Tirkî  |  Erebî

Fidan Nurhak

penusa jın “Ma hûn çawa dikarin bi mîlyonan kesan di nava odeyeke ewqasî biçûk de bihêlin? Bi rastî jî weke Rêberê Netewî yê Gelê Kurd di dema ketina girtîgehê de û di wan şert û mercan de min xwe kiribû senteza bi mîlyonan mirovan. Gel jî wiha fêm dikir. Mirov nikare bê malbata xwe, bê zarokên xwe jiyan bike. Ezê çawa demek dirêj ji wê îradeya bi mîlyonan bûbûn yek dûr biketama?”

 

Di destpêkê de divê em bizanin ku; em hemû, bi mîlyonan Kurd di Îmralî û odayek pir biçûk de ne. Hewa tune ye, ava weke çiyayên Kurdistanê tune ye. Rengîniya Kurdistanê qet û qet tune ye. Her tiştek ji me re wek gewr, wek tiştek bêreng tê. Bêhn distînîn lê em dîsa jî nikarin xwe ji hêstên fetisandinê xilas bikin. Em hemû bê nefes mane. Ev nefesên ku em dikşînîn xapînok in. Ji ber vê yekê em li gel ku nefes distînin, hîsnakin ku ev nefes heta hemû dilopên xwîna me, ji me re jiyanek bîne. Em hîs nakin ku nefesên ku komîserhevbûyî jiyan avadike.

Ji ber ku em bi mîlyonan kes, di İmralî de dîl hatine girtin.

15’ê Sibatê Roja Qirkirinê ye. Qomploya 15’ê Sibatê di diroka gele Kurd de weke roja herî bi êş tê nasîn. Ji ber ku êş ji azadî dûrketin e, qomplo bibîranîna rojên dûrî azadiyê tê nasîn. Ji ber ku di dîrokê de êş weke her gelekî ne hatiye jiyan kirin, şuna wê dîroka serberjerbûyî hatiye jiyin, qomplo weke dubarekirina dîroka serberjerbûyî tê nasîn. Ji ber ku êş mirin e, qomplo li hember daxwaza jiyanê weke mirin tê nasîn. Ji ber ku qomplo hemû Kurdên ku dixwestin jiyan bikin bi mirinê ve rû bi rû dihêle. Qomployên ku, beriya derketina Rêber Apo li hember tevgerên Kurd hatine meşandin jî di vî warî de tê nirxandin. Kuştin û tunekirina gelekî, bi rêberê wî gelî ve destpêdike. Desthilatdar jî vê yekê dizanin û li gor vê yekê tevdigerin.

Qomploya 15’ê Sibatê, hemû Kurdên birûmet xistina çala mirinê bû. Çima ne yek kes, hemû Kurdan dixe çala mirinê? Sedema vê yekê jî em dikarin di dahûrdineke Rêber Apo de bibînin: “Her kes mirovê ku di hindirê xwe de veşartiye di min de dibîne. Dibêje, nûneriya parçeyekî min tu dikî. Lê ew parçe veşartiye. Kesayeta ku xwe dide der û diyar dibe cuda ye. Mirovekî ku di aliyê dilê herkesî de maye heye. Ew jî ez im. Ev hest pir zêde heye. Lê belê veşartiye. Di cihekî biçûk nava dilê herkesî de ye. Weke kombûyîna hemû parçeyan hûn dikarin min bihizirin.”

Em weke kesên Kurd, hebûn û xwebûna xwe di kesayeta Rêber Apo de dibînin. Ji ber ku Rêber Apo komkirina hemû nirxên mirovahî, kurdewarî, jinbûyinê ye. Hemû nirxên ku mirov dikare ji bo jiyanek bi rûmet rêzbike, mirov dikare di kesayeta Rêber Apo de bibîne. Mirovên ku bi PKK’ê re ti têkilî nedanî bin jî, xwe û nûneriya xwe di kesayeta Rêber Apo de dibînin. Ev yek bi taybetmendiya Rêbertî ve giredayî ye. Ji ber ku Rêbertî, koka jiyanê di xwe de dide der û vegotina hemû demên dirokê, hemû mirovan di kesayeta xwe de pêşdixe. Em dikarin bêjin Rêbertî weke kok hucreya mirovahiyê ye. Ber vê yekê jî di pêvajoya qomplo de li gel Kurdan, mirovên ku endamê netewên cuda jî bi vê êşê hesiyan, bertek û helwest jî li hember qomployê navdewletî girtin. Li gel ku qomplo li Yewnanistanê pêşket, kesên Yewnan jî li hember kiryaran helwest girtin.

Jixwe mirovên Rojhilata Navîn jî dema ku PKK’yiyan ji Rêber Apo nasdikin bi lez û bez xwe dikin yek. Weke xezineyek veşartî dîtine, bi kelecaneke mezin tevdigerin. Ev yek ji kok hucrebûyina Rêbertî vê giredayî ye. Li gel vê rastiyê Rêber Apo jî ev kok hucreya di kesayeta xwe de heye mezin kir, bi têkoşinekê ve kir pergal û li hember pergala kapitalist modernîte modernîteyek nû ya demokratîk pêşxist.

Di pergala modernîteya kapitalist de mirov nikarin xwe bijîn. Her kes, her tim li gor hinekan jiyankirinê ve erkdar dibin. Hinek jî nûneriya pergalê di asta herî jor de dikin û bi pergalê ve ji navikê ve giredayî ne. Ji ber ku hinek pergalê diyar dikin da ku her kes li gor wana bijîn. Nikarin xwe pênase bikin. Di nav şîlobûneke pir tîr de mirov nikare xwe pênase bike. Ji ber vê yekê pergal her tim şîlobûnan ava dike, zêde dike û vê yekê weke radeyek jêneveger diyardike. Li derdora Rêber Apo jî zelalbûyin heye. Yê ku naxwaze xwe bi rengek zelal bide nîşandan jî, li hember zelalbûyinên kûr nikare xwe biparêze. Nikare weke xwe biherike. Her kes çawa ku perçeyek xwe di Rêbertî de dibîne, li ser vê rastiya gerdûnî xwe zelalkirin jî weke rêgezek jiyanê dibînê.

     Çawa ku kevirekî pir mezin bikeve ser dil û tu jî nikaribî rake, çawa çemê ku her roj diherike ji nişkêva biçike û neherike, çawa ku roj weke her roj neyê ser rûye erdê… Qomplo dixwest vê yekê pêşbixe. Dorpêçkirin li derdora Serokatî bi vî rengî bû. Gav bi gav li derdora Serokatî de xelekek dançêkirin û bi taybet di sala 1998’an de jî ev xelek zêdetir teng kirin. Piştî 9’ê Cotmehê ku pêvajoya qomplo destpêkir û şûnde li her derê Kurdistanê û cihanê mirovên ku bi Rêber Apo ve giredaneke bêhempa dijiyan xwe kirin agir. Her roj hevalek xwe kir xeleka ji agir li dora Rêbertî. Li hember tarîkirina rojê, çalakiya herî birûmet ya bi dirûşma “Hûn nikarin roja me tarî bikin!” pêşxistin.

Qomplo vala derxistin biqasî xwebûnek azad jiyankirin. Ji bo her kes xwebûn jiyan bike têkoşîn dayin zehmet e. Mirovê ku nikaribe xwebûn û hebûneke azad bijî, nikarê qomploya 15’ê Sibatê jî vala derbixîne. Ji ber ku, qomplo vala derxistin bi du rêkan ve çêdibe;

Yek: Hişmendiya Rêbertî ya ku dixwazin dîl bigrin mirov dikarê baş fêm bike û bihizire. Bi nêrinên Rêbertî re ku di paraznameyên Rêbertî de cih digirin, mirov xwe ji bo jiyanek bi rûmet amade bike, dil û mêjiyê xwe azad bike. Li hember pergala desthilatdar, weke jiyanek bingehîn û asta mirovahî ya jêneveger, şaristaniya demokratik destbigre û ji bo vê yekê bide jiyankirin gavên berbiçav biaveje.

Didu: Xala yekemin pêşbikeve jî ji bo ku mirov bi wijdanek azad bijî, divê afirênêrê vê jiyane her tim bike navenda jiyana xwe. Ji bo vê yekê jî weke afirênêrê vê jiyanê Rêber Apo baş nasbike û ji bo azadiya Rêber Apo her tim di nav çalakiyan de be. Ger kesayeta me ya ku dide der Rêber Apo be, em dîl girtina kesayeta xwe ya ku daye der divê nepejirînin. Li hember dîlgirtina Rêbertî têkoşîn dayin, li hember dîl girtina xwe, dîlgirtina dil û mêjiya xwe têkoşîn dayîn e.

Hem li hember afirênêrê jiyana azad deynê xwe yê jiyanê dayin, hem jî di dil de hîskirinek yekbûyî pir girîng e. Dive em xwe û Rêbertî weke darek şîn ya şaristaniya demokratik, jiyana ahlakî û politik bibînin. Yek dar, yek can. Yek can, yek ruh. Yek herikandin, yek dil û yek mêjî. Yek nefes yek jiyan…

Dem hatiye ku em êdî şert û mercên İmralî ne ku başkirina wê bînin zimên, şûna vê yekê em wan şert û mercan qet nepejirînin. Dive pergala İmralî ji holê rabe. Pergala İmralî dîlgirtina hemû mirovên birûmet û azadixwaz e, bi taybet jî yên Kurd. Mirovên çiyayî di ber behran, di giravan de bi darê zorê girtin wê çi encaman bi xwe re bîne? Hawaya Îmralî baş tê zanîn ku ji bo Rêbertî pir û pir zehmet e. Divê em weke gel û weke tevger bi Rêber Apo re jiyankirin ji xwe re bikin yek armanc. Hem di ruh de, hem jî rasterast, rû bi rû… Armancên din wê bibin encamên pêkhatina vê armancê. Vala derxistina qomploya navdewletî jî bi vî rengî wê bê encam bimîne.

 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê