Tirkî  |  Erebî

Evîn Lêgerîn

jina azad kiyeDi bin navê qirkirina siyasî, civakî, biyolojîk, çandî, olî, aborî, fizikî, morel û exlaqî de me xwast bandora qirkirin û bijavtina li ser tekakes çawa pêk hatiye vekin. Pergala baviksalarî di serî de mirovan birçî û bêkar di hêle ji bo ku mirovan bi xweve bi de girêdan. Ev şêwaz li ser kîjan civak were pêkanîn jî wê civakî di tepsîne, dike xulamê xwe, bê wîcdan, bê exlaq dike û bê hişmendî dike. Ango wê ji tevahî nirxên wê dur dike û bi xweve dide girêdan. Di encam de ew mirov ji hebûna wê derdixe û hebûna wê ji holê radike. Em dema kesayet û civaka xwe şîrove dikin ev rastî pir berbi çav û eşkere derdikeve holê. Ji xwe em perwerdeyên xwe de jî li ser van mijarana pir disekinin. Di heman demê de em hevdû dahurandinan re derbas dikin. Ev pergala baviksalarî û modernîteya Kapîtalîzm mirovan tekakes dike û pêra jî civakî pûç dike. Lê mixabin pir cara em pir xwe di xapînin û xwe na bînin, wekî ku em ne ji ew pergala qirêş hatine. Ji bo wê jî em hertim derdorê xwe de diçin û tên, weke ku me dinava wê de jiyan nekiriye.

 

Em hemû jî ji civakek ku erdhejek mezin lê çêbûye hatine. Ev erdhejek wisa ye ku civak di dîroka mirovatiyê de heya niha erdhejek wisan re rûbirû ne maye. Ev erdhej mirovahî yê perçe perçe kiriye. Ev perçe bûyîn jî ne wisa perçe bûyînek hesane. Lê em pir bextiyarin ku em bijîşkek pispor re rûbirû hatine. Lê em ewqasî perçe bûne ku bijîşk çi dike nake nikare me bîne ser xwe. Ya giring jî ruxmê ku bijîşk ji mere nexweşiyên me di bêje jî lê em bixwe nikarin nexweşiyên xwe bînin ser ziman. Zimanê me heye lê nikare xwe vegotin bike. Gelo di be ku me ji serê xwe derb xwaribe? Raste rast me ji serê xwe derb xwariye. Ji ber vê yekî ye ku em ne di ferqa nexweşî yê xwedene. Ev bijîşkê pîroz di bêje ez dest ji we bernadim. Heya ku ez we tevahî ya derman ne kim. Em di başverûtî yê de berxwedidin, bijîşkê pîroz jî di azadî yê de berxwe dide.

Li gel hemû kêmahiyan jî, lêhûrbûyîna hûndirîn ne dayîna çêkirin, xwe ne êşandin hişt ku em xwe di eynika bejnê de ne bînin. Ji ber vê yekî em hertim di axivin û di bêjin, “weke ku heval jî anî ser ziman qirkirin û bijavtin li ser me jî bandor daye çêkirin.” Bi vê gotinan re di cewherde em xwe di xapînin û weke ku em di bêjin, “ev li ser min bandor ne daye çêkirin.” Ji xwe ew zimanê me yê glover û derdorê de zivrandin berhemê vê qîrkirinê bi xweye. Ji ber ku em wan taybetmendiyên xwe di asta jê nefret kirinê de dest nagrin û lêhûrbûyîn nadin çêkirin ji bo wê jî em dikin nakin nikarin bandorê vê qirkirinê li ser xwe bavêjin. Ji xwe ew taybetmendî yê ku ev pergala qirêj li ser me daye ava kirin di her tiştên me de xwe dide pêş. Di hemû ziraviyên jiyanê de pir vekirî derdikeve pêşiya me. Ev hem ji bo me dibe asteng, hem jî ji bo ev jiyana me ya pîroz di be astengî.

Ji bo vê jî beriya her tiştê pêwîste em xwe qanî bikin ku em Kurdin û pir leystok li serme tên çêkirin. Di cewherê xwe de em xwe ji nû de ava bikin. Pir cara di xeyalên pir hevalan de piştê şoreşê heye. Ji xwe Serokatî ji bo vê jî nirxandin pêşxist. Weke ku me şiyar bike. Divan çiya yên pîroz de mayîn ji bo me şansê herê mezine. Ji xwe dayikên me salane bi hesreta gundan û jiyana berê jiyan dikin. Lê modernîteya kapîtalîzm xwe li ser ciwanên vê demê dide jiyan kirin. Bajar bûyîna niha heta dawî yê ferdperestî yê pêşdixe. Em jî dinava wan qirêjiyan derketine û hatine ev jiyana bî rumet û çiyayên pîroz. Ji ber ku em xwe, dîroka xwe, çanda xwe nas nakin ji bo wê jî em pir zêde xwe na êşînin. Ji bo vê yekî, em xwe pozberê jiyanê dikin. Ma çima di me de li gor xwe bûyîn derdikeve, di milê xwe perwerde kirin de xwe ne êşandin, hevdû ne pejirandin û elimandinên me der dikevin pêş. Bêguman em xwe ne xapînin ev hemû dikeve bin xizmeta qirkirinê de.

Belê em destê xwe daynin li ser wîcdanê xwe û ji xwere bi samîmî bi bêjin, heya niha kî weke Rêbertî ewqasî nirx daye me û ked bi mere biriye. Na birastî jî heya niha kes ewqasî bi mere mijul ne bûye. Ew dem em bikaribin rast nêzî ev keda pîroz bibin. Xwedî nirxê xwe derketin, xwedî keda Serokatî derketine.

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê