Melsa BOTAN

damezrandina-pkkPKK’e derxistina rastiya gelê Kurd a di dîrokê deye. Rastiya dîroka ku hatî winda kirin û tune kirin e. Gelê Kurd ê ku li ser polîtîkayên dijmin hatî perçe kirin, PKK’e qêrîna wê ye.

PKK’e şopdarê dîroka ku bi êş, berxwedaniyên ku di dîrokê de hatî meşandin û derketina êşên ku bi salan hatine jiyan kirin e.PKK’e bingehê serhildanên ku di dîroka gelê Kurd de hatiye jiyan kirin e. Li ser bingehê parçe kirina Kurdistan ê polîtîkayên ku ji aliyê dewletên emperyalîst de hatî meşandin, PKK’e derketinekê li himberî waye. Ji raperîn û hewldanên gelê Kurd ku di dîrokê de bê encam mane, PKK’e dengê ava kirina nûjentî û hêviyê ye.

PKK’e Hakî Karer’an bi bîr tîne. Ji ber ku bi şahadeta hevalê Hakî Karer partîbûyîn tê ava kirin. PKK’e girêdana bi rêhevaltî û bi bedela ye. PKK’e wateya hevaltî, wekhevî û afirandina yekitî û biratiya dinavbera gelan deye. Ji ber ku di kesayeta hevalê Hakî Karer de, Serokatî biryara avabûna PKK’ê dide. Li ser şahadet, bîranîna rêhevaltiyê û girêdana bi biratiya gelan re PKK’e hatiye ava kirin. PKK’e derxistina dîroka gelê Kurd a ku bi êş û azaran hatiye jiyan kirin e. Di rastiya gelê ku heyî de, rastiya PKK’e, paşeroj û pêşeroja gelê Kurd e.

Di cîhanê de rewşên ku tên jiyan kirin, li ser bingeha jiyanekê sosyalîst, wekhev û mirovatiyê, pêlên şoreşgertiyê yên ku di cîhanê de pêşketin û gihiştin armancên xwe, PKK’e ji vana hêzekê digire. Bi rûxmê raperîn û serhildanên ku di dîroka gelê Kurd de hatine jiyan kirin, civaka Kurd di astekê bi wî rengî de bû ku hertimî bi tune bûnê re rûbirû dimîne. Di hemû hewldanên ku hatin çêkirin de bê encam man û di dawiyê de jî li beramberê bûyerên cûda re rûbirû man. Di dîrokê de raperînên ku hatin jiyan kirin, ji ber sedemê ku di astekê yek perçe de man, nebûn xwedî hêzekê mezin. Yekbûna ku gelê Kurd bixe yek û bi vî rengî jî di yek dengî de xwedî li hev derbikevin, ne hate çêkirin.

PKK’e encamê derketina ji van hemû serhildana ye. Ger neteweke bê nasname, bîrdozî, stratejî, pêşnûme û ne xwedî zanistiyekê dîrokî a kur be, ew gel nikare serkeftinê bide çêkirin. Gelê Kurd jî rastiyekê ji van gelaye. PKK’e şîfreya jiyana vî gelî ji nû de derxist holê û çareser kirina wêna daye çêkirin. Li himberî nêzîkatiyên ku wê nebe, gava ku PKK’e avêtiye pir girîng e. Pir kesên nivîskar û sosyolog navan li PKK’ê dikin. Ji nû de avakirin, zarokê ku ji nû de dayîk dibe, qêrîna azadiyê û hinek kes jî dibêjin, PKK’e ji nû de xwedî li derketina netewa Kurd e. PKK’e xwedî rastiya van hemû nava ye û dinava xwe de vê rastiyê himêz dike. PKK’e dinava gelan de biratî, dostanî û mirovahiyê daye avakirin. Di hundirê civaka Kurd de bê hêvîbûna ku hatiye jiyan kirin, PKK’e ji nû de hêvî dayîne. Di taritiyê de bûyîna ronahiye. Ji xewê şiyar bûne. Civaka Kurd a ku ji xwe xerîb, ji nasnameya xwe xerîb û ji çanda xwe xerîb bûye, hertimî di dîrokê de hatiye tune kirin. PKK’e derxistina rastiya wê û ji nû de zindîkirina wê dîrokê ye.

Ji nû de derketin û avakirina PKK’ê, di civaka Kurd de rûpelekî nû da avakirin. Ew polîtîkayên ku Kurd bi Kurd dide kuştin, Kurd bi destê Kurd dide tune kirin, ji rastiya wê hatiye dûrxistin, ji bûna ku vegerandin li cewherê xwe were çêkirin, PKK’e avakirina wê rastiyê ye. Cewherê nasnameya netewa Kurd e. Ne tenê ji bûna netewa Kurd, PKK’e di destpêkê de civakekê enternasyonal, mirovxwaz, bêrîkirin û zindîkirina hezaran dîrokên ku hatine winda kirine.

Ji ber wê çendê derketina PKK’e di civaka Kurd de, rewşekê bi wî rengî derdixîne holê ku êdî kurd ji rastiya ku hatiye winda kirin, tune kirin û înkar kirin, veger li wê rastiyê ye. Di hemû waran de veger li rastiya xwe tê çêkirin. Partîbûyîn ji bûna gelê Kurd, ketina nava tekoşînê, şiyarbûyîn û di heman demê de ji bûna jina Kurd jî xwedî li dîrok û nirxên xwe yên windabûyî derketine. Di dîroka PKK’e û ya jinê de, partîbûyîn ji nan û avê bêhtir pêdiviyeke. Ji bûna jinê jî hêviyekê ku ji nû de xwe nas bike û ji nû de xwe dayîna afirandin e. Ji bûna ku di tevahî Rojhilata Navîn de jî fikrekê nû derbikeve holê, pêdivî bi partîbûyînê heye. Di hundirê civaka Kurd pêdivî bi şoreşa PKK’ê hebû. Di derbarê guherandin û veguherandinên ku di civakê de jî were çêkirin, pêdivî bi partîbûyînê hebû. Di civaka Kurd de partîbûyîn, afirandina mirovan, bûyîna afirênêrê bîrdozî û stratejiyekê nû ye di dîrokê de. Ji nû de nirxandina netewa Kurd ya Rojhilata Navîn de, bi çanda PKK’yî wê were bi nav kirin. Di vê tekoşîna 36. salî de, temenekê tê derbaz kirin. Di vê tekoşînê de ne tenê şoreşekê, rastiya çend şoreşên din jî di hundirê xwe de hemêz dike.

Şoreşa partîbûyînê, şoreşa ava kirinê, şoreşa biratî û dostaniya ku di hundirê gelên li Rojhilata Navîn de dayîna avakirin, şoreşa bi zanistî, fikrên nû û zîhniyeta nû derxistina holê ye.

Li himberî polîtîkaya dewletê ya ku li ser civaka Kurd tê meşandin, derketina şêwazê fikrandinekê nû ye. Şoreşa zîhnî di hundirê civakê de tê avakirin.

Siyaseta dewleta Tirk vêna dibîne û li himberî vê rastiya jiyanê dikeve nava xofekê. Ev lêgerînên heqîqetê yên ku di cewher û rastiya PKK’ê de tê jiyan kirine. Ev rastî di hêle ku di hundirê civakê de baldarî bide çêkirin. Ji rastiya fikri û pergala PKK’ê tirsekê ku tê jiyan kirin heye. Êdî fikrandina şêwazê partîbûyîna PKK’ê bandora xwe li ser cîhanê dide çêkirin. Ji ber ku PKK’e şêwazê fikrandinekê nû derdixîne holê. Ji guherandinên rojana re vekiriye. Mîna avekê ku di herike, hertimî xwe nû dike û nûjeniyê di xwe de dide çêkirin. Hertimî dinava herikandinê deye. Pêngava PKK’ê ya ku bi berk hatiye avêtin, di vî bingehî de meşiya ye.

Encamên van pêşketina jî di roja me ya îro de, bi awayekê zelal tên dîtin. Kesên ku çanda vî gelî dayîne tune kirin û polîtîka li ser gel dane meşandin, a niha di rewşekê xitimî dene. Hêza wan a çareseriyê tine ye. Ji lewra evan hêzan di bêçareseriyê dene. Rastiya vî gelî nikarin tune bihesibînin. Ji ber ku şêwazê tekoşîna PKK’ê a di hundirê cîhanê de, xwedî astekê pir bilind e.

Di hemû cihên ku Kurd lê hebe, PKK’e jî heye. Êdî kes nikare bibêje, PKK’e di cihekê tenê de heye. PKK’e di her werzî de fêkî dide, di her axê de bi ziman dibe û li herderê cîhanê xwe dide nas kirin. Di encamê bedel û tekoşîna ku hatiye dayîn de, asta rêxistina me ev qasî bilind bûye.

PKK’e li ser bedelên pir giran hatiye ava kirin. Di hemû qadan de bedelên pir bi rûmet hatine dayîn. Bedel ê ku siyaseta tune kirin û înkar kirinê vala derdixîne. Ji ber wê sedemê jî ev rêxistina ku bi xwîna wan bedelan heya roja me ya îro jî hatiye, tine nabe. Bê guman wê windahî werin jiyan kirin, lê belê bedelên ku bi can hatine dayîn, ti carî nayê winda kirin.

PKK’e red kirina civaka bê exlaq ya ku di roja me ya îro de bi hebûn dibe ye. Di hemû tevgerên cîhanê de, hewariyên ku bîrdoziya xwe belav bikin hene. Fikrê Serokatî a nûjen, bi navê APO’yîzmê xwe belav dike. Ev fikir, bê encam mayîna polîtîkayên dijmin dide nîşandan. Ger îro pejirandina PKK’ê hatiye çêkirin, wê demê herkes ji vê dozê re şehîd jî dane. Ji hemû netewan tevlîbûn ji PKK’ê re hatiye çêkirin.

Di her sedsalê de, fikrekê nû derdikeve û mohra xwe li dîrokê dixîne. PKK’e jî herikîna sedsala 21. a li himberî pergala desthilat e. Her destpê kirin, hêvî û gavên mirovatiyê ku di cîhanê de derkevin holê, PKK’e wana tehlîl dike û li ser van rastiyan jî fikrekê nû derdixîne holê. PKK’e li himberî hemû bê hêvîtiyan, hêviyekê nû ye û hemû kes jî dikare hêviya xwe di vê fikrî de bibîne.

Kesekê xwedî lêger be û ji bo jiyana azad tevbigere, dikare xwe di vê rastiyê de bibîne. Evan hemû pêşketin û hêviyên ku derketina holê, bi ked û hewldanên RÊBER APO’ye. PKK’e bi xwere tekoşîna azadiya zayend jî tîne. Di ava kirina partîbûyîna jinê de, ji nû de dayîkbûnê digire dest.

PKK’e di sê dayîkbûnan de derbaz dibe. Ev ya jî asta ku tekoşîna me gihiştiyê, dide diyar kirin. Êdî zarokên ku ji nû de dayîk dibin, bêyî ku tiştekê fêr bibin, di destpêkê de navê Serokatî û PKK’e fêr dibe û nas dike. Ev jî îfade ya asta rastiya gelê Kurd a ku bi rastiya PKK’ê re bûye yek, dide diyar kirin. PKK’e mirovên azad û civakê bi exlaq daye xuliqandin.

Xefka ku dijmin têde ye mirov dikare bi awayekê hêsanî bibîne. Lê belê ger li xwe mikûr were, rastiya ku jiyan dike bibêje, wê winda bike. Ji bûna ku vêna jî winda neke, li xwe mikûr nayê. Her carekê dixwaze bi rêbazên cûda siyasetê bide meşandin. Di hundirê civaka Kurd de guherandinên ku tên çêkirin, pêdivî bi dîtina wan pêşketinan heye. Dîtinên Serokatî, siyaseta deshilatdaran vala derxist. Fikirê PKK’ê rastiya polîtikayên deshilatdaran datîne holê. Asta tekoşîna gel a di van pêvajoyan de hatî nîşandan, pêngav û gavên ku ji aliyê Serokatî û rêxistinê de hatiye avêtin, tirsek xistiye dinava hişmendiyên modernîteya kapîtalîzm.

Berxwedana gel û gerîlla bûye parçeyekê ji hevdu. Ger îro dayîkek dibêje, ez ê cihê şehîdê xwe dagirim, bi keda tekoşîna PKK’ê hêviyên serkeftinê yên ku hatine ava kirin e. Hîn bêhtir xwe di rastiya vê pêngavên partîbûyînê de kûr kirin, girîng e. Rastiya gelê ku di cîhanê de hatiye winda kirin, ji aliyê herkesekî de hatiye nas kirin. Ev rastî ji tekoşîna rêxistin û ya gelê Kurd tê.

Hemû rêbazên qirêj yên ku tên meşandin, Rêber APO hemûyan ji holê rakir. Tine kirina bi mijokdarî ya mirovan, Serokatî ji holê rakir. Di cîhanê de hemû kesên ku ronakbîrin êdî mezinahiya rêxistina me dibînin. Hemû kesên ku li tevgera me bi çavekê cûda lê temaşe dikirin, dîtin ku ev gel bi çi rengî xwedî li şehîdên xwe derdikeve. Ev nêzîkatî ne tenê di astekê hestiyarî deye. Di heman demê de şêwaza jiyana ku ev gel dixwaze dide diyar kirin.

Ji derveyî jiyanekê azad, ev gel tiştekê din naxwaze. Partîbûyîn qêrîna dengên di kolanên Amed, Mêrdîn, Cizîr, Slopî de derdikevin holê ye. Ji Hemû pêşketinên ku çêdibin, bi rojane çêdibin. Ev asta ku hatiye girtin, ne bes e. Pêwîst dike ku berdewamiya vê berxwedaniyê were çêkirin. Di partîbûyînê de pêwîst dike ku rojane guherandin dayîna çêkirin hebe. Hemû kesên ku di bingehê lêgerînên azadiyê de xwedî li Rêber APO derketine, pêwîst dike ku ji serkeftinên vê pêvajoyê zêdetir, tahlukeyên vê pêvajoyê bibînin.

Bi ruhê Mazlum, Kemal, Hakî, Xeyrî, Bêrîtan, Zîlan û Sema’yan asta PKK’ê ewqasî bilind bûye. Tekoşîn li ser vî bingehî hatiye heya roja me ya îro. Asta ku gelê me û gerîlayên me gihiştiyê, tenê têre nake. Bi hinek tiştên ku tên zanîn bes dîtin, di felsefe ya Rêber APO de tine ye. Bi ruhê Apo’yî û bi evîna jiyanê tevgerîn, pêwîst dike ku ji hemû demî zêdetir were çêkirin. Bi fikrandinên li ser bingehê paradîgmaya nû a Rêber APO, bi zanistî tevgerîn, ruhê PKK’ê ya ku ji paşverûtiyê re ti carî tavîz nade, serkeftinên biçûk ji xwere napejirîne, ji bûna ku em di vî bingehî de azadiya Rêber APO têxin garantiyê, ji hemû deman zêdetir tekoşînekê bi hêz tê xwestin.

Wezîfe û erkê ku di vê pêvajoyê de li ser milê me, azadiya Rêber APO û ya gelê Kurde. Ger em azadiya Rêber APO nexin garantiyê, wê demê pêwîst dike ku em xwe li himberî dîrokê gunehbar bibînin. Çiqasî tekoşîn dayîn, ewqasa jî azadiya Rêber APO. Çawa ku di dîroka PKK’ê de berxwedaniyekê bê hempa li himberî paşverûtiyê hatiye meşandin, berxwedaniyekê bi heman awayî jî di roja me ya îro de pêwîst dike. Di salvegera PKK’ê a nû de xwedî li bedelan derketin û xwedî li serkeftinên ku hatiye bi dest xistin derketin, ji her demî zêdetir pêdivî pê heye. Nû bûnê dayîna afirandin, xwe nû kirin, bi zanistiya dîrokî tevgerîn, civakê zana kirin, wezîfeya her gerîla û kesên ku di vê tekoşînê de cihê xwe digirine. Di bingehê parêznameyên Serokatî de, pêwîst dike ku ruhê PKK’ê hîn zêdetir were bilind kirin û gavên bi pêş de werin avêtin.

Hemû qezencên ku bi dest hatiye xistin, bi ked û hewldanên Rêber APO, rêhevalên me yên şehîd û tevgerê ye. Ev tevgereke ku li ser bingehê şehîdan hatiye avakirin e. Ji bûna ku em bikaribin hêvî û bêrîkirinên ku di nîvî de mane pêkbînin, di bingehê paradîgmaya Rêber APO de rast tevgerandin pêwîst dike. Pêwîstî bi hewldanên fedayîtiyê heye. Azadiya Rêber APO encex wê bi fikrandinekê nû, xwe li ser bingehê paradîgmaya nû dayîna avakirin, pêk were.

Di salvegera PKK’ê de Hakî’yan bi bîranîn, xwedî li nirxên Bêrîtan, Zîlanan derketin, deyneke li stuyê meye. Ger me vê erka xwe pêk ne anî, wê demê em ê cardin xwe li himberî dîrokê gunehbar hîs bikin. Hemû qezencên gelê Kurd û gavên ku di van pêvajoyan de hatî avêtin, pêwîst dike ku em têxin malê dîrokê, hêviyên zarokên ku hatine gulebaran kirin û têxin bêrîkirinên bi hezaran yên weke wana.

Banga me ji bûna hemû hevalan ew e ku di salvegera nû ya PKK’ê de, bi ruhekê nû yê ciwantiyê tevbigerin. PKK’e di asta xwe ya ciwantî û pijandinê deye. PKK’e berbi serkeftinên dîrokî ve diçe. Li ser vê bingehê ez di bêjim, xwe di ruhê berxwedaniya PKK’ê de dayîna avakirin, serkeftinan bi destxistinê re, em ê azadiya Rêber APO pêkbînin û bibin hêviya hemû kesên canê xwe di ber vê dozê de daye.

 

 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê