Tirkî  |  Erebî

ji pênusa gerîla

penusa jın2Di dîroka Kurdistanê de qada Botan ê her tim li hember neyar dûr mayê. Botan kelha ku li hember neyar her tim berxwedanî kiriye. Di xaka Kurdistanê de perçeyê ku her ê dawî di milê neyar de hetiye dagir kirin Botan e. Dema wisa

di be ev dihêle ku bibe cihê ku herê zêde Kurdîtî were jiyan kirin. Ruxmê ku ewqasî xişimê neyar çê di be ev derane dibe damarê Kurditî yê bingehîn. Botan ango Mezra Botan, cihê ku xwe bi xwe li ser linga di hêle, bê ku pêwîstiyê tu kesê bibîne li ser linga di mîne. Botan, nevê ew gelên ku li ser jiyan dikine. Ji bo vê Mezra Botan di dîroka xwe de balê neyar û rikê wê kîşandi ye li ser xwe. Kesên ku xwastine li ser Botan ê hukmê xwe bide çêkirin beriya her tiştê dest teavêjin şêwazê jiyana ku xwe bi xwe rê ve dibe û bi serê xwe li ser linga di mîne tune bike. Mirovên Mezra Botan, di şertên erdnîgarî ya giran de mezin bûne û ji ber ku neyar wan dorpêç kirine têkiliyê wan ji cîhanê re qut kirine û kêmekê jî hişk mezin bûne. Di heman demê de hunerên wan yê li hember zor û zehmetiyê jiyan kirin, jiyanê dayîna ava kirin û afirandinê pir pêş deye. Ji bo vê jî her tim li hember hemû zehmetî yên jiyan ê çareserî hilberandine, bersiv dane û rê ya jiyan ê xêz kirine. Evne weke taybetmendî yên Botanî yên di Botanîyan de heye. Ger ku ferd di dilê Gabar’ê de hati be cîhanê, di hûndirê keviran de tirî gihan dibe, keviran çal kiribe û kiribe çavkanîya depoyên avê û çiya yê weke Pîrê Sim yê ku rê ya roje kê daxistibin pênç hurdem ew dem li wir pîvanên xweza yê cuda di şuxile.

 

Di dîroka Kurdistanê de kelhê ku bê navber berxwedaye jî Botane. Ev kelhên berxwedanî yê di dîrokê de kelhên berxwedanî yê tên binav kirin. Dema mirov li ser lutkeyên wê ber bi Başur ve meyze dike daristanekî pir mezin dikeve ber çavên mirovan. Di milê wê yê Rojava deşta Hezex xwiya dike, di milê wê yê Rojhilat de jî deşta Cîzirê ye. Di vê milê de cihê ku di pêşde dirêş dibe sînorê Rojava û deşta Dêrik xwî ya dike. Di hundirê vê deştê de cihê ku gundê Kovax û Deşta Darê cîh digre girek li ber çevê mirovan dikeve. Di Rojava yê van deran de li ser sînorê Suriyê çiya yên ku nêzî Nisêbîne çiya yên Bagok çavê mirovan dikeve û rêz dibe. Dema mirov berê xwe di de Rojhilat di despêkî de tişta ku çavê mirov dikeve ew çiya yê ewsane, bi heybet ango çiya yê Cudî ber çavê mirovan dikeve. Li gel wê jî çiya yê ku weke pişta kêrekî tûj dirêj di be û çiya yê Cudî re di be yek û çiya yê Kêra jî balê mirovan dikşîne li ser xwe. Di wê demê de dema mirov kêmekî çavên xwe di milê çepê de di zivrîne di bîne ku newalek kur û di wê newalê de rêyek asfalt xwe di zivrîne diçe boxaza Kasrok ji wir jî ber bi Cizîrê ve dirêj di be. Di kêlekî newal yên rast û çepê de cîhên cîhkirî xwîya di bin. Dêrgulê, bajarê Şirnex û girên ku cîhên garnîzonên leşkerî hene dikeve çav de. Piştre jî çiya yê ku bi tenê serêxwe biçûk, lê dîk, dîtîna wê ya bi zaxor, bi seknek azad û jî xwe bawer çiya yê Serxwebun bala mirovan dikşîne. Cîh cîh jî cîhên çandinî û cîhên daristanan tê xwiya kirin. Çemê ku di biharan de har di be û bi lêz dixwaze rojekî ji rojadin zutir xwe bigihîne Dîcle bi ew ava xwe ya sor re di herike.

Dema mirov ber bi Bakur ve di zivire ew çiya yê berfireh, tazî û asî bi zinarên xwe yê bi boz re baweriyek pir mezin dide mirovan. Çirav jî bi çiya yê ku navê wê çiya yê Lode û bi boxazekî re tê girêdan. Çiya yê Lode mizgîniya deşta Mişare û cîhên ku avane di de mirovan. Bi daristanên xwe yê ti jî, bi şînkatî ya xwere, bi xaka xwa ya bi bereket û çavkaniyên xwe yê avê re ji mirovan re agahî yê bereket bûyînê dide. Ber bi Rojava ve di milê çepê de deşta Haruna, Gundkê Melê, çemê Botan cîhê ku bi Dîcle re dibe yek û hemêza xwe ji mirovan re vedike. Di milê rastê de deşta Mişare re di be yek û çiya yê Ayne weke bangawaziyek nepenî bala mirovan dikşîne li ser xwe. Çemê Botanê yê ku ji Perwarî de di zivire tê li vir jî çiya yê ku girêdayî Mawa û Kerboranê çiya yê Dîlan cuda dike û sînorê bihuşte û bi xweşîk bûyînê re xîz dike, piştre jî kêfxweşiya gihandina Dîclere jiyan dike.

Belê weke ku hûn jî fêm dikin di be ku ev der di Kurdistanê de cîhê ku herê xweş yê ku mirov bi bîne. Ango Gabar. Dema mirov tenê bi serê xwe weke çiyayek binav bike wê pir kêm bi mîne. Gabar cîhê jiyanê, cîhê parastinê, cîhê hilberîn û berhemên herê giring e cîhê şere û yê ku têde cîh digrin jî wan di parêze. Ez dema van gotina ne rêz dikim dizanim ku ez mafê xweşîk bûyîn û wateya Gabarê yê ku di dîroka şerê me de heye nadi mê. Ji xwe mirov çiqasî behs bike jî wê kêm bi mîne.

Belê beriya her tiştê em erdnîqariya Gabarê nas bikin. Dema mirov ji di milê Cizîrê rê bi maşîne dikeve rê ew dem mirov dikeve rê ya Hezexê de. Dema mirov ji Îdilê jî rê dikeve ji derveyê bajêr ber bi tabura neyar yê ku ber bi sînorê ve yê herî mezin re derbas di be û ber bi sirtekê ve diçe. Tabur cîhe kî pir fireh de xwe cîh kiriye. Saha wan yî leşkerî jî ew cîhê ku ji Dîcle heya ber bi gundê Basîske digre dinava xwe. Ev tabur di sala 1992- 93’an de bi avetina topan re bi dehan malên Cizîrî ya xirab kiriye û bi deha zarok, dayîk û baban qetil kiriye. Dema maşîne di hundirê gundê Basîskê re derbas dibe hêdî hêdî boxazê qut dike û digihije deşta Cizîrê-Hezexê. Dema mirov kêmekî din meşiya gundê Hoser derbas dike, ji gundê mizgevtê jî berbi milê rastê ve dikeve li ser rê ya gundê stabilîze û berbi ava Dîcle ve diçe. Ji gundê Cerahî şunde jî êdî rê bi meş despê dike. Ev gund jî ji eşîrên Kiçîne û bi milîsên xwere pir alîkarî dane tekoşîna me ango gundek welatparêze. Ger ku kelekên gundê Cerahî û gundê girêdayî Hezexê Xendek ne bûya ava Dîcle derbas kirin wê ji bo me pir zehmet be. Kelekvan bi nepenî yekî lastîkên xwe tîne, ji cîhekêdin jî dar û werîsên ku veşartine tîne. Bi germahiyek pir mezin bi dest çêkirina wê dike. Di vê kêliyê de her kes karekî dike. Carna ev kar pir zu xilas di be carna jî seatan berdewam dike.

Dîcle wisa xwiya dike ku pir rehet û nazenîn di herike. Lê dema mirov diçe navenda wê ew dem di bînê ku çiqasî şêt di herike. Ji bo wê ji kelekvan pir bi lez dikin, ji bo ku xwe bigihînin milê din yê avê. Dema mirov diçe milêdin yê avê ew dem lingê xwe datîne li ser qontarên Gabarê. Ev cîhên ku di berê de hatine diyar kirin cihên aîdên gundên girêdayî Gabarê yê Keraşan û Zewê ne. Ji gelî yê Quzrê newal bi newal mirov di hilkişe çiya yê Bizina. Çiya yê Bizina çiya yê Gabarê yê ku despêk û yê herê bilinde. Li vir em behsa çiya yê ku li gel çiya yê Bizinane, çiya yê Dera yê ku bi çiya yê Cudî yê Kêrasî re dibe yek bikin. Ev der pir zaxore û ji bo derbas bûyîna Cudî cihê Gabarê yê dawî ye. Weke kêrekê tûj ber bi Dîcle ve di çe û cîhê ku ev çiya Rîsor qut dike jî jê re di bêjin boxaza Qesrok. Berdewama wê jî Kêra Cudî ye. Ev der cihê ku heval Şiyar (Kazim Kulu) bi 11 hevalan re sala 1992’an de ji bo ku derbasî Cudî bi be navber didin û pişt re jî li vir şehîd dikevin. Ji bo vê jî di tekoşîna me de cihêkî xwe yê giring heye.

Lutkeya çiya yê Bizina yê herê jor jî Gavser e. Di hûndirê wê de jî xanî yên bin erd yên bi navu deng Hazarokan, Zivingok, Bunusta û ber bi çiya yê Findik jî gundê Awen û Benat cîh digre. Milê Çiyayê Bizina yê Rojhilat jî gundê Dara, Qesrok, Şerefî yê cîh digrin. Ev gundane herê zê de bi çandinî û sewalan xwedî dike. Dema mirov dikeve hûndirê deştê de gundê Aşilme bi fêkiyên xwe, bîstanên xwe, darên xwe re dikeve pêşiya me. Di heman demê de, gundê Berêmirî ji bo ku mirov hilkişe Gabarê gundê ku tê bikar anîn. Piştê ku mirov ji Berêmirî ya seatek nîv rê di meşe digihije lutkeyên Gabar û li ser girê Şehîd Osman. Mirov li ser vêderê di rune û derdorê xwe meyze dike û pirsan ji xwe dike. Gelo kijan heval van deran re derbas bûye, li ber vê çiya yê çi hate jiyan kirin, li ser wê çi hate jiyan kirin, li van deran çi qewimî ye, kî hat, kî derbas bû bersivên van pirsane bi serê xwe pirtûkin. Di milê girê Şehîd Osman yê Başurê Rojava de noqta heval Cemal heye, noqta Hêk, noqta Jiyan ê, noqta Xursê, milê Rojava jî, noqta Golê, noqta Hirareş, Sîpîvyan, Helîkopter û noqteya Newrozê heye. Dema mirov kêmekî ji girê TRT û çeşmeya Kaya ber bi milê rastê ve di çe cihê ku heval Egîd şehîd ketiye dikeve pêşiya me. Ev der navenda gundên Meydin, Derşev, TRT û Sîpîvyan e. Ango ji bo tevger kirinê cîhekî ku mirov bikaribe her deran ve biçe, ewqasî cîhekî stratejîke.

Dema di milê Rojhilat re li ser Cudî re mirov derbasê çiya yê Gabarê di be, di despê kê de rê ya Şirnex û Cîzre tê qut kirin. Bi Kêra derbas dikin û rê qut dikin, boxaza Qasrok û piştre jî Bakurê rojava re xetek te xîzkirin, Dara Şerefiye, Meydîn û di xeta Deştalala re derbasê Gabarê di bin. Di milê Bakur de jî ji bo hatinê rê ya ku, çiya yê Çirav, Reşîne û gundikê Şex re derbas dibe tê bikar anin. Dema mirov ji çiya yê Çiravê tê ji gundê Nîtê xwe berdin jêr di deşta Çelê Mazî û bin gundê Serxate derbas dikin û rê ya hestira tê şopandin ava Basret tê derbas kirin û derbasê gundê Basret dibin. Ya herê giring jî, dema mirov ber bi lutkeyan ve diçe serincên ku di berê de hatine çêkirin tê pêşiya me.

Dema mirov bixwaze di milê Rojava de derbikeve li ser Gabarê di milê Kerboran li çiya yê Dîlan û çiya yê Mawa ava Botan tê derbas kirin û derbasê deşta Harunî û Mişarê tê tê kirin û wisa derbasê Gabarê tê kirin. Dema li çiya yê Dilan re bi kelekan av tê derbas kirin, Basa ya ku navçeya deşta Harunî ye ji wir jî li ser gundê Çelak re derbasê Bana dibe.

Nirxên me yên mezin yê ku me li Gabarê winda kirine, îro wê heremêre bûne yek û wisa tên bîranîn. Ji van nirxên me yê herê mezin jî rêheval Egîd e. Heval Egîd di heremê de bi Gabarê re tê butun kirin û wisa tê bîranîn. Li ser vê bingehê di şexsê wan rêhevalên me de çiya yê Gabarê, hevalên li wir şer dikin silav dikim.

Bêguman Gabar bi her awayî anîna ser ziman pir zehmete û pir lewaz jî di mîne. Ji bo vê jî, di beşa din de jî emê giring bûna Gabar, yê di tekoşîna me de, giring bûna wê ya di alî siyasî, leşkerî û staretjîk de, li ser rewşa neyar û yê gel bisekinin.

 

 

 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê