Tirkî  |  Erebî

Ji Pirtûka Dîroka Jin

ji penusa jiinDi rojame ya îro de li Kurdistanê de pirsa “Em çawa jiyan bikin?”, weke pirsekî dîrokî tê dest girtin. Encex mirov bi şoreşê ve, bi şoreşa jiyanê ve dikare bersiva vê pirsê bide. Şoreşên ku bi pirsa “Em çawa jiyan bikin” ve nekevin rê, bersiva vê pirsê nedin û armancên rojevê zêdetir dernekevin,

bi demê ve di nava dîrokê de tê hûnda kirin. Vê rastiyê dîrok bi xwe ji me re piştrast dike. Dîroka şoreşê nêzîk jî pêdiviya vê pirsê, ji me re didin nîşandan.

 

Tenê em nebêjin “em çawa jiyan bikin?” û derbas bikin. Em ji bîrnekin ku li hember vê pirsê çemên diherikê jî disekine. Ev rastî li hember mezinbûna vê pirsê, mezinbûnekê din jî tevlî dike. Ev pirs nînbe jî em dikarin jiyan bikin, lê belê şoreşa ku ewqas bedel tê dayîn, bê vê pirsê nikare bigîje serkeftinê. Bêguman ev ne îdîayêkîye, lewra her kesekê dijî û lêkolîn dike wê bibîne ku, her roj, her seat heta her dem ji me re vê pêdiviyê dest nîşan dike. Em dikarin bêjin, di dehurandinên Rêber APO de û her peyvekî ku bikartînê de rastiyên pir bingeh hene. Ên ku di van xakan de jiyanê bi destnexe, tu tiştî nikare bi dest bixe. Ên ku xwe azad nekin, nikarin kesekê din azad bikin. Ên ku kesayeta xwe azad neke, nikare ji koletiyê xilas bibe. Ji bo wê “Em çawa jiyan bikin?” Pirsekê pir girîng e û weke nan, av û hewa pêdiviya me pê heye. Jiyanekê di bin bandora mijokdariyê de be, ne jiyan e. Ev jiyanekê zindî tê gotin lê belê mirî ye, jiyan tê gotin lê belê zindan e, jê re rûmet tê gotin lê belê ketîbûnekê bi şerme, yanê mirî yên li ser linga... Bi her tiştê xwe ve welatekê tûne û rastiya gelekê wisa... Rêber APO di nirxandinên xwe de dibêje ku; “Pirsa em çawa jiyan bikin re, bersiva herî xurt roman bi xwe ye.” Bersivekê wisa nîşandan ewqas ne hesan e. Ev xebatekê weke cîhanê û her kes nikare di bin vê barê de bimeşe. Şêwaza Serokatî jî di vê wateyê de derdikeve holê. Bersiva pirsa “Em çawa jiyan bikin” jî, şerekê pir mezin e. Ev şer, şerê zûha yê bi çek nîne. Meşandina şerekê wisa, berî PKK’ê tukes nedikarî bibîrbîne. Çalekiya hilweşandina tiştên kevin û ji nû ve jiyanekê afirandin e. Bersivdana pirsa “Em çaw jiyan bikin?”ne ewqas hesan e û Rêber APO bi kiryariyên xwe ve, vê bersivê di Kurdistanê de avakir. Serok APO bi bersiva xwe ve, dehurandinên xwe yên berfireh ve di vê qadê de pêngavekê pir mezin avêt.

“Em çawa jiyan bikin?” Bi pêşengiya Serok APO ve, pêngava PKK’ê ya nû ye. Bi taybetî jî, têkoşîna 12 de salan ve Serok APO dehurandinên jiyana civakê ve têkoşîna rizgariya netewî re hênasekê nûh ava kiriye. Kesaniya zilam û jin a ku tê pejirandin derxist holê. Di şoreşan de pirsa herî dirêj ku tê pirs kirin, di derbarê em çawa jiyan bikin de ye. Bi kevneşopiyên paşverû, ewqas girtî û şêwazekê jiyanê difetisîne ve em nikarin bersiv bidin. Bi vê pirsê ve destpê dike, her ku diçe dibe teoriya şoreşgerî û bi kiryariya şoreşgeri ve hewildan û kedên mirovan dikare bersiva vê pirsê bide.

Şoreş, pirsa “Em çawa jiyan bikin?” re, bersiva herî rast dide. Şoreş tenê, leşkerî, zagonên rêxistinî, ramyarî û divê bingehê de kiryarî pêşxistin nîne. Tevahî van xalana ji bo jiyana civakî destûra bingeh û jor ava dike. Di navbera kesayetan de peywendiyên mijokdarî û daxt derbas dike, peywendiyên azad, wekhev û mijokdariyê dur derdixe holê. Vê yekê bi keda her mirovan ve jiyanekê hevbeş ava dike û tevahî peywendiyan bi vîna azad, hewl û kedên mirovan ve pêşdixe. Ev di merhalên şoreşan de her kes ji bo wan têdikoşe û ev yek dibe nirxên serekî ên şoreşê. Azadî û peywendiyên azad, mezinbûna şoreşan re bersivekê dide. Ev nîqaş wisa didome û hûn jî berfireh beştar bibin. Ez bawer dikim vê pirsê re, em dikarin bersivekê bidin û vê yekê bikin hemû rûmeta netew û nirxên mirovatî. Ez çorçeveyê niqaşan wisa diyar dikim. Gelo, hêza nêzîkatiya we çiye? Di derbarê vê mijarê de nêzîkatiya we jî pir girîng e. Ji ber ev têkoşîn li yek milî ve naye meşandin. Ji bo wê pêwîste hûn xwe bi awayekê xurt beştar bikin.

Ji bo vê mijarê Rêber APO her tiştê pir zelal datînê pêşiya me ya giring em rast bi xwînin û rast tekoşîn bidin meşandin. Ji bo vê, em nirxandinên Rêber APO guhdar bikin; “Di vê bingehê de em dibêjin ku, bîjî em mirovên xwe ji nû ve avadikin. Êdî mirovatî vê derfetê kiriye destê xwe. Ez bi xwe ji bo her mijarê niqaş bikim derfet avadikim. Weke kesayetekê ez, ji we re hem mêranî didim hem jî bingehê çareseriyê diafirînim.

Me di derbarê pirsa “Em çawa jiyan bikin” re çorçeveyekê berfireh derxist holê. Em dikarin niha bi hen mînakan ve, vê mijarê hîn zelal vegotin bikin. Ji bo wê ez dîsa di xwe de destpêbikim. Di destpekê de, heger kesayet dixwaze di Kurdistanê de bijî, pêwîst e çi bike? Ez ji bo ku vê pirsê re bersiv bidim, bi salane xwe perwerde dikim, hewl didim û lihûrbûnê jiyan dikim. Ez mijarên ku weke dîroka mirovatî pir kevin û kûre, weke İlim, felsefe û ol’an hemû lêkolîn dikim. Her tiştên ku ez dikarim bibîsim, bibînim û têbigîhîjim destê xwe dirêj dikim û dixazim di her milan de têbigîhîjim. Ji bo ku bala hemû mirovên me bikişînim kîjan mijar pir balkeşe. Ez çawa nêzîk bibim û pirsgirikên wan ên herî yekem çiye? Min hizirî, ez dikarim malbat û hevalên xwe bandor bikim. Lê belê ev yek tenê têrê nedikir. Tiştekê wisa derbixim holê ku hemû mirov bêjin, “ha ev mijar min jî alakadar dike.” Ev tê çi wateyê? Ev hem lihûrbûnekê kûr hem jî di milê netewî û ilmî de zanistiyekê dixaze. Hewl û ked bide û di encamê de jî li ser hemû mirovan bi bandor bibe! Bala xwe bikişînin ser vê mijarê, di vir de şer û pevçûnekê dijwar derdikeve holê. Ev jî bal kişandina berjewendiyê mirovan û di vê bingehê de ji bo netew polîtîkayek derxistina holê pir girîng e.

Tenê dîtin, bihîstin û têgîhîştin têrê nake. Ev bi hewlekê pir kûr û lihûrbûna rojane dixaze. Di vê bingehê de mirov dikare xwe bide pejrandin. Hûn dibînin, ez xwe ji netewa xwe re didim pejirandin. Ji jinan re jî didim pejirandin. Pêdiviyên bingehî yên jinan çiye? Ji her dem di bin daxt û êşan de dijî û derveyê jiyana civakê maye. Di derbarê kesayeta xwe de bi zanist nîne. Di vê mijarê de tişta ku ez bikim çiye? Pêwîste çi bikim û pêdiviya wan çiye? pêwîste van mijarana bibînim û ji bo azadiya wan derfetekê bidim ava kirin. Ên ku di van mijaran de pisporun dikarin vê yekê hem bihizirin hem jî bi awayekê kiryarî pêkbînin.

Her têkoşerekê me heger wisa bijî, wê demê di welatê me de ewqas dijmin ava ne dibûn. Vina xwe bikişînin jiyana azad. Hûn ê şerê jiyanê re, peywendî, teorî û kiryariya jiyana azad re rast nêzîk bibin. Bê îdîa, bê ked û bê hişyar hûn nikarin nêzîk bibin. Di vê bingehê de hûn ê mirovatî re nirxekê herî mezin bidin. Mijûlbûna we, peywendiyê we û vîna we jî di bingehê azadiyê de bibe. Hûn xwe ji raman kût nakin. Pêwîst e azwerî û xiroştiya we ji jiyanê re, di asta eşqê de jiyan bike.”

 

 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê