Tirkî  |  Erebî

Şagirtên Akademiya Şehid Bêrîtan  

Di nava dilê çiya de hest û ramanên mirovatî, carekî din vedigerê wateya xwe ya destpekê. Ev wateyekî di naveroka xwe de dewlemendî û berhema xweza, gerdûn û jiyana civakî hildigire. Ev wate, rastiya jiyana wekhev û azad,

di xeyalên hemû mirovatî de weke bihûşt tê bi lêv kirin. Di vir de têkoşînekî dijwar ya mirov û xweza, mirov û mirov têdikoşine diyar dike. Ev yek di heman demê de jî têkoşîna jinê ya ji bo jiyana mirovatî bûn. Di vê wateyê de çiya cîh û warê mirovên lehengin. Mirovên agîd, mirovên azadîxwaz, mirovên ku evîna jiyanê di xwede hildigirtin hebûn. Di jiyana yekem ya mirovatî de, rolê jinê bi serekiye. Jin pêşenge, rûmete û afirînerê çanda xwedawendiyê ye. Dîroka Mezopotamya, dîrokekî dewlemend û pir bi nirxe. Ev dîroka paşeroj a rûmet di roja me ya îro de ji nûve zindî dibe. Dîroka Mezopotamya di heman demê de jî dîroka gelên bindest e. Ev têkoşîn dengê hest û ramanê gelan a hezar saliye. Wateya wê ya rast divirde derdikeve holê. Di kûraniya dîrokê de Mana heye. Ev yek têgihîştin, bawerî û têkoşîna dijwar bilêv dike. Em dikarin bêjin ku Mana, wateya jiyana azad û wekhev e.

 

 

Paraznameya Serok APO ya bi navê “Parastina Gelekî” ji bo me ronahiya têkoşînê ye. Ramanên pîroz a Serok APO, ji bo gelên bindest bû dengê qîrîna azadiyê. Pîrtûka pîroz ya Serok APO, pîrtûka bi nivîs ya gelê Kurd e. Dengê têkoşîna gelan a ku hezar salan hatiye bêdeng kirin, derxist holê û ji bo hemû cîhanê nîşan da. Di heman demê de jî têkoşîna jinê ya 5000 sal, bi şêweyekî wêje û dîrokî nirxande. Tişta ku herî ji bo me balkeş, rastiya gerdûn, xweza û jiyana mirovatî bi awayekî hevbeş şîrove kire. Bi şîrovên Serok APO ve, bergeha me ya gerdûn, xweza û mirov hate gûhartin. Bi awayekî felsefîk, ilmî di nava jiyan û gerdûn de wateya mirov, rastiya mirov tê de dijî vegotin kire. Ev yek hêştekî em, rastiya mirov, rastiya jiyan, rastiya gerdûn û di nav wan de jî rastiya kesayet bi awayekî hevbeş bigirin dest. Bi vêya ve girêdayî rastiya pêşketina jiyanê, merhalên dîroka mirovatî derbas dike, hemû bi zimanekî felsefîk pênas kire. Ev yek ji bo me nirx û wateyekî mezin hildigire. Ji bo wê pêwîst e em di ramanên Serok APO de, kûr bibin û têkoşîna xwe bigîhijînin azadi yê. Gûhartina zîhniyet, di vê bingehê de gengaz e. Heger em, gûherîna zîhniyet û raman jiyan nekin, em nikarin di têkoşînê de jî serkeftin bigirin destê xwe. Ev yek gengaz e ku em xwe lêpirsîn bikin û hest û ramanên xwe lepirsînê de derbas bikin. Ji ber ku gûhartina zîhniyet nebe, em her dem di têkoşînê de wê bibin temenê pergala desthilatdarî. Mînaka hilweşandina sosyalîzma pêkhatî, her dem li ber çavên me ye. Di zagona pêşketina cîhan û xwezayê de jî ev yek derbas dibe.  Têgîhiştina me di ramanên Serok APO de jî ancax bi vê şêwazî ve derkeve holê. Em dikarin bêjin ku; me bi perwerda paraznameya Serok APO ve pir  tişt hîn baştir û zelaltir derxiste zanebûnê. Di paraznameya dawî de Serok APO, rastiya mirov, hest û ramanê mirov ku di jiyanê de  dijî û bandorên li ser hebûna mirov dike, bi awayekî zelal nirxandiye. Li hember pirsgirikan pêwîst e em çawa nêzîk bibin? Bersiva rast dide. 

Di pêvajoya dawî de Serok APO, pêdiviya berxwedanî, pêwîstiya parastina rewa û mîsogeriya têkoşînê, xiste rojeva me. Şêweye şerê têkoşîna serdema 21’an bi awayekî bingehîn, bi rastiya cîhan û demê ve girêdayî diyar kire. Ev yek ji bo me bi awayekî mîsoger derdikeve holê. Ev pênas ji bo me erk û şêweyê demê ye. Di vê bingehê de xeta parastina rewa, pêwîstiya xwezaya mirovati ye. Pêdiviya parastinê, pêdiviya xweza û jiyana mirovatiyê ye. Di nava têkoşîna azadiya Kurd de artêşa jina azad, li gor ramanê Serok APO xwe ji nûve avadike. Di xeta parastina rewa de hizrandin û kûrbûn ji bo me pir girîng e. Bi taybetî jî artêşa jina azad YJA STAR, di xeta parastina rewa de heta giyana xwe ya dawî berkî dike. Di xeta parastina rewa de berkî kirin, di xeta azadiya jinê de berkîkirin e. Di heman demê de jî azwerî û girêdana azadî û têkoşînê ye. Em di vê pêvajoyê de xeta berxwedanî ya heval Bêrîtan pir dinirxînin. Ji ber ku Bêrîtan agirê azadiya jinê û sembola berkiya azadiyê ye. Serok APO jî di pêvajoya dawî de dijberî xeta xiyanet û radestiyê, pêdiviya berxwedanî bi lêv dike. Ev yek pir girîng e. Pêwîst e em weke têkoşerê tevgera azadiya jinê, di vê mijarê de rawestin û bihizirin. Rastiya Bêrîtan çî ye? Ji bo me xeta çalekiya heval Bêrîtan çi vegotin dike? Gelo ev rastiya ku hezar sale hatiye veşartin û dengekî kûraniya dilê mirov de deng dide çî ye? Em pêwîst e di têkoşîna xwe de vê mijarê pir niqaş bikin.

Dewra perwerdeya Ş. Bêrîtan, di bingehê paraznameya Serok APO de, bersiva van pirsana lêgeriya. Di xeta Ş. Bêrîtan de hizrandin û kûrbûn derkete holê. Bi taybetî jî têgîhiştina raman û zîhniyeta Serok APO, di têgîna şêwe û rêgezên têkoşînê de pir kûrbûn çê bû. Paraznameya Serok APO di hest û ramanên me de zanistiyekî kûr avakir. Ji bo ku akademî bi xwe jî, bi navê Ş. Bêrîtan hatibûn damezrandin, girîngiya pêşketin û gûhartinê hîn zêde derdikete holê. Ev dewra perwerdeya “di xeta Ş. Bêrîtan de xwe ji nûda avakirin” di hemû şagirtên akademiyê de coş û xiroştiyekî mezin afirand.

Heval Bêrîtan di sala 92’an de dijberî êrîşên xeta xiyanet û radestiyê, berxwedaniyekî pir dijwar meşand e. Baweriya wê ya jiyan û têkoşînê pir tûnde. Û di têkoşîna azadiya jinê de heta dawî bi awayekî mîsoger rêgeza xwe nîşan dide. Bêrîtan sembola xeta berxwedanî ya YJA STAR’e. Ev yek hezkirin û girêdana mirovatî diyar dike. Xeta wê ji bo me azweriya azadî û rastiya jiyana azade. Çalekiya Bêrîtan, di milê jinê de; pirsa bi hezkirinekî çawa û eşqekî çawa? re bersivekî ye. Bersiva herî rast em dikarin pêkhatina şêweyê di çalekiya heval Bêrîtan de bibînin. Bêrîtan bi şahadeta xwe ve, girîngî û mezinbûna têkoşîna azadiya jinê vegotin kire. Derxiste holê ku, bawerî ji her tiştî zêdetir girîng e. Ev yek rêgezê yekem a têkoşîna azadiyê ye. Di nava têkoşîna azadiyê de, bi rengê jinê û bi şêweyê hizrandina jinê ve bersivekî ji bo Serok APO pêşxiste. Rastiya hevaltiya jinê û girêdana jinê ya jiyana azadî û hevaltiya bi Serok APO re, ji bo hemû mirovan nîşan da. Ev xet, xeta me ya têkoşînê ye. Ji nûve avakirina PKK’ê û ji nûve avakirina PAJK’ê jî di vê bingehê de dinirxînin. PKK şêweyê jiyan û azadiyê ye. Ev rih û biryar, rih û biryara hemû têkoşerên azadiyê ye. Ruhê hevaltî û girêdana azadiyê zindî kirin, erkên me yên bingehiye. Ancax jinên azadixwaz dikarin, bersiva Serok APO bidin. Ji bo wê, xeta azadiya jinê parastin û ji bo azadiya jinê herdem jiyankirin pir girîng e. 

Divê bingehê de em hemû şagirtên akademiya Ş. Bêrîtan soz û peymana xwe ya têkoşînê bilêvdikin. Hest û ramanên şehîdên me yên pîroz, erkên me yê têkoşînê ye. Emê bi vê hest û ramanê ve heta dawî di têkoşînê de berkî bikin. Tiştekî Serok APO, gel û şehîd ji me dixwazin jî ev e. Bi wateya girêdana xeta berxwedaniya heval Bêrîtan ve, em ji çiyayên azad heta bahra şîn silav û rêzên xwe diyar dikin. Girêdana me ya azadiyê, girêdana me ya Serok APO ye. Em bi vê hest û ramanê nêzîk dibin û biryara xwe tînin ser zimên.

 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê