Dibe ku tu rêxistin qandî PKK zindî mezin nabe, navekî wê yê din jî eve.” Serokatî bi van gotinên xwe re ji nû de çîroka afirandinê bi şehîdên xwe re nivîsand û pêşveçûyîna diyalektîk danî holê. Têkiliya vê diyalektîkê bi jiyanê re, agir re ye.

Şewata agir, balkêşbûna wê ji domdarî kirina wê digre û tu tişt jî nikare pêşiya wê bigre. Tu av nikare agirê dilde pê dikeve bi tefîne. Ji ber ku kesên ku bi eşqê azadiyê re dişewitin vê agirê pêdixin. Newroz ji bo ku vîna jiyana azad carekîdin neyê şkandin teşeyê tund kirinê ye. Newroz li hember şehîdên xwe ters neketine. Rojên Newrozê dibe rojên birewnaq û rojên yekbûyînê. Em dibînin ku rojên Newrozê her tim bûne rojên lêgerîne û di heman demê de bûne rojên derketinê. Ger ku em dixwazin layîqê rastiya lêgerînvanên jiyanê û çîroka berxwedaniya wan tijî jiyan bikin pêdivî heye ku em wate bidin van rojane û jiyana xwe bi van wateyane bidin jiyan kirin. Ger ku emê jiyanê jiyan bikin ew dem em li gor zagonên agir jiyan bikin. Zagonên agir, rêzikên jiyana azadin. Rêzikên jiyana azad, rêzikên jiyana birûmete. Îro li gor van rêzîkan jiyan kirin ji her deman zêdetir xwe pozber dike. Pêdivî heye ku em ji ceribandinên jiyana xwe encamên dîrokî bigrin. Nirxên ku her kêlî bi agir û êş hatine afirandin jiyan kirin û pêdiviyê karê şoreşgerî pêkanîn gelekî giring e. Ji her deman zêdetir em bikaribin li gor rêzikên azadiyê jiyan bikin. Ev ji herdeman zêdetir pêwîste û rêgezê jiyana bi wateye.

“Bi rastî jî PKK partiya Newroze. Partiya jina ku berbi jiyanê ve dimeşe. Lê belê di rojên Newrozê de bahozên hişk yê ku tê jî heye. Carna çîçekan ji holê radike, darên ku ji bo fêkî bidin bijkîvîne û çîçek vekirîne tovê wan jî di şewitîne. Ma ev di hûndirê me de nîne? Heye. Gelek cara em dibin zemînê şkandina tovên vejînê. Çiqasî di  cihê xwe de ye ku PKK, PKK ya Newrozê ye. Çiqasî jiyanî û ravedere. Lê belê dîroka xwe, rojên xwe tarûmar kirin jî çiqasî rastiye… Me her tim vê bawer kir. Herê dawî me gotinekî bi vê awayî got; “tu zagon li ser zagonê jiyanê ne xwedî hêzeke. Hêza herî mezin, zagonê herî mezin zagona jiyana azade.”

Biketina rojên Newrozê re vê berxwedaniyê di ruh de, Serokatiya xwe di kûrahiya dilê xwe de, bi ziravbûna fikrên xwe re û di tevahî hûcreyên bedena xwe de bidin jiyankirin. Weke ku me ji şehîdên xwe yê Newrozê fêm kiriye neyarê hûndirê xwe bi şewtînin û xwe ji qirêjiya xwe safî bikin û bibin xwedî şêwazê jiyanekî wisa ku tevahî neyaran bi şewtîne. Em bikaribin wesiyetê rêhevalên xwe yên şehîd pêkbînin. Em bikaribin derdorê Serokatî de xwe mifte bikin ew dem emê vane tevahiya serbêxin. Kesên ku neyarê hûndirê xwe dişewtînin û wê têkbibe ew dikare tevahî hêzan têkbibe. Kesên ku xwedî hêzbe û dikare li hember neyarê hûndirê xwe de şer bike dikare tevahî astengiyan derbas bike û dikare astengiyên navbera xwe û Serokatî de derbasa bike, bişewtîne. Em bikaribin bi tevahî hêza xwe re xwedî li biryara berxwedaniya topyekûn derbikevin. Bi sekna xwe ya jiyanê de û têkoşîna xwe ya azadiyê de bi israra xwe ya di ruhê APOCITÎ de em her roj bikin Newroz.   

ŞERDA MAZLUM

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê