Tirkî  |  Erebî

Rûken Sîpan

penusa jin 2Pergala deshilatdariyê bajar weke cihê herê pêşketî û cihê jiyanê dide diyar kirin. Lê belê, ya rastî bajar cihekî ku tenê mirovan weke makîne bi kartîne. Mirovan bê kar û bê xebat dike. Wisa li mirovan dike ku ne ji bo

jiyanê xwarin, ji bo xwarinê jiyan kirinê fêrî mirovan dike. Her wiha mirovan ji çand û exlaqê civakê dur dixe û mirovan dixe ximbil. Çawa ku dema mirov televîzyon temaşe dike, kumandu destê mirovande çi di xwaze di be ser wir pergala deshilatdariyê jî eynen wisa li mirovan dike. Mirovan ji her tiştî dûr dixe, wisa dike ku di mirovan de ji bo jiyana xwe parsatinê tu reflekes na hêle ewqasî mirovan tûne dike. Her wiha gund û jiyana gundan jî înkar dike, hov û biçûk dibîne. Xeteriyên pir mezin di bajaran de hatine ava kirin. Weke ku bajar ji bo mirovahiyê bûne xefkên kedî kirinê. Em pir baş dizanin ku cihê ku ruhê wek hevî, civak bûyîn, komînal, parastina cewherî pêş ket jî çiya û jiyana gund bû. Lê, hişmendiyê pergalê baviksalarî di hişê mirovan de wisa daye avakirin ku, çiya cihê hov û wehşane. Ji bo vê jî tu kes naxwaze ji bajaran derbikeve û li gunda ya jî li çiya jiyan bike. Pir cara pir kes hene ku, rev bi rev ber bi bajaran ve di revin. Lê belê, pêwîste pir baş were zanîn ku ger ku em dixwazin rastiya xwe û rastiya jiyanê baş fêm bikin û nas bikin, hewce dike em bizanibin ku her tişt di çiya de veşartiye. Ruhê wek hevî û mirovahî yê di çiya de hatiye veşartin. Ji bo wê jî, di çiya de jiyan kirin mirovan berbi cewher û rastiya xweve dibe. Çiya wergeha azadiyê ye. Ji xwe em pir baş dizanin ku çiya her tim bûye mesken û warê xwe parastinê. Ji bo vê yekê jî çiyayên pîroz her tim bûye dayîka mirovahiyê. Hemêza xwe ji her kesê re vekiriye û her kesê ku xwastiye rast jiyan bike û xwedi li nirxê xwe derbikeve jî xwe avetiye hemêza çiya.

 

Çiya mirovan ji her cûrên qirêjiyê û gemariye diparêze. Ji bo vê ye kî ye ku çiya hemû pîrozbahiyan dinava xwede hewandiye û pêşwaziyê mirovan kiriye. Bi pîroz bûyîna xwere pir mirovan jî pîroz kiriye û ji mirovan re bûye cihê hêvî û baweriyê. Çiya hemû derfetên ku mirov berbi azadiyê vê gavên girîng bavê je dide mirovan. Di çiya de mirov his dike ku mirov e û xwedî nirxên mezinin. Mirov di çiya de dibe xwedî vîn, zana bûyîn û hêza wate bûyînê di mirovn de pêş dikeve, fêrî ked dayînê dibe û bi ked dayînê re mezin dibe û hestê hevdû his kirinê di mirovan de ava dibe. Mêjî û fikrê mirovan pêş dikeve. Ew dem mirov ji xwere dibeje, “ya, em çiqasî biçûk û nezan mane.” Mirov xwe lêpirsînan re derbas dike. Êdî mirovan de meraq pêş dikeve, lêgerîn pêş dikeve. Ev jî di mirovan de hêza tekoşînê ava dike. Ruhê berxwedaniyê pêş dixe. Her tişt bi hevdu ve re girêdayî ye. Di çiya de mirov fêr dibe ku her tişt dinava ahengek de jiyan bike, tu zîndî ya dî tûne nake. Her tişt ji bo temam kirina hev dûye. Bêguman, ew dem em fêm dikin ku em jî perçeye kî vê ahengê ne. Lê, mixabin pergala baviksalarî ewqasî me ji cewherê me dur xistiye ku, em ne xwe ne jî xwazeyê nas nakin. Naskirina me jî hemû berûvajî ye. Dema mirov ber bi çiyayên pîroz vê gav tavê je hesta ku di despêkî dê mirov jiyan dike û dibîne jî, “ew çiyayê pîroz hemêza xwe ve dike û di bêje hûn bi xêr hatin jiyana pîroz.” nizanim ji min re wisa hat. Ez bawer dikim jî pir kesan re jî wisa hatiye. Belê, dema mirov bi çavê tekoşervanekê van çiyayên bedew meyze dike ew dem nirxên wê hîn zelaltir dibîne. Bi taybet jî dema mirov gerîlayê azadiyê be ev hest hîn cûdatir û bi watedartir dibe.

Dema mirov di bin sterkan de dimeşe, li ser avekê re derbas dibe û kulmek tavêje rûye xwe, bi dengê cûken cûrbicûr li ser patîka dimeşe ew dem mirov dibêje ev deng û rengê jiyana raste. Bi taybet jî dema mirov ji rê yekê dûr tê hevalê mirov tê pêşiya mirov bi rûkenî xêr hatin mirovan dike û piyaleyekê ava sar dide mirov ew dem mirov dibêje jiyan di kenê hevaltiyê de veşartiye. Ango jiyanekê bi wate, jiyanekê hemû pak bûyîn û bedew bûyîna dinava xwe de dihewîne. Belê mirov di van çiyayên pîroz de mirov xwe pir bi hêz dibîne, bi taybet jî dema ev çiyayên pîroz û ev jiyana bi rûmet bi hevre dibin yek hêzek û xweşiyek pir cûda tê avakirin. Belê ev çiyayên bedew û giranbûha him mirovan di parêze him jî dixe parêz van.

 

 

 

 

 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê