Tirkî  |  Erebî

STÊRK EFRÎN

Dema mirov dinava pergala qirêj de jiyan dike, mirov pir zêde nakeve ferqa qirêjiyên ku li ser mirovan û ciwanan tê meşandin. Ew perqal ewqasî qirêje ku her tişt li ser madiyat pêş dixe. Ev taybetmendî jî li ser mirovan bi awayekî pir zirav

dide pêkanîn. Ev taybetmendî jî dikeve nava xwîna mirovan de. Dinava pergala baviksalarî de her tişt li ser berjewendî û mediyetê pêşdikeve. Mirov her tim tenê di mîne û di hûndirê xwe de di fetise. Cardin ez ezî bûyîn ewqasî pêşdixe ku mirov ji cewhera xwe derdixe. Lê mirov jî ne di ferqa wê deye ku çiqasî ji xwe dur ketiye, ji dervey ê cewherê xwe her tiştê jiyan dike. Ji bo wê jî, pergala baviksalarî her tişt li ser xirabiya ava dike. Ji bo wê ji mirov her tim benda hevaltiyek rast di mîne. Pir cara jî hevalê ku dixwaze pêre hevaltî bike xeyalên xwe de ava dike. Ango di pergala baviksalarî de, serdema modernîteya kapîtalîzm de hevaltiyek rast jiyan kirin, pir zehmete. Ji xwe modernîteya kapîtalîzm neyarê mirovahî, civak bûyîn û hevaltî yê ye. Di pergala baviksalarî de ger ku mirov jê re bi bêje, hevaltiya ku ava dike jî pir valeye. Ango ne hêz dayina hev heye, ne jî persgirêkê hevdu çareser kirin heye, berûvajî yê vê pirsgirêka kurtir dike. Hevaltiyek li ser bingehek vale dide ava kirin. Ji bo wê jî tu wate bûyîn tê de nîne.

 

 

 

Li ser vê bingehê hevaltiya PKK ji bo min wateyê xwe yê pir giring heye. Bêguman em di siya Rêber APO de û di bin pêşengtiya rêhevalên şehîd de gihiştin asta sertapan. Rêhevaltî û ruhê PKK’ê di mirovan de hêza wate bûyînê di afirine. Birastî jî hevaltiyek wisane ku mirov nikare tu peyvan pênase bike. Ya herê rast ewe ku mirov bi bîne û dinava wê pîroz bûyînê de jiyan bike. Rêhevaltiyek wisane ku, hestên mirov ti carî jiyan nekirine di mirovan de yek bi yek şîn dike û di de jiyan kirin. Birastî jî ewqasî nirxek mezin û bi semyane ku di mirovan de gotina “nexwe ez mirovim û nirxên min jî hene” dide ava kirin. Nizanim dema ez nû tevlê bûm hesta ku despêkê min jiyan kiri ev hest bû. Ez wê baweriyê deme ku her kes vê hestê jiyan dike. Birastî jî mirov ewqasî serbilind di be ku pir cara ez difikirim ku ez li gel stêrkan jiyan dikim. Ango ewqasî mirovan bilind dike. Cardin hêzek ewqasî xurt mirovan de ava dike ku, tu tiştek nikare wê hêzê bi ruxîne. Ewqasî mirovan li ser vîna wê di de ava kirin.

Di nava PKK’ê de rêhevaltî li ser esasê rast, paqij bûyîn, xweşk bûyîn û durust bûyînê tê ava kirin. Di nava jiyana me de feraset û hişmendî yê jor û jêr nîne. Ji xwe hevaltî ya wê de qet nîne. Ji ber ku nirxê mirovan dinava me de tê jiyan kirin û wateyê xwe di bîne. Birastî jî ez hertim di bêjim, “ez bi hevalên xwere heme.” Ger ku ez hevaltî ya Rêber APO afirandiye rast jiyan nekim, heskirinek kur û bi wate nedim dagirtin wê jiyana min her tim ji rêzê be. Lê belê, em baş dizanin ku hevaltiya PKK’ê de jiyanek û hevaltiyek ji rêzê(sıradanlık) nîne. Ji xwe dijberê vê feraset û hişmendî yê ye. Di hevaltiya me de bê hesap tevlê jiyanê bûyîn heye. Ji ber em hem xwe ava dikin hem jî jiyana xwe ava dikin. Di navbera me de girêdan bûnek pir cûda tê ava kirin. Ez rûkentiya hevalê xwe nadim malê cîhanê. Ango di navbera me de girêdan bûnek li ser esasê birdozî, felsefe û hişmendiya ruhê PKK’ê tê ava kirin. Ji bo vê ye kî dinava jiyana me de tişta ku herê zehmet û em tevahî heval bê têşin jî ji hev qut bûyînê. Çawa ku hevaltiya me pir zelal û pake, di heman demê de jiyana me jî ewqasî pak û zelale.

Dinava me de beriya ku mirov xwe bi fikre, em hevalê xwe di fikrin. Ez bi xwe pir ji vê taybetmendiyê hes dikim. Ma hevaltiya PKK’ê mirovan fêrî çi dike û fêrî çî nake. Ewqasî mirovan mezin dike. Ji xwe dema mirov nû tevlê di be taybetmendiyê herê ku bala mirovan dikşîne û mirov xwe dinava rastiya wê de ava dike hevaltiya PKK’ê ye. Ji bo hevaltiyê ne canek, hezar canê min hebe jî ezê canê xwe fedayê hevaltiyê bikim. Ji bo min hevaltî ewe ku, tarîtî yê ronî dike. Bi hêviya di jiyana azad de bi Rêber APO re jiyan kirin û hevdû dîtin. 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê