Tirkî  |  Erebî

Ji pirtûka diroka jin

B. Z di navbera salên 6.000-4.000 de pêvajoya Tel Xelef ya li Mezopotamya jorîn wek lûtkeya çanda Aryen tê teswîrkirin, dîsa di heman pêvajoyê de bi koçên ber bi Mezopotamya jêrîn ev çand hate hilgirtin.Ev yek ji nexşeya pêşketina dîrokê fêm dibe. Ev di wateyekê de yekemîn pêşengên

Sumeranin û bi demê re bi bandorên Ekad, Aşûr, Babîl temam dibe. Teswîra -ku jê re dewletên Rahîb yên Sumer tê gotin- wiha destpêdike. Şoreşa neolotîkê di salên B.Z di 6.000’an de li Mezopotamya jorîn ku çavkaniya vejîna wê ye, sazî û belav dibe. Belavbûn di aliyekê de bi belavbûna amûr û hilberînan ango madî dibe, di aliyê din de teşeyê jiyanê û belavbûna ziman jî çandî ye. Pêvajoya neolotîk sazî bû şêweyê jiyana bi navenda jinê di nava civatê de tam rûniştibû û di pêşveçûna jiyana civatê bandorekî diyarker dikir. Heke di aliyê şertên madî de were gotin parelelê pêşketina teknîkên hilberînê, hilberîn û behre bêtir dibûn, nufuz her diçû zêde dibû. Ji ber eraziyê çandiniyê têrê nedikir, vê yekê jiyana klanê dixîste zehmetiyê. Ev pêvajo, pêvajoya endamên klanê zêde dibûn û ji bo çandiniyê lêgera axên nû çêdibû. Bi alozbûna derdorên civakî re erk û berpirsyarî jî tê sîstemkirin. Di vê pêvajoyê de binavkirina kevaneya hundirîn a Zagros-Toros wek Hîlala biber (bereketlî) xwe dispêre vê behredariya di vê jiyanê de.Di bingeha xwe de veguhezîn çandî ye û Aryenî hêmanên çanda xwe li qadên din bi cih dikin û pejirandina vê belavbûnê, heta wek pêdivî dîtina vê yekê, belavbûn jî xwe re kirina sentez jî di cewher de nîşan dike ev belavbûn ji dil bûye û bi ti awayî zext an jî unsurekî zorê nehatiye bikaranîn. Çanda Aryenî ku hate pejirandin, qebûlkirin û bi sentezkirina navxweyîkirina wê, di vê pêvajoya belavbûyînê de bi senteza hatî çêkirin re demekî dirêj û li erdnîgariyeke berfireh bandora çanda xwe domandin. Pir civat li gor xweseriya xwe bi şêweyê sentezkirinê çanda Aryen, girêdayî vê jî hin hêmanên ziman navxweyî kirine. Bi pêşketinê re belavbûna çandê nîşaneya nermbûyîna hiş e.  Her wiha zêdehiya amûrên çanda madî, girêdayî vê avaniya ziman jî pêşketîbûyîna çandê nîşan dike. Rêbertiya me pêvajoyên ku pêşketin hildipekin (siçramak) bi van gotinan îfade dike.

 “Dema em carekê jî bi nêrîna civaknasî pêşketinên civakî yên li Hîlala bi bereket lêkolîn dikin;  em dibînin ku li herêmê di pêvajoya şoreşa neolîtîkê de di aliyê dîroka civakê de navbera kaosa herî biber heye. Gurubên bi nêçîrvaniya seyah û komkerî (toplayicilik) re derbara xwe dikin, wexta ku bi lez qeşa ber bi lûtkeyên çiya ve vekişiya, ji ber ezmûnên ji pêvajoya berê girtibûn, avaniyên civakî xirabkirin û ketin lêgera xwe xweyîkirinekî bi jiyana bicihbûyî û çandiniyê. Civatên klan yên bi hezar salî cihê xwe ji avaniyên hîna berfireh re hiştin. Em di qonaxekê de ne, ku tam guhertinekî hişmendî teqiya. Bi şûna hişmendiya kevn a klanê û avaniya ziman a ku ji zimanê îşaretê tam qûtnebûyî, çûna ber bi hişmendiya gel û etnîsîteya gundên hîna berfireh, mijara gotinê ye. Nîzama zimanê sembolîk (sîmgesel) bi lez pêşdikeve. Madeyên xordemenî (besîn) a zêde, veguhêzî, raçandin, kûzik, hêrandin, mîmarî, mijarên olî û hunerî derdikevin derê, hemû jî nîzamekî binavkirina nû û qalibên zihnî hewce dikin.”  

Çanda Tel Xelef qonaxa sazîbûn û belavbûna şoreşa çandinî ya neolotîkê ye. Hişmendiya civaka gund, feraseta jiyan ku her pêşdikeve, îcad û keşfên bêhejmar bi qasî curbecurî, boşahiyê (bolluk) çêdikin. Ev belavbûna çandê rewşa têrxwariya bicihbûna gund, serdefûrîna wê îfade dike. Di salên B.Z 3.000’an de li hewzeya Dîcle- Firata jorîn gund digihîjin sînorê bajêr, di kolandinên arkeolojîk yên ciwarên neolotîkê ku piranî bi perjîn û bircan dorpêçkirîne, hem bi berfirehbûnê wek erdnîgarî hem jî zêdebûnê wek hejmar nîşaneya ku ber bi deriyê bajêr hatine, ye. Avdaniya bisînor civaka gund wek demografîk dixîne zorê, lewma ji bakur ber bi başûr yekemîn bicihbûnên gundwarî pêktên. Bi navînî B.Z nêz 5.000’an ev bicihbûyîn encama mecbûrî ya tevgera mezinbûyîn û zêdebûyîna gundan e. Derfeta avdaniya li Mezopotamya Jêrîn li gor Mezopotamya jorîn hîna kêm in, lê dema girîngî û rêbazê avdaniyê fêrdibin ev êdî nikare bibe tehdîd. Pêşketina rêxistinbûyîna ku hatiye elimîn wê nikaribe li pêşiya belavbûna ber bi başûr astengî çêbike. Bicihbûyînên başûr ên van rêxistiniyan di çerçoveya perestgehên ku jê re Zîgurat tê gotin, wê xalên werçerxa dîrokî pêk bîne. Bi derketina Zîgoratan li ser dika dîrokê rol û girîngiya rahîb jî zêde dibe. Ji bo rêxistinek pir bihêz wek zîguratê pêdivî bi înşaya bajêran, ji bo bajaran jî pêdivî bi mirovan tê dîtin. Bi îhtîmalekî mezin Rahîb ji bo van hemûyan jî hişmendiyekî nû înşa dike. Avakirina yekemîn û ya herî mezin înşaya xweda ye. Serkeftina di vê de wê serkeftina di avakirina bajêr de nîşan bide. Ji ber vê serkeftinê jî di pergala hîyerarşîk ku xîmê wê tê danîn yekemîn çîna rêvebir rahîb in. Berovajiyê civatên Aryenî ku çanda xwedavendiyê bi awayeke berfireh dijîn, rahîb hewl dide bi navenda zîguratan ve bandoriya jinê di nava şêwazê civaka ku pêşengiyê jê re dike, bihelîne.

Pergal di bingeh de xwe di hişmendiya mirovan de rêxistin dikin. Di Sûmeran de ku wek nimûneya sereke ya civaka dewletger tê qebûlkirin, ev rastî yekem car di perestgehan de tê dîtin. Zîgurat li cihên herî bilind têne înşakirin. Hesta serweriyê di yê li jorê de ye. Di zîguratan de qata herî jêrê cotkarên ku girêdayî axê kar dikin û pîşekar (zanaatkar) ku çêkirina alavan girtine ser xwe cih digrin. Di qata duyemîn de jî rahîbên erkdarê karên îdarî dimînin. Her karê hilberînê zêde dibe berpirsyarî û girîngiya yên di vê qatê de jî zêde dibe. Rahîb ji bo rêbazê îknakirinê ji ber piranî hêza xwe ya menewî bikartînin ku rêvebirina karên vê cîhanê bi şertê rêvebirina karê cîhana din ve tê girêdan. Qata jorîn jî ji saziya xweda re, bi demê re jî dibe ya qral-xwedayan. Di civaka xwezayî de hilberîn û parvekirin ji hêla hemû ferdên klanê ve tê meşandin, lê di pergala nû de behre di destên guruba nû ya rahîban ku li perestgehan sazîbûne kom dibe û guruba elît a rêvebirinê jî her diçe li ser civakê xwe bi bandor dike. Ji dabeşiya wekhev a behreyan zêdetir, beşekî wê li perestgehan kom dibe û rahîbên perestgehê wan dikin milkê xwe. Ev rewş zemînê çînbûyînê çêdike û dema avahiya dewletê bi tevahî tê avakirin xwediyên van behreyan dibin xwediyê kesên hilberîner (ûretîcî) jî. Rahîb pergalên civakî, olî û siyasî birêve dibe, li derveyî xebata hilberînê dimîne. Formasyona birdozî ya civaka koleger-dewletger ango mîtolojiyê pêşdixîne. Rahib bi lêhûrbûna derbarê stêrkan teqwîma tavê çêdikin. Demsalan texmîn dikin. Elbet vê pir tişt bi jiyana civakê dane qazenckirin. Di zêdekirina semereyê de, di tedbîrgirtin li beramberî xwezayê, di sûdwergirtina hîna zêdetir ji xwezayê de rê fêrî mirovan kir. Rahîbên Sûmer di pêşxistina nivîsê de jî pozîsyonekî hîna bilind bidest dixin. Dîroknivîs (vakanivîs), rahîban wek mîmarên şaristaniyê dinivîsin û dîrokê ji wan didin destpêkirin. Di zîguratan de rahîb maketa civaka şarmend çêdikin. Dayîreyên îro yên dewletê, reyîsên li qata herî jorê bicihbûne, wek ku ev maket hatiye girtin û hatine înşakirin. Zîgurat bi înşaya birdozî re di rolê mekanên pîroz ku pêkanînê sîstemlî lê tênekirin, projeyên nû lê têne derxistin in. Di vê mekana pîroz de yekemîn nimûneya peyxember an jî pisporê civakê rahîb e.

Rahîbên Sûmeran bi civaka şarmend ve têne bibîranîn, civaka şarmend bêyî wan nabin, ev ji serketinên rahîban tê. Bi mêjiyê analîtîk a pêşketî re aliyê honak (kurgu) pêşdixîne û wek berhema vê jî pêkanîna înşaya xweda xala kilît a vê serkeftinê ye. Ava kirina xweda ji ber teolojiyê pêktîne û dogmeyan avadike, pêngaveke yekdestiya zanyariyê dixîne bin kontrola rahîban û ev di hemû civakên şarmend de bi vî rengî dimîne. Zanyarî, ji ber di bin kontrola rêveber de ye, tê gotin zanyarî hêz e. Rahîb bi avakirina xweda re rewa dibin. Wer hizirîna ku ev pêvajoya avakirnê hêsan û besît çêbûye, şaşitiye. Ji ber şerê Înana-Enkî berovajiya vê îsbat dike.

Rahîb bi îstîsmara nirxên bingehîn yên civakê xweda afirandine û bi îcada vî rolî jî nirxên civakî, li beramberî hebûna civakê bikar anîne. Rê vekirine di pevçûnên civakî de ol bibe amûr. Îro jî hîna mînakên vê yên zindî çêdibin. Înşaya xweda xwe dispêre îstîsmara feraseta xwezaya zindî ku ji nirxên çanda neolotîkê ye. Ev înşa bûye amûr ji bo mirov ber bi xizmetê ve bazdin. Mirovên çanda neolîtîkê her tişta di xwezayê de zindî didîtin, nedixwestin baran an jî rojê bitirsînin. Şaş nabe heke were gotin ku li ser îstîsmara vê baweriya wan mirovan, mirovahî bi zîguratan ve hatin berbendkirin û li ser wan her cure teserûf hate kirin. Ji ber qata herî jêrîn a zîguratan bi kesên ku qurbanê qabîliyeta îknaya rahîban ango koleyên sibê re tejîbûne.

Pevçûna Înana-Enkî mijara esasî ya vegotinên mîtolojîk yên Sûmeran bin jî, di bingeh de tişta dixwazin bêjin şerê di navbera gund û bajêr, zilam û jin, xwedavenda dayîk û rahîban e. Ev pevçûn heya salên 2.000 B.Z dom dike. Ev pevçûna li derdora dualîteya hatî çêkirin dom dike di cewherê xwe de dualîteya exlaq û bêexlaqiya ku civakê diafirîne ye. Mirovên çanda neolîtîkê perestgehan avadikin xwe dispêrin xwedawendan wiha jî hewl didin pergala xwe bidomînin. Di sala 3.500 B.Z şaristaniya bajarê ya Urukê bi sîstema kolonî ku avadike herçendî yekemîn şaristaniya dîrokê be jî perestgeha ku ji bo xwedawenda Urukê Înanayê hatî avakirin dide fikirandin di vî bajarî de têkoşîna hatî dayîn ne têkoşînekî hêsan e, di navbera pergala nû û kevn de wek pêvajo hevsengiyek hebûye.

Cihgirtina çalek a jinan di zîguratan de, bi armanca nirxa dayîk-jinê ya di neolîtîkê de di bin siya înşayên xweda de bide helandin e. Jin wek nesneyekî evînê di zîguratan de xîzmetê didin, ev jî wek rûmet an jî esaletê tê teyisandin. Herçiqasî jin dadikeve, jina ku xwedawenda esîl a perestgehan e dikeve asta jina kerxane (genelev)yê. Bi demê re mala taybet (ozel ev) bi feraseta kerxaneyê tê avakirin, ev jî nîşan dike ku pergala desthilatiya zilam hegemonya xwe temamkiriye.

Dewleta Xanedaniyê ku li pey dewleta Rahîban tê, fonksyona karakterê malbatî ya avaniya dewletê û bi hêza polîtîk-eskerî tê parastin, bi hilberîn û bazirganiyê re tê pêşxistin, ev jî nîşaneya avabûna tebeqeya jor a rêvebiriyê ya rahîban e. Di vê civakê de wê êdî bikaranîna şîdetê jî li ser civakê zor nebe. Xanedantî di wateya sîstematîkirina çanda zilamsalar de zilam bilind dike. Mêjiyê zilam, zêdebûna hejmara kuran, hêza leşkerî ku ji xortên bihêz û ciwan pêktên pergalek tê avakirin ku zilam bi tevahî tê bilindkirin, parelelê vê jin tê xistin û ji civakê tê derxistin. Heke em, piştî van vebêjan li dîrokê mêzînin, ne zehmete ku bibînin tişta jê re şaristanî tê gotin çanda îstîlayê ye. Şaristanî bi îstîlaya qebîleyên şivan ve destpêdike, bi înşaya xweda tê meyandin, bi bazirganiyê re tê strandin û bi birdoziya zilamê serdest re li hişmendiya civakê re tê kolandin, şaristanî çanda şelandinê ya zayendparêz e. Nexwe wek tê elimandin kiryarên wek ziravbihistyarî, nezaket an jî ramandarî (duşûncelîlîk) ti elaqeya wê bi rûyê rastîn a civaka şarmend ve tine ye. Ev pêvedanînên (yakiştirma) rojava ku li beramberî Rojhilat kompleks dijî, ye. Xebatên daxistina Rojhilat bi sifatên wek paşketî, qeba, seretayî jî keviya dijber a vê nêzîkatiyê ye. Ji ber civaka şarmend li ser binpêkirina van hatiye avakirin. Eşîre û etnîsîte ku bingeha piştevanî û xizmaniyê pêktîne, rê li ber çînayetiyê venake, heya astekê ji çêbûna hîyerarşîk a diyar re destûr bê nîşandayîn jî li pêşiya dabeşbûna ku çînayetiyê çêbike asteng e. Di vê wateyê de nermahî tine ye. Ev nêzîkatî çavkaniya xwe ji nebûna dabeşbûnê û zanebûna yekîtiyê digre. Lewma dewletbûyîn, gihîştina pergala dewletê, ne li gor xwezaya eşîrê ye. Dewletbûyîn bi diyarbûyîna dabeşiya di civaka bajêr, bi derketina çînayetî derdikeve holê. Şarmendbûyîn di wateyekê de tê wateya dewletê. Di parêznameyan de Rêbertiya me dema gund û hawîrdorê tehlîl dike ji devê cîrana xwe van tîne ziman “şewketê min bûye dewlet”. Ev gotin nimûneya mutevazî ya têgihîştina memûrbûyîn, cih girtin di saziyên dewletê de bi dewletbûyînê re eynî ye, li bajêr cihgirtin di saziya dewletê de bi şarmendbûyînê re heman e û vê jî wek formê pêşketinê dibînin e. Rêber APO ji bo vê di bêje;   

“Kengî civaka neolîtîkê kete derbendiyê an jî hewla derbaskirina wê hate nîşandayîn? Di vê mijarê de pêşxistina şîroveyan li ser bingeha sedemên hundir û devre gengaz e. Zilam lewazbûyîna xwe derbas dike bi nêçîrvaniya serketî û mehyeta (meîyet) li dora xwe pozîsyonekî bihêz bidest dixîne, dibe vê nîzama dayîksalar tehdît kiribe. Nebata baş û xwedîkirina sewalan dibe rê li ber vê hêzê vekirîbe. Bi giranî li gor çavdêriya me, wer ji me re tê ku civaka neolîtîkê bi sedemên bandora devre tê helandin. Bêguman ev faktor, civaka dewletê ya rahîb a pîroz e. Çîrokên yekemîn civaka şarmend a li Mezopotamya jêrîn û Nîlê vê nêzîkatiyê di astekî bilind de teyîd dikin. Wek me bi îsbat anî zimên, bi çanda civaka pêşketî a neolîtîkê re di axên aluviyonî teknîka avdaniya sûnî ji bo vê civakê rê li ber hilberîna zêde (arti ûrûn) vedike. Civaka nû li dora mezinbûna hilberîna zêde bajarî dibe, bi şêwazê dewletê jî rêxistin dibe, bi giranî bi hêza zilam re pozîsyonekî pir cûda bidest dixîne. Bajêrbûna zêde, tê wateya metabûyînê. Ew jî bi xwe re bazirganiyê tîne. Bazirganî jî di teşeyê koloniyan de xwe bera damarê civakê dike, her diçe bi awayê zêdebûyî metabûyînê, nirxê guhertinê, milkiyetê belav dike. Koloniyên Ûrûk, Ûr û Aşûr vê rastiyê pir eşkere îsbat dikin.

Di qeliştokên civakî de her tim yên li pey fêrbazî, defik û komployê bazdidin, hene. Ji xwe di vê de tişta bi awayekî bingehîn rol dilîze çandekî pir kevin heye; Nêçîrvanî. Rêgeza çanda nêçîrê, li beramberî zindiyên din, defik û komplo ye. Ev çand heta di nav heywan, heta nebatan de jî xwedî reh e. Ev reh, di heman demê de rehên biyolojîk yên hişê analîtîk e; ev çanda nêçîrvaniyê di civaka mirov de hîna cûda ye bi pêşketina hişê analîtîk re dibe yek, sentez dibe, di bedena civakî de û ekolojiya hawîrdorê de di demekî kin de katman, qabîliyeta çêkirina hiyerarşiyê an jî hêza wê bidest dixîne. Felaket wiha destpêdike.

Cihêbûna Bihûşt û Dojehê (cenet-cehenem) mil bi milê hêza avakirina hiyerarşiya civakî ya mêjiyê analîtîk pêş dikeve. Di civaka hiyerarşîk de bihostek ‘zilamên bihêz’ li jor civakê rûdinên, rê li ber xeyalkirina jiyana bihûştî vedikin, ji bo civaka jêrîn jî rê li ber dojehekê ku her diçe kûr dibe, sedem û derketina wê nayê zanîn, vedike.”

Ji pirtûka jina azad

 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê