Tirkî  |  Erebî

Evîn  Welat

Dinava jiyana PKK’ê de mirov di be xwedî ezmûnên pir bilind. Ev ezmûnên mirov jî mirov ber bi bilind bûyînê ve dibe. Ango ew bilind bûyîn jî cewhera PKK’ê ye. Ew jî cewhera civaka exlaqî û polîtîke.

Mirov her ku dinava jiyanê de jiyan dike û ji xwere di bêje, “başe ez PKK e lîme û dinava van nirxên mezin de jiyan dikim.” Belê, Rêber APO di me de hestên ewqasî pîroz ava kirin. Çawa ku me di afirîne ewqasî hestên me û meyzekirinên me jî tên afirandin. Pir cara jî mirov ji xwere di bê je, “ez dikarim bibim aferîner?”. Erê min van hest û lêhûr bûyînan di encamê perwerdeyê me yê ku me dîtiye dest xist. Dema me paraznameyê Serokatî yê “Parastina Gele kî” di dît ev hestane di min de weke çemekê xwe dan herikandin. Min di hûndirê perwerdê de civaka xwe, kesayeta xwe û malbata xwe dinava tehlîlan re derbas kir. Ew dem min dît ku em çiqasî hatine xapandin û mejî pir xwe xapandiye. Ew dem min pir baş fêm kir ku ferd bi tena serê xwe nikare bibe civak, pêwîste mirov civaka xwe jî ava bike. Ji bo wê jî rêxistinekê bi hêz bidin ava kirin. Ez ezî bûyîn û hişmendiya ku pergala baviksalarî di kesayetê me de dayî avakirin me ji hemû nirxên me qut kiriye û me bi tûne bûyînê re rûbirû hêla ye.

 

Min fêm kir ku di pargala bavik salarî de mirov hîçe. Tu qiymet û nirxê mirovan nîne. Bi taybet jî yê jin. Pergala zilamê serdest wisa li me dike ku her kes xwe di jor de di bîne û di jêr de li hevdû meyze dikin. Lê mixabin me ne dizanî ku em mirovên bê vîn û kolene. Ango ewqasî me xwe di xapand. Me jin bi xwe jî wisa li xwe meyze dikir. Me weke jinekê erk û rola xwe ne dizanî. Birastî jî min di riya vê perwerdê re hêz û vîna jinê nas kir. Ez ketim ferqa wê de ku em çiqasî ji xwe dûr ketine û ji cewhera xwe qût bûne. Ev jî bûye sedema ku di roja me ya îro de jin xwe nasneke. Rêbertî di bêje, “dîroka jinê yê koletiyê ne hatiye nivîsandin lê, ya azadiyê benda nivîsandinê ye.”Encamên min ji perwerdê girtine jî weke jinekê beriya her tiştê ez xwe nas bikim û bi xwe naskirinê re vegerim cewher û vîna xwe. Min fêm kir ku heya mirov rastî û dîroka xwe nas neke wê nikari be gavên bingehîn û derketinên dîrokî jî bike. Dema mirov xwe û dîroka civaka xwe nas kir wê ew dem bikaribe xwe di heqîqeta PKK’ ê de bi afirîne.

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê