Tirkî  |  Erebî

Ji Pirtûka Dîroka Jin

Kurdistan di rewşeke ku di navbera Îran û Turan de hatiye parvekirin, piştî şerê cîhanê yê yekemin, piştî peymanên ku hatine kirin dabeşî 4 perçeyan bû. Parçekirina Kurdistanê, bingeheke bihîstiyar ku hemû hevkêşeyên cîhanê li ser hatiye rûniştandin pêk tîne. Dewletên ragirtî yên Ereb,

Fars û Tirk di nav pêkhateyê netew dewlet de gelê Kurd ku di rewşeke perçeyî de bûye, di her dewletî de bi pêkhateyên îqtîdariyên cûda re rûbi rûmaye. Rewşa siyasiya perçeyî a Kurdistana ku piştî pêkhateya şerê parvekirinê û rejîmên siyasî ku di her perçeyê de tê pêkanîn, ferdên civakê jî teşegirtineke li gorî vê aniye, heta çaryeka dawî ya sedsala 20. bandora vê teşegirtinê nekarîbûye were şikenandin û ev rewş li ser jina Kurd jî bandora xwe nîşan daye. Her çiqasî ev perçebûyîn çêkirî jî be, her çiqasî dema dîrokeke pir dirêj negire nav xwe jî van pêvajoyan bi xetên bingehîn lêkolînkirin, sîstemên ku em di bin serdestiya wî de jiyan dikin  dahûrandin û di aliyê xwe têginîkirinê de girîngî bi ser dixe.

 

Di Kurdistana Bakûr de jin

Piştî şerê parvekirina Emperyalîsta ji Komara Tirkiyê ku li ser mîrata împaratoriya Osmaniyan ava bûye re parçeyê herî mezin ya Kurdistanê hatiye dayîn. Li hemberîdagirkirina emperyalîst bi hêzên dagirker re şerkirinê di avabûna komarê de rewşa Kurdên ku rasterast cîh girtin di nav Tirkiyê de bi nasnameyên xwe ya etnîk cîh girtin her çiqasî pêş were dîtin jî peljeniyên rejîma ku hatiye sazkirin hatiye berçav girtin. Rûxmî ku paş de hiştin hebe jî tune hesibandina rewşa Kurdan tune. Di tepisandinkirina polîtîka û taktîkên demî ku tê pêkanîn, peljeniyên rejîma nû, feraseta Tirkîtiya bilind dibe û netewa serdestiyê ku pêş dixe bi tundiyên giştî anîne rewşeke stratejîk. Piştî awayeke bi xwîn tepisandinkirina dijrabûnan vîna wê şikestin û aliyên ku jê re bermahiyên şûrê tê gotin bişavtin, weke hedefa polîtîk a bingehîn hatiye diyarkirin. Komara Tirkiyê bi van polîtîkayên xwe dijî diyalektîka avabûna xwe ketiye. Bihev re şerkirin, bi hev re berxwedaniya li hemberî hêzên emperyalîst re dorhêla rizgariyê ku hatiye afirandin bi yek alî kirinê, yekîtî xera bûye. Bi hev re hatiye şerkirin lê bi hev re ji vê serketiyên feyde negirtine. Çawa zilama serdest keda jin mêtin dike Tirkîtî jî keda gelê Kurd mêtin kiriye û tune hesibandiye. "Tevgera Sel" ya ku dane destpêkirin vegotina feraseta Îttîhat û homejenkirina hemû tiştên ku dikete pêşiya wî dirûxand, gêr dikir e.

Dîroka komkujiya newala Zîlan

Dijrabûna Agirî ku di salên 1928- 1930'an de pêk hat, bi awayekî ku di hişên zarokên wî demî de were kolandin bi mirinan hatiye tepisandinkirin û her tim bi rengê xwînê hatiye bîranîn. Komkujiya ku ji hêzên Tirk re peyva "Kurdistana Muhayyel li vê derê meftune" daye gotin piştî dijrabûna Agirî hatiye pêkanîn. Piştî vê gotinê kuştina xeyalên Kurdan û Kurdistan, çalkirina bin axê û ser wê hatiye betonkirin bi pêşnedîtineke mezin ya dîrokî ve hatiye gotin. Encamên ku ji vê komkujiyê hatiye girtin di dijrabûna Dêrsim ê de li gorî wan bihêzkirineke zêdetir hatiye bikaranîn. Yên ku piştî Dijrabûnê mane, Newala Zîlan ku di navçeya Ercîş a Wanê de cih digire, bi navê xwe yê orîjînal reviyane Geliyê Zîlan û xwe sipartine. Di Tîrmeha 1930'an de 72 gund ku li Newala Zîlan de cîh digirin ji aliyê leşkeran ve hatiye çapbûn û bi hezaran kesên ku ji gundan hatine komkirin bi bahaneya tevlî dijrabûna Agirî bûne li cîhê ku jê re Çala Kunduk tê gotin de hatine gulekirin, bi hezaran kes xwe avêtine newalê û dawî li jiyana xwe anîne. Tê gotin, kesên ku piştî komkujiyê reviyane û xwe xelas kirine dîl hatine girtin, gelek ji wan hatine kuştin, yên ku jiyana xwe ji dest nedane seqet mane an jî denga xwe yê eqlî winda kirine. Yên ku nehatine berdan weke dîl hatine bikaranîn, hatine xebitandin û xwezayî pêkhateyên dij mirovatî hatine girtin. Bîranînên girêdayî yên ku bi lêdanê hatine kuştin, yên ku çermên serê wan hatine jêkirin û zikên dayikên ducan hatine qelişandin hê jî di nav êşan de tên vegotin. Di her gotinê de Newala Zîlan piştî komkujiyê bi cesedan tijî bûye, derbas dibe. Li vê derê 5 hezar jin û zarok bi giştî 15 hezar însan hatine qetilkirin, 200 gund hatine şewitandin û li Wan'ê jî berdewamkirina aynî pêkhateyan di çapemeniya Tirk a fermî de hatiye diyarkirin. Bandora komkujiyê li herêmê tabî heta roja me ya îro di bîra însanên cîwar de weke ku hatiye jiyankirin di navên weke warê hestiyan de jî tê jiyankirin.

 

Dijrabûna Dêrsimê bi xwînê hatiye tepisandin

Ev komkujî tiştek ji me re da hînkirin. Reng, bêhn, awa û resmên hemû komkujiyan yek e. Pêkhateyên bînanî(benzer) ku yê vegotinên komkujiya Maraş û Dêrsimê bi lêkolînkirina Newala Zîlan de derdikeve pêşiya me. Dijrabûna Dêrsimê weke civakî û siyasî biqasî ku hatiye rêxistinkirin weke leşkerî jî hatiye rêxistinkirin. Çarçikên(kare) tepisandinkirina vê dijrabûnê ku heta îro nehatiye jibîrkirin, bi mezinbûna komkujiyê re girêdayî ye. Di çavkaniyên cûda de girêdayî bîlançoya komkujiyê ku hejamarên cûda tên dayîn ya ku herî zû tê diyarkirin, di komkujiyê de qetilkirina 80 hezar Dêrsimî tê dûpatkirin (vurgulama). Ji yek aliyê herî girîng a dijrabûna Dêrsimê rola ku jin di vê dijrabûnê de lîstiye ye. Jinên Dêrsimî, bi awayeke herî çalak rola xwe lîstine, lihemberî leşkerên Tirk heta dawiya hêz û xwîna xwe şer kirine. Dîroka dijrabûnê, bi çîrokiyên jinên ku ji bo radest nebin xwe ji kortalan avêtine, bi çîrokên keçên ciwan ku xwe avêtine avên Munzûrê re tijî ne. Sax ketina destên leşkerên dijmin ji ber ku weke bêrûmetiyeke herî mezin dihat destgirtin jinên Dêrsimî vê qebûl nekirine, mirinê çêtir dîtine. Çavsorên vê cîhanê ferman dane gotine; “bila li Dêrsimê yek zindiyek nemîne. Çîrok kirinên dijrabûnê lorînên dayikên ku xwe li ser dergûşan girtine û mijarî klaman bûne, jêbirîneke ku di dijrabûnê de hatine jiyankirin nîşan dide. Dijrabûna Dêrsimê bi xwînê hatiye tepisandin, vîna kesên ku piştî komkujiyê mane hatine şikenandin, tirs li ser gel hatiye serwer kirin, bi rêyên dibistanên razayî nifşên nû ku ji dijrabûnê xelas bûne xwezayî komkujiya spî hatine girtin. Parçebûyîna gelê Kurd di têkçûna îsyanê de perçeyek rol lîstibe jî dijrabûnê bi xwîn tepisandin bi navê komarê polîtîkayên rêşaş pêk anîne û anîne rewşa merhaleyeke çûyîna neteweperstiya Tirk e.

Li ser jinên Kurdistanî encam girtin

Di salên pişt re de bi komkujiya Meraş ku hatiye kirin re gava girîng ya duyemîn polîtîkaya Kurdan tunekirin

hatiye avêtin. Di vê komkujiyê de ji aliyê faşîstan de xanî hatine şewitandin, tartalekirin, însan hatine kuştin, şewitandin, zarokên hê di zikê dayika xwe de ne hatine derxistin, perçekirin, bi jêkirina milên jinan têkberê wan ê gewher(ziynet) hatine dizîn. Komkujiya Meraşê ku zarok bi daran dihatin bizmarkirin, birîndaran nekarîbûn biçin nexweşxaneyê, bi qasî ku tune kiriye Kurdê Elewî tune kiriye, yên mayî jî kiriye birevin derveyî welat û yên mayî jî bi rêbazên şerê taybet re xwezayiyî Tirkkirineke mezin girtiye. Bi van herdû komkujiyan re vîna Elewîtiya

Kurd ku taybetmendiyê wan yê serhildêr berxwedêr hene bi bikaranîna şîdetê şikestiye, dînamîkên pêşvebirinê hatine tunekirin yan jî kanalîzî sîstemê hatine kirin û ev kesim jî hereşebûyînê (tehlîke) hatine derxistin. Di Elewîtiyê de, feraseta wekhevîtiyê ya ku cûdabûna zayendê nakin di destên komarê de hatine rewşa amûra afirandina takekesê/a bênasname, bêhiş, bêzayend, bi vê rêyê nakokî hatine torpîkirin. Bi van herdû komkujiyan re gelê Kurdistanê yên di xeta Bakûrê Rojava hem hatine tunekirin hem jî bi polîtîkayê helandinêre şerê taybet wê/wî anîne rewşa yekemîn aliyê sazîbûyînkirinê. Di van herêman de jin xistine rewşekebin bandora sîstema kapîtalîst, ji rastiya netewiya xwe, ji nirxên netewî hatiye qutkirin, bi awayeke berevajî hatiye navsîstemîkirin. Di aliyê hundirê Kurdistanê de jî rûxmî taybetmendiyên netewî têne parastin rastiya jineke ku di bandora kirdarî û kevneşopiyên olî de, girtî, aşîretî de mayîn hatiye afirandin. Ji rêbazeke sîstema serdest ku herî zêde bikar tîne paşmayî hiştin, derveyî çax hiştin û xwezayiyî îzolasyoneke dîrokî girtin, dema nikarîbe vê asteng bike jî berevajî pêşxistin herî zêde li ser jinên Kurdistanî encam girtiye. Jina Kurd ya di vê herêmê de di bin tundiyê giran a kevneşopiyên feodal, aşîretî, olî de dihatin perçiqandin, dengê wê bi qasî ku kesek nebîhize hatiye îzolekirin.

 

Nekarîbûn Kurdan ji rêya azadiyê bizîvirînin

Weke gelek dewletên di Rojhilata Navîn de dîroka Tirkiyê jî bi darbeyan hatiye hunandin. Bi taybetî darbeya faşîst ya 12'ê Îlonê, ji yek darbeyên herî mezin ku li Kurdistana Bakûr hatiye xistin e. Ev darbe, darbeyeke mirinî ku li nirxên ked, ziman, çand, azadî û demokrasiya gelên ku li Tirkiyê jiyan dikin hatiye xistin e. dijberiya civakî ku pêş ketiye, bi taybet darbeyeke ji bo astengkirina hişyarbûna li Kurdistanê ye û Kurd ji yek gelên ku ji vê darbeyê ku herî zêde zirar dîtine ye. Darbeya 12'ê Îlonê, weke ku nekarîbûye Kurdan ji rêya azadiyê bizîvirîne jî bixwe re nirxek, ked, windakirina însan û windakirina çaxekî mezin aniye. Ev darbe û komkujiyan de serkeftina herî mezin ya dijmin ya di bêcinsiyetkirin û cinsan ji hevdû cûdakirin e. Bi darbeya 12'ê Îlonê re rejîm, dest bi meymûnkirina însanan kiriye. Ev rejîm, tîpa însan, di jiyanê de mayîn, birçîbûn û ajoyên zayend bûyîn û ji bo vê di lîstina sê meymûnan de usta bûye. Têkiliyên însanî û nifşên ku şahidî vê rejîma wek sûcdarê xweser tê hesabkirin, ji ber ku nifşa piştî xwe di cewhera şoreşgeriyê ku tê jiyankirin tecrît bike anîne rewşeke amûr, nifşa nû hewl didin wisa terbiye bikin. Kar dîtin û bi sazkirina malbatekî re jiyankirin, xwedî zarok bûyînê re jiyana xwe berdewam kirin bûye yek aso. Tundiyên li ser Kurdistanê bi xwe re reva ji gund çûyîna bajar ji bajar çûyîna metropolê, jimetropolê çûyîna Avrûpa pêşxistiye û hewl daye însanê Kurd ji însaniyetiyê derxe û Kurdistanê bê însan bihêle. Ji yek encamên herî kûr ya tepisandina komarê jî di hişê kesayetan de bilindbûna dewletê tepisîner, temsîlciya hiyerarşiyê tehakumkar, şovenîst bi kûrahî hatiye neqişandin. Ev dewlet ewqas bilinde kî, memûrekî wî yê ji rêzê bûyîn, tê wateya di nav dewletê de cîh girtin e. Ji etekê herî tortûya vê hêza bilind pîroz jî girtin, tê rewşeke ku weke rizgarbûyîn were destgirtin. Ev nêzîkatî bi xwe re têkiliyên hiyerarşîk heta atomên civakê herisandin aniye. Ji ber ku bi terzê jiyana memûrê tortû xwe weke xistina jiyana bîtkîsel, di sînorên jiyaneke tekdûze de otomatlaştirmakirin, dema karê xwe yê pîroz dike jî nêzîkatiyê wê li hemberî gel weke temsîlcî û xwediyê dewletê ye. Perçiqandin û kolekirina ku di gel de hatiye afirandin her diçe diyardeya kesayeta hînbûyî kûr dike. Ji ber ku bi gelemperî muxatabê sîstemê zilam e, jin hînbûyiyê zilamê hînbûyî hatiye hiştin. Ev hiyerarşî bi rêya malbatan di jin û zarokan de jî tê pêşxistin, bi her nifşe re tê nûkirin. Di herêmên sînoran de kismî vebûyîna qada giştî a jin, ji statuya nav malê rizgarbûn, zêdetirî serbixwe bûyînê pêkanîn, wê rasterast bi sîstemê re dayîna nasîn bi van têkiliyên hiyerarşîk re bi baxên hêsin daye girêdan.

 

Cihê jina Kurd di nav têkoşînêde

Di Kurdistana Bakûr de li ser jina ku komkujî tê pêkanîn, tê tunekirin, tê bişavtin, tê kuştin, tê kirîn û firotin, tê fahîşekirin, bê destûr tabiyî kontrola zayînê dibe, li ser navê namûsê bi awayeke krêt dixin nav cendereyekî şikenandina vîneke mezin jiyan kiriye. Ewqas giran pêkanîna vê şîdetê bi xwe re li hember sekinandinek, dijberî sîstemekî afirandiye. Lê îqtîdara bîrdozîk a resmî wisa hatiye pêkanîn kî, li cihên ku şîdet têrê nake hema polîtîkayên cûda dikevin dewrê ê bi afirandina bêvînkirin, hafiza civakî cûdabûyînan tên tunekirin. Kurdistana

Bakûr li kêleka pêkhateyên jinê qetilkirin, mişextî bûyîn û bişavtin bi polîtîkayên rojane re ji netewa xwe, ji cewhera xwe ya zayendî re tê biyanîkirin. Di nav malan de jî sîstema ku bi Kurdî axaftinê cezakirin, di mekteban de zarokan tabiyî perwerdeyên ajanwarî girtin, bi vê rêyê serî li pêkhateyên ku malbatan bixe nav kontrol dike û di van pêkhateyan de ya ku herî zêde zirar dibîne jin in. Bi gelemperî jina ku bi nava malê re sînordar dimîne hinek taybetmendiyên ku parastiye bi vê rêyê hewl dane ku bişikînin, bi rêyên wek çandekî hatina kapîtalîzmê û koçberkirina metrepolên Tirkiyê, weke di potansiyela karkeran de ku derketiye ortê jina Kurd jî cihê xwe girtiye. Ev rewş ku bi xwe re mêtinkirina keda jinên Kurdistana Bakûr aniye, wê di herî dawî de lê zêde kirin re xistina têkiliyên bajarbûyînê re bikaranîna cinseltiya jin jî bi xwe re aniye.

 

 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê