Tirkî  |  Erebî

Ropörtaj

penusa jin8Dîroka mirovahiyê her tim bi berxwedanî xwe domdarî kiriye. Bi taybetî jî dîroka jin. Berhemên jin yên ku îro di tevahî cîhanê de hatiye afirandin jî mîrasê ku ew jinên têkoşervan xistine malê jin e. Bedelê wê çi dibe bila bibe jin her tim ji bo azadiya xwe û yê

mirovahiyê di nava berxwedaniyê de jiyan kirine. Bê dudulî têkoşîn û berxwedaniya xwe li hember her curê êrîşan jî berdewam kirine. Ji ber hêvî û baweriyê wan xurtin. Pir baş dizanin ku wê têkoşîn û berxwedaniya wan erdê ne mîne. Jinên ku xwedî li mîrasê xwe derbikevin wê her tim hebe. Belê ev jinên ku xwedî li mîrasê xwe derdikevin jî, jinên ku xwe bi felsefe û birdoziya Rêber APO pîr û pak dikin. Me jî li ser vê roja ku ji bo jin gelek watedare hevpeyvînek lidarxist. Ka werin em bi hevre nêrînên jinên têkoşer yên ku di derheqê 8’ê Adarê de vegotin kirine bixwînin.

 


ekin-tolhildanEkîn Tolhildan: Beriya her gotinê ez tevahî jinên ku di oxira azadiya xwe de têkoşîn dane meşandin û encamê vê têkoşînên xwe yê bi watede şehîd ketine bi rêzdarî bibîrtînim. Ev rojên binirx weke jin em jiyan dikin jî di siya wan jinên têkoşer û rêhevalên me yên hêja û giranbiha de em gihiştin vê astê. Ev rêhevalên me yên giran biha gelek diyariyên giranbiya ji bo me afirandin. Wan rêhevalên me bi dirûşmeya “an serkeftin an serkeftin” jiyana xwe, hêvî û baweriya xwe domdarî kirin. Em jî weke şopdarên van rêhevalên xwe soza serkeftinê didin. Hem weke jinek hem jî weke gerîlayekî YJA Star em soza xwe ya serkeftinê û afirandina jiyana azad nû dikin. Emê her tim bi vê îdayê têkoşîna xwe xurtir û bihêztir bikin.

Bi rastî jî peyva jin di nava xwe de vegotina her tiştê dike. Bi taybetî jî yê ku jiyanê di afirîne, jiyanê wate dike jine. Lê mixabin pergal û hişmendiya zilamê serdest, xwînxwar jin kole kiriye. Pergal xwe bi vê awayî jî domdarî dike. Di tevahî cîhanê de bi taybetî jî di Rojhilata Navîn de jin diher qadên jiyanê de tê tune kirin û kuştin. Bi ketina jin û kuştina jin re tevahî civak tê tune kirin û kuştin. Em meyze bikin di roja me ya îro de civak halên xwe yê herî ketî û xirab jiyan dike. Li hember vê hişmendiyê û vê rewşê têkoşînek pêwîst dikir. Zilamê deshilatdar di avakirina pergalî xwe de tişta yekser dike jî xistin û kolekirina jine. Jinên ku li hember vê serî rakirine vê ne pejirandine her tim bi kuştin û destdirêjiyare rû bi rû maye. Ji bo ku jin bê ziman bimîne, rengê wê di jiyanê de bi kujin bi şêwazên cur bi cur li ser tunekirina jin tê bikaranîn. Tunekirina jin ne tenê di aliyê fizîkî de ye. Tunekirina herî mezin û kûr jî di aliyê ruhî, fikir, hest û zanabûyîn de ye. Pergala zilamê serdest tişta dike jî wateyî her tiştê tune bike û her tişt bê wate bike.

Lê têkoşîn û berxwedaniya ku bi felsefe û birdoziya Rêber APO hatiye destpêkirin nirxê tevahî jinên ku têkoşîn li hember ew hişmendî û pergala baviksalarî dane meşandin hatiye dayîn. Serokatî jin zanistkir û rêxistinkir. Ev ji bo jin nirxekî gelek mezine. Mirov dikare bibêje ku Serokatî bi ruhê wan jinên têkoşînvan jinên azad, bi îrade, şerker afirand. Ya herî giring jî artêşbûyîna jin û rêxistinbûyîna jin afirand. Mînaka vê ya herî sereke jî YPJ ye. YJP li hember hişmendî û pergala baviksalarî şerekî bêeman dide meşandin. Ya herî giring jî bi vîn, cesaret, bawerî, hêvî û zanabûyîna xwe re meydan jî pergala baviksalarî û deshilatdaran re dixwîne. Artêşa jin ji bo tevahî jinan hatiye avakirin. Bersiva herî mezin Serokatî da, ruhê 8’ê Adarê. Em jî weke şopdar û rêhevalên rêheval Sara, Arîn, soz didin ku emê heya dawî di rêya wande bi meşin. Em ji rêheval Sara fêrî têkoşîn, berxwedanî, cesaret, bawerî, vîn û azadiyê bûn. Li ser vê bingehê jî em soza xwe ya afirandina jin-jiyana azad didin.

sterk-cumaliStêrk Cumalî: Beriya ez bidest gotinên xwe bikim ez tevahî rêhevalên me yên pakrawan yên ku van rojên binirx ji me re afirandine bibîrtînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Ez ev roja pîroz di serî de Rêber APO û tevahî hevalan pîroz dikim. Bi rastî jî Serokatî nirxên gelek mezin ji bo jin afirand. Di heman demê de Serokatî xwedî van nirxên jin derket û bi wateyekî gelek mezin re jin ji nû ve afirandin. Ji bo me wateyê 8’ê Adarê gelekî mezine. Ji ber ku ruhekî berxwedanî û têkoşîn di nava xwe de dihewîne. Ev jî ji bo me gelekî bi wateye.

Ev roj roja ji nû de derketina jine. Ji bo vê jî pêwîste ne tenê rojekî her kêliyên ku em jiyan dikin em bi zanist jiyan bikin. Em weke jin dîroka xwe û xwe nas bikin. Ew dem emê bikaribin xwedî nirxên xwe jî derbikevin. Di heman demê de pêwîste mirov vê rojê ne tenî weke pîroz bahiyek bigre dest, ev roj roja; zanabûyîna jin ya di aliyê civakî, siyasî û yê aborî de ye. Di heman demê de mirov weke serkeftinekî dîrokî jî dikare bigre dest.

Bi rastî jî ezê di van çiyayên azad de cara yekem 8’ê Adarê pîroz bikim ev jî di min de heycan û coşekî gelek mezin dide avakirin. Beriya ku ez beşdar bibim min ev roja watedar weke rojên coş û morel digirt dest. Lê niha ez fêm dikim ku ji bo jiyanek azad çiqasî bedel hatine dayîn. Ya herî rast jî mirov çiqasî xwe nas bike ewqasî di mirovan de hêvî û bawerî pêş dikeve. Ji bo wê jî pêdivî heye ku mirov bi ev ruhê ku hatiye avakirin re tevahî jiyanê bi reng û ramanên jina azad re bi xemlîne. Ji bo vê jî emê têkoşîna xwe û berxwedaniya xwe bi ruhê ku Rêber APO di me de daye avakirin û hêza ku me ji rêhevalên xwe yên şehîd girtine heya dawiyê domdarî bikin.

Armanc û hedefên me ewe ku em em sala 2015 de bikin sala azadiyê. Ji bo vê jî weke gerîlayên YJA Star em vê salê bi hêz û bawerî pêşwazî bikin. Di heman demê de, dem dama pêkanîna şoreşê ye. Ji her deman zêdetir em xwe xurt bikin. Em li gor ruhê 8’ê Adarê jiyan bikin. Ji bo vê em dibêjin wê têkoşîna jin modernîteya kapîtalîzm binpê bike û jiyana alternatîf bi jinên azad re bi afirîne. 

newal-merdinNewal Mêrdîn: Em tevahî rêhevalên xwe yên şehîd û 129 jinên kedkar ên ku di encamê berxwedaniyê de hatine şehîd xistin bibîrtînin. Minetdariya xwe li hember wan didin diyar kirin. Bi rastî jî jin ji bo azadiya xwe gelek bedelên binirx dane. Dîroka jin jî bivan bedelan re tê nivîsandin. Ji bo vê ez vê roja binirx di serî de rêhevalên me yên şehîd van jinên bi nirx pîroz dikim. Di heman demê de mirovê herî bi nirx, yê ku xwedî berhemên jin derket û jina azad afirand Rêber APO pîroz dikim. Serokatî ji bo jin gelekî ked dide raberkirin, heya roja me ya îro jî ev berdewam dike.

Pêwîst e em weke jin xwedî li vê kedê derbikevin. Em bikevin di wê zanabûyînê de ku Serokatî ji nû ve hebûna jin afirand û jina azad, berxweder û têkoşînvan avakir. Cewhera û vîna jin ji nû de xist destê jin de. Bêguman heya ku jin gihiştiye vê astê gelek bedelên mezin hatiye dayîn. Ev bedelane heya roja me ya îro jî bênavber berdewam dike. Bedelên ku tên dayîn jî ji bo jiyanekî azade. Rêber APO ji bo azadiya jin gelek ked da raberkirin. Dema dibêjin 8’ê Adarê bi giştî berxwedan, têkoşîn û êşên ku jin ji bo azadiya xwe kîşandine tê bîra min. Di heman demê de îdeayê jin yê ji bo azadiyê jî di min de baweriyek gelek mezin dide avakirin. Di heman demî de di tevahî hevalên jin de îdeayekî ku xwe bigihînin xeta rêheval Sara û di têkoşîna rêheval Sara de xwe avabikin tê jiyankirin.

 Jin bi nêrîn û birdoziya Serokatî re hêza xwe ya cewherî naskir. Di heman demê de jin ji bo ku tevahî dem û rojan bike roja jinan û cîhanekî bi jinan avabike, bi hêza ku ji fikir û birdoziya rizgariya jin girtine şerekî gelek mezin dide meşandin. Em jî weke gerîlayên YJA Star bi hêz û zanistiya ku me ji Rêberê xwe girtiye emê her tim ji bo azadiya jin û azadiya civakê şer bidin meşandin. Em di doza xwe de bi îdeane. Jinên Kurd pêşengtiyê ji tevahî jinên cîhanê re dike. Ev nirx jî bi kedên Serokatî re pêş ket. Di heman demê de rêxistina jin xwedî li nirxê tevahî jinên cîhanê derdikeve. Ango mirov dikare bibêje dîroka jin ji nû ve derdixe li ser rûyê erdê. Heqîqeta jin ya ku hatiye jiyan kirin û bi destê pergala bavik salarî ser hatiye girtin bi keda jin re derdikeve.

Ya herî giring jî, pêwîst e pir baş were zanîn ku têkoşîn û berxwedaniya jin ne tenê rojeke. Ji dîrokê heya niha ev têkoşîn bê navber berdewam dike. Ji bo vê jî pêdîvî heye ku jin di her kêliya jiyanê de di nava têkoşînê debe. Li ser vê bingehê jî em ji bo xwe xeta rêheval Bêrîtan û rêheval Sara esas digrin. Emê her tim ruhê van rêhevalên xwe yên binirx ji xwere esas bigrin û di jiyanê de jî bi vê ruhê kêlî bi kêlî xwe bi afirînin.

berfinRojîn Berfîn: Ez ev roja bi wate û nirx li Rêber APO û tevahî hevalan pîroz dikim. Di heman demê de tevahî jinên berxwedêr yên pakrawan bibîrtînim. Ev roj ji me re dide diyar kirin ku azadiya xwe dest xistin ewqasî hesan nîne. Ji bo vê jî pêdivî heye ku jin di her qadên jiyanê de xwe zanist bike û zanist tevbigere. Di dîroka jin de mirasên gelek bi nirx heye. Yek ji van mîrasan jî ev roja bi wateye. Bi taybetî jî ji bo jin ev roj rojekî gelek bi wateye. Lê weke jin em têkoşîn û berxwedanî didin ku ji bo em tevahiya jiyanê bi jinê jiyan bikin. Ji bo vê ez dibêjim pêwîst e mirov roja jinê ne tenê weke rojekî dest bigre. Heya ku tevahî qadên jiyanê bi fikir û ramanên jinên azad ne yê jiyan kirin wê  her tim talan, kuştin, destdirêjî û înkar kirina jin were jiyan kirin.

Serokatî ji bo zanistkirina jin nirxên gelek mezin afirandiye. Di heman demê de xeta azadiyê ji mere daye diyarkirin. Ya giring ewe ku em ji bo xwe azadî pêdiviya herê sereke bibînin û ji derveyî azadiyê tu rê ji bo xwe ne pejirînin. Ji ber ku em her roj agahiyên kuştin û destdirêjiya ku li ser jin tê kirin gudar dikin. Ew dem tişta ku ji me tê xwastin di parastina xwe ya cewherî de xwe kûr û zanist bikin. Pêwîste jin vê pir baş bizane ku ji derveyî azadiyê tu rê û tu jiyan ji bo me nîne. Weke her tim ez dixwazim bi diruşmeya “Jin Jiyan Azadî” gotinên xwe dawî bikim. Ji ber em di wê zanabûyînêdene ku kes nikare jin û jiyan ji hev qut bike.

Çawa ku modernîteya kapîtalîzm li ser kuştin û xistina jin xwe bi hêz dike emê jî bi afirandina jinên azad re, zanakirina jin re wê zuha bikin. Ya herê giring ewe ku em xwe zanist bikin. Bi zanabûyînê re emê xwe bigihînin gelek tiştan. Ji xwe pergala baviksalarî mirovan nezan dike û li ser nezantiya wê xwe domdarî dke. Di heman demê de em bikaribin li gor ruhê  rêhevalên xwe yên berxwedêr û têkoşîn jiyan bikin. Ji bo me rêheval Sara bingeha jiyana me ye. Ji ber em ji rêheval Sara fêrî têkoşînê bûn. Ger ku jin azad bibe wê jiyan jî azad bibe. Ji bo jin tevahî qad cihê têkoşîn û berxwedaniyê ye. Ya giring ewe ku mirov bikeve zanabûyîna têkoşîn û berxwedaniya xwe de. Ji bo vê pêdivî heye ku em di heman demê de lêkolînvanbein. Serokatî ji bo ku jin dîroka xwe baş nas bike gelek nirxandinên kûr pêşxistiye. Em jî kûr li ser van nirxandinane bisekinin û fêm bikin. Li ser vê bingehê ez soz didim ku wê tevahî têkoşîna min li ser bingeha azad kirina jin û jiyanê be.

 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê