Tirkî  |  Erebî

Ji pênûsa gerîla

Gelo ma rojbûna despêka jiyanê weke rojbûna Zapê ye. Yan jî ji rageş bûyîna wê û xweser bûyîna wê bû. Di herikandina Zapê de, rengê wê de û xweşik bûyîna wê de cûda bûyînek hebû. Dema mirov li Zapê meyze dike di despêkê de

saf û paqijiya mirovên despêkê tîne bîra mirovan, bi rageş lê bêdeng weke herikandina dîrokê xwiya dike. Ew di naven da tekoşîna azadiyê de zayîbû û berbi xakên dayîk ve di here. Wisa xwiya dike ku hewil dide hin tiştan bigihîjîne cihê wê. Dibê qey hin tişt ji bo mirina wê dibe asteng, ji bo wê, bi wê teşqelê re pêwîste çavkaniya xwe de bi herike. Li gor hin kesan eşge, li gor hin kesan jî hêviye, dibe ku hemû tiştan di nava xwe de di hewîne. Di her pêlekê wê de nepeniya wateya jiyanê heye. Dem nikare xwe bi gihîne Zapê. Dibe ku Zap ji beriya demê di herike. Gelo ji bo wê jêre tê gotin “Zê”ango “ava Zê” ev av çiqasî zayîna pêk aniye û ji kuderan di zê? Di ava wê de çend xwedewand xwe şûştine? Ji çend zîndiyan re bû tov û ji çend jiyanan re pîrektî kiriye? Zap ji kurahiya dîrokê de di herike ji bo wê ye ku pir bi rageş û delal di herike. Zap bûye ava tekoşîna azadiyê û di herike Kurdistanê. Ji xwe yê ku Zap bi wate dike jî rageş bûyîna wê ye. Di van çiyayên bedew de her ku dem diçe jiyan û raboriya me bêtir bi wate dibe û dewlemend dibe.  Dibe ku dîroka Zapê zanîn dîroka xwa zanîn be.

 

 

Çiyayên Zapê pir bi heybetin û di geliyên wê û lûtkeyên wê de hêviyê azadiye veşartiye. Dibê qey dayîka min a Xwedawand bi destê xwe tevahî xweşik bûyîn û hêza xwe dayê vanderan. Zap  xweşik bûyîneke nayê gotin. Rengê tevahî xwaşik bûyîn û bedewbûyîn di ava Zapê de veşartiye. Li gor hina ava Zapê her tim eynî di herike, na ne wisa ye. Her roja wê pir cûda ye û her herikandina wê jî pir cûda ye. Di kelekên ava Zapê de darên sipîndarê weke stûnê jiyane dirêj  û girş rêz dibin. Dema av zêde dibe bi avê re ew paçên ku tên di çiqlên darê ve di mîne. Di bê qey hemû hêviyên ku vê avêre hatine gotin bi van paçan re dibe  yek û ew dar jî bûne darên daxwazan. Di her darêkê de tijî perçeyên paça di mîne. Belê, em di kêlaka ava Zapê re derbas dibin û me cihekî baş dît û em rûniştin. Cardin dora axiftinê dora ava Zapê bû, me jî di bêdeng bûyîna wê de dengê dilê xwe dibihist. Ava ku ji  zayîna jiyanêr bû ye çavkanî, ji gerîlare jî dibe çavkanî. Ger ku rojekê hûn jî weke me li qeraxê wê  rûniştin, hûnê jî bibînin ku ew ê ji were behsa herikandina jiyanê bike. Zap her tim li hember her tiştên ku tên kirin çawa di rageş bûyîna xwe de tu tawîz nedaye tîne ser ziman. Ya jî jiyana xwe tîne ser ziman. Kî dizane dibe ku ava Zapê çend hezar salin wisa di herike. Em hemû bi  hêviyê xwe re weke ava Zapê di herikin. Em ne bin jî, lê wê hêviyên me di vê avê de bi herikin. Dibe ku ji bo wê ye jî bi salane ev avane wisa di  herikin. Ez weke jinek heycan û kêfxweşiya di nava gerîla de û di nava ewqasî xweşik bûyîna de jiyan dikim. Belê, em di şiverê yên bi azad de rê ya xwe berdewam dikin. Ez xwasteka xwe yê sala nû tenê di guhên wê de di bêjim. Em dikevin salakê nû. Ez dixawazim weke ava Zapê bi herikim, jiyanê di tama gerîlatiyê de  bi serkeftinê ra taç bikim.

Em  di serdemeke wisa de jiyan dikin ku qaşo ilm û teknîk wisa pêş ketiye, lê ev jî ruhê mirovan perçe dike û ji manewiyatê dûr dixe. Tiştekî herî bi êş û trajedîk jî eve. Em ewqasî ji xwe dur dikevin û li hember xwe biyanî bûyîn jiyan dikin. Cardin di mirovan de xeyalên ewqasî tirs û dudilî ava dike ku nayê gotin. Li gora pir kesan çiya pir cûda ye, her kes li gor xwe û zanebûyîna xwe nav lê dike û şîorove dike.  Lê, em li vanderan  jiyan û kesayetên nû ava dikin. Ji xwe em gelek î çiyayîne û me jiyana herî bi wate û xweş di van çiyayan de jiyan kiriye. Jiyana despêkê di van xakan de hate avetin. Di ava Zapê de zarokê despêkê hatê şuştin.. Ew şahîdê tevahî dîroka meye… Em niha cardin li van deran eşq, xweşik bûyîn, azadî û ji bo mirovahiyê çi tişt heye li van deran ji nûve ava dikin. Çawa ku ava Zapê ji jiyanê re çavkanî dike, jiyanê di xwe de ava dike, em jî li van çiyayan  bi salane ava wê vedixun û dilê xwe têde dişûn. Ji bo wê jî em ê  weke wê jiyana nû ava bikin, em ê weke wê azad berbi jiyanê ve bi herikin. Em ê bibin sûlav û ji sertabên welatê xwe de bi rişin li ser xaka welatê xwe û em ê li wir şîn bikin jiyana azad. Em ê her tiştê li wir bi wate bikin. Erê ez bi van hêvîyan re dikevim salekê nû.

Carekê din jî me ji ava Zapê kulmek av vexwar û me dest bi mêşa xwe kir. Li hember min girê Cûdî dirêj dibe. Kî dizane çiqasî şahîdî ji lehengên nemir re kiriye. Lehengên welatê min çiqasî li van deran re derbas bûne. Tenê şahîdekî wan heye ew jî Zape… Lê, ew jî êdî hejmara rêhevalên şehîd nizane. Min di vê meşa xwe de rêhevalên xwe yê ku demekê dirêj bûn ne dîti bûn dîtin û me hevdû bi hesreta salan hemêz kir. Piştre me bi dest bi vegotina paşaroj  û bîranînên xwe kir. Ya herî giring jî me behsa xeyal, hêvî yê pêşeroja xwe kir. Ji hemû hevalan eynî nêrîn û deng derket. Em bi hêviyên pir mezin ketin sala nû. Dema min ji hevalan daxwazawan ya sala nû kir ji hemû hevalan eynî nêrîn der diket, “ya bi Serokatî re ya jî qet.” Çavê min ti jî di bîn lê rêhevalê min cardin kêfxweşî didin min. Ya herê xweş, bi wate û bi hêz jî di tevgerekê wisa de cihê xwe girtine. Min xwe ji hemû zehmetiyên ku sala nû bi xwere bîne amade kiriye. Ji ber ku rêhevalên min yên ku dilên wan weke ava Zapê mezine û ji bo tol girtinê dilê wan weke ava Zape rageş lê dide.  Ji bo vê jî bi hêviyên pir mezin dikevim sala nû. Ez jî weke rêhevalên xwe aşîtî, demokrasî û azadiyê niyaz dikim.  Ev sal wê bibe sala pêkanîna sozên ku me ji bo rêhevalên xwe yên pakrawan dane. Birastî jî hêvî û bawariyên me qandî çiyayên welatê min mezin û bê hempane. Dema mirov xweşik bûna welatê xwe gav bi gav di gere û di bîne ew dem mirov di bêje; “ey welatê min ez niha te baştir fêm dikim û his dikim. Çima ewqasî te dagir dikin û dixwazin te perçe perçe bikin.” Lê, em êdî zane bûne û bûne parezvanê walatê xwe, wê êdî dagirker ne welatême ne jî xaka me ne kare dagir bike. Her ku mirov welatê xwe û çiyayên xwe di bîne dil û ruhê mirovan jî ewqasî mezin û fireh dibe. Emê destur nedin ku ti hêz welatê me birîndar bike. Belê di vê rêwîtiyê de hest û ramanên min de pir cûdahî hatin ava kirin. Cardin aza Zê dil û çavên min ronî û zelal kir. Di despêka rêwîtiya min heya niha pir tişt ji minre got. Weke çawa dayîkek zarokê xwe re her tim şîretan di de ava Zê jî ji min re ewqasî şîretan da.  

Em lehengên hêviya vê jiyanê ne, me navên xwe jî wisa li ser van çiyayan xîz kiriye. Ji bo vê me dilên xwe ber bi ava Zê de berda. Ji bo ku em van xeyalên xwe pêk bînin. Bêlê rêhevalên min yê hêja bila hêviyên we qandî ava Zê mezinbin. Bila rageş bûyîna we jî  her tim weke herikandina ava Zê bi rageş be. Çawa ku avên welatê min ji bo jiyanê dibe çavkanî, bila hezkirin û sekna we jî bibe çavkaniya jiyana me.  

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê