Tirkî  |  Erebî

Leyla Amudê

Ev her du têgih her dem tên bilêv kirin. Di heman demê de yê ku herê zê de balê dikşînin li ser xwe jî ev her du ne. Di roja me ya îro de jî yê ku herê tên lêkolîn kirin jî ev her du ne. Girêdana van her du têgih bi hevre pir bingehîne û ji hev nayên qetandin. Ji xwe her tim bi hevre tên gotin. Bi taybetî jî dinav zimanê Kurdî de ango di zimanê me yê dayî kê de. Ev her du ewqasî hevdu re girêdayî ne ku weke perçeyên ji hev nayên qetandin. Jin û jiyan… Gotina jin ji jiyan ê tê. Gava ku mirov lê dihizire di bêje gelo çima ev herdu têgih ewqasî di şibîn hev û bi hevre tên gotin. Ez dixwazim di çend zimanan de mînakê vê bidim. Di zimanê kurmancî de di bêjin jin û jiyan. Di lehçeyê Soranî de jî di bêjin “afret”ango jiyan ya ku jiyan ê di afirîne. Di ziman ê erebî de jî di bêjin “elmera”, heyat ango jin û jiyan. Di zimanê farisî de jî di bêjin “zen” ango zindî bûyîn. Mirov di van zimanan de jî di bîne ku jin û jiyan tê wate ya hezkirin, xweşi bûyîn û parastina jiyanê. Ango jin, jiyan ê dike weke çemê avê, yê ku her tim di herike, pêşda di be û dike weke biheştê. Dema ku mirovahî xwe hesiya ye û xwe naskiriye ew dem jiyan ê jî nas dikin û binav dikin. Di roja me ya îro de ya ku herê zê de tê behs kirin ji jiyane lê, yê ku herê zêde jî bê wate dikin ji cewherê wê tê derxistin jî jiyan bi xwe ye. Pergala serdest herê zê de êrîşê jiyanê dikin ango êrîşê jinê dike. Jin û jiyan ji hev nayê qetandin, ger ku were qetandin wê jiyan bisekine û her tişt ji rêzê bibe. Di vê mijarê de Rêber APO di bêje; “jiyan di derdorê jin de ava dibe, jin afirîna re û bi jin ê re jiyan pir bi sihêm (mûthîş ) tê jiyan kirin. Bi jin ê re jiyan xweşik di be.” Birastî jî dinava van gotinan de kur bûyîn û wateyê rast dayîn wê me ber bi rastiyê ve bibe. Ji bo ku em jin û jiyana ku di derdorê jin de tê avakirin baş nas bikin pêwîste em xwe û dîroka xwe nas bikin. Mirov di serdema Neolotîk de rastî ya jin û dîroka jin hên zelaltir û baştir di bîne. Jin ji bo ku jiyan ê bi afirîne, civak bûyînê bi afirîne her tim dikeve nava liv û tevgerê de.

 

 

 

Di encamê liv û tevgera jin ê de  mirovahî fêrî çandinî di be. Ev jî di be rêbazê debara xwe pêşxistinê. Di vê derbarê de Rêber APO di bêje; “pêdivî yê mirovahî yê, wan dixe dinava liv û tevgerê de û ev jî dibin pêşengtî ya jin de tê despê kirin. Pêdivî şoreşa dayîk ê heye. Şoreşa Neolotîk jî di bin pêşengtî ya jin de ango dayîk de tê despêkirin. Çandinî di be çanda mirovahî yê û heya roja me ya îro jî berdewam dike. Bi ked û berhemên jin re nirxê dayîk derdikeve holê û digihije asta Xwedawanda. Pir taybetmendiyê jin weke, anîna wê ya zarok, rêxistin kirina wê, hêza wê ya kedî kirin ê, xurtkirina wê ya aboriyê û h.w.d di hêle ku jin bi nirx bibe û balkêş bûyîna wê, xweşik bûyîna wê derbikeve. Ji xwe jin wekhêvî, maf bûyîn, hezkirin û edalet bûyînê ava kiriye. Ev taybetmendiyên jin hêla ye ku her kes wê guhdarî bike û otorîterekê wê ya xwezayî pêşbikeve. Ji bo parastin û civak bûyîna mirovan jiyana gund ava dike. Tiştekî ji bo mirovahî yê pêwîste weke têr bûyîn, parastin û zêde bûyîn bi destê jin tê avakirin, ango pergala jin li wir tê meşandin. Birastî jî mirov dikare bibê je jin hûnermendekê pir pîroz û mezine. Hûnermenda despêkê jin bi xwe ye. Di heman demê de exlaq û zagonên despêkê jî jin di afirine. Ola yeke mîn ji bi destê jin tê ava kirin. Ango animîzm. Têkiliyê jin yê bi xwezayê re jî pir nepenî ye. Her tişt weke xwe zindî di bîne û bi wê awayî nêz dibe. Di serdema dayîk salarî de jiyan dinava xweşî û wekheviyê de di meşiya. Di wê serdemê de tu pirsgirêkê mirovan nîn bû. Ger hebe jî dinava xwe de bi rê ya çareserî yê re tê çareser kirin. Mirovan xwezayê weke dayîkan ji xwere di bîne, wisa jî nêz di bûn û dinava hevsengî yê de jiyan dikirin. Tu tiştekê ku wan bide tirsandin û wan tengav bike nîne. Çanda dayîka Xwedawand weke çandek, nirxek pêş dikeve û domarî dike.

Ev heqîqeta hatî winda kirin bi destê Rêber APO cardin derket rû yê cîhanê. Serokatî vê rastî yê ji înkar kirinê rizgar kir. Rêber APO lêkolîn kir û derxist holê. Serokatî ji bo vê di bê je; “em di despêka dîrokê de veşartîne û dîrok jî di roja me ya îro de veşartiye.” Em dixwazin baş bizanin ku ka çima girêdan bûyîna jin û jiyan ewqasî bi hevre kure? Dema mirov lêkolîn dike û bi roja me ya îro re pêşberê hev dike dinava matmayînek pir mezin de di mîne. Di roja me ya îro de wisa bûye ku jin û jiyan li hember hevdu biyanî buyînek pir mezin jiyan dike. Ewqasî biyanî bûyîn heye ku hev du nasnakin. Bêguman sedemê vê pirin. Gelo, çima ewqasî li hember xweza ya xwe berûvajî bûye? Ji xwe piştê wê hesûdiyek pir mezin pêşdikeve. Kînek pir mezin li hember dayîka Xwedawend digrin û dekû dolabên despêkî li hember jin pêşdixin. Li hember pergala jin ê ciwanan rêxistin dike û bi demê re pergala xwe ava dike. Bêguman ev dem jî pir bi êş û bi tekoşîn kirinê re derbas dibe. Jin berxwedanî û tekoşînên pir dijwar dide meşandin. Ji xwe di kesayeta jin de civak jî winda dike. Reng û dengê jinê hemû têk diçe, hişmendî yê zilamê serdest bi vê awayî pergala xwe ava dike. Jin dikeve nava çar dîwaran de, jiyan jî dikeve dinava qefesê de. Jin û jiyan di bin zilm û zordarî yê de dinale. Pergala zilamê serdest her çiqasî dixwaze û hewildan di de ku jin û jiyan dinava çembera xwe de bi fetisînin jî lê, jin ti carî xwe radest nake û her tim tekoşîna xwe ji bo azadî û nirxên xwe dike. Jin her tim di dil, mejî, ruh û ramanê xwe de ango di guncike kê dilê xwe de xwe veşartiye û benda derxistinê maye. Di roja me ya îro de bi şoreşa PKK’ê re û di bin pêşengtiya Rêber APO re jin û jiyan serê xwe hilda. Jin qîr kir û got; “yan mirin yan azadî.” Bi vê re dest bi tekoşîna xwe ya azadî û rizgari yê kir. Ev berxwedanî bi berxwedaniya zîndana Amedê re despê kir. Bi berxwedanî ya Mazluman, Kemalan re û Sara yan re despê kir. Ji mere rê ya şoreşê ronahî kirin. Ew leheng û qehremanên gelê xwe û doza xwe bûn. Ew gotin; “em ser didin, lê sir nadin.” Ji bo wê gotin; “berxwedan jiyane.” Ji bo jiyanekê bi azad û rûmet bi hezaran mirov derketin li serê çiya, bi taybet jî jin. Jin her tim girêdan bûyîna xwe ya jiyanê re pir xurt bû. Ji bo wê her tim berxwe dida. Bi dehan jin xwe kirin bombeyê zindî. Bi sedan jin di sengeran de heyanê henaseya xwe ya dawî berxwedan. Ev hemû dide diyar kirin ku, jin çiqasî bi jiyan ê re girêdayî ye. Ji bo azadî ya jin û jiyan ê cangoriya jin sînoran nas nekir. Encama wê jî tekoşîn, bexwedan û artêş bûyîna jin e. Rêbera APO di bêje; “şoreşa jin ê berdewama şoreşa neolotîkê ye. Şoreşa jin ê şoreşa azadî yê ye, di vê hûn serbêxin. Şoreşa jin ê xilas kirina jiyan ê ye.” Birastî jî jin û jiyan dinava xeteriyek pir mezin dene pêwîste werin xilas kirin. Ev her du têgeh ti carî ji hev nayên qut kirin. Ger ku jin azad bibe wê jiyan azad bibe. Jiyan azad bibe jî wê jin azad bibe.

Ya giring ewe ku tevahî jin xwe baş nas bike, xwedî nirxên xwe, dîroka xwe derbikeve. Em ji hev hêz bigrin û bi hevre bi bêjin, “jin jiyan azadî.” Jin jiyan e, jiyan ê qetil nekin. Pêdivî heye ku, em bi îdayekê pir mezin û xurt tekoşîna xwe ji herdema zêdetir bilind bikin. Ango tekoşîna rizgariya jin misoger bikin.        

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê